Herêma Kurdistanê di bin çakûçê Dadgeha Federal a Bilind de

By Şoreş Derwîş

Bi zimanê erebî jî heye العربية

Biryarên dawî yên Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê yên têkildarî hilbijartinên parlamentoyê li Herêma Kurdistanê, kêmkirina hejmara kursiyên parlamentoyê, dabeşkirina daîreyên hilbijartinan û biryarên taybet  ên mûçeyên karmendan, arîşeyeke din li ser arîşeyên berê yên derbarê sînor  û desthilata dadgehê, zêde kir. Di demekê de ku biryarên berê yên dadgehê, serxwebûna siyas û petrolê/darayî ya Herêma Kurdistanê binpê kir, li gorî çavdêran kurdan biryarên dawî yên dadgehê, êdî tê de armacên siyasî jî hene.

Navê dadgeha federal û rola wê wekî aliyekî biryardayînê di sala 2010an de beriz bû, dema ku di hevrikiya navbera serokwezîrê berê Nûrî Malikî û Îyad Elawî de, destek da Nûrî Malikî. Tevî ku bloka hilbijartinê ya Îyad Elawî di pêşbaziya parlamentoyê dengên herî zêde bi dest xistin, lê dadgehê maf da hevalbendiya Malikî ku di demên bi dûv de bû sedem ku bibe serokwezîr. Ev meyla dadgehê, di aliyê qanûnî de destpêka tawanbarkirina dadgehê û destpêka gumana  bi serbixwebûna dadgehê, ku ev dadgeh Hevpeymana Navdewletî piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên sala 2003yan, ava kir. Lewra, mirov dikare bêje ku ev dadgeh ji armancên ji bo wê hatiye avakirin dûr ket, ji ber ku ev dadgeh li ser esasê aliyekî dadwerî ya bilind ku erka wê di aliyê destûrî yê qanûnê de biryar bide, her wiha çareserkirina nakokiyên qanûnî di navbera navend û parêzgehan û Bexdadê û Herêma Kurdistanê de û erêkirina encamên hillbijartinên parlamentoyê bû.

Îro dadgeha federal  rastî rêzerexneyan tê, dibe ku ya herî giring ji wan ku jî bi qanûna ku sînorê karbidestiyên wê diyar dike û cewherê karê wê li gorî madeya 92yan a destûrê sala 2005an, pabend nebû. Lewra, karûxebatên wê heta niha li gorî qanûna hejmara 30î ya heman sale tê meşandin, ji bilî li gorî aliyên ku li dij hin biryarên dadgehê de dibêjin, di avakirina dadgehê de gumanên mezhebî hene û li gorî hevsengiyên siyasî tevger dike. Her wiha, karbidestiyên dadgehê di mijarên taybet bi Herêma Kurdistanê, rastî renxeyên kurdan tê ku kurd dibêjin dadgeh piştgiriyê dide Bexdadê û karbidestiyên desûrî yên ji herêma kurdan hatiye dayîn, binpê dike.

Dadgeha Federal û “refenedûma serxwebûnê”

Dibe mezintirîn rûbirûna di navbera Bexdad û Hewlêrê de, piştî ragihandina encamên referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25ê îlona 2017an de bû. Bi aloziya di navbera Bexdad û Hewlêrê de û encamên wê yekê jî rûbirûna çekdarî di navbera Pêşmerge û Heşd El-Şeibî û artêşa Iraqê de û destwerdanên Îran û Tirkiyayê yên xurt ku destek dane hikûmeta Heyder Ibadî, êdî dadgeh kete tevgerê û di 20ê mijdara 2017an de biryara xwe ya nedestûrîbûna referandûma ku Herêma Kurdistanê çêkir û  îbtalkirina encamên dengdayînê, da. Ev yek bû sedem ku careke din derî li pêşiya rolên biryardayînê   yên dadgeha federal were vekirin û asta nakokiya karbidestiyên destûrê yên ku ji Herêm Kurdistanê hatine dayîn bi destûrê Iraqê re. Ji wê demê ve pevçûna jidestderxistina karbidestiyan dest pê kir, ku Bexdadê ji nûv re desthilatî li benderên esmanî û dergehên sînorî kir, her wiha destwerdan di dozên girêdayî hilbijartinên hundir ên Herêma Kurdistanê kir, wekî ku niha çêdibe.

Bi biryarên Dadgeha Federal ên wê demê, dest bi pêvajoya “şerê kaxezan”, an jî pêvajoya destewerdana qanûnî hate kirine, di navbera Bexdada ku xwe dispêre Dadgeha Federal ku biryarên dide û Herêma Kurdistanê ku nakokiyên siyasî û destwerdana herêmî yên dijwar dest bi parçebûna wê kiriye. Di heman demê de, Herêma Kurdistanê jî nikarîbû yekbûna xwe ya siyasî/parlamento li Bexdadê bi xwe jî, ava bike.

