“Mîsaqa Milî” û kumên Mistefa Kemal li Efrînê
By Hisên Cimo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di roja ragihandina agirbesta Mudrosê ya di 30yê cotmeha 1918an de, Mistefa Kemal tevî hêzên xwe yên mayî ji Helebê derbasî herêma Çiyayê Kurmênc nêzî çemê Efrînê bû. Ew sê rojan li mîvandariya gundekî kurdan li herêma Efrînê ya ku îro hatiye dagîrkirin ma û piştre jî rêya xwe di aliyê bakur de di nava gundên rûspiyên kurdan temam kir, heta ku gihaşt Mereşê. Piştre jî, Mistefa Kemal çû Stenbolê û erk û berpirsyarên xwe radestî Sultan Wehîduldîn kir, ku bi navê Mihemedê Şeşemîn di malbata hakimên Al Osman de, dihate naskirin.
Dîroka fermî ya tirkî rêveçûyîna parastinê ya ku rêveberên kurdan li Efrînê ji Mistefa Kemal re peyda kiribûn dema ku ji Helebê vekişiya înkar kir û piştre jî ji jînenîgariya wî rakirin. Lê dema ku artêşa Tirkiyayê Efrîn di 18ê adara 2018an de dagîr kir, dewletê li arşîva astengkirî geriya û belgeyên ku wekî axaftinên devkî yên kurdan li ser cihê Mistefa Kemal li gundekî kurdan dît û îdîa kir ku ew yekemîn çalakiya berxwedanê ji wir dest pê kir. Lewra, ew mala ku Mistefa Kemal li Efrînê tê de dima, bûye wekî muzexaneyeke niştimanî!
Bi her halî, dîroka herêma Efrînê ji pêvajoya di navbera sala 1918an heta 1939an de, tê wateya pabendbûneke bi “Mîsaqa Milî” ku di destpêka sala 1920î de, hate ragihandin. Ev nakokiyeke dîrokî ye, ku hebûna berxwedana li dij Fransayê li Efrînê, dawîtirîn navûdengî bû ji hizira dewleta hevbeş re ya tirkî-kurdî. Ku ew jî giyanê hizira Mîsaqa Milî bû beriya ku Mistefa Kemal û tîma wî naveroka wê ya siyasî biguherin û wekî dewleteke toranî leşkerî ragihînin.
Tiştekî din ê balkêş ku çîna rêveberên kurdan ên dilsozê Mistefa Kemal li tevahiya Kurdistanê, bi Mistefa Kemalê 1920î re didan û distandin, ne bi kopiya Mistefa Kemalê yê piştî 1923yan. Di vê çarçoveyê de, pênaseya Mistefa Kemal li gorî vê dîtinê: Leşkerê leheng , misliman, fermandarê berxwedanê li dij êrîşa xiristiyanan a wêranker.
Bi rastî jî, heta demeke dirêj, wêneyê hişmendî yê Mistefa Kemal di cîhana îslamî de hate guhartin. Lewra, çînên gelêrî heta salên dirêj jî di wê baweriyê de bûn ku piştî îbtalkirina saziya xîlafetê sala 1924an, Mistefa Kemal wekî fermandarekî ji fermandarên îslamê didîtin, berovajî çîna siyasî ku hewl dide wekî Mistefa Kemal bikin, da ku ji kevneşopiyên hukimê îslamê xelas bibin. Di vê çarçoveyê de, Mistefa Kemal di du serdemên cuda de, lê di heman demê de dijiya. Ji ber vê yekê jî, bûyera şandina 20 hezar kum li Efrînê ji aliyê fermandarê herêma Dîlokê, wekî nîşaneyekê dilsoziya ji Tirkiyayê re li dij Fransa û Sûriyayê û peywendiyek di navbera herdu serdemên kemalîzimê ye. Ji aliyekî din ve jî, ragihandina bidawîbûna hemleya dezînformasyona Tirkiyayê ya li dij gelên misliman ên li dervayî Tirkiyayê. Lewra, propogandeya ku di nava hinek gelan de dihate kirin ku tiştê Mistefa Kemal dike yên wekî diyardeyên sekular û şerê li dij olê, ew wekî alavekê ye û li benda dema guncav e da ku şanazîyên îslamî yên xeyalkirî vegerîne. Dema ku kumên Mistefa Kemal gihaştin Efrînê sala 1939an, li dij wê fetweyeke olî derket ku lixwekirina kumên rojavayî heram e, di encamê de wekîlên Mistefa Kemal bi xwe red kirin û ew kum şewitandin û avêtin çopê. (Ji bo dateyên zêdetir li pirtûka: Mihemed Ebdo Elî-Çiyayê Kurd, vegerin). Wê ne şaş be ku faktorên borî û tecrubeyên yekser, Efrîna herêma herî zêde ku rastiya Mistefa Kemal û “Komarê” nas dike.
