Nexşeya Sûriyayê ya ruhn piştî ketina Helebê

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye

Nexşeya kêferata çekdar heta vê kêliyê hê jî ruhn e hevdemî pêşketina Heyet Tehrîr El-Şam piştî ku sênorê Helebê derbas kir û derbasî sînorê parêzgeha Hemayê bû. Di dema ku hêzên rêjîma Sûriyayê hewl didin di rûyê wan de rawestin piştî ku rêzevekişandin pêk anîn, ku li paş xwe çekên giran û bi sedhezaran xelk hiştin, ji ber wê komikên “Artêşa Niştimanî­” yên alîgirên Tirkiyayê li rojhilatê Helebê ber xwe fireh kirin û qezenc ji nebûna hêzên rêjîmê û vekişandina hêzên Rûsyayê, girt.

Heger heta niha nexşe ruhn be jî, lê tişa tekane ku xwegir ew e ku Heleb bi temamê ket bin desthilata Heyet Tehrîr El-Şam û komikên di bin banê operasyona “Bergirtina Êrîşan” de ya ku Ebû Mihemed El-Colanî di 27ê mijdara borî de ragihand. Di vê demê de vegera Helebê bo hêzên rêjîmê bû tiştekê ne pêkan, ku tu hêza şer û leşkerên ku tên xwestin li gel rêjîmê tunene. A girîngtir ew e ku çekên guncaw di dest wê de tuneye da ku pê şerekî vegerê yê dirêj bike, di demekê de ku Rûsya û Îranê xwe ji ber wî dane aliyekî. Ev tev de di rûyê “Heyet Tehrîr El-Şam” de ya ku ji hêla leşkerî, lojîstî û teknolojî ve xurt bûye û xwdiya çekên modern e di nav de jî dronên xwekuj.

Rêya ber bi jidestçûyîna Helebê ve

Di pratîkê de, rêjîm nikarîbû demeke dirêj parastina Helebê kiriba, ku ev kar zehmet bû ji ber ku desthilata îranî li Sûriyayê qels bû û Îsraîlê derbeyên biêş li hebûa îranî dan di sala borî de ku çekên asîmanî yên Îsraîlê li milîsên îranî û cihên kombûna wan didan. Her wiha ev yek jî lê zêde dibe ku Rûsya dereng ma li beranber şerekî vekirîli ser gelek eniyan.

Her wiha Tirkiya ya ku di destpêka ragihandina “Bergirtina Êrîşan” de didît ku ew fişarê li Beşar El-Esed dike da ku wî bîne ser maseya danûstandinan, êdî biguman e ku ev yek pêk were ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam bi awayekî berfireh bi pêş ve çû û nepêkan e ku rêjîm di vê rewşê de li ser maseya danûstandinan de rûnê. Ji ber ku dê danûstandina di bin agir de be û nêzî radestbûna bêmerc e. Tiştê ku rû da nayê wateya ku tirk nekêfxweş in bi pêşketina leşkerî û hilweşîna El-Esed li bajarê Helebê, ya ku Tirkiya bi awayekî fermî dixe axa Tirkiyayê ya ku pêwîst e bê vegerandin dûrî pêkhatina şêniyên wê yên ne tirk.

Çawa ku hêzên “Bergirtina Êrîşan” bi awayekî beşî desthilat li Helebê kirin, rojnameyên nêzî hikûmeta Tirkiyayê nirxandin kirin ku nêrîneke tirkî ya nû heye ji tiştê ku rû dide, ku kesên nêzî hikûmeta Tirkiyayê li desteserkirina Helebê dinêrin ku pêkan e hejmareke mezin ji koçberên sûriyayî vegirînin wê û ne girîng e ku şer bihêle ku girseyên şêniyan yên mezin biqewirîne, mîna kurd û xiristiyanan û kesên alîgirên rêjîmê, ji ber ku ev girseyên ku koçber bibin, dê berê xwe nedin Tirkiyayê. Her wiha axaftina li bara pêkaniya girêdana aborî ya di navbera Heleb û Tirkiyayê de tê kirin bi rêya projeya “Geşepêdana Helebê” bi rêya jinûve vejînkirina jiyanê li paytexa aborî ya Sûriyayê bi rêya projeyên girêdanê yên bi serperiştiya Tirkiyayê. Ango Tirkiya dibîne ku pêkan e bi “Hikûmet El-Inqaz” re ya girêdayî Colanî bê girêdan, bi bihaneya seqemgîriyê, bêyî ku di ber çavan re derbas bike ku Colanî di rêza tevgerên cîhadî yên El-Qaîdayê bê de ye ya ku ji hêla navdewletî ve qedexe ye.