 

Îbtalkirina “Serxwebûna petrolê”

“Serxwebûna petrolê” ya Herêma Kurdistanê, kete qada pêşbaziya siyasî di navbera Bexdad û Hewlêrê de. Di vê çarçoveyê de, di sibata 2022yan de, Dadgeha Federal a bilind biryara xwe da ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya berhemên petrol ên ji zeviyên petrolê li Herêma Kurdistanê radest bike û neçar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê rê bide wezareta petrolê ya Iraqê û dîwana çavdêriya darayî ya federal hemû peymanên petrolê yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên têkildarî hinartin û firotina petrol û gazê, lêvegere. Tevî bihaneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên destûrî û nîrîna wê ya ji biryarên dadgehê cuda û redkirina biryara Dadgeha Federalî ji aliyê dadweriya Herêma Kurdistanê ve, ev yek zirar da qerebûkirina li ser esasê peymana Herêma Kurdistanê ku ji berhmena rojane ya zêdetirî 400 hezar bermîlên petrolê wê rojane 250 hezar bermîlên petrolê bi rêya Wezareta Petrolê, bide hikûmeta navendî. Beramberî vê yekê jî, wê Hikumeta Herêma Kurdistanê para xwe ji budceya federal bistîne, ku wê ji bo dayîna mûçeyên karmendan û şervanên Pêşmerge, were bikaranîn.

Piştî ku odeya bazirganî ya navdewletî di doza biryardayînê de biryar li dij Enqereyê derxist, bi awayekî balkêş Tirkiyayê piştgirî da Bexdadê, tevî ku Bexdadê Tirkiya renxe kir ji ber ku erê kir petrola xam a ji Herêma Kurdistanê parûzn bike û Tirkiyayê jî ku rojane 450 hezar bermîlên petrolê ku ji Herêma Kurdistanê bi rêya xetên di navbera herdu dewletan de dibir, di adara 2023yan de herikîna petrolê rawestandin.

Her wiha, biryarên Dadgeha Federal ku helwesta hikûmeta Bexdadê xurt kir, şiyanên darayî yên Herêma Kurdistanê kêm kir û di encamê de, serxwebûna darayî û petrolê ya Herêma Kurdistanê îbtal kir. Di heman demê de, nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, rêya hêsan bo Bexdadê peyda kir da ku Bexdad destwedanê di dozên herêmê de bike ku dê meseleyên petrol û referandomê derbas bike û bigihêje asta nerewadîtina desthilata herêmê. Her wiha  bilndbpna asta daxwaziyên hundirîn li Herêma Kurdistanê bo çarekirina belavkirina mûçeyan, bi taybet li Silêmaniyê, paşê kêmkirina karbidestiyên Hewlêrê. Ev yek dide xuyakirin ku krîzeke xwecihî heye ku êdî Dadgeha Federal tê bûye aliyê biryardariyê ji derveyî herêmê.

 Dadgeha federal karbidestiyên xwe di hundirê Herêma Kurdistanê de berfireh kirin

Dadgeha Federal a Bilind êdî careke din rewşa navxweyî ya li Herêm Kurdistanê şopand. Di vê çarçoveyê de, di gulana 2023yan de, biryara nedestûriya dirêjkirina karûxebatên Parlamentoya Kurdistanê heta saleke din, derxist piştî ku parlamentoyê di sala 2022yan de xwe bi xwe nû kir. Her wiha, dadgehê ragihand ku hemû biryarên parlamentoyê piştî wê demê “ne rewa ne”. Ev yek jî bû sedem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî hişyarî da ku “Rewabûna Herêma Kurdistanê êdî ber têkçûnê ye”, her wiha Barzanî da zanîn ku divê di demeke pir nêz de hilbijartin werin lidarxistin. Ev yek hat wê wateyê ku Barzanî li ser biryarê erê kir û li gor nêrîna wî ew biryar di cihê xwe de bû, lê xuya dike ku tevgera siyasî/partî ya kurdistanî ya hundir bersiva pirsa rewabûnê nedan, pirsa ku bo kesê iraqî bûye cihê pirsê.

