Hevgirtina kurd-ereban.. bingeha aramiyê ye di aloziya herêmî de

Nivîskar: Şoreş Xanî

 Koalîsyona kurdî-erebî di nava HSDyê de hebûnî û demokrat e

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Di çarçoveya şerên bi xwîn ên li Rojhilata Navîn û nexasim Sûriyayê, HSD wekî aktorekî sereke li ser qada siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye. Li gel eşîrên ereban, HSD bingeha sereke ya aramiya herêmê ye ku bi awayekî domdar rastî gefên ji aliyê rêxistinên tundraw û hewldanên destwerdanên herêmî, tê. Ev koalîsyona xwebexş di navbera kurd û ereban de li kêleka pêkhateyên din, ne tenê wekî koalîsyoneke tektîkî ji bo rûbirûna astengiyên heyî ye, lê belê ew dînamîkên civakî û siyasî ya kûr e, ku armanc dike ji nû ve rewşa atmosfêra siyasî û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê xêz bike, di nav de jî nivîsandina peymaneke civakî ya nû.

Di destpêkirina nivîsandina peymana civakî de, ev yek encama pêşketinên siyasî li herêmê ye û armanc dike ku beşdariya nûnertiya hemû pêkhateyan di rêvebirina karûbarê xwe de, misoger bike. Bi rêya vê projeya xweşbîn, HSD ne tenê wekî hêzeke parastinê derdikeve holê, lê belê wekî beşek ji hevgirtina civakî ya berfireh, hewl dide aloziyên civakî û neteweyî bi peymaneke civakî derbas bike ku hemû nasnameyan di nava xwe de, bigire.

Ev koalîsyon nimûneyek e ku mirov dikare bi “koalîsyoneke hebûnê” bi nav bike, ku hemû pêkhateyên xwecihî dizanin ku berdewamkirina hebûn û berjewendiyên wan, girdayî hevkarî û piştgiriya li beramberî metirsiyên hevbeş in.

HSD ku wekî hêzeke xweparastinê ye ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê diparêze, dikarîbû ku qebîleyên ereban derbasî çarçoveya xwe ya leşkerî û parastina projeya gelan û pêkhateyan li ser asta siyasî, bike. Ev jî hişt ku şiyanên wê yên rûbirûna gefan xurtir bibin, nexasim rûbirûna rêxistina DAIŞê. Ev yekbûn, guhartineke civakî ya girîng nîşan dide, ku qebîla ya ku bi awayekî kevneşop wekî saziyeke civakî dihat dîtin, xwe dît ku ew tev li projeyeke siyasî ya berfirehtir e ku xizmeta seqemgîriya deverê dike. Bi nêrîneke sosyolojî mirov dikare vê guhartinê şirove bike ku çawa bingehê qebîleyê di pêvajoyên rûxîna siyasî de dibe hevkar di projeyên rêveberî de da ku berjewendiyên xwe biparêze û desthilata xwe di sîstema siyasî ya nû de berfireh bike.

Di vê çarçoveyê de, mirov dikare hevkariya di navbera kurd û ereban de, di çarçoveya HSDyê de cureyekî ji hevalbendiyeke  xwebexş e ku li ser esasê “têkiliyên dualî ye”, ku garantiya berjewendiyên hevbeş yên hemû aliyan, dike. Ev koalîsyon ne tenê pêwîstiyeke ewlekarî ye, lê belê destekdayîna hevgirtina civakî û avakirina bingeha sazîbûnê ye ku hemû pêkhateyên cur bi cur, dikarin mafên xwe bibêjin û beşdarbûna xwe di rêvebirina karûbarê herêmê de, misoger bikin.

Ji aliyê din ve, kaosa herêmî ya ku berdewam dike, zemîneke bi bereket dide rêxistinên terorîst ku derkevin holê û nakokiyên herêmî bi kar bînin. DAIŞ, ku deverên xwe yên sereke ji dest dane, digere ku torên xwe ji nû ve ava bike li deverên ku valahiya ewlekarî an aloziyên xwecihî dijîn. Li vir rola HSDyê di parastina bi rêya xweparastinê de, ku rê nade rêxistinên tundrew ji nû ve xwe li herêmên rizgarkirî ava bikin, radixe pêş çavan. Ji vî alî ve têgeha “ewlehiya kolektîf” derdikeve holê ku parastina herêmê dibe karekî hevpar di navbera hemû pêkhateyan de.

Li kêleka van gefan, Îran jî destwerdan dike û hewl dide ku bi dînamîkên qebîleyê bilîze, bi rêya bernameyên mezhebî û leşkerkirina endamên eşîran di milîsên xwecihî de. Ev yek jî gefekê din li ser hevsengiya qebîleyî û civakî li herêmê, çêdike.

Li ser asta herêmî jî, destwerdanên Tirkiyayê di Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de, mînakeke eşkere ye li ser gefên Tirkiyayê ku rûbirûyê vê koalîsyona hebûnî tê . Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyayê, ku armanc dike guhartinên demografîk û cografîk ên yekser pêk bîne, gefan li aramiya xwecihî çêdike. Tevî ku HSD heta astekê li hemberî van gefan sekinî, lê rawestandina van destwerdanan pêwîstî bi destekdayîneke navdewletî û herêmî ya mezintir dike, da ku şerekî nû li herêmê çênebe. Ev destwerdanên Tirkiyayê,  ne tenê hewl dide ku axê dagîr bike, lê belê  armanc dike ku bingeha hevalbendiya kurd û ereban xerab bike û xalên qelsiyê yên qebîleyan keysbaz bike da ku parçebûnekê li deverê çêke.

Ji aliyekî din ve jî, rejîma Sûriyayê bi domdarî red dike ku itîrafê bi daxwazên rewa yê pêkhateyên xwecihî bike, çi kurd çi jî ereb, di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya giştî de. Rejîma Sûriyayê, bi israr e ku rêveberiya aloziyê bi rêbazê berê bike û guhartinên civakî û siyasî yên kûr yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di berçavan re derbas neke. Ev yek jî rewşê xerabtir dike û dihêle ku çareserî dûr be.

Di dawiyê de, mirov dikare bibêje ku hevalbendiya di navbera HSD û eşîrên ereban de, nimûneyeke nû ya pevrejiyana siyasî û civakî li Sûriyayê ye.  Di demekê de ku hêzên derve, wekî Tirkiya û Îranê hewldanên bikaranîna aloziya herêmî dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin, koalîsyona hebûnî ya di navbera pêkhateyên deverê de dimîne ew hêza ku kaosê red dike. Ev hevkariya di navbera kurd û ereban de guhartineke cwherî di dînamîkên desthilatê de dide xuyakirin, her wiha avakirina sîstemeke siyasî ya seqemgîr ku karibe li beranber rikberiyan raweste, pêkan dike.