Bi zimanê erebî jî heye العربية
Di hilbijartinên şaredariyan yê ku di 31ê adara 2024an de li dar ketin ku dê li ser encamên wê bernameya hikûmeta desthilatdar û partiyên opozîsyonê li ser dirêjahiya çar salan bê avakirin û piştî ku AKP bi serokatiya Receb Teyyib Erdogan rastî “têkçûneke dîrokî” hat, Tirkiya derbasî qonaxeke nû ji dîroka xwe ya siyasî bû.
A normal ew e ku li her welatî tiştê bingehîn di hilbijartinên şaredariyan de (xwecihî) li bara dozên geşepêdan, xizmetguzarî û jiyanê ye, ew jî ji ber ku têkiliyeke bibawerî di navbera berbijêr û hilbijêr de heye. Lê çaxa ku kêferata hundirîn kûr û stûnî be di navbera aliyên siyasî û civakî de, amrazên siyasî yên xurt li van hilbijartinan zêde dibin. Tirkiya jî yek ji wan welatan e, lê qaseya karîgera siyasî tê de pir bilind e.
Hilbijartinên ku her pênc salan carekê li dar dikeve, piştî deh mehan ji hilbijartinên serokatî û parlementoyê hat lidarxistin, tê de bo cara sêyem Receb Teyyib Erdogan bi ser ket, ew jî bi rêjeyeke nizim ku nêzî 40% bû. Her wiha “Hevpeymana Komarî” ya ku ji partiya AKP, tevgera neteweperest û hin partiyên piçûk yên mîna “YRP”yê ya ku Fatih kurê serekê dîrokî yê tevgera îslamî Necimedîn Erbakan, serokatiya wê dike, di hilbijartinên parlementoyê de bi piranî bi ser ketin, lê hejmara parlementerên wan negiha ji 5an 3 ya ji ji 3yan 2, ku ev herdu rêje girîng in bo guhartina destûrê, çi bi rêya parlemntoyê çi jî bi rêya referandomê be. Li beramberî wê opozîsyon di cenga serokatî û parlemntoyê de bi bin ket.
Ji ber wê, hilbijartinên şaredariyan mîna ezmûna pêşên bû bo opozîsyonê di rûyê hevpeymana AKPyê de piştî ku “YRP”yê xwe jê vekişand.
A balkêş ew bû ku opozîsyon jihevketî derbasî hilbijartinan bû û her partiyek bi lîsteyên serbixwe beşdar bû bêyî ku xwe li hev bigirin, vê yekê tu hêvî neda opozîsyonê ku ew dê encamên erênî bi dest bixe. Lê belê hin axaftin derketin digotin ku pêkan e CHP “keleha xwe ya dîrokî” ji dest bide, ew jî şaredariya Ezmîrê ye.
Wek her carê, hilbijartinên şaredariyan, ne wekî hilbijartinên serokatî û parlementoyê bûn, ji ber ku desthilatê giranî dabû aliyê berbijêrên xwe li hemû deveran.
Her wiha hikûmetê hemû karînên dewletê xistibû bin xizmeta piştgiriya berbijêrên xwe, bi taybet li bajarê Stenbolê, ku li wê derê gelek wezîr nobetdar bûn, ji wan wezîrê karê derve Hakan Fîdan da ku gel dengê xwe bide berbijêrê AKPyê li Stenbolê, Murad Kurum. Her wiha belavkirina alikariyê civakî, her wiha alikariyê diravî tiştekî berbelav bû.
Lê destwerdana mezin ew bû ku serokê komarê bi xwe axêverê sereke bû li mihrecanên desthilatê li piraniya bajaran. Berbijêrên desthilatê (AKP û tevgera neteweperest) tenê bo rûyekî rûpoşk bûn, ew jî Receb Teyyib Erdogan e.
