Operasyona “Mirovahî û Ewlekarî”yê li kampa Holê: Erka berdewam û bi cefa

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Lêkolîn bi zimanê erebî jî heye

 Di dawiya çileya borî de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi desteka HSD û YPJyê, qonaxa sêyem a Operasyona “Mirovahî û Ewlekarî”yê di hundirê Kampa Holê de ya başûrrojhilatê bajarê Hesekê dest pê kir. Ji ber êrîşên Tirkiyayê li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, hêzên ewlekariyê pêvajoya sêyem a operasyonê dereng xist, tevî ku jinên rêxistina DAIŞê tevlîhevî di nava kampê de çêkirin û bi berdewamî gef li rêveberî û hêzên parastina kampê dixwarin.  Her wiha, li gorî agahiyan ku rêxistina DAIŞê, dixwast di hundir û dervayî kampê de êrîşan pêk bîne, da ku tevliheviyê derxe û bi vê yekê re jî ewlekariyê sist bike û kesên xeternak ên di hundirê kampê de birivin.

Dosyaya Kampa Holê ku wekî kampa herî xeternak di cîhanê de tê binavkirin, mirov dikare bibêje ku bûye ji dosyayên jibirîkirî, tevî hişyarên ku kamp bûye weke bombeyekê ku pêkan e di kîjan deqeyê de biteqe, an jî di rewşa xwe ya niha de bûye “dewleta rêxistina DAIŞê” û armanca herdem a şaneyên “DAIŞ”ê ku hewl dide di hundirê kampê de çalakiyan pêk bîne.

Tevî ku hêzên navdewletî girîngî êdî zêde nadin Kampa Holê û metirsiyên êrîşên “şaneyên DAIŞ”ê yên bixwîn û girîngî didin dosyayên navdewletî yên niha li ser qadê wekî şerê Ukranya û Xezayê û pêşketina çalakiyên Îranê û wekîlên wê li Îranê, lê paşketina vê dosyayê ji hêla navdewletî ve, nehişt ku ji aliyên pêwendîdar re bi paş bikeve û tiştê ku li kampê çêdibe û plan û çalakiyên ku kampê armanc dikin, şopandin.

Rêveberiya Xweser her dem rûbirûya metirsiya berdewam a mîrateya DAIŞê a giran a li kamp û zindanan e, ji ber ku her dem ji bo Rêveberiya Xweser ev mijar bifikar e û derfet heye ku rewş ji bin kontrolê derkeve. Wekî mînak, rewşa berdewamkirian topbarana Tirkiyayê li dij herêmên Rêveberiya Xweser û belavbûna kedên HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Operasyonên berê: Encam û derencam

Operasyona “Mirovahî û Ewlekarî”yê ya yekem ku di 28ê adara 2021ê de hat lidarxistin bi beşdariya derdora 5 hezar endamên hêzên ewlekarî û bi desteka HSD û YPJyê, metirsiyên di kampê de û sûcên ku têne kirin, eşkere kir. Di vê çarçoveyê de, 215 endamên şaneyên DAIŞê hatin girtin, 20 ji wan ji rêveberên şaneyan bûn, an jî ji tîmên kuştinê yên ku çalakiyên kuştinê di hundirê kampê de pêk tanîn. Her wiha, di operasyona lêgerînê de, alavên leşkerî û alavên elektronî yên ku bo amadekirina bombeyan dihatin bikaranîn, hatin dîtin.

Operasyona yekem ji hêzên ewlekariyê re metirsiyên mezin ên di hundirê kampê de bû hişyarî, ku pêkaniya ku bibe cihekî guncav bo tevgera karînên nû yên DAIŞ xuya kir. Her wiha belavbûna şaneyên veşartî û rolên serekî yên ku jinên “DAIŞ”ê pê radibin da ku kampê bikin devereke birêxistinkirin û çekdarkirinê.

Piştî rêzesûcên ku di hundirê kampê de hatin kirin, operasyona duyem ku di 25ê tebaxa 2022yan de hate destpêkirin û 24 rojan berdewam kir, pêk hat. Şaneyên rêxistina DAIŞê û malbatên girêdayî wan, 43 çalakî kirin û di encamê de, 44 kes hatin kuştin, ku ji wan 14 jin û 2 zarok bûn, . Her wiha, şaneyên DAIŞê, cenazeyên kesên dikuştin jî davêtin rêgaran. Di heman demê de, şaneyan, dema razanê kon dişewitandin û hewl didan ku dîwarê parastinê yê derdora kampê rakin, her wiha di hundirê kampê de 13 rewşên revandinê çêbûn û made û alavên tenduristî û xizmetguzarî, hatin xerabkirin.

