Kissinger bo Tirkiyayê: Amerîka tu carî dijberiya kurdan nake!

By Hisên Cimo

Lêkolîn bi zimanê erebî jî heye

Henry Kissinger tu daxuyaniyên yekser derbarê helwesta wî ji doza kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê re nedaye, lê tu nîşane derbarê guhartina nêrîna wî ya derbarê Tirkiyaya bihêz a hevalbenda rojava tune bû, ji bilî  hin guman di salên dawî de. Lewra, ji bo analîzkirina helwesta wî di vê çarçoveyê de, divê mirov balê bikişîne ser helwesta wî ya derbarê dagîrkeriya Tirkiyayê ji Qubirisê re, ku heta roja îro bandora xwe li ser siyaseta derve ya Amerîkayê heye. Ji ber vê yekê, çi di sala 1974an de rû da?.

Xapandina Yûnanistanê

Yûnanîstanan li Kissinger wekî ku berpirsê heta asteke mezin li ser helwesta Amerîka û NATOyê derbarê Yûnanistanê di derbarê doza dagîrkeriya Tirkiyayê ji Qubirisê re, didîtin. Lê tiştê ku di pirtûka “Odeya tarî 1967-1974” a serokê edîtoriya rojnameya “Kathimerini” Alexis Papahilas de hate zelalkirin, rola wezîrê karê derve yê Amerîkayê yê wê demê bû, her wiha bi plana wî ya ku encûmena leşkerî ya Yûnanîstanê qani bike ku bersiva êrîşa Tirkiyayê nede, ji ber ku agahiyên xapînok hatine ku ferman ji leşkerên Tirkiyayê re hatiye ku guleyan navêjin. Di heman demê de, daxuyaniya wî ya beriya cara duyem ji dagîrkeriyê ku got: “Tu sedemên Amerîkayê tunene ku rê nede tirkan ku sê ribên Qubirisê bi dest bixe”.

Ji ber helwesta Amerîkayê ya derbarê dagîrkeriyê, pêleke xurt a dijminahî li dij Washingtonê derket. Di vê çarçoveyê de, di 18ê tebaxa 1974an de, zêdetirî 30 hezar amerîkayiyên yûnanîstî nêzî Koşka Spî xwepêşandan li dar xistin û dirûşmeya “Kissinger kujer e” beriz kirin. Her wiha, wezîrê karê derve yê Amerîkayê yê bihêz, wiha texmîn dikir ku bandora lobiyê yûnanîstî-amerîkayî, li pêşiya propogandaya siyaseta li beramberî Tirkiyayê, dibe asteng. Lewra, ji bo wî, li gorî nivîskarê yûnanîstî Dora Antoniou, qedexekirina rêkirina çekan ji bo Tirkiyayê ji aliyê kongresê ve, ew jî ji ber fişara gelê yûnanîstanî bû.

Ev helwest, bandor li ser danûstandinên lihevkirina parastina hevbeş a Yûnanîstan û Amerîkayê kir. Di destpêka sala 1975an de, xebatên lêvegera lihevkirinên parastinê yên Yûnanîstan û Amerîkayê di çarçoeya pêşketinên nû di têkiliyên dualî de, hate aktîfkirin. Di demekê de ku, danûstandin di destpêka sala 1976an de derbarê pêvajoya lêvegerê ya dawiyê bû, dîyar bû ku di hem wext de danûstandin di navbera Amerîka û Tirkiyayê de debarê lihevkirina parastinê ya nû pêk dihat û bi wê re jî, Amerîka pabend bû ku milyar dolar di nava 4 salan de, bide Tirkiyayê. Her wiha, wezîrê karê derve yê Yûnanîstanê yê wê demê Dimitris Petsios di pirtûka xwe ya bi navê “Piştî sînor, 1974-1977” de, lihevkirina parastinê ya Amerîka û Tirkiyayê û peydakirina alîkariyên darayî, wekî “Rêbazê Kissinger ê bêbandorkirina qedexekirina çekan ku kongresê li ser Tirkiyayê feriz kiribû, ji ber ku di dema dagîrkeriya Qubirisê de, hêzên çekdar ên Tirkiyayê bi awayekî ne qanûnî çekên Amerîkayê ku ji bo armancên NATOyê ji Tirkiyayê re hatin şandin, bi kar anî” bi nav kir.