Desthilat bi hevpeymanekê ku ew tekane hevpeyman e di hilbijartinan de, beşdarî hilbijartinan bû, ew jî di navbera AKP û tevgera neteweperest de bû. Ew jî girseya “olî-neteweyî” li Tirkiyayê dide xuyakirin. Ew hevpeymaneke ku hişt Erdogan bi wê gelek zehmetiyan di hilbijartinên girîng de derbas bike, bêyî wê dê nikarîba ji 2014an de li ser desthilatê dom bikira, ne tenê wiha lê belê berî wê jî di sala 2007an de çaxa ku partiya Tevgera Neteweperest ji 3yan 2yê parlementoyê ji wan re peyda kir, da ku hlbijartina Ebdulah Gul wekî serok, berdest bibe.
Heger em bi hilbijartinên gulana 2023yan re hevrû bikin, em dikarin bibêjin ku hilbijartinên şaredariyan guncav bûn bo ku opozîsyon hin moralê xwe vegerîne ku di buhara borî de ji dest dabû. Her wiha ev hilbijartin wekî derfetekê bûn da ku serkeftina xwe ya di serokatî û parlementoyê de bi serkeftina xwe di şaredariyan de xurt bike.
Tevî ku hilbijartin li tevahiya Tirkiyayê girîng bûn, lê çav li ser du bajarên sereke bûn, ew jî Enqera û Stenbol bûn, ev herdu bajar ji sala 1994an de di destê AKPyê de bûn, ne tenê wiha, Stenbol bi xwe destpêka Erdogan bo ber bi siyaset, navûdengî û serokatiyê ve. Desthilatê di hilbijartinên sala 2019an de ev ev herdu bajar ji dest dan, wê çaxê suprîzeke mezin bû.
Tekez hestê têkçûnê bo Erdogan tehl bû, ji ber ku wî bi xwe digot ê ku desthilatê li Stenbolê bike desthilatê li Tirkiyayê dike. Binketina berbijêrê Erdogan di ber wî re neçû, wê çaxê Binelî Yildirim bû, ew wê çaxê berztirîn kesayet bû piştî Erdogan, ji ber wê, encamên hilbijartinan red kir û ji Komîteya Bilind a Hilbijartina xwest ku hilbijartinan vegerîne. Piştî wê bi du mehan di 24ê hezîrana 2019an de hilbijartin li Stenbolê hatin dubarekirin, encama wê dijwar bû, ku berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamuglu bilindûna dengan bi cudahiya 11 hezaran bo cara yekem hilda 800 hezarî di gera duyem de. Her wiha Mensur Yawaş serokatiya şaredariya Enqerayê bi dest xist û ji destê AKPyê derxist.
Tiştê ku hêvî dida Erdogan ku dê berbijêrê wî Murad Kurum, wezîrê jîngehê yê ber, bi ser bikeve, ew bû ku opozîsyon jihevketî beşdarî hilbijartinan dibe, her wiha li gor pirs û nêrînan encamêm herdu berbijêran Ekrem Îmamoglu û Murad Kurum nêzî hev bûn.
Bo Erdogan girîngiya Stenbolê ne tenê “hestyarî” bû, lê belê wekî zemîneke sereke bû bo kêferata siyasî li Tirkiyayê. Îmamoglu dê hevrikekî xurt ba bo Erdogan di hilbijartinên serokatî yên 14ê gulanê û paşê 28ê gulana 2023yan. Pirs û nêrînan şansekî serkeftinê dide Îmamoglu. Lê Erdogan fişar li dadgehê kir ku Komîteya Bilind di payîza 2022yan lêpirsînek li dij Îmamoglu vekir ew bi sûcê “heqaretkirina” komîteyê di sala 2019an de. Ji ber vê mijarê Îmamoglu xwe nekir berbijêr û rê da serokê partiyê Kemal Kiliçdaroglu. Encama wê ew bû ku Kiliçdaroglu bi bin ket.
