Newroz di serdema Ebasiyan de

By Hisên Cimo

Bi zimanê erebî jî heye العربية

Di serdema Ebasiyan de, di roja Newrozê de bûbû kevneşopî ku gel diyariyan bide hev. Diyarî jî li gorî cih û pîşeya her kes bû. Di vê çarçoveyê de, helbestvan helbestekê diyarî xelîfe dike, hesinkar jî şûrekî diyarî xelîfe dike û bazirgan jî pereyan diyarî xelîfe dike. Lê di şeva Newrozê de, Cefer bin Yehya El-Bermekî mezinê dewleta Ebasiyan, biryar da ku diyariyekê bide Harûn Reşîd ku layiqî cih û erka wî ye, ew jî serê dijminekî ji dijminê wî bû.

Reşîd yek ji zanyarên Al Beyt ê bi navê Ebdulah El-Eftes li gel El-Bermkî xist zindanê. Her wiha, El-Eftes name ji Harûn Reşîd re rê dikirin  û tê de xeber  jê re digotin û êrîşî zilm û neheqiya wî ya li ser koleyan, dikir. Lê Cefer bêyî tu fermanan, El-Eftes kuşt û serê wî tevî gelek diyariyên Newrozê rêkir ji Harûn Reşîd re. Harûn Reşîd ev yek şermezar kir û serê El-Eftes şuşt û binax kir. Dema ku Reşîd biryar da ku ji El-Bermeke xelas bibe, ferman da şûrvanê xwe yê navdar Mesrûr El-Kebîr ku Cefer Bin Yehya bikuje û jê re got dema ku Cefer pirs kir ku gunehê wî çi ye ku were kuştin, jê re bêje: “Ez te bo kurê apê xwe Ibn El-Eftes dikujim.”

Lewra, Newroz wekî rêûresmeke pîrozbahiyê tevlî serkeftinên ku Benî Ebas dema ku bûne desthildar, bû. Di vê çarçoveyê de, Benî Ebas mezintirîn qirkirin Ii dij Binî Umeye sala 132 hicrî di roja Newrozê de, pêk anî.

Kevntirîn pîrozbahî ji cîhana kevnar

Newroz kevntirîn pîrozbahiya zindî ji cîhana kevnar ji aliyê berfirehbûn û zêdebûna pîrozkirinê ji Tacîkistanê heta Efrîna dagîrkirî ve ye. Ew sersala nû ya Îranê ye û rêûresmeke çandinî û astronomî ye, her wiha tev li baweriyên serdest ên wekî Zerdeştî û Mezdekiyê bûye û bi bûyerên ku di dîrokê de rû dan ên taybet bi kurdan, bi rêya wêrankirina împaratoriya Aşûrî ji aliyê Med û hevalbendên wan ên Babilî û jiholêrakirina vê hebûna leşkerî ya tund sala 612 beriya zayînê. Ji ber vê yekê jî, taybetmendiyeke kurdan a vegotina Newrozê heye, ji destpêka sedsala 20î ve şertûmercên siyasî destek da vê yekê. Lewra, veguherî alaveke kombûna siyasî û civakî ku destwerdanê di alozkirina pişaftinê dike, pişaftina ku li ser  bingehê neteweyên tekane di dirêjahiya sedsala 20î de, ava bûye (Tirkiya, Iraq, Îran û Sûriya).

Bê gûman jî, hemû gelên vê bûyera salane pîroz dikin, vegotinên xwe yên taybe hene. Dibe ku naverokên siyasî li Newrozê bên barkirin bêhtir ji yên wê bi xwe. Tevî vê yekê jî, kurd di vê cejna salane de pir baş bi kar tînin, ew wekî alaveke rêklamê ya gewre ye.