Di vê pêvajoyê de, ango ji Mîsaqa Milî heta tevlêkirina Lîwa Iskenderon li nava Tirkiyayê û dawîbûna tevgera mirîdan, alîgirên Mistefa Kemal û sîxûrên dewleta Tirkiyayê, dest danîn ser rêveçûyîna siyasî ya herêmê. Lê piştre Fransa ev şepêla li dij projeya tevlêbûna nava Sûriyayê di sala 1939an de bi rêya tunekirina tevgera mirîdan a girêdayî komara Tirkiyayê ku ji alîyê îstixbaratên Tirkiyayê ve dihate birêvebirin, jiholê rakir.
“Jînenîgariya sergirtî”
Vegotina van kurtebûyeran, hizira “jînenîgeriya sergirtî” ya Mistefa Kemal derdixe holê, ku bala gelek lêkolîneran kişandibû. Lê tevî vê yekê jî, kesekî nikarîbû jînenîgariya fermî bihejîne. Her wiha ji çavkaniyên girîng ên eşkerekirina aliyên vê “jînenîgariya sergirtî”, bîranînên Riza Nûr e, ku bijîk û wezîrê di yekem hikumeta serbixwe ku tevgera berxwedanê ji Enqerayê di sala 1921ê de ragihand, ku piştî veşartiyên şerê serbxwebûnê û rêbazê karkirinê yê Mistefa Kemal di wê pêvajoyê de, ev hikûmet hate ragihandin.
Beriya 125 salan, di 19ê gulana 1919an de, Mistefa Kemal ji Stenbolê ku di bin dagîrkeriya Birîtaniya û hevalbendên wê de bû, gihişt bajarokê Samsunê ya li ser Deryaya Reş, da ku daxwazên hevalbendên dagîrker ên pêkanîna girîngtirîn biryarên agirbesta Mudrosê (30 cotmeha 1918) pêk bîne, ew jî ku feyleqên leşkerî yên girêdayî artêşa osmanî yên li eniya rojhilat yên dervayî serweriya hevalbendan, dev ji çekên xwe berdin. Lê piştre Sutlan Wehîddîn û sîxûrên xwe aşkere kirin ku Mistefa Kemal di bin navê çekdayîna artêş de rêkirin, lê di esasê xwe de, ji bo rêxistinkirina berxwedaneke bêserûber li dij dagîrkeriya Ewropayê û taybet jî Yûnanîstanê, hatiye erkdarkirin.
Mistefa Kemal beriya ku bikeve Samsunê bajarokê ku di naverastê de bû û piraniya xwe romî-helenî ne, dizanîbû ku danîna çekan li eniya rojhilat, wê bibe nêçîra hêsan ji komeke piçûk a serîhildêran re. Ev yek ne tê wateya ku ew li dij fermanan derketiye û têkoşîna çekdarî wekî vebijarkeke neçarî hilbijartiye, da ku ji cezayê fermandarê feylqa 15 Kazim Qereh Bakîr xelas bibe, ku bû serokê de facto ji Kurdistanî re li dij dagîrkeriya rûsî-ermenî li wîlayetên rojhilatî, her wiha Rifet Bele serokê artêşa sêyem li Sêwasê çekdarkirina wî kêmtir bû.
Hejmara feyleqa 15an li gorî karnameyên leşkerî ku Andrew Mango di pirtûka xwe ya li ser jînenîgariya Mistefa Kemal de nivîsiye, 12 hezar leşker û 22 topavêj bûn. Her wiha, bi hevkariya bi feyleqê sêyem ku hejmara leşkerên wê 4700 in li Sêwasê, diyar dibe ku kongreyên Erzirom û Sêwasê û diyarbûna Mistefa Kemal, ji aliyê Qere Bagîr, Rifet Bele û Elî Fûad ve ku fermandarên leşkerî yên hevalên Mistefa Kemal bûn, hatine parastin. Lê piştre Mistefa Kemal jî tevlî wan dibe, ku dibe fermandarê bê leşker, dema ku sultan ew erkdar kir berê xwe bide Anadolya û wîlayetên rojhilat.
