Holloway: Nêzîkatiyên klasîk daveke nasnameyî ye dibe ku afirîneriya Kurdan lawaz bike… “pîrozmendîkirin” Ocalan tengav dike

CÎHAD HEMÊ

John Holloway ku di projeya xwe de xwe dispêre dînamîzma tevgerên civakî û rêbazên nû yên têkoşîna li dijî sîstema heyî, di nava wêranî û tundiya li Rojhilata Navîn de, hêvî di tevgera Kurdan û nirxandinên Ocalan de dibîne. Holloway naxwaze bi wateya romantîkekî xeyalperest piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava û têkoşîna Kurdan re nîşan bide, lê di çarçoveya rexnegerirî û diyalektîk de piştgiriyê dide şoreşgerekî. Piştre, çawa li hemberî rewşên dijwar ên li pêşiya şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekine.

Di vê çarçoveyê de, Holloway çawa têkoşîna Kurdan û nirxandinên Ocalan nas kir? Gelo dê nimûneya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike bê ka li ser nakokiyan were sekinandin û nîqaşkirin? Gelo nakokî di navbera çîna pêşeng û rêveberiya civakî ya demokratîk de çi ne? Ev pirs û gelek pirsên din, bi rêya Navenda Kurdî ya Lêkolînan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de, em ê ji John Holloway pirs bikin.

Berfirehiya hevdîtinê wiha ye:

Cîhad: Ez dixwazim niha derbasî doza Kurdan bibim. Te çawa têkoşîna Kurdan û şoreşa Rojava ku niha navê wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, nas kir?

Holloway: Ezîza Aslan ji bo ku rê nîşanî min bide bi roleke girîng rabû. Bê guman beriya niha  jî bi rêya xwendina min a giştî û bi rêya hin hevalan, min tevgera kurdî nas kir. Sala 2015`an ez ji bo konferanseke li Hamburgê hatim vexwendin. Ev konferans ji bo min gelekî balkêş bû. Piştî wê, çalavkvaneke di tevgera kurdî de li Ewropayê Hêvîn Gunîser, gelek caran serdana bajarê Puebla yê Meksîkayê kir û behsa tevgera kurdî kir. Ev yek ji bo min bû derfetek ku hîna zêdetir nîqaşên dirêj bi wê re bikim da ku tevgera kurdî bi berfirehî nas bikim. Her wiha piştre anku beriya niha bi 4 salan, Ezîza Aslan ji bo amadekirina projeya derçûnê ya doktorayê hate gel me. Tecrubeyeke pir baş bû ku ji wê fêr bibim û rêxistinê û nakokiyên wê bizanim.

Cîhad: Bi nêrîna te, girîngtirîn destkeftiyên ku şoreşa Rojava bi dest xistine û berztirîn astengiyên sereke yên li pêşiya şoreşa Rojava çi ne?

Holloway: Bi dîtina min, destkeftiya herî berbiçav ku şoreşa Rojava bi dest xistiye ew e ku  çarçoveya ramana şoreşgerî û rêxistinî ya li dijî kapîtalîzmê bi gelemberî guherî. Ev yek ne bi tenê bi rêya gotina “Em naxwazin bibin dewlet” bi dest xist, lê belê bi rêya rêxistina xwe ya ku di pratîka 9 salên derbasbûyî de li dijî dewletê nîşan daye, bi dest xistiye. Ev rêxistinên li dijî dewletê rengek ji rengê rêxistina civakî ya komînal e. Bicihdayîna jinan û rola wan a rêveberiyê de di veguherîna civakî de şoreşek pêk anî. Di heman demê de, ew girîngiyê didin di veguherandina têkiliyan di navbera mirov û xwezayê de. Astengiya mezin a li pêşiya wan jî guhartina cîhanê ber bi asoyên nû ve ye. Şoreşa Rojava di guhartina cîhanê de, rêyeke nû ya fikirandinê vedike, bê guman ev jî girêdayî tişta ku Zapatîsta dibêje û ev 28 sal e di çarçoveya giştî de pêk tîne. Lê têkoşîna Rojava di naveroka xwe de cuda ye, ji ber ku wekî destpêkê  pêşketî ye. Li hemberî êrişên dijmin, tişta ciyawaz karîna dewamkirina vê yekê. Ev yek jî bi rastî seyr e.