Ji aliyekî din ve jî biryara Dadgeha Federal ku di sibata borî derket ku tê de biryar da qanûna hilbijartinan li Herêma Kurdistanê were guhartin, nexasim biryara wê ya kêmkirina hejmara kursiyan di parlamentoyê de ku hejmar ji 111an bixin 100, rastî  rexneyên hemû partiyên kurdistanî hat. Nexasim partiyên ku nûnertiya kêmneteweyan dike wekî turkmen û aşûrî, ji ber 11 kursiyên ku bi biryara dadgehê daketin, ji para kêmeteweyan bû û dibe ku ev yek bandorê li rastiya nûnertiya wan kêmneteweyan bike û ev yek jî wê pirsgirêkên navxweyî derxe, eger ku partiyên kurdistanî yên mezin zû neketin tevgerê derbarê kêmneteweyan û kota guncav nedan wan. Lê eger ku mirov di aliyê mentiqî de lê binêre, dibe ku yê ji kêmkirina kursiyan sûd werbigire YNK be, ji ber ku didît kota berê di berjewendiyên PDKyê de ye, her wiha kursiyên kêmneteweyan jî taybet girêdayî parêzgehên Hewlêr û Dihokê bûn ku wekî navenda PDKyê tê zanîn. Lewra, windabûna van kursiyan, dibe ku bikeve berjewendiyê hevrikan, nexasim aliyên ku hewl didin hevsengiya partîtî û herêmîtî di hundirê parlamentoyê de pêk bînin. Tevî ku biryara Dadgeha Federal partiyên kurdistanî dabeşî du aliyan dike sûdgirtin û zirardîtin, lê dibe  ku ji mentiqê biryarê bê têgihaştin ku biryareke tengav be bo aliyên neteweyî yên kurdî û bo dîmenê nûneryî yê kêmneteweyan şaş be. Ji ber ku tu bihaneyeke destûrî tuneye ku hejmara kursiyan kêm bike û bi rêgezên lîstoka parlamentoyê bilîze, ku partiyên kurdistanî û nûnerên kêmneteweyan li ser li hev kirine.

Di heman demê de, Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan (a Iraqê) dibe ku bikeve cihê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê. Her wiha Herêma Kurdistanê jî herî kêm dabeşî gelek daîreyan bike ku herî kêm 4 herêmên hilbijartinan werin avakirin, ev yek jî dibe ku di parlamentoya siberojê de herêmên ku berê ji nûnertiya adil bêpar mabûn, cihê xwe di parlamentoyê de bigirin û roleke mezintir ji partiyên hevrikên PDKyê re were dayîn.

Beramberî vê yekê jî, dibe ku biryara Dadgeha Federal a rêkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê yekser ji karmendan re bê ku ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re were şandin, ji bo karmendan teşwîqek bibe ku ji ber qutbûn an jî derengxistina mûçeyên xwe, êşê dikişînin. Tevî ku çîna karmendan piştgirî dane vê însyatîfê, lê di cewherê xwe de karbidestiyên Herêma Kurdistanê kêm dike. Ev yek jî dibe ku bihêle hikûmeta Herêma Kurdistanê mentiqê raspêriyê yê ku ferz dike red bike û hîna zêdetir kaxezên ku di demên borî di destê Herêma Kurdistanê de bûn, bikevin destê Bexdadê.

Bandor

Rast e ku kêliya piştî referandûmê îlham da Bexdad û hikûmeta Bexdadê ku li peyî biryarên Dadgeha Federal biçin, lê lawazbûna lihevkirina kurdistanî û nakokiyên partîtî û nelihevkirina li ser avakirina eniyeke kurdistanî li Bexdad û Herêma Kurdistanê, hêz da Bexdadê ji nakokiyên kurdistanî zêde bike û dengê komên navxweyî yên bêzar bûne, zêde bibe.

Kêmkirina karbidestiyên Herêma Kurdistanê hêdî hêdî, bi nêzikbûna dema hilbijartinan ku tê payîn di hizêrana bê de were lidarxistin, divê ku çîna siyasî bigihêje asteke herî bilind a lihevkirinê ku di bin sîwana xweçomandinên ji herdu aliyan de ye da ku bigihêjin lihevanîna helwestê bi awayekî ku destwerdana dewletên cîran û Bexdadê di karûbarê Herêma Kurdistanê ya navxweyî kêm bike. Dibe ku ya herî girîng di vê demê de, rawestandina tundiya destwerdana Dadgeha Federal ku bûye çakûçê Bexdadê yê herî baş ji bo xêzkirina hebûna kurdan a nîv-serbixwe, tevî ku hin alî ji van destwerdanan sûd werdigirin. A destpêkê divê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi awayekî navxweyî werin çareserkirin, ne ku biryarê bixin destê Dadgeha Federal a ku dibe ku berdana biryarê di destê wê de bi awayekî berdewam bihêle ku karbidestiyên di destê Herêma Kurdistanê de mene jî, ji dest bên dan.