“Ji Îhsan Nûrî Paşa ji bo kesên ku naxwazin şaştiyên xwe sererast bikin”
Nivîskar Hisên Cimo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Derbarê serîhildana kurdan a bi rêveberiya Şêx Seîdê Pîran a di 14ê sibata 1925an de netêgihaştineke pêşwext çêbû, sedema vê yek jî derewên ragihandinê ku dewleta Tirkiyayê meşand. Lewra, general Îhsan Nûrî Paşa ku bi serdanekê li Bexdadê bû, biryar da ku daxuyaniyekê derbarê serîhildana kurdan binivîse û armanc û edaletê wê, eşkere bike. Bi rastî jî ev yek pêk hat, dema ku li Bakurê Kurdistanê li dij komarê şoreş li dar bû û ev daxuyanî ji rêveberiya raspêriya fransî ya li Sûriyayê re rê kir.
Lê ev daxuyanî du salan dirêj kir heta ku bala rêveberiya Fransayê kişand, ango piştî damezrandina komeleya Xoybûnê di sala 1927an de, her wiha ji wê demê ve jî bû beşek ji arşîva Wezareta Karê Derve ya Fransayê. Rojnameya “Yenî Ozgur Polîtîka” jî beşek yekê ji vê daxuyaniyê di sala 2021an de belav kir, tevahiya daxuyaniyê ji 17 rûpelan pêk tê, li çapxaneya Istiqlal a Bexdadê hate çapkirin.
Li gorî belgeya îstixbaratî ya Fransayê, daxuyanî bi zimanê tirkî bi pênûsa Îhsan Nûr Paşa hatibû nivîsandin û piştre ji daîreya nivîsgeha siyasî ya Fransayê ya li Şamê hate rêkirin. Nivîsgeha siyasî ya fransî jî yek ji nûnerên “S.R” ku zimanê tirkî dizane erkdar kir ku daxuyaniyê wergerî zimanê fransî bike û rêke nivîsgeha Beyrûtê ya têkildarî bi karûbarê komeleya Xoybûnê di 5ê sibata 1927an de.
Îhsan Nûrî di daxuyaniyê de, bal kişand ser hewldanên dewletê yên di wê pêvajoyê de yên reşkirina serîhildana kurdan. Artêşa tirk ku bi çek, balafir û panzêrên mezin ji aliyê dewletên ewropayî ve dihate destekkirin û artêşa Yûnanistanê di deryayan de derxist û li pey artêşa ermenî ket heta Yêrîvanê, lê di sala 1925an de li çiyayê Kurdistanê li pêşberî hejmareke piçûk a berxwedêrên kurd bi rêveberiya Şêx Seîd nikarîbû bi pêş ve biçe, tevî ku Şêx Seîd tu ezmûnên wî yên berê yên derbarê şer de tune bû û tu aliyan jî destek nedida wî. Tevî têkçûna leşkerî, serîhildana kurdan azadî û giyanî welatparêziyê di nava gelê kurd de çand. Îhsan Paşa daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Siyasetmedarên tirk îro ku naxwazin şaştiyên xwe sererast bikin tevî waneyên ku me di serîhildanên ereb û albanan de dane wan, wê li beramberî serîhildanên kurdan ên ku bi dawî nabin, çongan deyînin! Eger ku naxwazin welat û xwe bi şaştiyên xwe bi hilweşandinê ve bibin, divê bi mafê gelê kurd itîraf bikin.”
Metna daxuyaniya ji bo raspêriya fransî ya li Sûriyayê:
Serîhildana kurdan(1925)
Îhsan Nûrî 1925an çapxaneya Îstiqlal-Bexdad
Madem ku gelê kurd nirxên azadiyê nas kir û pê itîraf kir; her wiha di sedsala 20î de bi awayekî berfireh serî hilda da ku armancên xwe yên niştimanî û rizgariyê pêk bîne. Tevî ku ketin bin serweriya desthilatdarên cîranên xwe û hewldanên hêzên biyanî ku wan kole bikin, lê ev gelê şerker dikarin ku kevneşopî û çanda xwe biparêze. Eger ku kurdan beriya niha bi salan (ji dema derbeya sala 1908an) Serîhildan li dar bixistine, wê îro ne di bin zordarî û sitemkarî de bûye.
Dadgeh û ziman
Li vî welatî li rûpereke berfireh heta bi rojava, ji Sêwasê heta Enqerea û kendava Îskenderûnê axaftin bi zimanê kurdî dihate kirin, tevî ku hemû karûxebatên fermî bi zimanê tirkî bûn, lê kêm caran kes hebûn ku bi vî zimanî diaxivin; Lê ji ber ku hemû dozger ji vê neteweyê (tirkî) bûn, tawanbarkirin an jî bêsûcderxistin heta asteke mezin li ser wijdana wergêr dima. Di vê çarçoveyê de, gelek kesên bêguneh ji ber gotinên wan ku bi awayekî pir xerab dihatin qeydkirin ceza li wan kesan dihate birîn, ji ber ku pere nedidan dozgeran û salên dirêj di zindanan de diman. Bi vî awayî malbatê birûmet ber bi bêzariyê ve dehf dan; ev çîrok ya ku ez ê ji we re bibêjim dê bêhtir we bide têgihaştin li bara zilma ku dadwerên tirk derheqê kurdan de kir berî serîhildana 1925an.