Em nikarin xala din paşguh bikin ya ku dihêle Tirkiya bi hestyarî razî be li Sûriyayê, ew jî ew e ku rola Tirkiyayê li deverê bi paş ketiye, bi taybet li Sûriyayê, ji ber zêdeguhartinên ku çêbûn ji encama şerê Xezayê. Dihat texmînkirina ku gihaştina Donald Trump a li ser desthilatê pêkaniya wê yekê çêke ku “kîmyaya kesayetî” ya di navbera Trump û serokê Rûsyayê Vlademir Putin de çereyekê li ser Sûriyayê ferz bike ku tê de para Rûsyayê ji ya tirkan zêdetir be. Ji ber wê, Enqerayê piştgiriya operasyona leşkerî ya ku opozîsyon serkêşiya wê dike, kir, da ku hebûna xwe berfireh bike û li tenişa rûs û amerîkayîyan li ser çi maseyeke danûstandinê ya li bara Sûriyayê rûnê. Her wiha tiştê ku çêbû, texmînên tirkan derbas kir, ku ditirsin desthilata cîhadîstan bihêle ku dewletên deverê û Rûsya çip bibin, dibe ku Washingtona Trump jî û hewl bidin ji El-Colanî xelas bibin, bi vê yekê komikên girêdayî Tirkiyayê qels bikin.

Destpêkê dihat texmînkirin ku operasyon cih û dema wê destnîşankirî be, ango ew dê axa ku Heyet Tehrîr El-Şam û komikên din di salên 2019-2020î de ji dest dabûn, vegerînin, bi vê yekê Astanayê hevseng bikin ya ku berê di berjewendiyên rêjîm, Rûsya û Îranê de bû li ser hesabê komik û Heyet Tehrîr El-Şam û Tirkiyayê. Xuya dike ku ketina helebê di nav kêferatê de bi awayekî ji nişkan ve û lezgîn, gelek pirs li paş xwe hiştin: Gelo rêjîm û rûsan xwe spartibûn lihevkirinê civînên Astanayê yên dawiyê û pêşbîn nedikirin ku kêferat çalak bibe bi awayê ku şerekê vekirî bigihêje Helebê? Her wiha, Çima rêjîma Sûriyayê çekên giran li paş xwe hişt, di nav de jî hin balafirên şer û gelek zirîpoş û cebilxane, bi awayekî ku bûyera Mûsilê tîne bîra mirov çaxa ku DAIŞê dest danî ser an jî çekên ku artêşa efganî piştî çend saetan ji derketina Amerîkayê li paş xwe hiştin ku di destên hikûmeta Eşref Xenî de bûn? Tu belge li vir tunene ku em tekez bikin ku rêjîmê ji qestî çekên xwe hiştine û reviyaye bêyî ku hêza wê têk biçe.

Her wiha tu belge tuneye, derveyî şirovekirinên destpêkê, ku vekişandin ji encama lihevkirineke Rûsya-Tirkiyayê ye da ku fişarê li rêjîmê bikin û danûstandina bi Erdogan re erê bike, an jî ji bo qewirandina milîsên îranî ye bi piştgiriya Îsraîl û Amerîakyê li paş perdeyê. Ji ber wê, meseleya vekişandina bi lez a hêzên Sûriyayê û bêdengiya rûsan, mijareke veşartî ye.

Em dikarin rûxîna hêzên rêjîmê ya bilez vegerînin gelek sedeman, a yekê ew e ku dibe ku rûs bi encamên Astanayê hatin xapandin û dilrehet bûn dê deverên “kêmkirina şer” xwekî xwe bimîne, bi taybet ji ber ku ew ne amade bûn şerekî berfireh bikin ku encama wê ketina Helebê be. Her wiha derengiya biryardayînê di bîrokrasiya leşkerî ya rûsî de hişt ku biryara meydanî ya guncaw neyê standin da ku di rûyê êrîşa li ser Helebê bê de bê rawestandin, vê yekê hişt ku Mosko Sergy Kîsîl, generlê berpirsyarê hêzên Rûsyayê li Sûriyayê, ji kar bixe.

Bi vê yekê Moskoyê hewl da xwe dûrî berpirsyariya şaştiya mezin a serbazê hêzên wê li Sûriyayê bixe. Lê sedema duyem ew e ku îradeya şer li gel hêzên rêjîmê tuneye û nikarin şerekî dirêj ê li kolanan bikin li dij rêxistineke îdyolojîk ya pir perwerdekirî û rêxistinkirî û tijî xwekuj in. Her wiha a sêyem ew e ku hebûna Îranê li paş ketiye û milîsên wê di armanca balafirên Îsraîlê de ne ku vê yekê hebûna wê û girîngiya wê kêm kiriye. Ji ber wê vekişîna hêzên rêjîmê û rûxîna eniyên wê bêyî şer tiştekî beraqil bû heger em hesab bikin ku pêwîstiya rêjîmê bi komkirina leşkerê wî li eniyên din hebû, dibe ku li Humus, Hema û Şamê, da ku şopa neamadebûna Îranê dagire.