Ecewîd şagirtê Kissinger bû

Mîrasa Kissinger a “xelatkirina” Tirkiyayê dewam kir û heta roja îro di nivîsgeha wezareta karê derve ya Amerîkayê ev yek veguherî tiştekî sereke, tevî ku diyar bû Tirkiya ji hevlaekî zêdetir, li ser milê ewlekarîya rojavayî bûye bar. Di vê çarçoveyê de, Iraq, Sûriya, Ermenistan, Yûnanistan û Qubiris rastî siyasetên destdirêjî û berfirehbûnê hatin. Her wiha, gihaşt astekê ku piştgirî were dayîn, an jî pêkanîna siyasetên qirkirina etnîkî li herêmên kurdan ên Sûriyayê û ermenan li Kerebaxê. Lê tevî vê yekê jî, razkirina Tirkiyayê ji aliyê rojava  ve jî berdewam e.

Di heman demê de, nivîskarê amerîkayî Michael Rubin Kissinger lome dike, ji ber ku heta roja îro ango ji dema piştgiriya dagîrkeriya Tirkiyayê ji Qubirisê re ev mîras dewam dike û di heman demê de, yûnanistanî xapandin, da ku dagîrkeriyê hêsan û bi lez bike û amadekariyên Yûnanîstanê ji pêvajoya duyem a mezin a dagîrkeriyê felc kirin, ku piştî mehekê ji pêvajoya yekem a biçûk dest pê kir.  Rubin her wiha dibîne ku aloziya rojhilatê Deryaya Navîn ku dem bi dem gur dibe, encama siyaseta Kissinger a rewakirina dagîrkeriya Tirkiyayê ji Qubirisê re bi rêya şîreta ku pêşkêşî serok Gerald Ford kir û got: “Tu sedemeke amerîkayî tuneye ku rê nede tirkan ku sê ribên Qubirisê bi dest bixe… tektîkên Tirkiyayê rast in, ew jî dest danîne ser û piştre danûstandin li ser axa destkefî bikin”. Di vê çarçoveyê de, Kissinger bi awayekî veşartî di danûstandina xwe ya bi serokwezîrê Tirkiyayê yê wê demê de Bulent Ecewit (di zanîngeha Harvardê de şagirtê Kissinger bû ) destûr da ku axê dagîr bike.

Waneya ku Kissinger pêşkêşî dîplomasiya Tirkiyayê kir, hizira “hevsengiya hêzê ya adil” rûxand, ku ji destpêkê de Kissinger guh nedida vê siyasetê û siyaseta “hevsengiya hêzê” ya neadl, di ser re girt. Her  wiha li gorî Michael Rubin, pirsgirêka aloziya rojhilatê Deryaya Navîn û siyasetên qirkirinê yên Tirkiyayê li herêmê ne tenê di Erdogan de ye, lê belê di “tevgerên Kissinger ji dewleta Tirkiyayê bûne nîşan ku dijminatî bi ser dikeve. Kissinger pesnê hizira tirkî ya ku dibêje mezinbûn girîng e, da. Serekên tirkan bawer dikin ku dê Washington qedrê mezinbûna wan bigire û dê dewleteke biçûk bide ber wan.”

Dibe ku Tirkiya Qezafîyekî din diafirîne!

Lê tevî vê yekê jî, binavkirineke balkêş ji aliyê Kissinger li ser Tirkiyayê hebû ku helwesta demkî an jî cihê erdîngarî di şerê bi Yekitiya Sovyetê re derbas dike, lewra di civîna bi serok Ford ya derbarê ihtîmala şerê di navbera Yûnanîstan û Tirkiyayê di pêvajoya dagîrkeriya Qubirisê de, Kissinger dibêje: “Helbet em şerekî di navbera herdu welatan de naxwazin. Lê eger ku gihaşt vê yekê, ji bo me Tirkiya girîng e”. Hevok heta vir alîgiriyeke neqanidar xuya dike, lê wezîr axaftina xwe bi wesfeka metirsîdar berdeam dike ku tu kes lê ranewestiya û tu analîz li bara wê çênebûn, ku got: “Tirk di dema niha de, netewperestên tundraw in û şêweyekî wan ê siyasî heye ku dibe ku Qezafekî din biafirîne” ku îşaret bi serokê Lîbyayê yê berê Muemer El-Qezafî kir.

Lê ev behane, ango xelatkirina Tirkiyayê her dem da ku “Qezafiyî Tirkiyayê” dernekeve holê, zîrekiya wezîrê xuya nade, ji ber ku ev metirsî li ser hemû rejîmên li cîhanê derbasdar e, herçiqas ku ev welat (Tirkiya) di dîroka xwe de, gelek kesên wekî Qezafî afirandine. Qezafî jî ne hakimekî herî krêt e, ku piştgiriya Tirkiyayê hat kirin da ku serokekî tirk mîna wî ji nû ve re çênebe.

