Kurd, tirk û ereb di “dewlet-netewe“de.. sedsaleke din ji nefretê!

Nivîskar: Hisên Cimo

Nimûneya dewlet-netewe di Rojhilata Navîn de, nîjadperestî û nefret afirand û bingeha şerê navxweyî çêkir

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Li gelek  bajar û bajarokên sînorî yên dagîrkirî li bakurê Sûriyayê tirs û tarîtî serdest e, ku bi awayekî tam rastî êrîşên dijwar li ser binesaziyên sereke û hewldanên dagîrkiriyê tên. Li Efrînê jî operasyona qirkirina rêxistinkirî û hovane tê kirin, ku ev yek jî wekî şahidiya serkeftina nefretê ye ku di bin çavê hemû rêxistinên hiqûqî de tên kirin.

Li başûrê Iraqê jî, desthilatdariyê goreke komî ya nû dît ku tê de hestiyên bi sedan welatiyên kurd ên ji Başûrê Kurdistanê hene. Hejmara mezin ji van kesan ku bi awayekî saxî hatin binaxkirin, jin û zarok in. Ev gora komî vedigere dema hemleya rejîma Beis a iraqî ya birêveberiya Sedam Hisên li dij kurdan. Ev gor beşek ji sedan gorên ku bi dehhezaran kurd di encama operasyonên kuştinên komî û qirkirina neteweyî hatine kuştin.

Heta niha ango ji sala 1923yan heta 2025an “sedsala tarîtiyê”hê jî li ser vê neteweyê (kurd) ye.  Herçar dewletên ku hebna wê nefret dikin (di rewşa Sûriya û Iraqê) û berdewaniya wê “di rewşa Tirkiya û Îranê de”,  rêgeza wezîrê hundirîn ê osmanî û wezîrê gewre Telet Paşa di serdema Itihad û Tereqî de meşand. Ev rêgez jî ku Telet bi xwe jî nav lê kir “Sendoqa girtî”.

Wezîr Telet Paşa di vekirina kongreyekî navxweyî yê amadekirina hemleya lêgerîna naxweyî yê xwedî taybetmendiyeke mêtingerî li Kurdistan û Ermenistanê, ev têgeh bi kar anî. Di vê sendoqa girtî de, her tişt tê de dihate kirin, dûrî çavê cîhanê! Di bingeha xwe de, cîhanê destûr da ku ev sendoq were girtin. Ev lihevkirina tirkî bû ji Peymana Lozanê û beşê navdewletî ji vê lihevkirinê ew bû ku lihevkirina tirkî neyê redkirin ku hundirê wê “sindoqa girtî” ye, li ser başî û nebaşiyê, li ser kuştin û jiyanê. Êdî ev mijar  li ser wijdana xwediyê vê sendoqa girtî maye ku di hundirê wê de Kurdistan û gelê kurd heye. Ev yek bi taybet “dewlet-netewe”  li Rojhilata Navîn banga wê dikin, çi etnîkî çi jî bi çêja oldariya nefretê be.  Her dewlet-netewe metoda sendoqa girtî ji xwe re esas digire û tevhiya têkiliyên navdewletî yên van dewletan garantiya kuştina beşekî ji civaka xwe dike, an jî tevhiya gel li dewleta xwe.

Di sedsala borî de, nimûneya “dewlet-netewe”yê kopiya xwe ya herî bi xwîn û têkçûyî li Rojhilata Navîn jiyan kir. Tevî ku di pêşketin û rêvebirina qanûnê de têk çû, lê ev dewlet bi ser ket di guhartina mejiyê gelêrî de ku baweriyê bi paqijiya dewletê bînin û gumanê di xwezaya wê de nekin, pê re jî gumanê bi rêya wê ya siyasî ya yekalî nekin li ser bingehê nehiştina birrengiyê tê avakirin. Serkeftina wê giha astekê ku hişmendiya şepêlên opozîsyon guhart û bû kopiyek jê çaxa ku mesele guhartina nasnameya dewletê bû ji hebûneke nijadperest bo dewleteke niştimanî ku ji gelek miletan pêk tê û di cografiyekê de hevpar in.

