Harris û Trump.. Tu soz di hilbijartinan de ji bo vekişandina ji Sûriya û Iraqê nehatine dayîn
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Dema ku serokê Amerîkayê Joe Biden hate ser desthilatdariyê, diyar dibû ku wê vekişandinên mezin pêk bîne, piştî ku herî dawî leşkerên xwe ji Efganistanê di sala 2021ê de vekişand, her wiha piştî wê bi demeke kurt hebûna hêza xwe li Iraqê guhart û tenê wekî hêzeke şêwirmend hişt. Tevî vê yekê jî, Biden gelek hêzên amerîkayî li Iraq û Sûriyayê hiştin, ku hejmara wan rêveberiya beriya wî Trump diyar kiribû ku li Iraqê 2500 leşker û li Sûriyayê jî 900 leşker hiştin. Li kêleka van leşkeran jî, hejmareke ne diyar a karbesan jî li Sûriya û Iraqê hiştin. Di demeke kurt ya mayîna wî li ser desthildariyê de, diyar e ku Biden dê ji Sûriya û Iraqê venekişe û hewl dide vê meseleya sratejî bike mêrate bo kesê li dûv xwe çi Kamala Harris be çi jî Trump be, tevî ku ev mijar bûye yek ji pirsên ku heta niha tu kesî ji herduyan bersiva wê nedaye di rikberiya serokatiyê de.
Balkêş e ku heta van kêliyan jî, behsa mijara vekişandina ji Sûriya û Iraqê nehatiye kirin, an jî wekî sozek hilbijartinê di hemleyên Harris û Trump de nebûye rojev. Ev jî nîşan dide ku ev biryara vekişandinê, girêdayî pêşketina rewşa li Rojhilata Navîn e.
Pirsa vekişandinê girêdayî şiyanên dengên îzolasyonîzma li Washingtonê ye, ji bo sînodarkirina siyaseta “şerên bêdawî” ku rêveberiyên Obama û Trump her kesî li gorî rêbaz û nêrînên xwe, dixwastin xwe jê xelas bikin. Lê metoda îzolasyonîzmê, gelek ji ronahiya xwe winda kir, bi nêrînên ku derketin û dibêjin li cîhanê “Şerê Sar ê Duyem” di navbera Çîn û Amerîkayê de heye, lewra divê Amerîka û hevalbendên xwe bi erkên xwe rabin û berjewendiyên xwe bi hişyarî di ber çavan re derbas bikin. Di gotara berfireh di kovara “Foreign Affairs”ê de şêwirmenda ewlekariya neteweyî û wezîra karê derve ya Amerîkayê ya berê Condoleezza Rice metirsiyên îzolasyonîzma eşkere dibe û dibêje ku eger dîrok xwe dubare neke, lê nêzî hev e di vê çarçoveyê de “hêzên paşverû” bi hêzê serweriyê li ser axê dikin û sîstema navdewletî tê rûxandin. Lê şiba herî balkêş û metirsîdar, ew e ku Amerîkaya îro wekî di serdemên borî de, berê xwe dide îzolasyonîzmê”. Ev nêrîna tarî ya Rice beriya hilbijartinên serokatiyê, metirsiyên ber bi siyasetên îzolasyonîzmê eşkere dike, ku hewl dide bala xwe zêdetir bide hundir, di demekê de ku metirsiya rastî ya ku gefê li amerêkayiyayn dixwe di cewherê xwe de derveyî ye. Li gor nêrîna “abokalîbsî” hişyriya dawîya cîhanê dide, wezîra derve ya berê çar siwarên dîtina Yûhena ya ku di beşê şeşem yê Sefera Nêrîna Yûhena de hat ku siwarên kêferat, şer, biçîbûn û mirinê ne, bi çar siwarên nûjen guhart ku cîhanê ber bi dawiya wê ve dibin ew jî “gelêrî, meyla neteweyî, îzolasyonîzm û proteksiyonîsm e”. Bi vê wateyê, Rice dibîne ku îzolasyonîzm a ku wekî siyaseteke xwedîcîh û xwedîalîgir li Amerîkayê tê dîtin, ew diyarî ye bo Putin û Şî Cîn Pîng “piştî ku Ukranyayê têk bibin û berê xwe bidin dagîrkeriyeke din”, ango jinûveavakirina sîstemeke navdewletî ya nû li gorî berjewendiyên wan.
Bi her halî, îzolasyonîzm û pêkanîna vekişandinê, dihêle ku Îran careke din vejîn bibe li gorî ku Rice dibêje: “Îran wê derketina Amerîkayê ji Rojhilata Navîn pîroz bike û bi rêya dagîrkeriya derve bi rêya wekîlên xwe, wê destekê bide rejîma xwe ya ne rewa. Her wiha, wê Hemas û Hizbulah gelek şeran pêk bînin û hêviyên ku dewletên kendava erebî têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normalîze bikin, wê têk biçin”. Ev axaftin îro zêdetir ji ber tiştên ku çêbûye û piştî 7ê cotmehê tê fêmkirin, ji ber ku êdî Sûriya û Iraq di siyaseta derve ya Amerîkayê de, ne aliyekî pûç in, lê belê ev herdu welat di vê demê de, di nava dilê organîzekirina rewşa li Rojhilata Navîn de ne. Di heman demê de, wekî beşek ji erka şopandina rêbazên Îranê û çekdarên girêdayî wê, êdî ji Washingtonê tê xwestin ku nîqaşên derbarê vekişandinê taloq bike, tevî ku eniya şerê Îsraîlê bi tevgera Hemas an jî Hizbulahê, sar bibe. Her wiha, ne tenê tê xwestin ku giranî bide keştiyên şer, lê belê divê destekê bide baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li ser erdê jî.
