Bi zimanê erebî jî heye العربية
Di 6ê vê mehê de Navenda Kurdî ya Lêkolînan hevdîtinek bi sernavê “Tirkiya piştî encamên hilbijartinên şaredariyê” li dar xistin. Hevdîtina li ser bernameya Zoomê ku hevkarê me Şoreş Derwîş ew bi rê ve bir, lêkolîner û rojnamevanê taybet bi karûbarên Tirkiyayê, Serkîs Qesarciyan bû mêvanê bernameyê.
Hevdîtin bi nirxandina encamên hilbijartinên şaredariyê li Tirkiyayê dest pê kir, ku opozîsyona tirkî serkeftineke mezin bi dest xist û hevalbendiya AKP-MHP yê bi rêjeyeke mezin bi paş de ket.
Nivîskar û rojnamevan Serkîs Qesarciyan zelal kir ku ev hilbijartin xaleke guhartinê ya mezin e û wekî “erdhejeke hilbijartinî” bi nav kir, amaje pê kir ku ev yek dê hevalbendiya AKP-MHPyê ya desthilatdar ji hev bixe û dl destpêka dawiya vê hevalbendiyê be. Qesarciyan seba wê vegerand gelek seban; a yekem ew e ku ev cara yekem e ku tê de AKP dikeve rêjeya duyem, a duyem ew e ku CHP ya ku nûnertiya opozîsyona berfireh dike, wîlayetên nû bi dest xistin, ku ew wîlayek wekî navendên “gurên boz” tên nasîn. Ji hêleke din ve jî partiyeke nû derket ser nexşeya siyasî ku berî niha tunebû, ew jî YRP ye.
Qesarciyan amaje bi girîngiya van hilbijrtinan bo siberoja Tirkiyayê kir û wê wekî “referandomê” hesab kir da ku pê helwesta gel ji desthilata Erdogan bê nasîn. Nirxandina hilbijartinan dê ne tenê hevrûkirineke normal be bi hilbu=jartinên borî re, lê belê divê mijar ji aliyên xwe ve bê lêkolînkirin û gelê ku dengê xwe nedan neyên paşguhkirin, ku dibe ku guherîneke mezin di hilbijartinên serokatî û parlementoyê de çêkin. Hilbijêrê tirk xwe dizane cudahiyê bixe navbera îdyolojiya xwe û berteka wê ya “cezayî” li bara helwestên ku partî li bara mijarên germ xuya dikin. Ji hêleke din ve jî hilbijêr li aliyên ku dê baştirîn ximetiyan pêşkêş bike û aboriya rêveberiyê xwecihî bi pêş bixe, digere.
Bi nirxandineke panoramî ji hilbijartinan re, nivîskar û rojnamevan Serkîs Qesarciyan da xuyakirin ku CHP baştirîn encam bi dest xistiye ji çaxa dagîrkirina “Bulent Acevît” ji Qubrisê re, niha ew desthilatê li 80% ji aboriya Tirkiyayê dike. Her wiha CHPyê dest danî ser metropolên xwedî giraniyeke siyasî, çandî û aborî. Qesarciyan da zanîn ku dê ev yek bandoreke mezin li siberoja siyasî ya partiyên desthilatdar û opozîsyonê bike.
Qesarciyan amaje bi siberoja sîstema serokatî ya ku Erdogan ew daniye, kir, ku nêzî “hukumê takekes” e. Her wiha da xuyakirin ku piştê bibinketina mezin ya prtiya desthilatdar bi serokatiya Erdogan tê re derbas bû, pêkan e ku sîstema Tirkiyayê bo sîstema palementoyê biguhêre piştî ku di siberojê de bi opozîsyonê re bigihêje lihevkirinekê.
Li bara encamên nû yên ku partiya YRPyê bi dest xist, Qesarciyan dît ku hilbijêrê tirk bi encama berteka xwe ya ku ji AKPyê tengijî bû li bara danûstandina bi Îsraîlê re, dengê xwe da YRPyê, her wiha nexwest dengê xwe bide opozîsyona sekular jî. Qesarciya da xuyakirin ku girseya ku dengê xwe da YRPyê girseya îslamî ye ku bi helwestên partiyê yên li bara şerê Xezayê û hin mijarên îslamî yên din, bandor bûn.
Hevkerê me Şoreş Derwîş li bara rewşa nû ya piştî deh mehan ji hilbijartinên parlementoyê ku sozên hilbijartinî bo jinûveavakirinê piştî erhejê hebûn, her wiha vejînkirina dosyayên geşepêdanê û soza “Welatê Şîn”, her wiha helwestên wî derbarê şerê Xezayê û daxuyaniyê li bara têkbirina “terorê”, pirs kir. Qesarciyan tekez kir ku şaredarî pir girîng in di bandora li ser siyaseta welat de, heger em hevrûkirineke piçûk derbarê meseleya “azadiya desthilata li aboriyê” ku li gel tevger p koeleyên îslamî li Stenbolê di serdema AKPyê de hebû û rewşa wan ya niha piştî ku ketiye destê CHPyê, em dê veguhartina ku dê di jiyana aborî, siyasî û civakî de li Tirkiyayê çêbibe, bibînin.
Qesarciyan da xuyakirina ku gelek tişt hatine guhartin piştî deh mehan ji hilbijartinên parlementoyê û got: “Heger kesekî din ji bilî Kemal Kiliçdaroglu (ango Ekrem Îmamoglu an jî Mensûr Yavaş) hevrikê Erdogan ba, pêkan bû ku di hilbijrtinan de bi ser bikeve.” Ev yek vegerand seba helwestên nelêkolînkirî yên Kiliçdaroglu di demekê de ku Erdogan ewlehiya neteweyî dida pêş ew jî bi rêya xwenîşandanên leşkerî ku berî hilbijartinan pêk dianî. Her wiha Qesarciyan zelal kir ku Erdogan nema dikare ewlehiya neteweyî di hilbijartinên şaredariyan de bi kar bîne wekî ku di hilbijartinên serokatiyê de bi kar anî, her wiha nema dixwze êrîşî DEM partiyê bike wekî ku berê êşrîşî HDPyê kir, ew ji ber ku êdî tu lihevkirin di navbera wî û CHPyê de tune.
Li bara rewşa aboriya Tirkiyayê “Qesarciyan” bal kişand ser perçivîna mezin ya di di aboriyê de çêbûye û da xuyakirin ku krîza aborî li Tirkiyayê pir kûr e, ew jî ji encama çareyên dûrî rastiyê yên ku Erdogan bo başkirina aboriyê ew bi kar anîne, heta ku deynên ku divê heta dawiya salê bide giha asta 122 milyar dolarî, ji 22 milyar deynên Rûsyayê ne. Qesarciyan zelal kir ku deynên Tirkiyayê berdewam dikevin ser hev û pêşbîn kir ku di sala bê de bigihêje 215 milyar dolarî, vê yekê hişt ku Erdogan berê xwe bi Amerîkayê veke û gelek hevdîtinan bi berpirsyarê amerîkayî re çêke, ji ber ku ew dibîne ku hevdîtin dê qerzên mezin bide wî û dê “lîreya tirkî bi dolar ve girê bide”.
Dema ku hevkarê me Şoreş derwîş pirs li bara nebikaranîna dosyaya siyaseta derve di hilbijartinên şaredariyê de da ku bandorê li hilbijêrê tirk bike, pirsî, “Qesarciyan ”da xuyakirin ku ev yek jî girêdayî krîza aborî ye, ji ber ku rewşa ku aboriya Tirkiyayê tê re derbas dibe û xizaniya ku beşekî mezin ji civaka tirk pê re dijî, rê neda Erdogan ku di dosyayê derve veberhênanê bike, ji ber ku ji helwesta Ewropa û Amerîkayê ji aliyekî û helwesta Rûsyayê ji aliyekî din ve ditirse, her wiha bandora wê li danûstandina aborî di demên bê de.
Li bara serkeftina mezin ya ku DEM Partiyê li wîlayeta Wanê ya kurdî bi dest xist, nivîskar û rojnamevan Serkîs Qesarciyan zelal kir ku ev serkeftin tu carî li Tirkiyayê çênebûye, bi awayekî ku partiyek li hemû şaredariyan (navendî û şaxî) bi ser bikeve. Ev serkeftin ji encama “danasîna partiyê ji xwe re bû ku xwe ne beşek ji opozîsyonê nîşan de, lê belê wekî xeta sêyem ku opozîsyona desthilatê ye û hin rexneyên wê li opozîsyonê jî hene.” Vê yekê nasnameyeke taybet pê çêkir da ku hilbijêrê ku meyla wî xîtaba partîtiyê ye, tevlihev nebe.
Derbarê tiştê ku li herdu wîlayetên Xirnex û Bidlîsê çêbû, “Qesarciyan” got ku 54 hezar leşkerên tirk bo herdu wîlayetan hatin veguhastin da ku dengdayînê tevlihev bike û bi awayekî tund hilbijartinan sexte bike. Tu tişt li pêşiya DEM Partiyê nema ji bilî ku bibinketinê erê bike ji ber ku li beramberî şerekî leşkerî bû heger li ber xwe bida. Lê serkeftina ku bi dest xist ku wîlayetên di destê xwe de ji 8an kir 10, her wiha zêdkirina hejmara nûnerên wê di encumanên şaredariyan de li wîlayetên mezin, dê bihêle ku ew bibe hejmareke zehmet di gelek mijaran de û ji wan dengdana serokê şaredariya ku dê Ekrem Îmamoglu li dûv xwe bihêle heger xwe kir nemazet di sala 2028an de.
Li bara pirsa hevkarê me Şoreş derwîş a pêkaniya ku Erdogan siyaseta dûrxistinê bi dar bîne piştî tecrubeya “Wan”ê û asta amadekariyên gel bû berxwedanê li dij siyaseta “diziya şaredariyan”, nivîskar û rojnamevan Serkîs Qesarciyan pêşbîn kir ku Erdogan di siberojê de dê berê xwe bide tektîkeke din, ku wê xwe dûrî partiya AKPyê bibe û dê xwe bike serokekî sembolî ser hemû partiyan. Her wiha lê zêde kir û got ku helwestên ku partiyên din û di serî de CHPyê li bara dûrxistina “Ebdulah Zêdan” ji serokatiya şaredariya “Wanê” dan, helwestinên hişt û lezgîn bûn di rûyê siyaseta dûrxistinê de ya ku Erdogan wê dimeşîne û di siberoja nêz de dê bimeşîne.