Ji ber wê axaftina li bara binkeftina dewleta neteweyî li rojhilat, serkeftina vê nimûneyê vedişêre ku nijadperestî û nefret bi cih kir û kirin çandeke giştî bi rêya agahiyên nerast ku hebûna kurdan tune dikin û gumanê di wê yekê de dikin ku dîrok ji wan re tuneye! Kurd kî ne heta ku mafên xwe wekî mirovên xwezayî di civaka nûjen de dixwazin? Ê herî baş ji wan bûne ereb û tirk û ev jî tenê kurdê ku destûr heye bimîne û bi pêş bikeve!

Mînakên li ser vê yekê bê sînor in û çîroka xapînok a ku dibêje şerê li dij doza kurdan li herçar dewletan encama sîstema siyasî ye, bêwate dike. Di rastiyê de di destpêkê de wiha bû, dema ku komîteya Telet Paşa ya lêgerînê li Anadolya û Kurdistanê encamên bi şok rêdikirin ji rêveberiyê  re ku xelkê welat taybet tirk, red dikin ku bi nîşaneyên neteweyî yên tirk bidin naskirin, ji ber ku dibêjin pênasekirina bi vî awayî wan kêm dike!

Lê piştre, ji ber perwerdekirin û fêkirina desthilatdarî ji bo civkaê, meyla civakî heta asteke mezin veguherî nefretê. Di van rojan de, di hemû analîzên siyasetmedaran ên derbarê karûbarê Tirkiyayê de, destwerdana Tirkiyayê di Sûriyayê de, bi destkeftiyên siyasî  yên hikûmetê ve girê didin. Rêveberiya Tirkiyayê bi xwe jî vê yekê înkar nake, beriya wê jî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji xwe re kir armanc û  hebûna civakî ya kurdan li wan hersê bajaran veguherand qada sûcên azad yên ku li ser destê Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê têne kirin.  Ev encam bi tirs e, tevî ku bala gelek şopîneran nakişîne. Gelo tê çi wateyê dema ku êrîşî gelekî di dewleteke cîran de dike û ji axa wî derdixe û wêran dike, ji bo şansê serkeftina xwe di hilbijartinan de an jî alîgiriyeke gelêrî? Rastiya bersivê li gorî wêjeyên aşitiya civakî şerm e, lê xwediyên vî karûbarî ji vê encamê şerm nakin, ji ber ku nefret û şer metoda çîneke berfireh in. Ev şepêlên tunekirinê ji ku tên? Ev kesên ku serekan xelat dikin ji ber ku gelekî ji axa wan diqewirîne û dixe ser rêyên mirinê, ji ku hatin? Ew ji heman kesan in ên ku red dikirin xwe bi netewîbûnê di Şerê Cîhanî yê Yekem de bidin naskirin. Çawa ev guhartin pêk hat? Di vir de serkeftina dewleta neteweyî ya nijadperest xuya dibe ku wê wêneyek li ser xwe di hundirên beşekî mezin ji civakê de afirand. Civaka çekdar -bi kêmanî- jî sindoqa xwe ya girtî dixwaze di van rojan de di bidûvketinên li berava Sûriyayê û çiyayên wê, ew heman kiryar in ku mîrateya rêjîma ketî ne.

Wekî vê nimûneyê berê li Tirkiya, Sûriya, Iraq û Îranê çêbû. Dewlet li Tirkiya, Sûriya, Iraq û Îranê dikarîbû ku kesayetekî li gorî xwezaya xwe ya yekalî biafirîne.Guhartina vê şepêlê û kêmkirina bandora wê di hilbijartinan de pêwîstiya wê bi hizirên nû hene ku hikûmetên xwedî bingehên itîlafî pê rabin û xîtaba pevrejiyanê ya aştiyane xelat bikin, wekî çawa ku AKPyê kir çaxa ku giha ser desthilatê di 2002yan de.