Bijareyên El-Esed

Li gor Washington û Tilebîbê îslamîs û El-Esed wek hev in. Ev hevyazkirina mezin bo Şamê bi fayîde ye, ku çi qas îslamîst xwe di ragihandinê de nerm xuya bikin dê nebin berdêl, lê belê em dikarin bibêjin ku El-Esed bêyî Îranê ji wan re çêtir e ji El-Colanî yê dijminê Îranê, wekî ku tecrubeyên wan yên bi rêxistinên cîhadî re çi sunî çi jî şîî, xuya dide.

Li pêş rêjîma Sûriyayê gelek hizir hene da ku di encamên binkeftina mezin a Helebê de bigihêje. Piştî serdana Beşar El-Esed ji Moskoyê re, balkêş bû ku bi serokwezîrê iraqî Mihemed Şiya El-Sûdanî re li ser telefonê axivî, ji ber ku Iraq ji belavbûna rêxistinên cîhadîst bi tirs e û tecrubeya Heyet Tehrîr El-Şam dikare sirûşê bigihîne Iraqê, wekî ku tecrubeyên herdu welatan di deh salên borî de dide xuyakirin. Ji ber wê Bexdadê bi lez leşkerên xwe li ser sînorê Tirkiyayê belav kir û sînorê bi Sûriyayê re girt. Her wiha, piştgiriya iraqî berdêla şîî ya guncaw e ji Îrana qedexekirî ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve. Ji ber wê El-Sûdanî bi hawara berjewendiyên hevbeş ve diçe dema ku rewşa rêjîmê aloz bide.

Di heman demê de axaftinên serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid û El-Esed ên li ser telefonê di berjewendiyên Şamê de bû. Gotinên Bin Zayid kutaker xuya dikirin “Îmarat di şerê li dij teror û tundiyê de bi Sûriyayê re ye”. E yek tê wateya ku forma Îmaratê: Hinek ji Îranê li Sûriyayê li beranberî gelek ereban, hê Urdin û dewletên Kendavê piştgiriya wê dikin, ev yek tê wateya ku sozên dewletên erebî yên ku têkiliyên xwe bi Şamê re rewa kirin, bi nexşeyên leşkerî yên ruhn bandor nabin.

Her wiha, xuya dike ku dibe ku Mosko careke din insiyatîfê bigire ser xwe, tevî ku şerê Ukranyayê wekî kelemekê ye li pêşiya wê ye. Her wiha dibe ku vegera rola xwe ya lşkerî bi awayekî xurttir heger ku ji Şerê Ukranyayê vala bû, wekî ku rewşa hevaltiyê ya di navbera Putin û Trump de xuya dide. Ji ber wê em dikarin pêşbîn bikin ku Rûsya dê vegere rola xwe ya ku di 2015an de da xuyakirin.

Di hundirê vê rewşa nû de û karîna komikeke cîhadîst (Heyet Tehrîr El-Şam) ku gelek cîhadîstên biyan ên tund di bin baskê wê de ne û bi rû û zimanên xwe yên cuda di nîvê Helebê de xuya bûn, dibe ku rewş ber bi formeke erebî-rûsî ve biçe, bi teşeyeyê ku Koalîsyona Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê çêbû da ku ji serêşa cîhadîst xelas bibin ku dikare seqemgîriyê tevlihev bike ya ku gelek alî dixwazin. Her wiha dibe ku ev jî tê wateya ku metirsiyên Tirkiyayê hene ku haleta şer ya ku bo Hêzên Sûriyaya Demokratî tûj dike, ji kar bikeve, bi taybet ji ber ku “HSD” dijbera komikên cîhadîst ên din bû yên mîna DAIŞê. Ji ber wê, hebûna “HSD”yê girêdayî hebûna komikên cîhadîst e û desthilata wan li ser beşên girîngtir li Sûriyayê.

Heta asteke dûr, em dikarin bibêjin ku tiştê ku li Helebê çêbû, cengeke mezin bû di şerekî mezin de ku em nikarin nexşeya wê ya dawîn pêşbîn bikin, ne jî aliyê ku dê bi ser bikeve. Ev mesele divê meriv guh bide gelek nêrînên bêalî û bêhtir serperişt, bi taybet serkeftiyê niha li Helebê girêdayî bingehekê ye ku cîhan, cîran û beşekî mezin ji Sûriyayê ditirsîne.