Di encamê de, “sîstema xelatkirinê” dewam dike û ji dema damezrandina komarê heta roja me ya îro rastiya populîstiya li tirkiyayê serdest, vedişêre. Ji ber vê yekê, Kissinger dixwest ku hakimên Tirkiyayê bi awayê Qezafî dernekevin û di vê yekê de jî bi ser ket.

Derbeya 1980yî

Di nîsana 1982yan de, Kissinger li bajarê Salzburgê derbarê siyasetên herêmî û hevsengiyên navdewletî, semînerek da. Di wê demê de, derbkaran li Tirkiyayê bi serokatiya Kenan Evren destûra referandûmê, pêşkêş nekiribûn. Ev yek jî piştî 6 mehan ji semînera Kissinger li Salzurgê, pêk hat. Kissinger bal kişand ser Rojhilata Navîn û Balkanê û piştre jî derbasî axaftina li ser rewşa heyî ya wê demê li Tirkiyayê bû, ku alozî çêbûbû û derbeya leşkerî bûbû serdest û siyasetmedar dihatin girtin.

Her wiha Kissinger got: “Li Tirkiyayê wê demokrasî pêk were, lê wê ev demokrasî di bin raspêriyê de be. Ihtîmal heye ku kesayetên navdar ku me ew di siyasetê de beriya desthildariya leşkerî dîtin, wê heta demeke diyar dûrî siyasetê bikevin û texmîn dikim ku pêvajoya raspêriyê wê derdora 7 salan be”.

Ev yek jî ji aliyê rojnamevanê tirk ê pispor Yalçin Dogan ve çaxa ku beşdarî semînarê bûbû hat gotin, ku ew ji koma rojnamevabên nêzî serokkomarê Tirkiyayê Turgut Ozal (di nîsana 1993an de mir) bû û ji kesên ku tevgera parlemntoyê ya kurdî di dema niha de, fêm dike.

Her wiha, Yalçin Dogan dibêje: “Kissinger agahiyên pir girîng pêşkêş dikirin, lê diviyabû ku ez ji bo xwe tenê biparêzim û qedexe bû ku bihate nivîsandin”. Di heman demê de, Dogan dipirse: “Çawa wezîrê derve yê Amerîkayê yê berê dizanîbû ku wê qedexekirineke siyasî hebe?! Û beriya 6 mehan ji ragihandina wê!”

Derbarê vê axaftinê de ya ku Kissinger bi rêveçûyîna siyasî û qanûnî ya Tirkiyayê di dema derbeyê de zanîbû û wê piştre çi çêbibe û bi rastî jî ev yek pêk hat, rojnamevan Mihemed Altan ku birayê Ehmed Altan bû, gotarek bi sernavê “Kissinger dizane û Tirkiya nizane” nivîsand û tê de axaftina Yalçin Dogan tîne û wiha li ser dinivîse “Ev agahiyên pir girîng, divê ji dîrokê re were hiştin, ku balê dikişîne ser li kur, li ser dest kê, an jî bi şêwira kê û bi kê re, madeyên demkî yên destûrê hatin nivîsandin”.

Altan bi awayekî eşkere îşaret pê dike ku îhtîmal heye ku Kissinger destwerdan û di serdestiya derbekaran de rêxistin kiribe. Her wiha îşaret dike ku îhtîmal heye Kissinger bi xwe jî beşdarî nivîsandina madeyên destûra demkî bûye ku di referanduma 7ê mijdara 1982yan de, ji sedî 91,37 erê kirin û li ser vî esasî, qedexe li ser siyasetmedaran ji 5 salan heta 10 salan, hate ferizkirin.

Di heman demê de, ji dema ragihandina hikumên irfî li tevahiya Tirkiyayê di sala 1980yî de, heta sala 1987an nehate rakirin. Tevî ku hilbijartinên giştî pêk hatin û Ozal wekî serokwezîr hate hilbijartin, lê di rêveberiya welat de, gotina leşkeran a çalak bû.

Kissinger bi xwe tiştek derbarê pêşketinên pêşwext ên derbeyên li Tirkiyayê negot.  Lê di her halî de, tiştên ku veşartî ji tiştên ku gotî zêdetir bûn ên derbarê siyasetên Amerîkayê û nêrînên wî yên dîplomasî yên derbarê Tirkiyayê û beşek biçûk jê bi rêya belgeyên neragihandinî hatin belavkirin, wekî helwesta wî ya derbarê dagîrkeriya Tirkiyayê ji girava Qubirisê re ya sala 1974an.