Di dîroka xwe ya nûjen de tu carî li Tirkiya raspardineke civakî ya mezin wiha çênebûye ya ku AKPyê di destpêka derketina hilbijartinan de bi dest xist. Ev kiryara dîrokî ji hev ket çaxa ku dengên vê girseyê parçe bûn ji ber ne dilsoziya partiyê bi sozên xwe yên ku li ser bingeha wê bi ser ket. Berdêla ku bibe berpirsyara dîrokî bi jiyankirina bi vê guhartinê re û hewl bide rêya wê rast bike, bi awayekî tund ber bi aliyê din ve çû ku piştgiriya ji hin kesên ne girîng e û hêza wê ya hilbijartinî ne bêhtirî 7% ye ew jî MHP ye. Ji bo ku wan ber bi xwe ve bîne, xîtaba kêmaniya tund girt ser xwe ku siloganên efsûnî hildide mîna gurê boz. Ev bûyer ji sala 2015an ve bi awayekî lezgîn pêk hat.

Ji wê, siyaseta dijminatî li derveyî sînor dest pê kir, ku kurdan armanc dike di bin gelek bihaneyan de ku dide ber rûyê xwe bo kurdan bikuje, wekî Partiya Karkerên Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel û paşê Hêzên Sûriyaya Demokratîk. Bobelata perwerdeyî-çandî ya ku dever rastî wê tê ew e ku xîtaba şer û dijminatiya derve bûye makîneya pesndanê, ji ber ku ev girseya anadolî ya pehn -di rewşa Tirkiyayê de- AKP gihan ser desthilatê di 2002yan de, li dij wê rabû çaxa ku xîtaba xwe ji aştiyê guhart şer, bêyî ku tu metirsiyeke hebûnê li ser komarê hebe. Niha, çi partiya ku daxwaza aştiya hundirîn û kêmkirina dijberiya partîtî bike dê bi bin bikeve di girseya hilbijartinî ya anadolî de. Ev guhartin çêbû neku civak bi xwezaya xwe meyla wê tund e, lê belê ji ber ku desthilatê. Ango sîstema serdest, li ser emdezyariya vê guhartinê kar kir. Tê tercîhkirin ku hewldanên çûyîna ber bi vê hêlê ve li Sûriyayê jî pêk werin, ango Tikiya xwezaya xwe li ser ferz bike, bo vê desthilata sindoqa wê ya girtî çêke û naveroka vê sindoqê li ser wê ferz bike!

A metisîdartir ew e ku hêza navdewletî, bi taybet Rûsya, li tenişta hêza herêmî, piştgiriya vê nêrînê dikin ya ku li ser bingehê nefretê ava bûye di hundirê civakên Rojhilata Navîn de. Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov bi dehên caran dubare kiriye ku Amerîka dixwze dewleteke kurdan li Sûriyayê ava bike û bergiriyên Tirkiyayê li Sûriyayê (dagîrkerî) rewa ne bo parastina ewlehiya wê.

Cara herî dawî ku Lavrov ev hevok dubare kirin, berî çend rojan bû, ango piştî ketina rêjîma El-Esed. Tevî binkeftina stratejî ya Rûsyayê li Deryaya Spî, lê hê jî dem pê re hebû ku nefreta li dij kurdan gur bike di civakekê de ku li van hevokan digere û tirsên wê zêde dibin, ev yek jî wê ber bi nefretê ve dibe û banga qirkirnê bi bihaneya parastina dewleta pîroz. Hunermendekî sûriyayî berî demekê, ku di Festîvala Kobanê de diaxivî, bêyî şerm, ku Sûriya 185 hezar KM çargoşe ye û ew vê rûberê tevî dixwze bêyî ku mitroyek jê kêm be.