Di encama vê operasyonê de, 226 kes hatin girtin, ku ji wan 36 jin bûn ku beşdarî sûcên kuştin û tirsandinê bûbûn. Her wiha, 25 tunel û hejmareke mezin ji çek û cebilxaneyê hatin dîtin û gelek cihên ku şaneyên DAIŞê tê de hizira tundrawiyê perwerde didan, hatin wêrankirin. Di heman demê de, hêzên ewlekariyê gelek jinên herî xeternak ku serpereştiya perwerdekirinê dikirin, endam li hundir û derveyî kampê ber bi xwe ve dianîn û propoganda û rêklam bû hizira tundrew çêdikin, girtin. Her wiha jinên ku tawan derheqê şêniyên kampê pêk anîn û serekên “Hisbe û Eşbal El-Xîlafe” giritin.

Di lêpirsîna ku di wê pêvajoyê de hate kirin, 3 çavkaniyên çekan ji şaneyên DAIŞê re yên di hundirê kampê de dihatin şandin, diyar bûn. A yekê, hin karmendên rêxistinan çek û pere derbasî kampê dikirin û hin jinên DAIŞê ji kampê revandin. A duyem, çek û teqemeniyên ku jinan di nav kelûpelên û cilên xwe de an jî bi rêya zarokên xwe di dema ku ji Baxozê hatin veguhastin. A sêyem jî ew bû endamên DAIŞê alîkariyên ku ji hêla rêxistinan ve dihatin pêşkêşkirin keysbaz dikirin û pê xencer, kêr û alavên îşkenceyê çêdikirin da ku şêniyan pê bitirsînin û gotina wan red nekin.

Her wiha, di operasyona duyem de YPJyê 2 keçên êzidî ji nava pencên jinên rêxistina DAIŞê yên tundraw rizgar kirin. Di heman demê de, YPJyê 4 jinên ku bi zincîrê hatibû girêdan û ji aliyê jinên DAIŞê ve rastî êşkenceyê hatibûn, rizgar kirin.

Operasyona duyem gelek encam li peyî xwe hiştin yên derbarê asta pêşketina şiyanên jinên rêxistina DAIŞê û hêza wan a pêkanîna rola rêveberî, perwerdekirin û pêşxistina rêbazên cezakirinê, her wiha çalakiyên qaçaxtiya çekan û pêşxistina xebatên lojîstî di hundirê kampê de. Di heman demê de, eşkerkirina çîneke nû ji şaneyan di hundirê kampê de, vê yekê hişt ku pêwîstî bi operasyonên din çêbibe. Lê rewşa ewlekariya giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, girêdayî dijwarbûna êrîşên Tirkiyayê li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye, ku hewldanên pêkanîna operasyona sêyem di demeke nêzî operasyona duyem, têk bir.

Rêveçûyîna operasyona sêyem di kampê de

Qonaxa sêyem ji operasyona “Ewlekarî û Mirovahî”yê di hundirê kampa Holê de di 27ê çileya borî de hat destpêkirin. Ji ber qutbûneke dirêj di navbera qonaxa duyem û sêyem, hişt ku şaneyên rêxistina DAIŞê çekan kom bikin û careke din şane birêxistin kirin. Di heyama di navbera herdu qonaxên dawî de, jinên DAIŞê di hundirê kampê de tevlîhevî çêkirin û gef li hêzên ku parastina kampê dikirin, dixwarin. Her wiha li gor agahiyê ku girtiyê DAIŞê yên ku lêpirsîn bi wan re hat çêkirin, mukur hatin ku neyta rêxistinê heye ku êrîşekê ji hundir û derveyî kampê pêk bîne.

Normal bû ku pirbûna jinan li kampê bibe sedema seqemgîriyê, ji ber ku piraniya endamên DAIŞê mêr in. Lê xuya dike hêla hişmendî di nav malbatên DAIŞê de pir berbelav bûye. “beşê pêcan” û “beşê muhacîratan” li kampê gef li hêzên ewlekarî yên ku di operasyonê de beşdar bûn, xwarin. Her wiha di lêpirsînan de tekez bû ku destên jinan di revandin, kuştin û tirsandinê de heye.