“Wîlayetên rojhilat”
“Wîlayetên rojhilat” têgeheke jeopolîtîk e ku wê di berdewamiya nivîsê de were dubarekirin. Ev navlêkirin ne “tirs” e ku altirnatîfa “Kurdistanê” ye wekî ku di vê çarçoveya vê demê de tê fêmkirin û ne jî tirkkirineke zû ye di wê demê de, tevî ku piştre ev yek pêk hat. Lê di rastiyê de, “tirs” e bo daqurtandina Ermenistanê, ku Kurdistan heta wê çaxê ne bi vê firehbûnê bû, tevî ku gotinên kurdan tersî yên ermenan û li vê barê. Her wiha doza ermenan di wê demê de, nîşaneyên wê û sînorê yê cografîk diyar bûn! Lewra, bikaranîna navê “wîlayetên rojhilat” wekî rêyekê ji bo tevlêkirina axa ermenên osmanî di nava nasnameya serwer ya nû de ew jî “Kurdistan” e, her wiha rêyeke ji bo xelasbûna ji çavdêriya Ewropayê li ser binpêkirinên li dij doza Ermenistanê bû. Ji ber ku Kurdistan ji wîlayetên berfireh ku tenê tirk tê de man (piştî qirkirin û koçberkirina ermenan) piçûktir e, têgeha “wîlayetên rojhilat” jî di rastiyê de, diyarkirina lihevkirina tirkî-kurdî li ser peywendiyeke erênî ya dîrokî bû. A girîng ew bû ku temamkirina jiholêrakirina metirsiyê bû, ew jî parastina wîlayetên rojhilat ji projeya “Ermenistana Mezin” bû.
Stratejiyên mayînê yên kurdan
Di nava vê atmosfêrê de “êdî stratejiyên mayînê li ser rêbazên qebîleyên kurdan serwer bû” li gorî navlêkirina Andrew Mago (R.241-kopiya erebî), ku nivîskarê “Jînenîgeriya damezrînerê Tirkiyaya nûjen e”. Li rojhilat ku netewperestên ermen daxwaza wê dikirin, kurdan bi bihaneyên netewperestên tirkan bû ên wekî Kazim Qereh Bakîr, ku dikarin metirsiya ermenan jiholê rabikin, eger ku bi tirkan re bûne yek. Lê rêveberên herêmî ku Mistefa Kemal bi nameya ji Qereh Bakîr re bi “herêmên aram” binav dikirin, ku di nav de jî wîlayetên kurdan ên navendî ên derdora Amedê hebûn, vebijêrka li bendemayînê hilbijartin (Andrew Mango – 241).
Bi her halî û derbarê beşdarbûna xurt a kurdan di damezrandin û pêkanîna şerê serxwebûnê de, li gorî nêrîna rêveberê PKKyê Abdulah Ocalan, ji hev belav bû, ji ber taybetmendiya takekesî ya dildarî ya vê beşdarbûnê û ne birêxistinkirineke wê di bin lêvegereke kurdî de.
Bi vî awayî, Mistefa Kemal bi awayekî veşartî gihaşt Samsunê û xîtabeke gelêrî ya bi coş jî negot, ne wekî ku çîroka fermî dibêje, lê belê Mistefa Kemal bi fikar bû ku ji aliyê Birîtaniya an jî sîxûrên Sultan Wehîduldîn û hikûmeta Damad Ferîd Paşa li Stenbolê were girtin, ji ber ku êdî wekî fermandarekî serbixwe û dijberî Stenbolê, tevger dikir.
Di destpêka tevgera li dij hikûmeta Stenbolê de, tiştê di destê Mistefa Kemal ku telegrafê wî hebû. Di vê çarçoveyê de, Mistefa Kemal name ji hemû saziyên berê û yên heyî re rêkirin û tê de banga têkoşîna çekdarî kir ku tekane rêbazê rizgarkirina axa dagîrkirî ye. Her wiha, efserê birîtanî jî ku tevgerên Mistefa Kemal dişopand, ku Kemal “telegraf di destê xwe de hiştibû” ( Mango – 244).