Ji ber wê, cenga Stenbolê pir girîng bû, ku heger Îmamoglu bi ser bikeve dê berbijêrê herî xurt be ji niha de da ku rikberiya berbijêrê AKPyê di hilbijartinên 2028an de bike, her wiha dê şansê serkeftina wî pir mezin be. Lê heger bi bin bikeve dê moralê Erdogan bilind bibe û di destpêkê de wê bibîne ku hêz li gel wî heye da ku destûrê biguhêre, an di parlementoyê de an jî bi rêya referandomeke gelêrî ji bo ku rê bide serokê niha (ango ew bi xwe) ku xwe bo cara sêyem bike namzed (ew cara çarem e ji sala 2014an ve).
Ango hilbijartinên Stenbolê di bingehê xwe de “cenga serokatiya komarê” ye bo sala 2028an. Di vê xalê de hilbijartin bi dawî bûn û Îmamoglu bi rêjeyeke pir bilind a nêzî 52% li beramberî 40% bo Murad Kurum bi cudahiya derdora milyon dengî, bi ser ket. Bi vê yekê Îmamoglu li serkeftina xwe ya sala 2019an zêde kir û rê neda Erdogan ku bajar careke din bi dest bixe.
Lê li paytexê, li Enqerayê, bibinketina Erdogan mezintir bû ku Mensûr Yavaş bi rêjeya 60% bi ser ket li beramber rikberê xwe Turgut Altîn bi rêjeya 31%, ango 2 milyan deng li beramber milyonekê. Heger serkeftin pêşbînkirî be jê, lê ev qase cudahî nepêşbînkirî bû.
Tiştê ku Erdogan hêvî dikir ew bû Ezmîrê ji destê CHPyê “bidize”, bi taybet piştî cengeke mezin ku berbijêrê AKPyê Hemze Dag tê re derbas bû. Lê Cemîl Tugay, berbijêrê CHPyê, ne tenê bi ser ket, lê belê cudahî mezin bû ku gihaşt asta 11 xalan bi rêjeya 49% li beramberî 37% ku cudahî derdora 300 hezar dengan bû.
A cihêwaz di kêferata di navbera AKP (pê re tevgera neteweperest) û CHPyê de ew bû CHPyê bo cara yekem ji sala 1977an de yek ji mezintirîn bajarên karsazî ango, Bursa, ji destê AKPyê derxist, ew jî bi cudahiya derdora 8 xalan.
Her wiha berbijêrên CHPyê li bajarên mezin yên mîna Adana, Antalya, Mêrsîn, Îskîşehîr û 10 bajarên din ji eslê 30 bajarî bi ser ket, 11 ji wan AKP lê bi ser ket û 3 jî DEM partî (ya kurdan) bi ser ket, ew jî Amed, Mêrdîn û Wan û yek YRP lê bi ser ket ew jî Şanlîorfa bû. Lê şaredariyên mezin ên ne “gewre” tên dîtin 51 in, 20 ji wan CHP lê bi ser ket, 13 ji wan AKP lê bi ser ket, 8 ji wan tevgera neteweperest lê bi ser ket, 7 ji wan DEM lê bi ser ket, yek ji wan YRP lê bi ser ket ew jî Yozgat e, yeke din ji wan IYI Partî lêl bi ser ket ew jî Nevşehîr e û yeke din ji wan Partiya Yekîtî ya Mezin BBP lê bi ser ket ew jî Sêwas e.
Tiştê ku di hilbijartinan de balkêş e ew e ku CHPyê bo cara yekem ji sala 1977an ve asta yekem derket ku bi rêjeya 37.74 li beramberî AKPyê ya xwediya rêjeya 35.49 bû, ango 17.345 milyon li beramber 16.313 milyonî, ev yek dê moralekî baş bide partiyê da ku tevgera xwe ya siyasî zexim bike.