Di encama qonaxa sêyem a operasyonê de ku li hemû beşên kampê pêk hat, 85 endamên rêxistina DAIŞê hatin girtin. Her wiha, hêzên ewlekariyê bombeyên destan, mayîn, bombeyên xweteqandinê, çekên otomatîk, cebilxane û alavên leşkerî dîtin û 5 tunel wêran kirin. Di heman demê de, hêzên ewlekariyê dikaribû ku xwe bigihînin berpirsê şaneyan di nava kampê û derdora wê û kordînetorê operasyonên terorîst di hundir û dervayî kampê yê bi navê Ebû Sifiyan Lehîbî û ew û endamekî din kuştin. Beriya wê jî hêzên ewlekariyê di 28ê kanûna 2023yan de, kesê bi navê “Ebû Ubeyde El-Iraqî” di hundirê beşê pêncam ê kampê de kuşt. “El-Iraqî” plankarê operasyonên holhildanê bû û destê wî di kuştin û tirsandina gelek şêniyên kampê de hebû.

Her wiha, YPJyê jineke êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto ji nava pencên rêxistina terorîst rizgar kir. Îdo Xorto beriya niha bi deh salan di êrîşa rêxistina DAIŞê ya hovane li dij gundê wê Herdanê yê girêdayî Şingalê li Başûrê Kurdistanê di 14ê tebaxa 2014an de hatibû revandin.

Di her qonaxa nû ji operasyona “Mirovahî û Ewlekarî”yê de mijara têkoşîna li dij şaneyên rêxistina DAIŞ roj bi roj zêde dibe. Lewra, di kampa ku 50 hezar kes tê de heye, jîngeheke baş e ji bo jinûvederxistina hizirên rêxistina  DAIŞê, nexasim di nava “Eşbal El-Xîlafê” de. Her wiha qelsiya têkilyan di navbera şêniyan de hişt ku şane desthilatê li malbatan bikin, malbatên ku êdî naxwazin careke din di bin destên rêxistinê de bin. Her wiha hebûna hemwelatiyê 45 dewletan  di hundirê kampê de, hizirên tundirew xurt dike, her wiha xewna “revîna” ji kampê hê jê yek ji tevgerkerên sereke ye ku dihêle şaneyên DAIŞê berdewam tevliheviyê çêkin û israrê bikin ku desthilatê li malbatên mayî yên li kampê bikin.

Rêveberiya Xweser piştî têkçûna DAIŞê li Baxozê sala 2019an, bi rêya peywendiya dewletên biyan û bangên ji bo civaka navdewletî, hewl da ku sînorekî ji dosyaya endamên DAIŞê yên biyan ên di zindanan de û malbatên biyanan ên di hundirê kampê de, deyîne. Lê tu bersiv ji hewldanên Rêveberiya Xweser re tune bûn, tevî ku hin dewletên ku welatiyên xwe yên DAIŞê paşguh dikin, karînên wan ên mezin hene ku bi Rêveberiya Xweser re nayên hevrûkirin, ji hêla rêxistinkirin, çavdêriya zindanan û dadgehên taybet ve. Em dikarin ji van dewletan wiha fêm bikin ku raya giştî ji wan naxwaze ev endam û malbatên DAIŞê vegerin, ev yek jî hikûmetan rehet dike, her çiqas ku  kikûmetên demokrat ên ku idîya dikin ku ew li hemwelatiyên xwe yên li derveyî dewletî jî xwedî derdikevin.

Pirsgirêka “Eşbal El-Xîlafe”

Li gorî sermijêriya dawî ya Kampa Holê di nava kampê de 43 hezar kes hene, ango zêdetirî 12 hezar malbat, ji nava wan 26 hezar zarokên ku temenê wan jêrî 18 salî ne, ango hejmara van zarokan zêdetirî nîvê niştecihên kampê ne. Zarok jî çi keç çi jî law li ser çar beşan hatine cudakirin: Sûriyayî, iraqî, ecnebî û ên nenas. Bikaranîna zarokan di şer de ji aliyê DAIŞê ve di demekê de ku endamên wê kêm bûn, berfireh bû, ango beriya derketina Reqayê ji destê DAIŞê. Di vê çarçoveyê de, fîlmên rêklamî yên ku zarokan zêde bûn ku cilên wan ji yên endamên din cuda bû û di destên wan de çek û kêr hebûn. Armanc ji bikaranîna zarokan ew bû ku aliyê hember berpirsyariya exlaqî rahêjê di şer de, ku barê Hêzên Sûriyaya Demokrat û Hevpeymana Navdewletî di rûbirûbûna zarokan de girantir dikir.