Ev hunermend bi dengekî tijî gef ev gotin gotin, ku di baeroiya wî de projeya Rêveberiya Xweser projeyeke cudaxwaz e bêyî ku bi lêv bike. Ew bi vê yekê hişyariyê dide, ew dê Sûriyayê kêmî 185 hezar KM erê neke. Li vir, pirsgirêk ne hebûna projeye cudaxwaz e an nebûna wê, lê belê pirsgirêk ew e ku “nêrîna cudaxwaziyê” ya ku ev hunermend wê li hev tîne ji wan re dibe bihane ku kujer û diz kar bikin da ku 185 hezar KM kêm nebe. Pirsgirêka rastî di vê nêrînê bixwe de ye û nedestnîşankirina rêyekê bo nepêkanîna wê, ku ev yek kêmfêmkirina -ne şaşfêmkirin-  wan dide xuyakirin û xuya nake ku çareyeke hêsan jê re heye bi rêya serrastkirina naskirinê.

Heta îroj, tu nîşane tunene bidin xuyakirin ku hêza navdewletî ya li Rojhilata Navîn rij e bo guhartina siyasî a têgiha dewleta neteweyî ya qirker, ev hêz -an jî rêxistin bi derbirîneke hûrbîntir- ne tenê çavê xwe li ser digirin, lê belê hin caran garantiya xîtaba nefretê dikin û parastina wê dikin di civakên rojhilat de, her wiha rê didin vê nefretê ku xurt bibe û alavên ragihandinê yên şareza fînanse dikin da ku rêklamê ji nijadperesiyê re çêkin.

Bi her halî, gelek akademîsyen şaş lê dinêrin ku dewlet nikare komikan û milîsan ava bike ku bişibin wan di hizirînê de û avakirna dijminan. Nexwe, em çawa karin şirove bikin ku piraniya opozîsyona sûriyayî ya ji hêla navdewletî ve fînansekirî – berî ku ji nişka ve bibe desthilat- nêrîneke tundtir ji ya rêjîmê ya li bara pirrengiyê digire ser xwe. Bi rêya alavên ragihandinê yên ji hêla navdewletî ve fînansekirî, hat rêklamkirin ku kurd wekî hebûneke civakî nû hatine û kesên nûhatî ku mafên wan ên siyasî tunene. Cihê kesê kurd paqijkirina pêlavan e.

Mîna vê hizirê, bi gotinên xwe yê nijadperest, di nava çêna elît û giştî de tê gotin. Bingehê neftretê vedigere demeke ne dûr  ji temenê dewletên neteweyî yên ji ber raspêriyê çêbûne. Hin axaftinên bijartî ji dîroka kevn, navîn û nû hatin bijartin ku li bara du aliyan e; a yekem: standina berdewamiya niştecihbûnê û seqemgîriyê ji kurdan, a duyem; çêkirina berdewamiyeke dîrokî a hebûneke pir nûjen ku navê “Sûriya” lê hat kirin.

Heger dîroka van hebûnan li deverê bihata gotin, dê karîba hinekî ev kêferatên tunekirin sivik bûba.

Wekî mînak Sûriya navekî rêveberî ye, bi saya raspêriya fransî ya nû, xaka ku ne ji cografiya wê ye bi dest xist. Di “ferhenga welatan” de Yaqût El-Hemwî, tu hebûneke cografî bi navê Sûriyayê tuneye ji bilî “devereke li Şamê ye di navbera Xenasîre û Selemiyê de”. Berî Yaqût, navê Sûriyayê di pirtûka “Bixiye El-Teleb fî Tarîx Heleb” de hat a dîroknas Ibn El-Edîm (di sala 1262yan de koça dawî kiriye) di nav axaftinê de li bara Çiyayê El-His li başûrê Helebê: “Li vî çiyayî xirbeyek heye, ew Sûriya ye ku bi kevirên reş hatibû avakirin, ew îroj xirbe ye tu kes lê najî”. Di cihekî din de, Sûriya careke din hat bikaranîn, çaxa ku gotina Hîrekel a piştî bikeftina wî anî ziman: “Aştî li ser te be Sûriya”.