 

 

Mijara din a girêdayî astengiyan jî, berdewamkirina di vê rewşa tirsnak de bi serê xwe astengiyek e. Astengiyeke din jî ew e ku nekevin mijarên fikrên nasnameyê û rêxistinê li ser wê binyadê saz bikin. Ev yek jî me careke din vedigerînê nîqaşên Adorno. Astengiya mezin ku nekevin parastina tevgerê bi awayê nasnameyî. Bi gotineke din, nekevin xefika nasnameya neteweyî ya klasîk. Bi baweriya min, yek ji tiştên girîng ji bo min der barê tevgera kurdî de ku nasnameya neteweyî ya klasîk tevî ku di destpêka wê de yek ji armancên wê yên sereke bû, derbas kir. Tevgera kurdî ev yek gelekî derbas kir. Lê bi êrişên leşkerî yên li dijî wê, metirsî heye ku careke din di çarçoveya neteweyî ya teng de, parastina xwe bike. Bê guman ev yek tê fêmkirin, lê wê afirîneya xwe ya balkêş winda bike.

Cîhad: Li gorî agahiyên gel min, tu li dijî fereseta partî yan jî çîneke pêşeng a rêveberina kar û barên xelkê yî. Di rastiyê de, heta niha tevgera kurdî parastina fikirên kadro yan jî sîstema rêvebirina xelkê dike. Di hin rewşan de jî, ew di ser civak û îradeya wê re têne girtin (ji ber zanîna wan an jî pabendbûna wan bi doza şoregerî) ku ev jî bi felsefeya tevgera kurdî re nakok e. Gelo çawa ev rêveberî dê gel bi rêxistin bike bêyî ku rengên nû yên hiyerarşîk û hegemon biafirînê?

Holloway: Di baweriya min de ya girîng balkişandina ser pirsgirêkan e û naskirina nakokiyan e, wekî ku te di pirsa xwe de jî got, divê were gotin; em di rewşeke nakok de ne, divê em çawa nêz bibin? Ya herî xerab ew e ku em xwe bêyî hebûna nakokiyan bidin nîşandan. Rast e, em di cîhana kapîtalîzm de ne, ev yek jî tê wateya ku gelek nakokiyên girêdayî sîstem, çawaniya hizirandinê û nêzîkbûna jê re, hene. Li gel tevgera Zapatîsta ev pirsgirêkên domdar hebûn. Diyar e ku rêveberê wan Markos di salên destpêkê de wekî rêveber hat nîşandan û wek rêveber dest bi kar kir. Di nava çend salan de, hewl dan rêbazên li hemberî vê yekê bibînin; destpêkê divê were gotin ku ew ne rêveber e, lê belê ew rêveberê şaxekê ye ku fermanên xwe ji fermandariya giştî digire û piştre wî ji raya giştî dûr bixin. Her wiha gotin “Di hevdîtinên giştî de ji îro û pê ve dernakeve”. Di dawiyê de, navê wî hate guhartin. Markos bi awayekî manewî hate kuştin û Galliano cihê wî girt. Niha navê Galliano li Markos tê kirin û êdî ne berdevkê sereke yê tevgera Zapatîsta ye. Berdevkê heyî Markos.

Lê di demeke pir kurt de gotin “Pirsgirêkeke me heye, ji ber ku em wek artêşeke pîramîdî rêxistinkirî ne. Civak ku em dixwazin ava bikin jî, li dijî pîramîdê ye. Lewra em wekî artêş jiyaneke baştir dixwazin, ji ber ev armanca me û rêxistina me ye. Pîramîd heye, lê çawa em ê vê hiyerarşiya pîramîd derbas bikin? Bi vê yekê jî rêxistinên civakî yên herêmî xurttir kirin. Lê ez bawer im ku ev kêşe heta niha heye û a girîng ku em nas bikin û bihizirin ku em ê çawa bingeha civakbûnê li dijî hiyerarşiya pîramîd bihêztir bikin.

Cîhad: Ev tê wateya ku em bibin Hegelî û nakokiyan pîroz bikin…

Holloway: Bê guman.

Cîhad: Piştî şerê li dijî DAIŞ`ê, gelek bajar wêran bûn. Di encamê de gelek rêxistinên ne girêdayî hikumetan derbasî herêmê bûn da ku alîkariyên mirovî pêşkêş bikin. Tu bawer dikî ku ev rêxistinên ne girêdayî hikumetan, li pêşiya derfetên Rêveberiya Xweser a Demokratîk bisekinin?