Di jîngeke guncav de wekî Kampa Holê, amadekirina nifşekî nû ji endamên DAIŞê tê kirin. Lewra, alava propogandeyê ya rêxistina DAIŞê navê wan bi israr dike “Eşbal El-Xîlafe”, her wiha bi heman rengî li zindana Sînaayê di beşê piçûkan de ku di nîvê çileya borî de rastî êrîşeke bi balafirên dron ên Tirkiyayê hat.

Metirsîdar e ku zarok di kampan de bêyî alîkariya navdewletî ji çarenûsa xwe re bimînin, ji ber ku malbat ji gelek dewletan di kampê de hene û pirbûna nasnameyan tê wateya ku pêkan e paşê ev zarok tecrubeyên xwe veguhêzin deverên  din. Her wiha tiştekî ne di cihê xwe de ye ku kedek rastî bo van zarokan neyê dayîn, da ku tev li civakên tendurist bibin û tê de wekî zarokên normal bijîn, ango perwerdeyê bibînin û ji nû ve tev li civakê bibin.

Têbîniyên dawiyê

Bi her operasyoneke hêzên ewlekariyê re, diyar dibe ku divê çareseriyeke giştî ji pirsgirêka Kampa Holê re were peydankirin, an jî sivik bibe.. Ji ber vê yekê jî, divê dewlet welatiyên xwe yên ji nava kampê derxînin û bibin welatên xwe. Heta niha ji nava nêzî 50 hezar kes, 2700 welatî vegeriyan welatê xwe û derdora 6500 iraqî vegeriyan Iraqê, ev yek jî bi hevrûkirina bi hejmara mayî di kamp û zindanan de, hejmara kesên vegeriyane gelekî kêm e.

Di heman demê de, divê civaka navdewletî bang li Tirkiyayê bike da ku êrîşên xwe yên dijminahî yên ku derfetê dide rêxistina DAIŞê di kamp û zindanan de tevlîheviyan çêbike, rawestîne. Êrîşên esîmanî yên Tirkiyayê heta asteke mezin destwerdan di vejandina armancên şaneyên DAIŞê û tevliheviyê di hundirê kampê de kir.

Her wiha, divê civaka navdewletî û saziyên Neteweyên Yekbûyî yên têkildar, desteka pêwîst li gor asta fişarê ya li ser milê Rêveberiya Xweser, pêşkêş bikin û pê re destwerdanê di jinûveendezekirina kampê de û sîstemên çavdêriyê de bikin. Her wiha pêwîst e berdêlên nû bibînin da ku di parastina kampê de hêzên ewlekariyê bi awayekî leztir destwerdanê bikin, çaxa ku pirsgirêk an jî destdirêjî an jî gefxwarin ji hêla şaneyên DAIŞê derheqê şêniyên din çêbibe.

Zehmet e ku zarok di astmosfêrekî neewle  û gelekî tundraw de li kêleka şaneyên DAIŞê di heman cihî de werin hiştin, ku dikarin zarokan bixin perwerdeyên şûştina mejî û hizirên tundiwer di wan de biçînin.

Berdewamkirina operasyonên hêzên ewlekariyê bi desteka HSD û YPJyê, rê li ber operasyonên mezin ên ku DAIŞ hewl dide pêk bîne, digire. Lê dirêjbûna demê di navbera operasyonan de ku bi êrîşên Tirkiyayê ve girêdayî ne, rê li ber destwerdana lezgîn a hêzên berpirsyar digire. A baş ew e ku li ser hevkariyekê di navbera hêzên ewlekariyê û Hevpeymana Navdewletî de bê lihevkirin, bi awayekî ku operasyonên ewlekarî leztir bibin bi awayekî ku malbatên di kampê de rehet bibin ku êdî destwerdana şaneyên DAIŞê û alîgirên wan a li ser malbatan siviktir bibe.