Rojekê welatiyek bi navê Temo Bozo ji Stenbolê vedigere herêma xwe li Melazkertê (Melazkurd) û dema ku nû digihêje herêma xwe, di navbera hevalên wî de pevçûnek rû dide. Cendirmeyên tirk destwerdan kirin û hemû kes bê ku pirs bike, xistin zindanê û ew kes di zindanê de hatin jibîrkirin û bi salan ne pirs ji wan hate kirin ne jî lêpirsîn hate kirin. Piştî demeke dirêj (30 sal) bi tesadûfî bêsûciya wî diyar bû û dema agahiya derketina xwe bihîst, gelekî giriya! Dema li sedema giriyê wî hate pirsîn, wiha bersiv da: “Ev 30 sal derbas bûn dema ku ji Stenbolê derketim da ku malbata xwe bibînim û ew pereyên ku min qezenc kirine, debara wan a jiyanê baş bikim; ez hatim girtin tevî ku ez bêguneh bûm, jiyana min ji wê demê ve winda bû û hûn îro berdana min radigînin. Ez careke din azad bûm, lê ez mezin bûme ne hêz û ne jî enerjiya min maye, nedikarim kar bikim û debara xwe ya rojane bikim” û giriyê xwe berdewam kir.
Perwerde
Perwerde ji ya ku niha di bin serweriya tirkan de, di asteke baştir û gelek pêşketî de bû û hejmara derçûnên perwerdeya bilind li dibistanên giştî û olî li herêmên xwe digihaştin bi sedan (li rapora Ewliya Celebi ya derbarê rêwîtiya xwe li Kurdistanê-beşê: Ebdulahxan vegerin), lê li ser destê tirkan neteweya kurdî rastî cehaleteke bêsînor hat û saziyên wan ên perwerdeyê hatin wêrankirin. Her wiha, her çiqas dibistanên wan li gund û bajaran hatin girtin jî, lê ji bacê nehatin efûkirin, lewra kurd neçar kirin ku zêran bidin xezîneyên Enqerayê; eger ku perwerde bi zimanê dayîkê bûye wê hêsan bûye, lê perwerde bi zimanê tirkî bû, ji ber ku zimanê fermî li welat bû; di encama vê yekê jî de kurd bi temamî ji dibistanan qut bûn û xeyal nedikirin ku lawê wan rojekê ji rojan bibin karmendê hikûmetê. Ji ber vê yekê jî, kurd ji destpêka jiyana xwe ve, bi wê yekê bawer e ku nezanî rehetî ye, ev jî rêbazek bû ku tirkan wekî siyasteke navxweyî bi kar tanî. Bi vê yekê re jî, kurdên belengaz ji perwerdeyê mehrûm man û nikarîbûn ku daxwaza mafên xwe bikin, heta dema wê hat ku ketin nava tevgerê.
Zordarî
Karmendên fermî belengaziya van kesên bextreş bi rêbazên zêde an jî kêm, zêdetir kirin, ji ber ku berjewendiyên van karmendan li ser her tiştî re bû. Tenê pere dikarîbû van kesên bextreş ji heqaretên karmendan rizgar bikin û ji dadgehên ku li pey sûcan digerin biparêzin (ango her kesê pere nede, wê li pey wî bigerin)!
Zilm û zordariya artêşê
Saziyên ku herî zêde zilm li kurdan dikir artêş bû, fermandarên leşkerî bihaneyên bêsînor çêdikirin da ku zirarê bigihînin gel, her wiha berpirsên malbatan bi çavê xwe didîtin ku leşker xwarinê ji devê zarokên wan derdixe, ew xwarina ku di dirêjahiya salê de ked û xebat dan da ku dapîne bikin û birçîbûna zarokên xwe têr bikin. Her wiha, piraniya caran jî xelkê xwarin peyda nedikirin, ji bilî ku di dirêjahiya salê de gûz dixwarin. Hin caran jî 30 kîlo kelûpel bi du caran li nixê xwe didan wan, paşê ajalên ku bi wan erdê xwe cot dikirin dersteser dikirin, vê yekê hişt ku ne pêkan be erdê xwe cot bike. Lê leşkerê kurd jî karên herî giran bi wan didan kirin û bi navê “kerê kurdan” bang li wî dikirin.
