Kê ji têkçûna rejîma Sûriyayê qezenc kir, kî bi fikar e û kî jî bi bin ket?!

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Di 20ê vê mehê de, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî daxuyaniyek da û tê de got: “Rewşa Sûriyayê ya heyî, nêzî rewşa Iraqê ya piştî têkçûna Sedam Hisên e”. Daxuyaniyeke bi vî rengî ku ji aliyê hikûmeta desthilatdar a Iraqê derketiye ya ku hevalbenda Beşar El-Esed bû, wekî hişyariyeke gefê ji bo hakimên nû yên Şamê be, ku ew li ser mayînekê rûniştine, wekî rewşa Iraqê ya ku El-Qaîdaya Ebû Miseb El-Zerqawî û DAIŞa Ebû Bekir El-Bexdadî anî. Lê bi texmîn armanc ji vê yekê ew e ku şirovekirina fikarên hakimên Bexdadê ji bandora guhartina Sûriyayê ye, ku hêza sunî ya erebên sûriyayî li Şamê, wê bandorê li Iraqê jî bike ango li dij partiyên şîî yên Iraqê yên hevalbendên Tehranê ku dema têkçûna Sedam Hisên, ew li Iraqê hakim in.

Tirsa ji guhartina li Sûriyayê ne tenê li ser Iraqê ye, lê belê li ser wan kesan e jî yên ku şerekî hermî li dij îslamiya ixwaznî li Riyad, Ebû Zebî û Qahîrayê kirin, bi taybet çaxa ku îslamîst li Şamê di bin garantiya Amerîkayê bigihêjin desthilatê, ku hersê paytext hevalbendên Amerîkayê ne û bi hevkariya Tirkiyayê ya Siûdiyê naxwaze rikberiya wê di pêşekiya mislimanên sunî de bike, ango bi Receb Teyyip Erdogan re yê ku tîma Ebdulfetah El-Sîsî piştgiriya wî ji îslamîstên misirî re ji bîr nekeriye, çaxa ku di sala 2013an de hukumê wan têk bir.

Her wiha, Ebû Zebî jî ku yên herî zêde piştgiriyê dide Lîwa Xelîfe Hefter li dij îslamîstên lîbî yên ku ji Erdogan û serokê Tûnisê Qeys Seîd El-Batiş, diyar e ew ji tiştên ku li Şamê demên dawî de çêbûye ne rihet e, ku Ebû Zebî di salên dawî de gelekî nêzî Beşar El-Esed bû. Di heman demê de jî, şahê Urdunê ew jî bi fikar e, ku tekez e dê hêza îslamîstên urdinî xurt bibe ji ber guhartina li Sûriyayê.

Her wiha guhartina li Şamê rehetiyekê li gel şahê Urdinê çêdike ku derbeyeke mezin li berfirehbûna îranî li herêmê xist, Şahê Urdinê yê ku yekemîn kes dû di sala 2004an de hişyarî da ku “hîlaleke şîî ava dibe”, her wiha li gel Siûdiyê jî çêkir ji ber qelsbûna Îranê, lê ew dê bi metrisiyeke mezintir hest bike ji ber guhartina desthilata Xamineî li Şamê bi a Erdogan li paytexta Umewiyan.

Li vir eger em li lîsteya aliyên bibinketî vegerin, em ê ya yekem Îranê bibînin ku berfirehbûna wê ya hermî derbeyeke mezin xwar, piştî ku rêya Tehran-Bexdad-Şam-Beyrût-Xeza li ser pira Sûriyayê derbeyek xwar. Piştre jî em ê Rûsyayê bibînin ku derbe li belavbûna wê di ava germ de hate xistin, piştre jî şaxên Îranê wekî Hizbulah li Lubnanê û tevgerên Hemas û Cîhadê li Filistînê.