Mistefa Kemal û dijberên wî jî di eniya berxwedanê de, kujer û rêbir bi kar anîn, da ku bandorê li ser encama hilbijartinan bikin û bi bandorkirina li ser kolanan bi ser bikevin. Ev bûyer jî ku Riza Nûr hînek ji wan anîn ziman, her wiha wî bi xwe jî eşqiya li Sînopê bikar anî, da ku serweriya Mistefa Kemal li wî bajarokê li ser Deryaya Reş, bêbandor bike. (Riza Nûr-r. 138,139)
Hemû endamên komeleya parastina mafên wîlayetên rojhilat û komeleya parastina mafên Anadolya û Rumeliyê bi pirandiya dengan di buhara 1920î de, bi ser ketin. Ev hilbijartin jî jêgirtin bû dengdan tê de tunebû. Di vê çarçoveyê de, Mistefa Kemal daxwaz ji fermandarên sivîl û leşkerî bi rêya nameyên telegrafê kir, ku her bajarek 5 nûneran rê bikin encûmena nû li Enqereyê û her bajarek wekî ku dixwaze bila kar bike; a girîng rêkirina 5 nûneran ji her bajarekî re ye.
Piştî ku Mistefa Kemal garantiya hilbijartinan kir, biryar da ku nûneran rêneke Stenbolê. Di vê çarçoveyê de, encûmenê yekem rûniştina xwe di 23ê nîsana 1920î de li Enqereyê li dar xist. Di roja din de, Mistefa Kemal wekî serokê encûmenê hate hilbijartin, ku hejmara encûmenê 436 nûner bûn, ji wan jî 72 nûnerên ji wîlayetên Kurdistanê bû.
Rakirina Sûriyayê ji “Mîsaqa Milî”
Piştî ku Mistefa Kemal Stenbol dûrî meydana berxwedanê xist, êdî nîşaneyên dewleta nû di asoyên vê tevlîheviyê û lawaziya hêmanên dewletê de, diyar bûn. Lewra, êdî gotina “Mîsaqa Milî” derket holê, ku ev peymanek bû ji aliyê encûmena niştimanî (parlamentoyê) ve derket, da ku axa dagîrkirî vegerînin. Her wiha, di nava beşê leşkerî yê şerê serxwebûnê de derbarê dîyarkirina herêmên dagîrkirî nakokî derket, gelo wê di nava xwe de herêmên ereban yên ku hêzên osmanî berê tê de bûn dema ku agirbesta Mudrosê di payîza 1918an de hate ragihandin, bihewîne?
Riza Nûr vegotinek pêşkêş kir ku bi temamî tersî gotinên Mistefa Kemal bû, ku bi hûrbînî di xîtaba xwe ya navdar “bilêvkirin” de, ragihand. Riza Nûr nivîsî:
“Di meclisê de (parlemento0 komîteyek hat avakirin ku Mîsaqa Niştimanî nivîsand. Reûf (Orbay-serekê çerkezî yê berz) û Mejdî (?) xwestin ku Sûriyayê bixin sînorê me yê niştimanî, min bi tundî ev yek red kir, min got: Ew –ango sûriyayî- ne tirk in, dest ji wan berdin, ji bilî belayê ji wan nayê. Reûf û Mejdî hê bi awayekî îslamî dihizirîn, paşê ji ser gotina xwe daketin. Mistefa Kemal di xîtaba xwe ya navdar de “bilêvkirin”, got ku wî mîsaq ava kiriye. Kesê ku mîsaqê bibîne dê bibêje ku çi tiştê piçûk û mezin li Tirkiyayê ji karê wê ye. Meclisa Parlementoyê li Stenbolê wê Mîsaqa El-Milî çêkiriye. Nexwe çawa Mistefa Kemal çêkiriye? Derewan dike.”
Wesfkirina Riza Nûr ji awayê rahiştina Sûriyayê ji “Mîsaqa Milî” (hiştina beşê bakurî tenê, ango Heleb û Îskenderon) qelsiya îdyolojiya mîsaqê kifş dike, îdyolojiya di navbera giyanê îslamî yê xwe di ser neteweyê re dibîne û giyanê desteserkirinê yê ku dibîne ku biservekirina kesên ne tirk bi ser mîsaqê ve wekî xenîme û xelatê ye bo şerê serxwebûnê.
Ji vir ve, partiyeke sekular a wekî Partiya Gel a Komarî (CHP), hewl dide “Mîsaqa Milî” nexe dilê bernameya xwe ya siyasî, lê belê wê li kêlekekê bihêle. Ji ber ku mîsaq di bingehê xwe de li ser hevgirtineke îslamî ya di navbera gelên dawî di dewleta Osmanî de ava bûye, an jî lihevkirineke demokratîk ya pirreng, herdu jî ne rêbazê CHPyê ne ne jî komara Tirkiyayê bi tevahî, ji bilî ku li vê yekê bi çavekî dagîrkerî ya toranî bê nêrîn, ev yek jî AKP û MHP bêyî şerm li ser vê rêyê dimeşin, ku xwe dispêre wê yekê tenê ku hebûna leşkerî ya osmanî li deverên ne tirkî hebûn.
Haleta telegrafê ya “efsaneyî”
Rêbazekî siyasî, tektîkî û stratejî yî mîsaqê heye, dibe ku hin parlementeran di ê demê de fam nekiribûn, lê belê dengê xwe nad wê ji bo ku moralê berxwedanê bilind bikin.
Berî hilbijartina endamên Komeleya Niştimanî ya Mezin (parlemento) di sala 1920î de (bi awayekî ku her bajarekî 5 nûner şandin), meclis bi sefeteke nûnerî a parlementeran yekgirtî bû, lê parlementer li du cihan bûn. A yekem li Enqerayê di bin desthilata generalên şerê serxwebûnê de, di serî de Mistefa Kemal, a duyem li Stenbolê, di bin desthilata sultan Wehîduldîn (Mihemedê Şeşem) û Damad Ferîd Paşa de, bi çavdêriyeke ewlekarî ya hişk ji hêla Birîtanyayê ve. Tevî wê, di 28ê kanûna paşîn a 1920î de meclisê mîsaq erê kir, ev yekê metirsiya destpêkirina şerekî nû li gel Birîtanyayê çêkir.
Li vir, careke din bûyer ximetkariya Mistefa Kemal dikin. Di 16ê adara 1920î de, hevalbend bi serpereştiya Birîtanyayê dagîrkirina Stenbolê nû dikin. Bi wateya ku dagîrkeriya ji Agirbesa Modrosê di 1918an de ket pêngava dagîrkeriya bi biryareke siyasî. Ev derfeta Mistefa Kemal bû li ser nêrîna Riza Nûr. Çima?:
“Ji ber ku kesên niştimanî li Stenbolê dibînin ku ew bi vê dagîrkeriyê neçar in ku tev de li Enadolê bicivin, paşê serokatiya Mistefa Kemal erê bikin.” R.199.
Rastî jî, kesên niştimanî çûn Anadolê û gihan Mistefa Kemal yê ku agahî li her deverê belav kiribû, heta bi Ewropayê jî, bi rêya haleta telegrafê ya “efsaneyî” ya di destê wî de. Ji ber vê yekê, têkilî di navbera Enqera û Stenbolê de hat birîn. Bi lez ji her wîlayetekî xwest ku 5 endaman bibijêrin û rê bikin Enqerayê, di vê demê de, RizaNûr meclisa du nûneran ji kar xist li stenbolê, da ku ji hev nekeve û Mistefa Kemal di hilbijartinên din de bi ser nekeve.
Dît ku çareya herî baş ew e ku meclisê rawestîne bi bihaneya ku dagîrkeriya Birîtanyayê serok û endamên parlementoya Stenbolê girtine. Riza Nûr nameyeke nerazîbûnê bo hemû encumanên parlementoyê li cîhanê nivîsand û hevalên xwe yên parlementer bi vê hizirê iqna kir. Ji ber wê rawestandina parlementoyê hat ragihandin bi bihaneya nerazîbûna ser bergiriyên Birîtanyayê ya ku Stenbol dagîr kiriye.
Ne tekez e ku ev gava Riza Nûr ji hizirîneke kûr hatiye ku dê Brîtanya peymanekê li ser parlementoyê ferz bike an jî hizirîneke takekesî bû ku encameke mezin da. Ji ber ku parlemento li Stenbolê rawestiya bû, Birîtanya û hikûmeta Stenbolê nikarîbûn bi awayekî destûrî Peymana Severê erê bikin ya ku di tebaxa 1920î de hatibû îmzekirin. Riza Nûr nivîsî:
“Ez bawer im ku min bi vê yekê xizmeteke mezin kir, ji ber ku piştî wê Peymana Severê bo Tirkiyayê hat pêşkêşkirin, Damad Ferîd Paşa ji nû ve re hikûmet bi rê ve bir, heger meclih hebûya dê ew bi hêzê neçar bikirana û di bin gefê de da ku vê peymanê erê bikin. Ez bi vê yekê serbilind im. Hizira vê mijarê û keda ku hatiye kirin, bi seba keda min e” R.145.
