“Gurên bi tenê” li Ewropayê: Stratejiyeke êrîşan ya nû ya DAIŞê ye

Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi zimanê erebî jî heye العربية  

Lêkolîner Guido Steinberg di malpera Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Ewlekariyê ya Almanyayê analîzek derbarê diyardeya “Gurên bi tenê” li Ewropayê belav kir. Ev têgeh jî (Gurên bi tenê) ji bo cîhadîstên ku plan û kiryarên teqandinê û kuştinê li bajarên Ewropayê bi awayekî giştî dikin bi awayekî tek, dûrî peywendî û wergirtina perspektîf û agahiyan ji rêxistina dayîk li Rohilata Navîn, tê gotin. Steinberg bal kişand li ser pêşketin û belavbûna vê diyardeyê piştî derbeyên li dij rêxistinên cîhadîst, nexasim rêxistina “El-Qaîdayê” li Efgnistanê û herêmên din ên li Rojhilata Navîn. Steinberg eşkere kir ku pêvajoya berê (ji destpêka salên 2002yan heta 2012an), rêxistinên cîhadîst bi perwerdekirina endamên xwe ku çawa kiryarên terorîst li Ewropayê pêk bînin dihate naskirin û piştre ji Efganistan û Pakistanê rêdikirin, da ku van êrîşan pêk bînin.

Lê pêvajoya duyem, ji sala 2014an heta 2017an rêxistina DAIŞê pêşengtiya wê dikir ku komên cîhadîst ji parzemîna Ewropayê rêdikirin, da ku kiryarên teqandin, kuştin û armanckirina berjewendiyên Ewropayê pêk bîne. Di heman demê de jî, rêxistina DAIŞê bang li alîgirên xwe dikir ku kiryarên terorîst bi awayekî tekane û însyatîfên xwe, pêk bînin. Lê ji sala 2017an ve, operasyonên mezin kêm bûn û êdî diyardeyeke nû ava dibû, ew jî dîyardeya “Gurên bi tenê”  bû, ku cîhadîstên veşartî û nediketin ber çeperên îstixbaratê û beşek mezin ji wan bi însyatîfên xwe bûne cîhadîst, her wiha bê ku bi rêxistinên cîhadîst ên li Rojhilata Navîn re peywendiyê çêbikin an jî serdana navendên wan li wir bikin, operasyonên teqandin û kuştinê li Ewropayê dikin. Lê ev diyarde ji sala 2020î ve xerabtir bû, ku gelek operasyonên terorîst ji aliyê kesên ku bûne cîhadîstên tundraw bê ku werin perwerdekirin li Fransa, Almanya û Awusturyayê hatin kirin û navê wan û yê hemû vê diyardeyê bû “Gurên bi tenê”. 

Cîhadîstên nû

Êdî nîşaneyên ev diyardeya “Gurên bi tenê” ji sala 2020î ve bi awayekî balkêş eşkere bû. Ev yek jî bi şopandina gelek êrîş û sûcên kuştinê ku cîhadîstan bi awayekî tekane pêk anîn bê ku ji aliyê rêxistinên cîhadîst  ve ku bi wan bandor rêxistina bandor bûn werin erkdarkirin, hate dîtin. Lêkolîner di analîza xwe de, bal kişand ser operasyonên kujerê sûriyayî Ebdulah .A.H di 6ê cotmeha 2020î de li bajarê Dresdenê yê Almanyayê ku kesekî gay bi kêrê kuşt û yekî din birîndar kir. Her wiha çeçenê Ebdullah Ansorov di 16ê cotmeha 2020î de mamosteyek fransî yê bi navê Samuel Paty li paytexta Fransayê Parîsê kuşt. Di heman demê de jî, tunisîyê bi navê Îbrahîm .E , ku ev çend hefte bûn hatibû Fransayê, di êrîşa li ser dêrekê li bajarê Nice li Fransayê di 29ê cotmeha 2020î de, 3 kes kuştin. Her wiha, welatiyê bi eslê xwe Makedonî di 3ê mijdara 2020î de,  gule li 4 kesan barand li paytexta Awusturayê dema ku hewl dida êrîşî kombûnekê li dêrê bike.

Ev êrîşên li pey hev di nava çend hefteyan de çêbûn ku aliyê kesên ku bûne cîhadîst bi awayekî tekane, êdî nîşaneyên diyardeya “Gurên bi tenê” derketin holê, ku ev diyarde jî hêja ye ku li ser were lêkolînkirin û şopandin derbarê sedem û armanca ku kesên normal bibin cîhadîstên tundraw çi ye û ev kes jî piştre plana operasyonên tekane çêbikin, da ku kesên ku bi tawana êrîşa li ser sembolên îslamî dikin bikujin, an jî êrîşî dêran bikin, an jî bi awayekî bê serûber sivîlan bikujin. Di 16ê cotmeha 2023yan de, cîhadîstekî tunisî du welatiyên siwêdî li Brukselê kuştin, ji ber hikûmeta Siwêdê destûr da ku quran were şewitandin. Ji aliyekî din ve jî, “Gurên bi tenê” şahiyên mezin jî armanc dikin wekî şahî û mîhrecanên stranan, da ku biteqînin û hejmareke mezin a xelkê bikujin, wekî êrîşa li cîhadîstê Makedonî niyet dikir li dij şahiya stranbêj Taylor Swift li Viyenayê di tebaxa 2024an de pêk bîne û hewldana welatiyekî ji eslê xwe çeçenî û welatiyê bi eslê xwe Bosnayê ku êrîşekê li dij mîhrecana li Viyenayê di 17ê hizêrana 2023yan de, pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema pêla penaberiyê ji sala 2015an ve, beşek mezin ji “Gurên bi tenê” ew penaberên nû yên ku ji Sûriya, Efganistan û Bakurê Afrîkayê hatine, ne ji nifşê duyem an jî sêyem ên penaberên ku li Ewropayê hatine dunyayê. Di vê çarçoveyê de, Almanyayê ji sala 2015an ve rastî kiryarên terorîstî hatin, piraniya wan jî bi rêya êrîşên bi kêrê bûn, ku ji aliyê penaberên nû ve ku piraniya wan ji Sûriya û Efganistanê tên pêk hatin. Lê berovajî Almanyayê, kiryarên terorîst ên ku li welatên wekî Fransayê û Belçîka çêdibûn jî, ji aliyê cîhadîstên ku li wan welatan hatine dunyayê çêdibûn, ku piraniya wan jî eslê wan ereb in ji Bakurê Afrîkayê ne.

Lêkolîner gelek bûyeran rêz dike, wekî filistîniyê bi navê Ebdullrehman. E yê ku ji Sûriyayê hatiye, di mijdara 2021ê de di trêna bi lez a ku ber bi bajarê Nurnberge ve diçû bi kêrê êrîşî sê kesan kir û ew jî birîndar kirin. Her wiha, sûriyayiyê bi navê Meen.D di nîsana 2023yan de sivîlek li bajarê Duisburgê bi kêrê birîndar kir û piştre kete nava eywana werzîşê û 4 kesên din jî birîndar kirin. Di dawiya gulana 2024an de jî, welatiyê efganî Silêman. E, kêr li rojnamevanê almanî Michael Storz Berger xist, ji ber ku Storz rexne li îslamê dikir  û piştre jî polîsê ku hewl da rê li pêşiya wî bigire, ew jî rastî êrîşa bi kêrê hat. Di tebaxa 2024an de jî, welatiyê sûriyayî yê bi navê Îsa.E. H , li bajarê  Solingene êrîşî şahiyekê kir û 8 kes birîndar kirin. Di heman demê de jî, welatiyê bosnayî, Îmrah Îbrahîmovîç êrîşî konsolosxaneya Îsraîlê li bajarê Munchene di îlona2024an de kir û di encamê de ew hate kuştin. Piştre jî diyar bû ku peywendî di navbera wî û “DAIŞê” de hebû.

Stratejiya “El-Qaîda” û “DAIŞê” ya nû

Rêxistina El-Qaîdayê piştî ku Amerîkayê li dij wê ragihand, gelek şaxên xwe li tevahiya cîhanê ava kir û rê da wan ku bi awayekî serbixwe, tevbigerin. Ji ber vê yekê jî, şaxê rêxistina El-Qaîdayê li Iraqê di sala 2004an de hate avakirin û sala 2003an de jî şaxê xwe li Girava Ereban hate avakirin, her wiha Ii Cezaîr û Malî jî sala 2007an û li Yemenê jî sala 2009an, ava kir. Rêxistina El-Qaîdayê ji aliyê Amerîkayê ve rastî derbeyên xurt hat û hişt ku rêxistina El-Qaîda nikaribe tevbigere û xwe komî hev bike li deverên ku wekî hêlîna xwe didît li efganistan û Pakistanê. Her wiha, gelek rêveberên wê jî di navbera salên 2009 û 2012an de, hatin tasfîyekirin û herî dawî jî rêveberê wan ê giştî Eymen El-Zewahirî di sala 2022yan de, hate kuştin.

Bi awayekî giştî ji sala 2005an ve, rêxistina El-Qaîdayê nikare êrîşên mezin pêk bîne. El-Zewahirî jî di hezîrana 2011an de ji şopînerên xwe xwest ku kiryarên tekane pêk bînin, bê ku peywendiyê bi rêxistina El-Qaîdayê re çêkin. Ji bilî Sûriyayê ku tê de Cebhet El-Nusra sala 2013an hate avakirin û di navbera salên 2013-2015an de endamên rêxistina El-Qaîdayê ya dayîk li cîhanê li derdora xwe kom kirin, rêxistina El-Qaîdayê nikarîbû ku tu şaxên wê serwerî li ser erdîngariyekê bikin û herêma wê bixe bin destê xwe. Li Sûriyayê jî tevî ku Amerîkayê dikarîbû ku hejmareke mezin ji rêveber û kadroyên Cebhet El-Nusrayê bikuje, lê şaxê El-Qaîdayê li Sûriyayê (Cebhet El-Nusra) dikarîbû ku xwe bi cih bike û sala 2017an bi zanebûn navê xwe guhart û bû Heyet Tehrîr El-Şam, her wiha şerê xwe tenê li Sûriyayê sînodar kir û heta niha bajarê Idlibê û herêmên derdora wê, di bin serweriya wê de ye. Heta niha istixbaratan tu carî nedîtiye ku Cebhet El-Nusrayê û hevalbenda wê rêxistina Huras El-Dîn bang li alîgirên xwe li Ewropayê kirine ku êrîşan pêk bînin.

Lê rêxistina DAIŞê, ji sala 2016an ve êdî dest bi parçebûna wê bû, piştî ku ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve rastî derbeyan hat. Rêxistina DAIŞê ku di sala 2014an de “Dewleta Xîlafê” ragihand, di sala 2017an û piştre jî, li Sûriya û Iraqê rastî derbeyên mezin hat. Di vê çarçoveyê de, Amerîka û hevalbendên wê li Sûriya û Iraqê dikarîbû ku bi dehezaran endamên DAIŞê bikujin ji nava wan jî rêveberên mezin ên wekî rêveberê giştî Ebû Bekir El-Bexdadî sala 2019an. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî, di zindanê de derdora 9 hezar endamên DAIŞê hene, ji wan 2 hezar biyan in. Rêxistina DAIŞê hewl dide ku van endamên xwe yên di zindanê de rizgar bike, lê hemû hewldanên wê têk çûn ji ber serweriya hêzên kurdan bi hevkariya Amerîkayê li ser zindanan. Wekî “El-Qaîda”yê, rêxistina “DAIŞê” jî bi zanebûn şaxên xwe li derdora cîhanê ava kirin û bi wekalet operasyonên leşkerî û karê berfirehbûnê û avakirina mîrnişînên îslamî dikin, bi taybet li Afrîkayê.

Zehmetiya berdewamiyê û têkçûna operasyonan

Tê têbînîkirin ku karîna “DAIŞ”ê ya plankirina operasyonên terorî li Ewropayê qels bûye. Êdî xwe dispêre operasyonên “Gurên bi tenê” û alavên ragihandin û propogandayê li ser înternêtê, ku mebest jê bandorê li ciwanên misliman bike, bi taybet koçberê nû û wan gur bike da ku êrîşan pêk bînin bi plankirineke kesayetî bêyî ku rêxistin wan erkdar bike.

Gerînengeyê istixbaratî yên almanî yên taybet dibêjin ku hatina koçberan bi hejmareke mezin ji ciwanan, ji deverên şer piştî sala 2015an, ji dewletê re karê ewlehî giran kir. Her wiha aliyên ewlehî yên peywendîdar bi istixbaratên biyan re axivîn da ku agahiyan ji wan bi dest bixin ji pisporiya wan a derbarê şerê li dij terorê, da ku şaneyên razayî û “gurên bi tenê” kifş bikin berî ku êrîşan pêk bînin.

Istixbaratên ewropayî kêmbûna agahiyan û nepisporî li gel wan heye li bara diyardeya “gurên bi tenê”. Bi vê yekê pir pêwîstiya wê bi istixbaratên navdewletî heye, her wiha pêwîstiya wê bi lêkolînên ewlehî, aborî û civakî heye yên li bara jîngeha ku ciwanên tund ji wan çêdibe. Her wiha pêwîstiya wê bi alavên têkbirina rêbazê rêklam û proogandayê yê DAIŞê heye ku bi rêya wan xwe digihîne ciwanên misliman li Ewropayê. Tevî ku istixbaratên fransî û brîtanî gelek serkeftin pêk anîn û karîbûn gelek operasyonan têk bibin û şaneyên cîhadîst kifş bikin ku xwe amade dikirin êrîşan pêk bînin, lê istixbaratên almanî hê jî negihaye asta ku tê xwestin da ku vê diyardeyê dorpêç bike.

Bi giştî, dema di navbera 2014 û 2017an de asta qelsiya istixbaratên ewropayî di şopandina DAIŞê de xuya kir. Heger ne ji alîkariya Amerîakyê be di vî warî de û dana agahiyan bo ewropayiyan, dê rewşa ewlehî pir xerabtir ba, ji ber kaosa ku çêbû piştî pêla koçberiyê ya ji sala 2015an ve û biryara vekirina sînor li pêşber hejmareke mezin ji ciwanên ku ji deverên şer û pevçûnan tên, ji Sûriya Efganistan û Bakurê Afrîkayê.