Her çiqas ku dîplomasiya keştiyên şer nehişt ku şerên mezin an jî şerên berfireh pêk werin, ku Tilebîbê dixwest çêbibin û Tehranê û Washington jî ev şerên mezin nedixwest. Lê belê, ev rêbaza tund a dîplomasiyê, têrê nake ku armancên Îranê û pêşketina hêza wê ya leşkerî û destekdayîna vekirî ji çekdarên xwe re, sînodar bike. Li ser vî esasî jî, girîngiya parastina hebûna xwe ya bejahî di dirêjahiya damara jiyanê li Iraq û Sûriyayê, derdikeve holê.
Rayedarên leşkerî û hikumetê yên Iraqê bi coş in ku bihêlin Washington operasyona “Ezim El-Selib” bi dawî bike. Dibe ku ev coş ji ber pêşketina bûyeran ji dema 7 cotmehê ve kêm bûye, lê daxwazên Bexdadê di roja piştî rawestandina şer li Xezayê, wê zêde bibin. Ji aliyekî din ve jî, soza bidawîkirina karê hêzên Hevpeymana Navdewletî di 2 salan de, derfetê dide texmînên ku wê Îran valahiya ku wê Amerîkayê çêbike, dagire. Ji ber ku formula anîna tirkan ji aliyê serokwezîrê hikûmeta Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Washington qani nake, ji ber dibîne di dawiyê de wê Tehran zêdetir berfireh bibe da ku serweriyê Iraqê bike û bi awayekî bêhtir bikeve hûrahiya Sûriyayê. Di heman demê de jî, metirsiyên vegera rêxistina DAIŞê da ku karên terorî li Iraq û Sûriyayê bike, yek ji mijarên herî pêşîn e tevî ku di dema dawî de, hêzên navdewletî û Amerîkayê girîngiyê nadin vê dosyayê. Her wiha, heger Washington hevalbendên xwe yên li ser erdê ji dest bide, dê bibe xisareke mezin ku êdî veger jê re namîne heger careke din dever vegere terorê.
Eger Harris hate ser desthildariyê, dibe ku metoda Biden ya danûstandina bi isyana Rojhilata Navîn re dewam bike û nehêle ku ev dosya bibe mijareke ne girîng, bi hevrûkirina bi dosyayên şerê li Ukranyayê û şopandina çalakiyên Çînê. Lê eger ku Trump hate ser desthildariyê jî, dibe ku dev ji siyaseta xwe ya vekişandina tund ji Sûriyayê berde ku li ser esasê razîkirina Tirkiyayê bû. Ji ber ku vê carê hilbijartin wê di navbera berjewendiyên Îsraîl û Tirkiyayê de be, ne di navbera kurdan û Tirkiyayê de be, ne wekî hilbijartina biryara serokatiyê ya di kanûna 2018an de be ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyayê be.
Bi çavekî nû û awarte, eger ku Harris an jî Trump bi ser ketin, wê Rojhilata Navîn nebe herêmeke îdeal ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên îzolasyonîzmê yên Amerîkayê û pêkanîna siyaseta vekişandina dawî. Ji ber ku di mêzênê de, 3 mijarên bibandor hene: Xurtkirina ewlekariya Îsraîlê bi rengekî ku Washington bibe hevkarê biryargirtina şer li dij Îranê, ji ber ku eger Amerîka ne li herêmê be, wê Tilebîb bi tena serê xwe biryara şer bide û ev yek jî tê wateya ferizkirina rewşeke heyî li ser Washingtonê. Mijara duyem a vekişandinê, dibe ku derfeta normalîzkirina Kendavê bi Îsraîlê re dereng bixe, ev yek jî ji armancên Washingtonê ye ku hewl dide pêk bîne ku di demeke nêz de berhemên xwe bibîne û bi awayekî ku karibe dîwarekî ji Rojhilata Navîn ava bike da ku pê li beramber Îranê raweste û xwe ji rikberiya Çîn û Rûsyayê re vala bike. Dibe ku mijara sêyem jî ya kêm girîng be, lê heta niha jî ji bo Washington pirsgirêkeke ewlekarî ye. Ji ber ku li gorî raporan derfet heye ku rêxistina DAIŞê bi hêz bibe û dest bi pêkanîna êrîşên tolhildanê bike û herêmê bixe nava aloziyeke nû. Li kêleka wê jî, bi hezaran girtiyên rêxistina DAIŞê di zindanên Rêveberiya Xweser de hene û derdora 50 hezar ji endamên malbatên wan di kampa Holê de hene, ku ev yek jî pirsgirêkeke ewlekarî ye divê ku Hevpeymana Navdewletî şopandina Bakurrojhilatê Sûriyayê bike.
Gotara ku di malpera “Thr Conversation”ê bi sernavê “Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyayê metirsiyên wê yên mezin hene, lê xwevekişandin jî heman metirsyên wê hene” de hat nivîsndin, mijar bi hevokeke vekirî ya xwedî gelek ihtîmal puxte kir, ku mijara vekişandinê “wekî sembolekê bo rikberiyên berfirehtir tê dîtin ku dê siyaseta derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn rastî wan bê. Biryara vekişandinê an jî mayînê biryareke stratejî ye dê bandorê li deverê bike”. Dibe ku tiştê ku di vê puxteyê de li bara Sûriyayê hat gotin, li ser Iraqê jî tê gotin.