Hewldanên xistinê
Rayedarên payebilind ên sivîl û lekerî di aliyê siyasî de, dikarîbûn ku tovê fitne û nefreta kujer di nava hersê herêmên kurdan ên sereke de çêbikin; Şirnex, Batman, Dîrcan (herêma niha di navbera Erzincan û Erziromê de hatiye dabeşkirin). Lê tevî telgrafên veşartî yên ku serokatiya erkanê û efserên feyleqên 2 û 7 ku erka derxistina şer di navberan kurdan de girtibûn ser xwe, rê dikirin fermandariya foca 18an a li Diyê (Arûh) û Şirnexê, tevî van hewldanan “komîteya kurdî-komeleya azadî” bi hemû aramiya xwe aliyên kurdî yên di navbera wan de şer derketî, anîn gel hev.
Bac
Bi sedsalan kurd neçar bûn ku bacên li ser karên giştî, perwerde, çûnûhatin û hwd, bidin û hin caran jî kurd heman bac di salê de du caran didan. Tevî vê yekê jî, rêyên ku taxên kurdan li bajarên kurdan bihevde girê bidin tune bûn û ne jî li gundên kurdan, dibistan hatin vekirin.
Tirkan ji bo ku çavkaniyên xwe yên darayî baş bikin, hema bibêje hemû axên çandiniyê desteser kiribûn, lewra cotkar neçar man ku axên xwe yên çandiniyê neçînin û di encamê de, bi sedan hektar erd bûn çol û beyar.
Serweriya tirkî
Komara Tirkiyayê bi hebûna neteweya tirkî tenê di nava sînorê xwe de itîraf dike, lê vê neteweyê nikarîbû Kurdistan paşguh bikra ji ber rûber wê ya berfireh û niştecihên ku lê ne. Lê rê li ber van kesan nehat vekirin ku perwerde bibin û rewşa xwe baştir bikin û bşdariyê di jiyana civakî de bikin. Lê belê gelê kurd ber bi xizanî û tarîtiyê ve kişandin, ev armanca wan a sereke bû.
Gotina “Kurdistan” bi temamî ji pirtûkên dîrok û erdnîgarî hatin rakirin û ji bo bikaranînê hate qedexekirin, her wiha bi awayekî pir kêm li ser Tirkiyayê di dibistanan perwerde dihat dayîn. Di heman demê de, qeydek bi navên kesên ji neteweya tirk hat çêkirin da ku di erkdarkirnin û pewwiran de ew li pêş bin, ji ber vê yekê jî çi kesê ku bixwaze bibe karmendekî fermî divê eslê xwe yê kurdî înkar bike. Her wiha jê zêdetir jî, navên gund, çiya, gelî û hwd, guhartin.
Piştî koçberkirina ermenan tirkan digotin: “Em ji kesên ku digotin “Zo” xelas bûn û divê em niha jî kesên ku dibêjin “lo” biqewitînin. Dixwazin hemû tirkên ku ji Yûnanistanê hatin qewitandin, li tevahiya Kurdistanê bicih bikin, ji ber vê sedemê jî ji waliyên wîlayetan xwestin ku plan û projeyan amade bikin, da ku hejmara kesên ku wê karibin bi cih bikin, nas bikin.
Hilbijartin
Ji bo ku rewş bi awayekî baş bimeşe, divê nûnerên ku baweriya gel bi wan hebe werin hilbijartin, lê hikûmet bi xwe jî kesên ku ditîn guncav e erkdar dikirin. Lê dema ku diviyabû hilbijartin werin lidarxistin, divê dengê xwe bidin kesê ku hikûmeta komarê erê dike, lê divê em bînin ziman ku belgeyên dengdayînê bi sextekarî çêdikirin û deng bi awayekî neçarî didan endamên ku hatine diyarkirin. Bê gûman encûmena ku bi vî rengî jî hatibe avakirin berjewendiyên gel di ber çavan re derbas nake, lê belê daxwazên hikûmetê bi cih tîne. Kurd ji van siyasetên zilmê yên derheqê wan de gelekî bêzar bûn û gihaşt astekê ku destwerdana baweriyên wan ên olî bikin. Her wiha kurdan pêwîstî dîtin ku ev zilm were şkandin ku welatê wan pêş nakeve, lewra di demekê de ku kurdan amadekariyên serîhildanê dikirin, bang li hikûmetê kir ku derbarê wan de, adiltir be.
Kurd di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekem û şerê Tirkiya-Yûnanistanê de, karîbûn ku bi awayekî hêsan serxwebûna xwe bi dest bixin, ji bo ku rewşa xerabbûna tirkan zêdetir nebe, gelê kurd qenciyeke mezin kirin û tu kiryarên leşkerî yên dijminane nekirin. Kurdan dixwest ku piştî şerê bi roman re, tirk berjewendiyên kurdan di ber çavan re derbas bikin û daxwazên wan bi cih bînin.