Holloway: Bawer dikim ku rêxistinên ne girêdayî hikumetan pirsgirêkeke mezin e. Em careke din vegerin ser tevgera Zapatîsta; beriya 10-15 salan gihîştin astekê ku hemû rêxistinên ne girêdayî hikumetan derxin û gotin “Em rêxistinên ne girêdayî hikumetan li vir naxwazin. Ji ber ku hevsengî û hêzên civakên herêmê xerab dike”. Her wiha şagirên doktorayê (bi ken vê hevokê dibêje) derxistin û gotin em naxwazin xelk werin û li ser me projeyên xwe yên derçûnê binivîsin, ji ber ku wê agahiyan bidin ku em girîngî nadin ku belav bibin.

Rêxistinên ne girêdayî hikumetan pirsgirêkeke pir mezin e. Bê guman, gelek cudahî di navberan wan rêxistinan bi xwe de hene. Hin ji wan bi awayekî eşkere bi sîstema kapîtalîzmê re tev digerin. Hin rêxistinên din jî ji çepgiran pêk tên û hewl didin rêbazên jiyanê peyda bikin û guhartinan pêk bînin û dibe ku ew gelekî rast bin. Lê pirgirêka navendî ku wê her tim bimîne jî, xistina van rêxistinên ne girêdayî hikumetan di bin rêveberiya civakê de ye.

Cîhad: Zehmet e ku ev yek pêk werê.

Holloway: Rast e, gelekî zehmet e

Cîhad: Ez ê niha behsa Ocalan bikim. Te pêşgotina parêznameya Ocalan” Sosyolojiya Azadiyê” nivîsand. Hestên te li hemberî ramanên di wê pirtûkê de çi bûn. Nêrînên te li ser pirtûkên din ên Ocalan çi ne?

Holloway: Dema ez ji bo nivîsandina pêşgotinê hatim vexwendin, ji bo min rûmeteke pir mezin bû. Heta niha jî bi vê yekê bandor im. Hestê min ê din ew bû; rast e, dixwazim vê yekê bikim û pêşgotina pirtûka wî binivîsim, lê tenê bi gotin têrê nake ku xweş bû. Bi rastî pir xweş bû. Lê di heman demê de, ez bi rêbazeke din difikirim; ez bi ramanên wî re ketibûm nava diyalogê. Ji aliyekî din ve jî, di xwendina pirtûkê de min tiştekî nû eşkere kir. Eşkerebûn ew bû ku rêbazên hizirandinê bi temamî cuda bû û cîhaneke din a zanînê bû. Bo nimûne, Ocalan pir balê dikişînê ser şaristaniya Sûmeran, min nezaniya xwe di vê mijarê de dît. Mijareke balkêş bû ku berê min ber bi cîhaneke zanînê ya cuda ve were kişandin. Cîhana zanînê ya cuda jî beşek ji hebûna wî ya cografî û rêbazê hizirandina wî ye. Hêdî hêdî, bi berdewamiya xwendina pirtûkê re, rêzdayîna min jê re zêdetir bû. Ocalan dizane çawa yekî qanî bike, her wiha hevgirtî ye û di aliyê zanînê de gelekî dewlemend e, bi awayekî balkêş.

Lê di heman demê de, min hin cudahî dîtin. Ez dixwazim li vir bi awayekî diyalogî bêjim. Min dît ku du nuqte hene ku ez bi Ocalan re lihev nakim. A yekê girêdayî sîstema baviksalar e; ev pirsgirêkeke mezin bû di salên dawî de ku kapîtalîzm rengek ji rengê sîstema baviksalar e. Texmîn bike ku ez ê bêjim erê, divê em ji sîstema baviksalar xelas bibin. Lê eger em dixwazin dînamîzma wêraniyê ya em tê de fêm bikin, divê em li şûna baviksalariyê, zêdetir balê bikişînin ser sermayeyê. Sîstema baviksalar ji me re behsa rengê hegemonyayê dike, lê ji bo min behsa dînamîzma hegomanyayê û lawazbûna wê nake. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim, kapîtalîzm heta niha baviksalarî parastiye, lê eger em bixwazin civakê biguherînin, divê em balê bikişînin ser sermaye, dînamîzm û lawazbûna wê.

Mijareke din ku ez bi Ocalan re li hev nakim, mijara sûkê ye. Yek ji hincetên Marks ku çavkaniya têkbirina kapîtalîzmê, pevguhartina kel û pelan e anku bi rêya pevguhartinên di sûkê de, em bi hev re bidin û bistînin. Lê wekî min ji Ocalan fêm kiriye, Ocalan jî piştgiriyê dide sûkê, lê sûkeke herêmî anku sûkeke biçûk, ne ku sûk civakê bi rêxistin bike. Bi nêrîna min divê em sûkê derbas bikin. Heke sûka te hebe, tê wateya ku pereyên te jî hebin, eger pereyên te hebin, wê sermayeya te jî hebe, eger sermayeya te jî hebe, tê wateya ku karaseta te jî heye.