Ji deryaya Adriyatîk heta Çînê

Di destpêka salên 90î de, rejîma derbeya 1980yî, awayê jiyana siyasî ya Tirkiyayê diyar kirin û partî ketin bin wîsayeta leşkerî. Lewra, gotineke nû ya mizgîndayînî derket holê ku bû wekî sernavê dîplomasiya Tirkiyayê: “Cîhana tirkî ji deryaya Adriyatîk heta sûrên Çîna gewre” û bû beşek ji bernameyên partiyên Tirkiyayê di siyaseta derve de. Lê balkêş bû ku ev gotin ya berhemên Kissinger ên di sala 1992yan de bûn, ku ev yek bi civîneke girtî ya yekser bi serokwezîrê wê demê Silêman Demirel re bû piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê ya di kanûna 1991an de. Her wiha, Demirel ku nû ev 7 car in erkê serokwezîr digire, piştî derbeya leşkerî ya sala 1980yî. Di wê demê de, cîhana Sovyetê hildiweşiya û rejîma liberal ku piştgirî ji Amerîkayê digirt, ew serwer bû. Her wiha, Kissinger ji Demirel re digot: “Ez cîhana tirkî bi tevahî ji deryaya Adriyatîk heta sûrên Çîna gewre dibînim ku wiha çip rawestiyaye . Piştre jî, Demirel ev gotin di gelek caran de bi kar anî, ji bo eşkerekirina hişyarbûna birayên tirk bi rêya orasyayê.

Li gor nivîskarê tirk, Kovîn Sak “ev hevok di xeyalên tirkan de asê mabû. Ve ye em neteeyeke tewereyî ne di projeyeke nû ya gewre de. Ev tenê di sala 1992yan de bû. Veguhertina aborî li Tirkiyayê nû di destpêka salên 80yî de dest pê kiribû, lê welat bi awayekî lezgîn ji deverka çandinî ya qels ber bi hêza çaksazî ve diçû.”

Di heman demê de, Kissinger projeyên Îranê yên berfirehbûnê tenê wekî metirsiyeke lezgîn didît, berovajî meyla berfirehbûnê ya Tirkiyayê ya ku hişt nêrîna wê ya “Ji deryaya Adriyatîk heta Çînê” derkeve. Di sala 2014an de, komara islamê wekî “pirsgirêka ji DAIŞê mezintir”, bi nav kir, û bibîr xist ku ku plana wan “a vegerandina avakirina împaratoriya Farisî ya kevn heye, lê vê carê di bin navê şîa de”. Bi hebûna vê dualîbûnê û Îran ji rêxistina DAIŞê metirsîdar didîtin, di wan salên ku rêxistina DAIŞê tirs xistibû nava civakên li Sûriya û Iraqê, dibîne ku tu astengî ji bikaranîna “DAIŞ” tuneye, madem ku Îran ya herî xeternak e. Di vir de jî, ev xaleka din a hevdîtina di navbera Kissinger û yek ji şopînerên li ser metoda wî di wezareta derve ya Amerîkayê de James Jeffrey de ye.

Kurd baştirîn heval in!

Di 31ê gulana 2007an de, Kissinger behsa gefên Tirkiyayê yên lidarxistina operasyoneke leşkerî ya nû li dij baregehên PKKyê yên li başûrê Kurdistanê kirin û Enqera li ser operasyona leşkerî li dervayî sînor, hişyar kir. Lê bi awayekî din ev yek şirove kir ku amerîkayî vê yekê baş dizanin, lê paşguh dikin ji ber bandorên neyînî yên gengaz bi Tirkiyayê re û di vê çarçoveyê de, Kissinger dibêje Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) “tekane cihê ku leşkerên amerîkayî tê de nayên kuştin… ji ber vê yekê Washington tu carî nikare dijberiya kurdan bike.

Di rastiyê de, gotina Kissinger a “welatê kurdan tekane cihê ku leşkerên amerîkayî tê de nayên kuştin” bi damezrandina Hevpeymana Navdewletî ya li dij rêxistina DAIŞê ya di sala 2014an de, hîna zêdetir bû cihê baweriyê. Di vê çarçoveyê de, hêzên Amerîkayê ji wê demê ve li Sûriyayê di atmosfêrekî civakî ya herî bi ewle de ji bo leşkerên amerîkayî li tevahiya Rojhilata Navîn, bi cih bûne.

Pêvajoya “Buhara Ereban”

Piştî bûyerên “Buhara Ereban”, Kissinger li Istenbolê dema ku beşdarî forûma ku ji aliyê TPG Capital ve di cotmeha 2011an de hatibû organîzekirin, daxuyanî dan. Nivîskarê amerîkayî Joe Parkinson bi tinazî ew wiha wesf kir: “Loloyên zanyiyê yên yek ji nûtirîn dewletên ku derbasî siyasetên gewre bûne: Tirkiya.”

Hizira sereke ya Kissinger ku TIrkiyayê wê beşek ji valahiya herêmî ku Amerîkayê li pişt xwe hişt dema vekişandina xwe ji Iraqê û di dawiyê de vekişîna ji Efganîstanê, wê dagire. Lê Kissinger got ku divê Enqere li ser nebinpêkirina berjewendiyên girîng ên Washingtonê li herêmê, hişyar be. Her wiha bi bîr xist “serweriya Tirkiyayê mezin dibe, di demekê de ku Amerîka ji Iraq û Efganistanê vedikişe, her wiha vekirina têkiliyan bi Lîbyayê re-heta ku Tirkiya karibe roleke girîng bilîze. Nabe ku ev dijî berjewendiyên Amereîkayê yên girîng bin. Ez pêşbîn dikim ku dê têkiliyên avaker bin.”

Wekî îsbatekî ku têkiliya di navbera Amerîka û Tirkiyayê de li ser esasekî saxlem ma, tevî îhtîmala rikberiyê, Kissinger bi awayekî taybet bal kişand ser biryara Tirkiyayê ya dawî ya pêşwazîkirina radarên parastinê yên moşekan, ku beşek ji sîstema ji Amerîkayê hatiye û ji bo parastina NATOyê ji gefên Îranê, hatiye çêkirin. Tevî vê yekê jî, Kissinger îşaret pê kir ku herdu welat di hin dozan de, “berjewendiyên rastênhev” hene.

Bi derbasbûna salan li ser şerê navxweyî yê ereban û rola Tirkiyayê ya di rêvebirin û gurkirina van şeran de, Kissinger careke din behsa rola Tirkiyayê kir, lê vê carê bi awayekî bêhtir parastî kir. Di vê çarçoveyê de, di kongreya Margaret Thatcherê ya derbarê ewlekarîyê di hizêrana 2017an de, Kissinger behsa tevlihevî û sîstema cîhanî di demeke nearam de kir. Kurtebihaneya wî ya sereke jî ku rojava divê beşdarî şerên cîhanê nebe bêyî “têgihîştina jeo-stratejîk”. Paşê li bara Tirkiyayê bi gotinên kurtkirî axivî û got: “Hesibandinên rojavayî bi seba veguhartna mezinbûnê li Tirkiyayê, tevlihev bûn, ku berî xwediya bandoreke navîn a sereke bû, ji dewleteka sekular ber bi kopiyeke îslamî ya îdyolojî ve.. piştgiriya Tirkiyayê ji doza sinî re hevdemî hewldanên wê yên qelskirina xwebirêvebirina kurdan tê. Mebesta wî Herêma Başûrê Kurdistanê bû, tevî ku ne dûr e mebesta wî rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê be, cihê tecrubeya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokratîk.

Di dawiyê de, nirxandina mîrateya Kissinger bi her halî ji nêrîneke taybet ve tê, ku seba senaryoyîn neyînî yên ku wezîrê berê ew çêkirine, kurdan deryayeke xwîn rijand, mîrateya wî heta roja îroj jî di Wezareta Derve ya Amerîkayê de heye. Tevî wê jî em nikarin payeya wî û têgihaştina wî ya cihêwaz di dîmenê siyasî de, mandele bikin. Li gor wezîrê dervê yê Yûnanistanê yê berê Alexes Babahilas, her dem analîz wî cihêwaz û rasteqîn bû, di hin caran de pêşbînî bû. Tiştê dawî divê em wê di ber çavan re  derbas bikin ew e ku nêrîna li dîrokê û lixwemukurhatina şaştiyên kesayetî yek ji zehmettirîn karên ku di rûyê neteweyan de ye. Ji ber wê, Kissinger, tevî hemû şaştî yan jî “tawanên” wî wekî ku hin kes wî dibînin, di hin deman de bû behaneya kêmdîtina şaştiyên qurbaniyan, kêferatên navxweyî û windakirina derfetên berdest.