Bi her halî, li nav gel, kesên mezin û piçûn ên siyasî belav bû ku dê Tevgera Niştimanî bi bin bikeve û çarenûsa serekên wê bidarvekirin e. Ji ber wê, çaxa ku parlementoya Stenbolê hat rawestandin, Mistefa Kemal bang li hemû wîlayetan kir ku her yek 5 endaman rê bike. Rûspiyên rast ev yek pêk anîn, wê wan “kesên krêt” rê kirin wekî çawa ku Riza Nûr dibêje:
“Li her bajarekî hin kesên bêxêr ji kesên krêt hebûn, çaxa ku xelkê bawer dikir ku kesên Tevgera Niştimanî bi rê ve dibin dê bên bidarvekirin, bajaran kesên nehezkirî –kesên ku tu kes ji wan hez nake û her kes mirina wan dixwaze- rê kirin Enqerayê da ku bên kuştin.” R.152.
Wekî ku dê bîzans ji nû ve bê vejandin
Salên ji 1918an (têkçûna osmaniyan) heta sala 1922yan (têkçûna yûnanan) nabe ku wekî sê-çar salên rewa di dîrokê de bên dîtin. A rast ew e ku ev dem bi roj û heftiyan bê analîzkirin. Lê heger em wekî salan li wan binêrin dê valahî û kêmaniyeke mezin di dîtinê de çêke.
Ev yek li ser lêvegerên dîrokên kurdî û tirkî bi hev re li Anadol û Kurdistanê derbasdar e. Heta bi planên “komployî” yên hevalbendên ku Stenbol, tevgav, Ege û Kîlîkiya dagîr kirine, tenê hizirên xweber bûn. Tu aliyeke têkçûyî (Enqera an jî Stenbol) nikare li gor bernameya ku xwe dispêre hevalbendên ewropayî li bara bermahiyên Dewleta Osmanî, kar bike. Tîma Stenbolê xwe dispart wê yekê ku dê parçebûn di navbera hevalbendan de çêbibe û welatê wî ji ber vê parçebûnê dê bi ser bikeve, parçebûnek di navbera brîtan û firansizan, birîtan û yûnanan, îtalî û yûnanan. Lê Mistefa Kemal berê xwe da rojhilat, ji ber ku tu cihekî serperiştiyê li Stenbolê jê re nehat dîtin.
Heman tişt jî ji bo aliyên serketî jî di dema dagîrkirina hevalbendan ji Stenbolê re dawîya sala 1918an. Ermen û roman tevger dikir wekî ku “Tirkiya bi dawî bû û bîzans dê ji nû ve veje.” Li gor axaftinên Riza Nûr (R.156). Her wiha rûbera ku ji Dewleta Osmanî ma dê du dewlet lê bên damezirandin, Ermenistan li başûrrojhilatê Anadolê û Kurdistan û ya duyem bîzansên rom li Ege, Kostantînopolîs û Deryaya Reş.
Di vê çarçoveyê de RizaNûr naveroka diyaloga xwe ya bi El-Sedir El-Ezem Elî Riza Paşa (ji 14 cotmeha 1919an heta 2yê adara 1920an wezaert bi dest xist) re dinivîse û yek ji xwestekên sultan, Salih Paşa ye. Vê komê şandeyek ji çar endaman amade kir, ji wan Riza Nûr, da ku têkiliyê bi Enqerayê re bikin û bibe navbeynkara herdu aliyan. Riza Nûr ji Salih Paşa dipirse:
“Erka me çi ye?”
Salih Paşa bersive dide: “Wele ez jî nizanim!”
Her kes matmayî dimîne. Salih Paşa bi hin gotinan karê şandeyê dest pê dike ku bi rastî jî sernavê wê pêngavê bû heta ragihandina komarê, lê belê bingehê şandeya ku bo Lozanê hatin rêkirin çêkir: “Tişta ku tu bibînî ji bo welat baş e, bike.” (R.147)
Paşê piştî ku ku hevalbend ji Stenbolê vekişiyan, Mistefa Kemal ji nebûna baweriya tam bi vê pêngavê, sûd wergirt û bûyer vegotin wekî ku koma Stenbolê “sixurê” birîtanan bû. Nasnavê “xayinê welat” li her kesê ku berê xwe neda Anadolê hat kirin. Riza Nûr ev yek bi tundî rexne kir û da zanîn ku “gelek kesên niştimanî li Stenbolê hene, komeleyan ava dikin da ku çekan rê bikin Anadolê.” (R.149).