Cîhad: Texmîn dikim ku girêdayî mijara sûkê, Ocalan ji dîroknasê fransî Fernand Braudel bandor bûye. Ocalan di analîzên xwe de, li dijî keysbaziya li sûkê ye. Bawer im ku wî hizira sûka bê keysbazî ji Braudel girtiye.

Holloway: Bawer im ev yek bi ser nakeve. Dema ku sûka te hebe, dê pereyên te jî çêbin û wê pereyên te bikevin ser hev. Di dawiyê de dê sermayeya te jî çêbe.

Cîhad: Di demekê de ku sîstemên faşîst û dîkator û îslamperest li Rojhilata Navîn hene, hûn bawer dikin ku ramanên Ocalan wê bi gelên Rojhilata Navîn re bibin alîkar da ku pirsgirêkên xwe yên siyasî û civakî çareser bikin?

Holloway: Bê guman erê. Texmîn dikim ku gelek xelkê li dewletên rojavayî, dema ku behsa Rojhilata Navîn dikin, naxwazin di vê mijarê de bihizirin. Li gorî min, Rojhilata Navîn di rewşeke tund û wêrankar re derbas dibe. Eger tu bi çavê siyaseta dewletê bihizirî, ne gengaz e tu çareyekê bibinî. Bi rastî Ocalan û tevgera kurdî ev yek şikandin. Çare ew ku jinûve bi civakê û sîstema civakbûnê, were hizirandin. Ev ji bo min nameyeke hêviyê ya mezin e ku Ocalan û tevgera kurdî ji cîhanê û taybet ji Rojhilata Navîn re pêşkêş dike.

Cîhad: Te di pirtûka xwe ya bi nave “We are The Crisis of Capital” de beşek bi sernavê “Zapîsta û zanista civakî” nivîsand. Di wir de, te behsa tecrubeya tevgera Zapîsta ya derbaskirina dewlet û di lêkolîna zanistî de dualîteya subjektîv û objektîv û ji nû ve naskirina şoreşê, ji bo dewlemendkirina zanistên civakî kir. Hûn texmîn dikin ku zanistên civakî wê ji tecrubeya Rojava û nirxandinên Ocalan fêr bibin?

Holloway: Bê guman erê. Divê zanistên civakî wekî zanistekê yan jî hizirekê li dijî civaka niha be. Bi gotineke din, ji bo şikandina dînamîzma wêraniyê, divê bi civak û rêbazên der barê pêkanîna vê yekê de, were hizrandin. lewma, ji bo min Ocalan xwedî cihekî pir girîng e, her wiha karên tevgera kurdî jî pir girîng e.

Cîhad: Eger te Ocalan bidîta û te yê kîjan pirs jê bikira?

Holloway: (Dikene) ev yek dê pir seyr be. Bi vê boneyê dixwazim bêjim ku min pêşgotina pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” bi heman pirsê û bi xeyala vexwarina çayekê bi Ocalan re bû, bi dawî kir. Lê eger min dît, ez ê bi kelecaneke mezin hest bikim û bitirs pirsan jê bikim. Lê bi baweriya min, yek ji pirsên ku ez ê jê bikim, dê ev be; gelo ew ji bo tevgerê çi hest dike. Diyar e, ev mijareke bi girêk e. Sala 2015`an dema ku ez li Hamburg bûm, di roja yekê de em çûn maleke Kurdan. Tiştekî xweş bû. Lê wêneyê Ocalan ê li ser dîwarê malê, wekî rêberê sembolîk ku ev yek bi zelalî li dijî nêrînên wî ye. Dema ku hûn behsa sîstemeke ku civakbûnê bingeh digire bikin, hûn pîrozmendiyên sembolîk naxwazin. Pirsa min dê ev be: Gelo ew çawa vê yekê dibîne? Di têkiliya xwe ya bi tevgerê re, vê yekê çawa dibîne? Em an jî hûn, tu pîrozmendiyên sembolîk naxwazin. Mebesta min, ne paşguhkirina girîngiya wî û ramanên wî yên dewlemend e. Lewra, nakokî di navbera rêberekî li zindanê girtî û dûrî çavan û tevgera ku li ser bingehê rêxistinbûna civakê mezin dibe, heye. Tişta ku dixwazim bizanim gelo Ocalan dê vê yekê çawa binirxîne.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî