“Nanê Tirkiyayê ji tirkan re ye”.. Çawa reşbîniya nîştimanî veguherî nefreta siyasî?
Nivîskar: Hisên Cimo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Beriya damezrandina artêşa niştimanî bi rêveberiya Mustefa Kemal, çîroka niştimanî ya Şerê Serxwebûnê, berxwedana gelêrî ya li dij dagîrkeriya Ewropayê wekî wêneyeke dilsoz nîşan da. Lê Riza Nûr ku Wezîrê Tenduristî û Perwerde û Fêrkirinê di yekemîn hikûmeta Enqerayê ya sala 1921ê de bû û piştre bû yê komarê û tevî ku pesna “însyatîfa xweserbûnê ya gel” di berxwedanê de dida û beriya ku Mustefa Kemal dest bi pêla berxwedanê bike, di rûpelên piştre de aliyê tarî yê vê berxwedanê zelal dike, ku xelk li ser destê milîsên çekdar rastî talaniyê dihatin. Lê hêjayî gotinê ye ku Riza Nûr ne ku dixwest berxwedanê sûcdar bike, lê belê wî piştgirî dida berxwedanê û parastina wê dikir, lê hinek tiştên wê yên neyînî di çarçoveya rexneyê de zelal kir piştî ku dît êdî zirarê nade. Lewra dema ku Riza Nûr di sala 1927an de dest bi nivîsandina bîranên xwe dikir, êdî yûnanî ev demeke dirêj bû ku têk çibûn, ji ber vê yekê jî hinek rexnedayîn û lêveger tu zirarê nagihêjînin encamên ku li ser esasê sûcn an jî binpêkirina hatine bi destxisitn, her wiha şaşitiyên ku berê çêbûne jî sererast nake, di vê çarçoveyê de Riza Nûr wiha nivîsî:
“Ev komên çete bi serê xwe ava dibûn û heta niha jî ava dibin. Hêzên me yên nîştimanî ji van çeteyan pêk dihatin, tevî hejmareke piçûk ji leşkeran. Ev komên çete bi kiryarên kuştin û sûc radibûn, her wiha bi kiryarên dizî û talaniyê jî radibûn ku meriv ji ber wan şerm dikir. Van çeteyan ji bajar û bajarokan re digotin: Divê hûn di nava du rojan de, 50 hezar an jî tiştekî bidin û di encamê de dest danîn ser hejmareke mezin ji pereyan û bac li wan ferz kirin.. Lê di rastiyê de, diviyabû ku ev çeteyên çekdar bixwin û vexwin û cilan li xwe bikin û pereyên hikûmetê jî tune bûn. Lê piraniya ev pereyên ku çeteyan feriz dikirin gel bide, dihatin dizîn û diketin berîka serçeteyên mezin. Mînaka vê yekê jî, Îbrahîm Çolaq di encama dizî û talaniyê de, pereyekî mezin kom kir û kargeheke textan bi milyon lîreyî ava kir û ev hemû jî ji ber diziyê bû (r.211).”
Her wiha, ji bilî tiştên ku hatine bibîrxistin, hejmareke mezin ji fermandarên meydanî pereyekî mezin kom kirin û piştî ragihandina komarê di sala 1923yan de, dewlemendiya wan diyar bû. Wan fermandaran destê xwe danîn ser malûmilkên roman (yûnanî) ku beşekî wan ê mezin heta beriya pevguhartina nifûsê li gorî Peymana Lozanê ya di tîrmeha 1923yan de, koçber bûn.
Bi her hal, gelê tirk hemû nûjeniyên Mustefa Kemalê Komarê bi radestbûn û bê berxwedan erê kirin. Sedema vê yek jî ku gelê tirk di 3 salên Şerê Serxwebûnê de çi zulma ku mêjî raneke ji hêzên yûnanî yên li dij sivîlên tirk pêk dianîn dema ku ber bi kûrahiya Anadolyayê ve diçûn dîtin û çi jî zulma ji ber binpêkirinên yekîneyên berxwedanê dîtin ku her tiştê di destê sivîlên tirk de ji bo hêzên leşkerî desteser dikirin dîtin û bi vê yekê re jî dizî û talanî jî derket holê. Ev tirs di dîroka Tirkiyayê ya nûjen de, “binesaziya siyasî ya reşbîniyê” ava kir, lewra bê fêmkirina pêvajoya reşbîniya gewre ya rasteqîn di dîroka Tirkiyayê de (ji şerê Balkanê 1911an heta dawiya Şerê Serxwebûnê yê sala 1922yan), mirov nikare çarçoveyekî ji bo şirovekirina meyla dijminahî ya li dij civaka siyasî ya neteweyî li welat peyda bike; ji ber ku ji bo welatiyekî tirk tu bîreke wî ya wijandî tuneye, ji bilî çîrokên ku ji bav û kalên xwe wergirtine, di dema dagîrkeriya Yûnanistanê ya li ser Anadolyayê û dagîrkeriya Îtalyayê li herêmên peravên başûrê Egeyê. Di wan şeran de, cotkarê tirk di kêliyekî ji kêliyên reşbîniya heyî li pêşberî 2 bijardeyan bû: An reva ji Anadolyayê an jî mirin; ji ber ku dagîrkeriya yûnanî yek ji dagîrkeriyên ewropayî ji axa rojavayî ya Dewleta Osmanî re bû, di nav de jî Konstantînopolîs û ew dagîrkirin xwedî plana endezyariya bi tevahî ya nifûsê bû û vegerandina Anadolyayê li “şaristaniya dayîk” ya Helenî bû.
Di wan şerên dirêj de, ango Şerê Serxwebûnê, tirkek tuneye ku di awayekî dramatîk di bîra wî de maye, ku çawa artêşê ku bi awayekî sereke ji bermahiyên feyleqa 15an li Erziromê û feyleqa 3yan li Sêwasê hate avakirin, bangawaziya canbexşbûnê kir beriya şerê Înanu yê duyem. Canbexşbûn jî bi hemû wateya xwe bû û hejmareke pir piçûk ku tiştek neda, artêşê her tişt ji wan stand. Di vê “Apokalîpsê” de, Şerê Serxwebûnê çêbû ku kurd û tirkan bi hev re pêk anî, bi itîrafa Mustefa Kemal bi xwe di xîtaba xwe ya dirêj beriya ragihandina komarê di sala 1923yan de.
Biryara dagîrkirina Ezmîrê bi biryara Kongreya Aşitîya Navdewletî ya li Parîsê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem derket û di vê çarçoveyê de, hêzên yûnanî di 15ê adara 1919an de dest bi dagîrkirina bajar kirin, lê bi ketina hêzên tevgera niştimanî li bajar di 9ê îlona 1922yan de, dagîrkerî bi dawî bû.
Ne pêkan bû ku Mustefa Kemal cesaret bike rêveberiya hemleya ber bi Îzmirê ve bike, eger ku Yûnanê pabendî rêgezên lîstika ku Birêtaniyayê xêz bûbû. Di vê çarçoveyê de, Riza Nûr dibêje:
“General û fermandarê artêşa Înglîzan Milne sînorê axa ku Yûnanê li Îzmirê dagîr kiriye diyar dike û bi vê yekê jî hewl da ku êrîşên hêzên me yên nîştimanî li ser vî sînorî çênebe, her wiha ev sînor jî bi navê xeta Milne hate naskirin. Tevî ku ev xet hebû, yûnaniyan êrîşî tirkên ku xwedî welat in kir (r.194).”
Riza Nûr gelek rûpelên li ser rastiyên Şerê Serxwebûnê û binketina Mustefa Kemal û Ismet Înanu, zelal kir. Di vê çarçoveyê de dateyek got û tê de îdîa kir ku Ismet Înanu bi awayekî tesedûfî di şerê “Înanu” de bi ser ket, ji ber ku diyar bû yûnanî piştî ku Ismet biryar vekişandinê da û hindik mabû radest bibe, ew vekişiyan, lewra leşkerekî Ismet vê yekê dizane û di encamê de Ismet biryara vekişandinê îbtal kir û bi awayekî tesedufî serkeftinek tomar kir. Her wiha, Riza Nûr bi awayekî tund rêbazê di şerê Eskîşehîrê de û têkçûna rûreş li pêşiya yûnaniyan, rexne kir. Di encamê de, artêşa tevgera niştimanî ji hev ket, ku ji bingehê 120 hezar leşker, ne zêdetirî 25 hezar leşker vegeriya û yên din jî reviyan. Lewra, eger ne ji xîtaba Riza Nûr di encûmena netewe de bû li ser dayîna derfeteke dawî ji Mustefa Kemal, Înanu û Fewzî Çeqmaq re da ku berxwedanê ji nû ve birêxistin bikin, wê Înanu û Fewzî bi hev re bihate dadgehkirin.
