Ismet Înanu li ser maseya Peymana Lozanê: Ez kurd im ji Bidlîsê me
Nivîskar: Hisên Cimo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Elîta tirkî ya toraniya ku nû ava bûye, di demeke pêşwext de rûbirûyê metirsiyên muhtemel ên kombûna çerkesan di artêş û rêveberiyê de, hatin. Di demekê de ku kesayetên tirkî yên bi guman hebûn wekî bijîşk û wezîrê di hikûmeta Enqerayê de Riza Nûr, çerkesên dilsozên dewletê û komarê, rastî gûmanbariyê hatin, ji ber ku eslê wan ne tirk bûn. Di vê çarçoveyê de, di demeke pêşwext de, efserên komarê fermandariyên çerkezan tune kirin, wekî Edhem Paşa Çerkez di destpêka Şerê Serxwbûnê de û beriya Peymana Lozanê. Di encama tunekirina Edhem de, dijberiya çekdarên çerkez ji Mustefa Kemal re zêde bû û nêzî hikûmeta Sultan bûn.
Bi her halî, gelek rêveberên çerkezan man dilsozê Mustefa Kemal wekî Bekir Samî, ku rêveberiya danûstandinên di navbera Enqera û Moskoyê di sala 1921î de kir beriya ku were guhartin û kesayeta naskirî Hisên Reûf Orbayî, ku yekem serokwezîrê Tirkiyayê bû piştî hilweşandina Sultaniyetê di 11ê tebaxa 1922yan de.
Dihate payîn ku Reûf Orbayî di danûstandinên Peymana Lozanê ya payîza 1922yan de, bibe serokê şandeya Komeleya Niştimanî (hikûmeta Enqerayê). Lê wekî her car, toranî derketin ku guman ji çi kesê ne tirk dibirin, lewra Riza Nûr li ser erkdarkirina Reûf Orba li gel Mustefa Kemal, red kir û got ku Orba eslê xwe abaz e (çerkez), ne tirk e. Kemal gumana toraniyan bersivand. Texmîn ew e ku Mustefa Kemal, nehişt ku Orbayî tev li şandeya Lozanê bibe û bi alîkariya Riza Nûr, ev yek pêk anî.
Lewra, Ismet Înanu bû serokê şandeyê û Riza Nûr jî bû alîkarê wî. Lê li Lozanê Riza Nûr şok dimîne, wekî ku dibêje, ji ber ku eşkere dike ku Înanu ne tirk e, lê belê kurd e û ji Bidlîsê ye. Nûr vê yekê, du caran di bîranên xwe de, dubare dike. Riza Nûr, bi meyla xwe ya nîjadperestî ya eşkere, dibîne ku lixwemukurhatina Înanu ku ew kurd e, kêmkirin e di heqê wî de. Ji ber ku Riza Nûr ji kesayetên kêm di wê pêvajoyê de ku guman li ser eslê wî hebûn. Heta Mustefa Kemal jî di wê demê de ne wekî tirkê paqij dihat ditin, beriya ku pirtûkeke nû li ser eslê wî û jiyana wî di bin serpereştiya Ismet Înanu, amade bibe.
Formula ku Înanu ya kifşkirina eslê xwe yê kurd bi Riza Nûr, deriyê texmînkirinê vedike, ku Înanu xwest Riza Nûr biarîne, ji ber ku di tu demê de di jiyana xwe de li bara vê agahiyê ne rijd bû, berî komarê û piştî wê, heta mirina wî, tu carî daxyaniyek wiha nedaye, ango ew kurd e. Lewra, îhtîmal ew e ku Înanu ku Riza Nûr baş nas dike, xwest hevkarê xwe yê di şanda danûstandina Lozanê de aciz bike, ji ber ku Riza Nûr ji her kesê ku ne tirk e nefret dike, nexasim ku têkbiirina Reûf Orbayî yê çerkez ji serokatiya şandeyê, bi saya Riza Nûr pêk hat. Di encamê de jî, dê jê re suprîz be çaxa ku Înanu jê re xuya bike ku karê Riza Nûr ê tirkkirina şandeyê têk çû.
Di vê çarçoveyê da Riza Nûr dinivîsîne:
“Rojekê ji rojan, dema ku em li Lozanê bûn, Ismet ji min re got ku ez kurdê Bidlîsê me. Û ji min pirs kir, li Bidlîsê tirk hene?! Ez ji tirsa van gotinan di cihê xwe de sekînim!” (r.358)
Rastî ew e ku malbata Înanu bi navê “KÜRÜMOĞLUK” dihatin naskirin û malbatên navê xwe ji gundekî ji Colemêrgê wergirt, ku beriya bi sedan salan tê de bi cih bûn û piştre derbasî Bidlîsê bûn. Dibe ku beşek ji malbatê nasnameya kurdî esas bigire, lê eslê malbatê li gorî şopîneran, ne zelal e. Her wiha, nêrînek di nava ermenan de hene, ku dibêje Înanu ji malbata “nestûrî ya kurdên xiristiyan” e ku bûne misliman di pêvajoya jiyana bavê Înanu de.
Bi her hal, dapîrên Înanu ji Bidlîsê ne, lê bavê wî li Meletiyayê ji dayîk bû. Ji ber vê yekê jî, Înanu îdîa dike ku ew ji Meletiyayê ye, lê Înanu bi xwe li Izmîrê ji dayîk bû. Lewra kesayeteke bi vê veguhastinên dijwar, di pêvajoyeke kurt de bi hevûrkirina bi dîroka malbatan re, dibe ku ji xwe re çi nasnameyê hilbijêre ku li gorî meylên wî bin, lewra wî nasnameya tirkî di tevahiya jiyana xwe de, hilbijart bê dudilî. Heta ku di eslê xwe de kurd be an jî nestûrî be jî -ku ev yek ne pêkan e- ew di atmosfêrekî tirkî de bi temamî rabûye.
Dihate payîn ku du şandeya ji Dewleta Osmanî ya têkçûyî û şandeyekî ji Komeleya Niştimanî ya Mezin a li Enqerayê û şandeyek ji hikûmeta Sultan li Stenbolê, beşdarî Lozanê bûbûne. Ji bo derbaskirina vê yekê jî, Riza Nûr li Mustefa Kemal pêşniyaz dike ku nehebûna parlamentoyê li Stenbolê û hebûna wê li Enqerayê, bi kar bîne, ango kesybaz bike. Di encamê de, dengdayîna li ser îbtalkirina Sutlantiyetê, wê xweber mafê nûnertiya hikûmeta Stenbolê li Lozanê, têk biçe. Bi rastî jî, Sutlaniyeta Osmanî ji aliyê Komeleya Niştimanî ya Mezin di 1ê mijdara 1922yan de hate îbtalkirin û Mustefa Kemal gef li hemû endamên parlamentoyê yên dijber xwar ku wê wan bikuje. Di 11ê mijdara 1922yan de li kongreya Lozanê, êdî serweriya Komeleya Niştimanî ya Mezin li ser Tirkiyayê, hate naskirin.