Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Navenda Kurdî ya Lêkolînan di 9ê hezîranê de bernameyek bi zimanê erebî bi sernavê “Pirsa nenavendîbûnê li Sûriyayê: Ezmûn û daxwaz”, li dar xist. Bername ku ji aliyê hevkarê me Şoreş Derwîş ve hate birêvebirin, lêkolînerê di dozên hukumbûnê de Dr. Zeydûn El-Zubî, ev mijar nirxand.
Bername bi nirxandina mijara nenavendîbûnê li Sûriyayê di dîrokê de, ango ji avakirina wîlayeta Sûriyayê sala 1861ê de, heta destûra Haşimî di serdema Şah Feysel di sala 1920î de û tecrubeyên rêveberî di parçekirina Sûriyayê de bo çar dewletokan di serdema raspêriya Fransayê de, heta bigihêjin rêjîneke pir navendî û paşê qanûna hejmar 107 a sala 2011an.
Dr. Zeydûn El-Zubî da zanîn ku li Sûriyayê du destûrên demokrat çêbû ku ne dibin desthilatdariya zordarî an jî raspêriyê de bûn û ew jî ev in: Projeya destûr a sala 1920î ku naveroka wê federalî û nenavendîbûn bû û destûra sala 1950î. Destûr ji bo dewleteke yekgirtî ku tê de beşek mezin ji nenavendîbûnê hebû. Her wiha, Sûriyayê di dîroka xwe de, gelek navend û federalî tê de hebûn wekî Heleb, Şam, Dêra Zor û hwd.
Her wiha, El-Zubî diyar kir ku di navbera têgiha federalî û nenavendîbûna siyasî de, tevlihevî heye û wiha dewam kir: “Federalî sîstemekî ku tê de hukimê niştimanî û xwecihî heye û rengek ji rengên rewabûna xwecihî ye. Tê de jî, parlamento dabeşî du odeyan dibe, yek jê nûnertiya herêman dike û yek jî nûnertiya gel dike, lê bi şertê ku odeya herêman ew odeya bilind be û tê de desthilata taybet hebe ne ya şêwirmendî. Bi gotineke din, desthilatdarî di navbera navendê û rêveberiyên herêmî de, hevber be. Hizira du odeyan jî li Amerîkayê hate damezrandin.”
Dr. El-Zubî di berdewamiya şirovekirina hizira federalî de, Yekitiya Ewropayê wekî nimûne nîşan da û got: “Dewletên piçûk ên wekî Belçîka û Siwîsrayê tê de sîstema federalî heye, her wiha dewletên mezin jî wekî Keneda û Rûsyayê jî sîstema federalî bi kar tînin. Lê nîşaneya herî girîng a demokratiyê li dewletên Yekitiya Ewropayê ku xwe dispêrin nenavendîbûnê. Tê de jî nenavendîbûn dabeşî sê astan dibe: Nenavendîbûna rêveberî, nenavendîbûna siyasî, nenavendîbûna darayî. Di heman demê de, dewletên yekalî hene ku tê de heta asteke pir baş demokratî heye, ji ber ku dikarîbû heta asteke mezin nenavendîbûna sêalî bi kar bîne û bi awayekî rast desthilat li rêveberiyê xwecihî belav kir. Lê em dibînin ku dewletên federalî hene, lê nîşaneyên nenavendîbûna siyasî an jî darayî pir kêm e, wekî Spaniya û Îtaliya.”
Derbarê tecrubeya ereban di serdema Împaratoriya Osmanî de jî, Dr.El-Zubî got ku ereban li kêleka neteweyên din wekî kurd, ermen û neteweyên din ên li welatê Şamê, daxwaza nenavendîbûnê ji osmaniyan dikirin û daxwaza naskirina zimanê erebî wekî zimanê fermî li herêmên xwe dikirin û hînek desthilata darayî, lê bê daxwaza cudabûna ji Dewleta Osmanî. Lê dema ku daxwazên wan ji aliyê sultanê osmanî bi temamî hate redkirin, komeke siyasî ava kirin ew jî “Yekîtiya Rêveberiya Nrenavendî” bû û piştî wê biryar dan bi alîkariya fansiz û birîtaniyan, cuda bibin.