Ji aliyekî din ve jî, Newroz bi awayekî zû cihê xwe di nava mîrasa îslamê de girt, bi awayê hedîsan an jî ji aliyê kesayetên navdar hatine gotin. Di vê çarçoveyê de, yê herî navdar ku li ser navê wî hatiye gotin “Miela Bin Xinîs” û axaftina wî ya bi Îmam Cefer El-Sadiq re, ku ev yek jî navdartirîn hedîsên mizginahî li ser Newrozê di mîrasa îslamê de ye. Lewra Cefer El-Sadiq dibêje: “Ey Miela roja Newrozê, ew roja ku Xwedê ji koleyên xwe xwest ku koletiya wî bikin (..) ew yekemîn roja ku rok lê hilat, ba lê rabû û lê kulîlka erdê afirî û ew roja ku keştiya Nûh li ser Cûdî bi cih bû (..), ew roja ku tê de Cibrîl li ser Pêxember daket (..) û ew roja ku pişta Emîrulmuminîn (Elî) bo cara duyem hat girtin.. û ew roja ku dê (Mihdiyê Çavlirê) xuya bike û ew roja ku dê Mihdî, Decal têk bibe û dê wî li Kûfayê çarmîx bike. Her roja Newrozê em tê de hêviya fereca Xwedê dikin”.

Ev hedîs di rûpelên zanyarên şîî li Îran û Iraqê di sedsalan de cihekî xwe yê mezin girtin. Lê îmamê şîî yê navdar Mihemed Mihdî El-Xalisî (ku sala 1963an mir) axaftina Bin Xinîs derew derxistin û li gorî nêrîna wî bersiva hemû nêrînên “mecûsî” ku ketine nava rûpelên zanyarên îslamê, da.

El-Xalisî ku rast dibêje, ew e ku vejandina şahiyên cejnên Îranê li ser destê “Xelîfeyên  El-Cûr ên ji Benî Ebas” pêk hatin. Di vê çarçoveyê de, Newroz di serdema malbata El-Bermekiya ya îranî de pêş ket, piştî ku di serdema Emewiyan de tenê wekî rêûresemeke  bacê bû. Her wiha, Muawiya Bin Ebî Sufyan “baca Newrozê” li ser xelkê feriz kir. Ev rewş berdewam kir, heta ku Umer Bin Ebdulezîz ev bac îbtal kir dema ku dît neheqî li cotkaran dibe û wekî Kasiriyan bi nav kir. Lê piştî mirina wî, yekser ev bac careke din vegeriya.

Di serdema Ebasiyan de, di pêvajoya rûxandina desthildariya Umewî xuresanî û îranî piraniya artêşa Ebasiyan bûn, lewra cejnên wan derbasî bajarên Ebasiyan yên nû bûn. Di vê çarçoveyê de, nexşeya nifûsê ya Bexdad û Iraqê hate guhartin. Li gorî wezîrê farisî yê dewleta Selçuqî Nîzam El-Melek di pirtûka xwe ya bi navê “Siyasetname” de, nîvê xelkê Iraqê di rojên Ebî Cefer El-Mensûr de “rafîde û mecûs” bûn. gotina mecûs bilêvkirineke ku ji wateya xwe ya olî berfirehtir e, li ser gelek baweriyên wekî mezdekî, zeredeştî û hin etnîkên ku desthilatê ew bi qawiriyê tawanbar kirin, tê peyitandin, wekî serhildana Babik El-Xirmî li dij desthilata Ebasî.

Di pirtûkên mîras û dîrokê de tê vegotin ku xelîfeyê Ebasî Ebû Cefer El-Mensûr bang li îmam Muse Bin Cefer El-Sadiq kir ku di roja Newrozê de bi wî re rûne û diyariyên ku bi navê “Diyariyên Newrozê” digihîni qesra wî, bi dest bixe. Lê Îmam Muse ji pîrozkirina Newrozê matmayî ma û û got ku wî nebihîstiye ku kalikê wî pêxember Mihemed pîrozkirin rewa dîtiye, Newroz sineta farisan e û îslamê ew ji holê rakiriye. El-Mensûr lê vedigerîne: “Em bi siyasetî bi leşkeran wiha dikin, tu bi xwedê bikî ka tu rûne.”

Di encama nexşeya nû ya Ebasiyan de, êdî Newroz bû wekî cejneke Ebasî ya nerehet, ku ji hêla çînên gel ve di hundirê paytextê de Bexdad bi rêûresmên resen tê pîrozkirin, wekî pevguhartina diyariyan, pejiqandina avê û rengkirina hêkan, bêyî ku Benî Ebas bi baweriyên li paş Newrozê re dilnerm bin. Di bûyerên sala 278 a hicrî de, Teberî di dîroka neteweyan û padîşahan de, rewşa El-Qeramta tîne ziman. Her wiha, tiştên li ser waneyên wan hatine gotin ku: “Xwedayê mezin, ji şeriyetên wî ku di salê de rojî du roj in, ew jî El-Muhecran û Newroz e”. Cejna yekê ew erebîkirina “Mehrekan­”ê ye û di payîzê de destpêka zivistanê de tê û Newroz jî di destpêka buharê de ye.