“Tevgera yekgirtî ya dijber”
Li beranbeî wê, rojnamegeriya Stenbolê li dij Mistefa Kemal operasyoneke ragihandinî dest pê kiribû ku wê bi xiyaneta sultan sûcdar dikir, sultan ku ew ji bo rêxistinkirina berxwedaê rê kiribû Anadolê, lê xayintiya wî kir! Berztirîn rojnameger Elî kemal BBerztirîn rojnameger Elî Kemal Beg bû, ku Riza Nûr di bîranînên xwe de bi kurtî behsa wî kiriye. Çaxa ku çandeya ku ji çar kesan pêk tê ya Stenbolê giha Anadolê da ku têkiliyê bi berxwedanê re bikin li gel Mistefa Kemal, bi xiyanetê hatin sûcdarkirin.
Paşê û bi awayekî ji nişkan ve, Mistefa Kemal şêwazê xwe yê navdar bi kar anî, ew jî ragihandina tiştekî berî ku ew tişt pêk hatibe, wî ragihand ku Riza Nûr tev li tevgera wê bû bêyî ku hayê yê din jê hebe! Pêwîstiya wî bi kesekî mîna Riza Nûr hebû, ji ber ku Riza Nûr dijberekî serhişk e ji Komeleya Îtîhad û Tereqî re. Rojnameger Elî Kemal Beg operasyoneke ragihandinê ya serkeftî li dij berxwedana Anadolê dimeşand bi rêya ku ew bi “tevgereke yekgirtî ya dijber e” tawanbar dikir, ji ber ku navdengê itihadiyan di civakê de tunebû bi seba binkeftinên wan ên mezin û revîna serekên wan, beşekî mezin ji gel bi van gotegotan bandor bû û tenê li hêviya biryarên sultan Wehîduldîn û hikûmeta wî man. Heger Mistefa Kemal xwe ji navê “Îtîhad û Tereqî”yê rizgar nekiriba û xwe wekî serbixwe ranegihandiba, dê dîrok nêzî nêrîna sultan Wehîduldîn ba, yê ku xwe spar parçebûna ewropayî ya bilez û xelasbûna dewleta Osmanî ji jihevketinê.
Pêwîstiya Mistefa Kemal bi kesayetên dijberî îtîhadiyan hebû, wekî rengekî ji “paqijkirina siyasî”. Ji ber ku heger navê Îtîhad û Tereqî bi dûv wî bikeve dê projeya wî têk biçe. Tekez, ne tenê Riza Nûr bû yên ku Mistefa Kemal ji “şermiya îtîhadiyan” xilas kir, ji ber ku Mistefa Kemal kedeke mezin kir da ku xwe ji wan cuda bike û piraniya serekên vê komikê yên ku destwerdan di komkujiya ermenan de kirin, dûr xist, ji bilî hin kesayetan, di serî de Kazim Qerebagîr.
Bweriya xelkê bi serkeftina niştimaniyan ne mezin bû, lê li ser wan ferzkirin ku di şerekî hebûnê de şer bikin.
Çaxa ku Riza Nûr yekemîn Wezareta Perwerdeyê di hikûmeta Mistefa Kemal de sala 1921ê bi dest xist, tu kes nedît ku bibe karmendê wî. Hewl da kesekî normal ji Enqerayê ber bi xwe ve bîne, lê wî kesî nexwest, paşê ew bi pereyên pir xir kir, lê dîsan jî razî nebû. Li gorî ku vî kesî got sedem ev e: “Rojekê ji rojan hûn dê bên bidarvekirin, heger ez bidim dû te ez ê jî bêm bidarvekirin.” R.212.
Xelkê bawer nedikir ku dê her tişt ji destê sultan derkeve. Wan bawer dikir ku kesên mîna Mistefa Kemal demkî ne, welatê di çi demê de be dê bo sultan vegere. Vî hestê han hişt ku Mistefa Kemal saziya osmanî têk bibe bi rêya rahiştina payeya xelîfe di 3yê adara 1924an de û qewirandin sultan Ebdulmecîdê Duyem û malbata wî ji Tirkiyayê.
.