Ibn El-Edîm nivîsî: “Sûriya Şama pêncem e, ji wê Entakya ye. Me bi bîr xist ku li qiraxê Ihsê bajarekî xirbe heye navê wê Sûriya ye.” Her wiha di pirtûka “El-Yewaqît we El-Derb fî Tarîx Heleb” a Ebî Fîda El-Eyûbî (sala 1331ê koça dawî kir) rêzkirineke berevajî ya herêmêm Şamê bi bîr xist û dît ku: “Sûriya Şama yekem e, ew jî Heleb û derdora wê ye wekî ku hin bêjeran bi bîr xistiye.” Kevintirîn jêder pirtûka Ibn Ebdurebih El-Endelusî ye (sala 940î koça dawî kir) û tê de navê Sûriya bi bîr nexistiye di parçekirinên Şamê de, dibêje: “Paşê Şama pêncem ew jî Qinsirîn e, bajarê wê yê gewre cihê Sultan e: Heleb.. berava wê jî Antakya ye..”.

Her ku dem bi pêş de çû, navê Sûriyayê bê nasname ma û di sedsala 19an de derket di yekemîna avakirina rêveberiyeke fermî de di dema parçekirinên osmanî yên nû de li Welatê Şamê, jê Wîlayeta Sûriyayê ji nişka ve derket ku mebest jê Şam bû û ji bingehê xwe dûr ket ango Heleb û Newala Asî heta Antakyayê. Hevdemî dagîrkirina fransî û birîtaniyan ji axa osmanî ya başûrî re, rêveberên Fransayê karekî xweber kirin. Bo yekem car di dîrokê de ji çaxa hatina Adem û heta sala 1920î, devera Cizîrê ya Firatê tev li cigrafiyaya Welatê Şamê dibe di bin navekî yekgirtî de ew jî “Sûriya” ye.

Mebest ji guhartina navê Sûriyayê û wateya wê di dîrokê de û çawa winda bû paşê ji nişka ve derket di dawiya sedsala 19an de û bi hêza raspêriya fransî berfireh bû,  ew e ku jihevxistina efsûnkirina qels a rastiya hebûna nêzîk û pir biçûk e, ku tu kes vegotina dîrokî ya bi hev ve li gel wî tuneye û her kes dikare vegotina xwe ya taybet, terîdane, desteserane û diminane çêke çaxa ku çîne serekan bixwzin, çi li dewlan be çi jî tevgerên dijberên wê be.

Her wiha ev yek tenê nefretê kûr dike û zikreşiyê komî hev dike, ku tu hebûn li ser erdê tuneye ku nûnertiya iradeya esman bike li dij hebûneke din a li ser erdê. Her wiha tu tişt tuneye navê wê 185 hezar KM çargoşe!

Berdewamkirina vî rengê dewletê neteweyî, tenê şerên navxweyî tîne, yên bêfêde, ji ber ku şerê li ser tiştekî bênirx e û tu wateya wê tuneye, ew serdestiya komeke neteweyî yan jî olî ye li ser komeke din. Gelo çi nirxê şaristanî ji vê serdestiyê re heye ji bilî meylên derûnî ku pêwîstiya wê bi dermankirinê heye ne bi dewletê? Ew dîtinên derveyî dîrokê ne, dîroka ku cudayî çêkir, ji wê tecrubeya “civak-netewe” ya ku di demên piçûk derasayî û xweşik di dîroka vê deverê de çêbû, tu tişt nikare rê li ber bigire ku ji nû ve veje li gor naveroka pirregtir û pêşketîtir ji dewletên modern.