Bêguman partiya YRPyê ya bi serokatiya Fatih Arbikan suprîza hilbijartinan bû ku rêjeya 6.19 bi dest xist û bi vê rêjeyê di lîsteyê de bû partiya sêyem û şaredariyeke mezin ji destê AKPyê derxist, ew jî Orfa ye. Her wiha şaredariya Yozgartê jî bi dest xist. Tevî ku dîroka siyasî ya vê partiyê kurt e jî lê ew di hilbijartinên serokatî û parlementoyê de belî bû, ku hevpeymana AKPyê bû û ew yek ji sedemên serkeftina Erdogan bû, her wiha 5 kursî di parlementoyê de bi dest xist, ji wan 3 li Stenbolê, ji wan Fatih Arbikan, ê çaran li Koçaalî û yê pêncam li Konyayê.
Di rastiyê de Erdogan bo hevpeymana bi Arbikan re xebitî, lê Arbikan pareke mezintir ji şaredariyan li ser wî merc kir, her wiha ji desthilatê xwest ku helwesta xwe ya li bara bazirganiya bi Îsraîlê re biguhere. Dibe ku bi vê yekê Arbikan dengên îslamî yên li dij helwesta Erdogan a li bara Xezayê ber bi xwe ve anîbe, bi vê yekê ew bû kesê ku aliyên oldar xwe lê digirin, ne partiya Seadetê.
Em dikarin bibêjin ku aliyên olî-neteweperest ya ku AKP nûnertiya wê dike derdora 41% ji dengan bi dest xist û partiyê opozîsyonê derdora 59% ji dengan bi dest xistin.
Pêwîst e ev guhartin çêbibe:
1- Tevgera opozîsyon ji nû ve bê vejandin da ku ji nû ve bo “cenga mezin” ya di sala 2028an de xwe birêxistin bike, dibe ku berî 2028an jî li dar bikeve heger ku rewşê fişar kir da ku hilbijartinn zû yên serokatî û parlementoyê li dar bikevin.
2- dibe ku ev encama mezin rê li ber Erdogan bigire ku ji nû ve xwe bike nemzed.
3- Ev encam dê guhartinên mezin li ser zemîna AKPyê ferz bike, da ku zexmeke nû bo partiyê peyda bike, ew jî heger pêkan be, ji ber ku Erdrogan partî bi kesayeta xwe ve girêdaye û tiştê herî ku dibîne ew e ku rê nede rikberekî nû rê re di hundirê partiyê de.
4- Yek ji sedemên qelsbûna hêza AKPyê ew e ku rewşa aborî bi paş ketiye û nirxê lîreya tirkî ji deh mehan ve derdora 60% ji nirxê xwe ji dest daye, vê yekê hişt ku beşek mezin ji xelkê û bi taybet kesên karbes ên ku herî zirar dîtine, li dij siyasetên Erdogan yên birçîkirinê, dengê xwe bidin. Ev encam dê guhartineke tekez li ser tîma ku dosyaya aborî bi rê ve dibe ferz bike, di serî de wezîrê darayî Mihemed Şîşmek.
5- Beşek ji dengên ku Erdogan ew ji dest dan ên hin aliyên oldar bûn ku li dij helwesta Erdogan in ku tenê wekî temaşevan e li bara şerê Xezayê û komkujiyên Îsraîlê li wê derê. Ji ber wê, tê texmîkirin ku Erdogan dê helwesta xwe li bara şerê Xezayê û komkujiyên ku li wir rû didin, biguhêre. Ev yek jî ji hêla Amerîkayê ve, dê serêşê ji Erdogan re çêke.
Bi her halî nexşeya siyasî li Tirkiyayê dê li pêş guhartineke cidî û tevgereke cuda be, pêwîst e ku opozîsyon ji niha ve kar bikin da ku desthilatê dorpêç bikin û li bara xistina wê di yekemîn hilbijartinên bê de, kar bikin. Her wiha ji opozîsyonê tê xwestin ku li bara peymaneke civakî ya nû kar bikin tê de garantiya wekhevî û edaletê bikin bo hemû kesan, di serî de çareserkirina pirsa kurdî bi awayekî dadwer û derxistina welat ji bêserûberiya desthilata niha li derveyî Tirkiyayê, bi taybet li bakurê Afrîkayê, Sûriya û Iraqê, her wiha destwerdana di karûbarên hudirîn ên dewletên din de.