Lê lîsteya  aliyên serkeftî, a destpêkê Amerîka ye ku serkeftina wê li Şamê di 8ê kanûna 2024an de, dihêle ku ew êdî bê hevrik e li tevahiya Rojhilata Navîn, piştî ku Mosko ji sala 1955an ve hevrikiya wê dike li ser herêmê. Her wiha, Îran jî ku bi saya Xeza 2007an, Beyrût 2008, Bexdad 2010an û Sena 2014an  bû hevrikê Amerîkayê li herêmê û ji sala 2015an heta 2024an, Îranê bi Moskoyê re serweriya di desthilatdariya Beşar El-Esed de, parve kir. Ê duyem ku qezenc kir, Tirkiya ye, ji ber ku êdî serweriyeke wê ya xurt di hundirê desthilatdariya Sûriyayê ya nû de çêbû, wekî ku çawa piştî têkçûna Sedam Hisên, Tehran li Bexdadê bû xwedî serweriyeke mezin.

Di hundirê Sûriyayê de, gelê Sûriyayê dibîne ku ew bi ser ketine, ji ber ku ji rejîmeke dîktatorî xelas bûn ku piraniya gelê Sûriyayê zordarî li wan kir û ew belengaz kirin, ku ev yek jî piraniya civaka Sûriyayê digire nava xwe. Lê beşek mezin ji gelê Sûriyayê di nava xwe de hêzên lîberalî, çepgir, ilmanî û kurd dihewîne, ew jî bi fikar in ku îslamî bi tena xwe bi desthildariya Şamê bi rê ve bibin û rê nedin ku sîstemekî demokratîk û pirrengî ava bikin û berê xwe bidin dîktatoriyeke îdeolojîk îslamî ku hemû şepêlên siyasî yên din ji holê rake û hukimekî mezhebî yê suniyê ereb ava bike ku mezhebên din paşguh bike wekî elewî, xiristiyan, dirûz û îsmaîliyan, an jî wan bixe rewşekê mîna sîstema milî ya osmanî ku çewisandineke neteweyî li dij kurdan pêk bîne.

Li beramberî vê yekê jî, yên ku ji têkçûna rejîma Sûriyayê bi bin ketin, alîgirên wî yên hevalbendiya saziya leşkerî-ewlekarî ku efserên elewî tevî çîna sermayedar a bazirgan û pîşesazên ku piraniya wan ji sunîyên bajarên mezin bûn. Aliyê sêyem ê vê hevalbendiyê oldarên sunî ne di saziya olî de û hin beşê olî li gel rêbaza neqşebendî ku hin eşerî jî tev li wê ye ya kuherdu Şêx Keftaro û Botî ew ava kir ji salên 70yî de bi serperiştî û garantiya Hafiz El-Esed. Aliyên serkeftî, em dikarin bibêjin ku aliyê îslamî bi giştî û aliyê selefî û cîhadîst bi taybet bi ser ketin, ew di bingehê xwe de ne mîna aliyê îslamî yê isûlî ixwanî yê sûriyayî ye, ku hin derbirînên wê yên ne tund hebûn bi nûnertiya Mistefa Sibaî. Lê zehmet e aliyê serkeftî hêza xwe ya zêde yak u li Şamê bi dest xistin di hundirê civakeke pirreng de wergerînin, ku tê de jî suniyên ereb hene yên xwedî alîgiriyên erebî, lîberalî û çepgirî hene û jiyaneke civakî dijî ku tê de glelk nekevneşopî heye û bi Ewropayê bandor bûne. Di demekê de ku derdora herêmî ne razî, an jî bi tirs an jî li dij hukumê îslamîstan ji Şamê re ye, her wiha di demekê de ku Amerîka razî di derbeyên şamî li Rûsya û Îranê bide, lê ew dê ne razî be bi hukumê îslamî ku pê sîstema herêmî ya nû nearam bibe ya Washingtom hewl died wê ava bike, ku stûna wê Tilebîb û Riyad e, ne Enqera.