Rewşenbîr û kesê Mutezîlî, Ebû Osman El-Cahiz (di sala 869an de mir), têbînî nivîsî, çavdêrî û jînenîgariyek li ser Newrozê di pirtûkên xwe de tomar kirin, herî zêde jî di pirtûka xwe ya bi navê “Tac di exlaqê paşdîşan de” behsa Newrozê kir. Heta wê demê de jî, berfirehtir nivîsandinên li ser Newrozê di serdema Ebasiyan de bû, ev yek jî di şirovekirina xwezaya cihêreng a civaka ebasî û kevneşopiyên wê de sûdek da û çawa vê pîrozbahiya kevneşop cihê xwe xurt kir piştî ku derdora 200 salî di ser “kuştina Newrozê” re  derbas bû. Di heman demê de, di deriyê “Mehrecan û Newrozê” de nivîsandin ku diyariyên mehrecan û Newrozê ji mafên padîşah e. Mehrecan ketine zivistanê û werza sermayê ye, Newroz jî destûra dayîna werza germê da. Lê di Newrozê de, rewş ne wekî di mehrecanê de ye; ji nava wan pêşwazîkirina salê ye, vekirina deriyê bacê, erkdarkirina karkeran, guhartin, çêkirina dirhem û dînaran, zikeya malên agir, dagirtina avê, qurbanî û avakirina avahiyan e.

Erdeşêr Bin Babek û Behram Cor û Anûşerwan –û axaftina Cahiz-, ferman didan ku di mehrecan  û Newrozê de cil û caw ji depoyan werin derxistin û hemû li ser pêrewên padîşah werin belavkirin û piştre jî li gorî astê, li ser xelkê jî were belavkirin.

Her wiha digotin:Padîşah di zivistanê de dest ji cilên havînê berdide û di havînê de jî cilên zivistanê û ne ji exlaqê padîşahan  e ku cilên xwe di depoyên xwe de veşêre, lewra hemû xelk wekî hev bûn.

Piştre Cahiz ji veguhestina dîrokê derbasî lêkolîneke hevrûkirinê dibe, gelo kî li ser rêya metoda padîşahên Sasan dimeşe? Cahiz bersiv dide: “Em nizanin ku kesekî piştî wan li peyî şopan wan çûne, ji bilî Ebdulah Bin Tahir”. Bin Tahir jî hakimê Xoresanê ye û yek ji damezrînerê ronesansa bazirganiya dewleta Ebasiyan e û eslê xwe ji malbata ku di serdema Sasaniyan de xwedî berpirsyarî bûn, her wiha demekê bû hakimê Misirê û şoreşa Mazyar “El-Mezdekî” li çiyayên Teberistanê têk bir. Di heman demê de, serkêşiya hemleyeke neserkeftî li dij Babek Xermî kir û bi nermbûna bi Babek re hate tawanbarkirin, lewra vegeriya Xoresanê.

Li bara Newroz û mihrecanê El-Cahiz ser zimanê El-Mislik Ebdulah Bin Tahir dibêje: “Min ji Mihemed Bin Hesen Bin Museb bihîst ku Ebdulah Bin Tahir di Newroz û mihrecanê de wiha dikir bo ku di depoyên xwe de tu cilî nehêle ji bilê yên li xwe. Ev baştirîn qenciyên wî ne.”

Ji exlaqê padîşah e ku rojekê bo xelkê terxan bike di Newrozê de da ku êş û azarên xwe bi awayekî yekser bigihînin padîşah.

Her wiha ji bilî El-Cahiz, wêjevan Ibn Faris El-Razî (sala 1004 jiyana xwe ji dest da) “Pirtûka Newrozê” nivîsand, a balkêş ew bû ku li bara tu tiştekî girêdayî Newrozê neaxivî, lê di zimanê erebî de gotinên ser ahenga gotina “Newrozê” lêkolîn kir. Ibn Faris nêzî wezîrê bûweyhî El-Sahib Ibn Ubad bû, her wiha xanedana bûweyhî yên ku Newrozê pîroz dikin û rêklamê rê re çêdikin.