Li Sakaryayê şerê ku Mustefa Kemal xwe pê dibîne û 20 rojan dewam kir heta 13ê îlona 1921ê, artêşa Tirkiyayê rastî têkçûnê hat. Her wiha, Mustefa Kemal biryara vekişandinê da û tevî hinek fermandar û nûner biryar da ku ji Enqerayê birive, lê tevlîheviya li aliyê Yûnanistanê careke din Mustefa Kemal sûd jê girt ku destekdayîn li ser hêzên yûnanî qut bû û leşkerên yûnanî ku bi awayekî dubarekirî goştê biniznan dixwarin, bi zikêşeke dijwar ketin, her wiha nexweşiya malariya bi awayekî tund belav bû. Lewra, yûnaniyan biryar da ku ji derdora Enqerayê vekişin û di encamê de, Enqera ji dagîrkirineke gengaz xelas bû. Di wê demê de, gotegotên gelêrî li ser têkbirina yûnaniyan ji aliyê bizinên tirkî ve, hatin gotin.
Ji ber helwesta Riza Nûr di komeleya niştimanî de ku Mustefa Kemal û hevalên wî ji lêpirsînê xelas kir ji ber têkçûna di şerê Sakaryayê de, hişt ku Mustefa Kemal Riza Nûr xelat bike û ew wekî wezîrê tenduristiyê erkdar kir. Di vê çarçoveyê de, yekem tiştê ku Riza Nûr kir wekî ku ew dibêje “wezaret ji kesên ne tirk paqij kir” û biryar da ku hemû bijîşkên alban, ereb û cihû ji kar derxistin, her wiha dema ku bû wezîrê perwerdeyê jî, heman tişt kir. Ew bi vê netewperestiya xwe serbilind bû, ku carekê da zanîn ku wî mamosteyekî alban qewirand ji ber ku bi mamosteyekî tirk re şer kir, bêyî ku li sedema şerê wan bipirse ew qewirand, tenê ji ber ku alban bû. (r.240)
Her wiha xwe bi wê yekê didît ku hevalekî xwe yê ereb ê ji başûrê Tirkiyayê ku ji Sûriyayê hatibû, qewirand, ji ber dûr nedidît ku ev bijîşk rojekê ji rojan di jiyana xwe de piştgirî dida tevgera serbxwebûnê ya ereban! û bi awayekî sivik dibêje: “Li Sûriyayê xizmetê dike û piştre jî tê gel me û kar ji me dixwaze!.”
Her wiha Riza Nûr bijîşkekî yê ku ji Şamê hatibû ji bo li Edenayê kar bike, qewirand û fermanek bû waliyê Edenayê rê kir: Nanê Tirkiyayê ji tirkan re ye, divê ereb nanê welatê xwe li welatê xwe bixwin, nanê kesê wek bijîşk Hilmî El-Dîmeşqî li gel me tune ye, wî derxe derveyî sînor (r.341).
Ev neteweperestî bûye beşek ji jiyana siyasî ya Tirkiyayê û yek ji stûnên hizira neteweyî ya nûjen, her wiha îroj bûye beşek ji xîtabeke giştî ku li ser ragihandinê û li zanîngeh û kolanan tê kirin, her wiha bandora wê bi awayekî tune li koçberên sûriyayî tê kirin, piştî ku kurd sed salî bi tena xwe rastî neteweperestiyê dihatin, rû bi rû di rûyê tevahiya komarê de. Naskirina koka vê neteweperestiya xwediya gotina “nanê Tirkiyayê ji tirkan re ye” berî sed salî û “Tirkiya ji tirkan re ye” îroj, di wê yekê de sûda wê heye ku em pê dînamiya siyasetên Tirkiyayê nas dikin, ku ji me re zelal dike ka gelo çima hin gel çima bêhtir ji gelinên din kesên biyan nefret dikin. Di rewşa Tirkiyayê de, çi kesê ku biyanên koçber nefret dike, bawer e ku tirkan temenekî mezin daniye berî sed salî heta ku “Tirkiya”ya niha rizgar kirine û dê rê nedin kesî ku li welatê wan nanê jiyanê bi wan re parve bikin –li gor baweriya wan.