El-Zubî bi domdarî destnîşan kir ku di serdema osmaniyan de, Sûriya ne wekî dema xwe ya niha yekgirtî bû, lê dema ku wîlayeta Sûriyayê di sala 1816an de hate avakirin, dixwestin ku sîstemeke federalî ava bikin, ji ber ku ditirsiyan navendîbûna tund ber bi daxwaza cudekariya hin herêman biçe û wiha dewam kir: “Lê destûra Sûriyayê ya sala 1920î de jî, her wîlayetek encûmena xwe ya hilbijartî hebû û encûmena rûspiyan hebû ku nûnertiya wîlayetan dikir û encûmena nûneran jî nûnertiya gel dikir. Em dikarin bêjin ku gelê Sûriyayê nimûneya federalî bijartin, dema ku serxwebûna xwe ji dewleta osmanî ragihandin, ji tirsa parçebûnê”. El-Zubî behsa destûra Sûriyayê ya sala 1950î jî kir û got: “Sîstem hate guhartin û bû dewleteke yekalî. Ev serrastkirin wekî bertekekê bû ji metirsiyên ku her wîlayetek bibe dewleteke serbixwe. Lê ev meyla ber bi nenavendîbûna siyasî ve zelal bş d destûra 1950î de, çaxa ku yek ji madeyên wê ew bû ku divê sêribên encumana parêzgehê bê bijartin û riba mayî ji hêla navendê ve bê erkdarkirin û desthilata siyasî, rêveberî û darayî bidin encumana parêzgehê.
Dr. Zeydûn El-Zubî eşkere kir ku nenavendîbûn ne îdeolojî ye ku were redkirin an jî were bijartin, lê belê ew sîstemeke teknîkî ye ji bo rêvebirina welat û wiha domand: “Lewra, tu rê li pêşiya Sûriyayê tuneye, ji bilî nenavendîbûnê, mijar ne bijartin e. Divê Sûriya an nenavendî be na jî wê hebûna wê di bin gefê de be. Tecrubeyên demokratîk li Sûriyayê hemûyan nenavendîbûn esas girt, ji bilî rejîma Sûriyayê di serdema raspêriya fransî ve 1928-1930.”
Derbarê rewşa Sûriyayê ya heyî de jî, lêkolîner El- Zubî anî ziman ku navendbûna tund a dewleta Sûriyayê sedema sereke ya avakirina rewşa«nejêbûnê» a nasnameya niştimanî ya Sûriyayê, ji ber pirbûna etnîkan li Sûriyayê, sîstemeke piralî û nenavendî pêwîst dike û wiha domand: “Siyaseta paşguhkirinê ku rejîma Sûriyayê di dirêjahiya bi dehan salan li dij nasnameyên xwecihî meşand û hilgirtina dahatuyan di destexwe de û tenêtiya desthilatê bo Şamê hişt ku hemwelatî bêhtir bi nasnameya xwe ya xwecihî bên girêdan û ji nasnameya niştimanî birevin. Ev yek ne tenê li ser kurdan an turkmen an jî çerkesan hate meşandin, lê belê li ser ereban jî hate meşandin, ku êşa paşguhkirinê kişandin û meyla wan ya xwecihî ya kur li Dêra Zorê, Swêda û deverên din ên Sûriyayê zelal bû.
Lêkolîner Dr. Zeydûn El-Zubî bal kişand ser wê yekê ku destûra sûriyayî ji destpêka avakirinê û heta salên 70yî taybetmendiya wê ya rêzgirtina nasnameya niştimanî ya Sûriyayê hebû wekî nasnameyekê ku hemû etnîkan kom dike û got: “Lê di sala 1973yan de, destûra Sûriyayê bi navendîbûn û perstineke tund ji nasmeya erebî re hat, an jî “erebîbûn” wekî nasnameya dewletê ku li ser her kesî hat ferzkirin, em dikarin bibêjin ku nasnameya sûriyayî di wê demê de mir.
Di dawiya bernameyê de û li ser pirsa hevkarê me Şoreş Derwîş ku formula serkeftî ya pêkanîna nenavendîbûnê di siberoja Sûriyayê de çi ye, lêkolîner got: “Formula herî serkeftî ya sîstema Sûriyayê ya siberoja pêkanîna hersê nenavendîbûnê ye (siyasî, rêveberî, darayî), bi şertê ku hersê werin pêkanîn bêyî ku yek jê were paşguhkirin. Piştre dema ev nenavendîbûn hate pêkanîn, binavkirina vê sîstemê ne girîng e, çi federalî be çi jî Rêveberiya Xweser be an jî navên din be. Tekane tişta ku wê axa Sûriyayê ya niha parçekirî bike yek, pêkanîna sîstema pirrengî û nenavendî ya demokratîk e.”