Bijîşk Ibn Sîna nameyeka felsefî nivîsî navê wê kir “Nameya Newrozî” ku di roja Newrozê de diyarî yek ji mîran kir.

Çaxa ku qelsî li dewleta Ebasî xuya kir û wîlayetên wê nîvserbixwe bûn, cîhana îslamî diyardeyeke nû dît, ku fiqih û feqe dest danîn ser jiyana xelkê û gotina mîran bi paş ket. Giha astekê ku hin nêrîn derketin xelkê ew nêrîn xistin asta fetweyan, wekî mînak tiştê ku El-Buheqî di pirtûka xwe ya bi navê “Gelê Îmanê” bi bîr anî. “Ez ji hêlanên roja Newrozê hez nakim, ez dibînim ku ew beşek ji mecûsiyê ye.” Hêlan jî tê wateya tiştê ku zarok li bistan û pîrozbahiyên pê dilîzin. Her wiha gotineke Ibn El-Teymîye li bara nefretkirina Newrozê û gawirkirina kesê ku Newrozê rojî digire, heye.

Lê pirsgirêk hê di dîrokê de mabû, ew jî tevlihevbûna roja Newrozê.

 Pirsgirêka salname û tevlihevbûna Newrozê

Pirsgirêkeke salname di bidawîbûna dewleta Sasanî de derket, “Yezdkurd” yê bi navê “Yezkurdê Sêyem” dihat nasîn, perçiqandina salan rawestand, bi vê yekê her çar salan rojek li rojnameyên zêde bû û dema ku desthilatên nû yên ereb pirsgirêkê çare bikin, aloztir kirin. Ev tevliheviya salnameyê  di salên îslamî de dirêj bûn, ku perçiqandina salan rawestiya, bi vê yekê roja Newrozê bû rojên din.

Heta kontrolkirina Selcûqiyan li ser welatê Ebasî di sedsala 11an de, Newroz di nav dîrokên cur bi cur de diçû û dihat, li gor dîroknas û stênasan. A balkêş ew bû ku ji çaxa têkçûna dewleta Sasanî ve, desthilatdarên ereb roja Newrozê bi baca çandiniyê girê dan, ev tiştekî ecêb e, ji ber ku buhar durî havînê ye ango dema stewandina daxlûdanan. Tê texmînkirin ku ne tenê Newrozek hebû, Newroza îranî di 21l adarê de, Newroza Ebasî di havînê de  bo hevdana bacê, an jî nabe ji bilî wiha Newroz di hevînê de hebe.

Zanayê şîî “El-Meclisî” di pirtûka xwe ya mezin de ya bi navê “Deryayê Ronahiyê” de hûrgiliyên destnîşankirina Newrozê di îslamê de bi bîr tîne. Dema ku El-Dehaqîneyên dema Hîşam Bin Ebdulmelik bi Xalid El-Qesrî re kom bûn jê re li bara pirsgirêka rawestandina perçiqandina salan, şîrove kirin û jê xwestin ku Newrozê bo mehekê dereng bixe, lê wî erê nekir û bi Hîşam nivîsî û got: Ez ditirsim ku ev yek ji gotinên Xwedê be “Derengxistina demê zêdekirina gawiriyê ye”.

Lê tevlihevkirina dema Newrozê di serdema Ebasî de giha lûtkeyê. Guhartina dema Newrozê di pirtûka “El-Kamil” a Ibn El-Esîr de hat bibîrxisitin, di bûyerên 467ê hicrî de tê de wezîrê farisî yê dewleta Silcûqî, Nîzam El-Melek, stêrnas kom kirin û Newroz kirina xala yekem a El-Hemil (ango 21ê adarê), berî wê newroz di dema çûyîna rokê li ser nîvê El-Hût bû (5ê adarê heta 20ê wê). Ev Newroz navê “Newroza sultanî” lê hat kirin. Nîzam El-Melek ji xanedaneke farisî bû û nas dikir ku zeredeştî li paş çemê nîvê Asyayê berbelav e.

Hin guman li ser gotina El-Teberî hene ku Newroz berî serrastkirina “sîstema padîşah” di nîvê El-Hût de bû. Dîrokeke din heye ku berî wê dîrokê ye, stêrnas û danerê pirtûka “Cih û Dem” Ehmed Bin Mihemed El-Esfehanî ew bi bîr xistiye, yê ku di sala 422yê hicrî de koça dawî kiriye, ango berî serrastkirina sîstema padîşahî bi 45 salan, kir di gulanê de. Paşê xelîfeyê Benî Ebas El-Mutededbilah ê ku di sala 289ê hicrî de koça dawî kiriye, roja Newrozê yê borî serrast kir. Ev yek stêrnasê Esfehanî bi bîr tîne û dibîje “Newroz kir 21 hezîranê û navê “Newroza Mutedî” lê hat kirin ku ket di dema çinînê de.

Hevdana bacê li Iraq, Çiya û welatê farisan di roja Newrozê de dihat kirin, vê yekê zirar gihand xelkê kom cotyaran deyndikirin an jî bar dikirin ji ber ku Newroz di dema Xelîfeyê Ebasî El-Mitewekil de di nîsanê de bû û hê jî zad şîn bûn, ji ber wê jê xwestin ku cejnê bixe dema çinînê de. El-mitewekil hat kuştin û ev yek pêk nehat, heta paşê kurê wî El-Muted hat.

Ibn El-Esîr di “El-Kamil” de bûyerên sala 282 ya hicrî bi bîr dixe: “El-Muted ji hemû karker û welatiyan re nivîsî ku êdî dest ji danheva bacê di Newroza ecemî de hat berdan û bo 11ê meha hezîranê hat derengxistin, navê wê kir Newroza Mutedî, bo vê yekê name ji Musilê jê re hatin û El-Muted barê xelkê pê sivik kir û dilê wî bi wan re nerm bû.”

El-Teberî di “Dîroka netewe û padîşahan” de bûyerekê li vê guhartinê zêde dike: “Tê de xelk ji rêûresmên berê yên Newroza ecemî hatin qedexekirin ango pejiqandina avê, hildana agir û hwd.” di demên berî wê de guhartina rêûresman nehatiye bibîrxistin û tê texmînkirin ku desthilata feqeyan di dewletê de fişar li Newrozê kir.

El-Teberî hin nîşaneyên din bi bîr dixe li bara hewldana El-Muted a guhartina rêûresmên pîrozkirina Newrozê, di bûyerên sala 284an a hicrî de di 11ê hezîranê de di civat û bazarên Bexdadê de hat bangkirin ku dadana agirê şeva Newrozê û pejiqandina avê di roja wê de qedexe ye, ev ferman di roja pêncşemê de hat bangkirin û dema ku bû roja înê, xelêfe ji ser fermana xwe daket û dadana agir û pejiqandina avê rewa kir, bi wê yek xelk gur bûn heta giha asta ku av bi ser polîsan de jî kirin.”

Li gor tiştê ku di pirtûkên dîroknasan de li bara Newrozê hatiye nivîsîn, a yekem Newroza ecemî ye ew di serê buharê de ye û bi seba perçiqandina salan bo nîsanê hatiye veguhastin û Newroza ebasî di 11ê hezîranê de. Wekî puxte, Newroza ku ku em di dema niha de pîroz dikin, di 21ê adara her salê de, ew serrastkirina wezîr Nîzam El-Melek a ber hezar salê ye, dema ku vegeran dema wê ya resen.

 Şer di navbera badîşahên ereb û ecem de!

Ji ber ku Newroza îsal di roja pêncşemê de ye, li Pirtûkxaneya Kevneşop pirtûkek a nivîskarekî nenas heye, tê de hin nêrînan dibêje û wan vedigerîne nêrînê Betlîmosê zanyar û stêrnasê binavdeng di sedsala 12ê zayînê de. Tê de dibêje:

Heger Newroz di roja pêncşemê ya Jûpîterê de hat, dê Nîl bi qasî 17 gazan bilind bibe, bazirgan di genim de qezencê dibînin, di hin erdan de agir gur dibe ew yek jî ji hêla sultan ve ye, çi kesê rêwî dimire, tişt erzan dibin paşê buha dibin, di zivistanê de gelek mirin çêdibe, fêkî pir dibe û dexl kefnik dibe, nexweşî li jinan dikeve bi dijminahiya stêrka Kîwan ji stêrka Gelawêjê re û di navbera padîşahên ereb û ecem de şer çêdibe.

*Bo hûrgiliyên bêhtir li bara hevliheviya destnîşankirina roja Newrozê, li gotara nivîskar a bi navê “Newroz.. lîstina bi dîroka wê ji Muawiye heta El-Muted” binêre.