Guhartineke bingehîn… gelo Washington li cihgiriyê li Rojhilata Navîn an jî li guhartina wê digere?

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi erebî 

Rojhilata Navîn di navbera metirsî û derfetên nêzîkbûnê de ye îhtîmal heye pêk werin, ku ev yek dema ku Trump beriya 8 salan bû serok ev metirsî û derfet tune bûn. Gefa herî metirsîdar li gorî Amerîkayê, ku Îran bibe xwedî çekên nuklerî û bi awayekî çalak beşdarî hevalbendiya bi Çîn û Rûsyayê re bibe. Lê derfeta herî baş jî, bi têkçûna Hizbelah û Hemasê û êrîşa li dij Îranê ji aliyê Îsrîlê ve çêbû, herwiha rûxandina rêjîma Beşar El-Esed di Sûriyayê de.

Akademîsyenê amerîkayî Elliott Abrams ku di gelek rêveberiyên Amerîkayê de li ser dosyayên Rojhilata Navîn dixebitî, ev derfet û metirsî di gotareke dirêj de di kovara “Foreign Affairs”ê de bi sernavê “Guhartina bingehîn di Rojhilata Navîn de”, aniye ziman.

Abrams dibêje ku di Rojhilata Navîn de ev demeke dirêj e atmosfêreke wiha ji bo berjewendiyên Amerîkayê çênebûye. Beriya sal û nîvekê, dikarîbû bihate gotin ku siyaseta derve ya Îranê bi awayekî balkêş serkeftî ye. Di vê çarçoveyê de, bernameya wê ya nuklerî pêşketineke mayînde di afirandina yûranyumê de, bi dest dixist. Di sala 2024an de jî, êdî dikarîbû ku gelek bombeyan çêbike. Herwiha, Washington jî cezayên xwe bi awayekî hişk li ser Îranê feriz nedikir û Çîn jî derdora ji sedî 90 ji petrola Îranê dikirî, ev yek jî hişt ku rewşa darayî ya rejîma Îranê bi awayekî mezin baş bibe. Di heman demê de, têkiliyên siyasî û leşkerî bi Çîn û Rûsyayê re xurtir dibû, di vê çarçoveyê de Îranê parastina xwe di Encûmena Ewlekarîya Navdewletî de garantî bi dest xistibû û bi rêya rêkirina çekan ji bo Mosko, pere û minetî bi dest dixistin. Ji aliyekî din ve jî, “xeleka ji agir” a ku Îranê bi rêya wekîl û hevalbendên xwe çêkirin: Hizbelah li Lubnan, Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê li Xeza, milîsên şîî li Iraq û Sûriyayê û Husî li Yemenê, diyar dibû ku pirsgirêkek e ku Îsraîl nikare çareser bike.

Lê ji wê demê ve, Îsraîlê ev rewş bi tevahî guhart û dikarîbû ku “heft eniyan” ên ku êrîş ji 7ê cotmehê ve li dij wê dikirin, bide alî.

Li gorî Abrams, Trump dikare ji vê rewşê sûd werbigire, lê tenê eger ku rêveberiya wî amade ye dev ji armanca xwe ya kevnşeop a Washingtonê di Rojhilata Navîn de berde ew jî “aramî” ye û li şûna wê fişarê bike ji bo guhartinên bingehîn ji bo xurtkirina ewlekariya Amerîka û hevalbendên wê.

Di 20 salên dawî de, tiştên ku çêkerên siyasetê yên amerîkî ji bo “aramî”yê digotin, tê wateya ku Xeza bi tevahî di bin kontrola Tevgera Hemasê de be. Herwiha Hizbelah jî serwerî li ser Lubnanê dikir, Îranê jî bernameya xwe ya nuklerî pêş dixist. Mirov dikare bibêje ku navlêkirina herî bi wate ji bo bê rewşê “jihevxwazrin”, ku serweriya Amerîka ku hêdî hêdî paş de diçû û Washington êdî bi awayekî kêmtir dikare parastina hevalbendên xwe bike. Lê niha, derfeteke Amerîkayê heye ji bo rawestandina vê paşdeçûyînê û wê bi “xurtkirinê” biguhêre, ango xurtkirina berjewendiyên xwe û hevalbendên xwe û qelskirina dijberên xwe bi awayekî kêrhatî. Di encamê de dê gefên li ser deverê kêm bibin û hêza hevalbendiyên Amerîkayê li deverê xurt bibin.

 

Xefika Tehranê

Herwiha, Abrams got ku astengiya sereke li pêşiya derkfetina Rojhilateke Navîn ya aramtir, ew e ku Îran hewl dide çekên nuklerî bi dest bixe. Trump bi awayekî eşkere got ku Amerîka nahêle ku Îran di vê çarçoveyê de bi ser bikeve. Temenê murşidê bilind ê Îranê niha 85 sal e. Dema ku di 4 salên bê de dihizire, dê rastî şîretan bê ku bihêle bilez bombeyeke atomî bi dest bixe, ji ber ku ew tekane rê ye ya ku bihêle rêjîma wî berdewam bike piştî mirina wî. Lê Trump da xuyakirin ku ev gav dê bibe mezintirîn gef li rêjîma îranî, ji ber ku dê bibe sedema vederiyeke navdewletî li ser Îranê, dibe ku êrîşeke amerîkayî jî heger pêwîstî pê hebe. Ji bo ku ev gef bê bawerkirin bêhtir ji yên salên borî, pêwîst e Washington eşkere plana vê êrîşê bike û xwe jê re amade bike û bi Îsraîlê re rahênanan pêk bîne.

Lê sînorek ji texmînên Turmp ji Erebistana Siûdî û dewletên erebî yên din heye. Heta niha ne zelal e ku Erebistana Siûdî wê bibe beşekî temam ji Peymanên Îbraham ku Trump di serdema xwe ya yekem de navbeyankariya vê dike, ku di encamê de têkilî di navbera hin dewletên ereban û Îsraîlê de, normalîze bû.

Dema ku axaftin li doza Filistînê tê kirin, wê gelekî zehmet be ew valatiya di navbera tiştên ku Erebistana Siûdî dixwazin û tiştên ku siyasetmedarên Îsraîlê pêşkêş bikin, were dagirtin. Lê qezenca rasteqîn, ku Erebistana Siûdî hewl dide bi normalîzekirina bi Îsraîlê bi dest bixe, ne girêdayî doza Filistînê ye. Tiştê ku Riyad ji vê yekê gelekî mezintir e, ew jî peymanên parastinê bi Amerîkayê re, ji bo xurtkirina ewlekarkiya Erebistana Siûdî bi awayekî rasteqîn.

Ji ber ku peymana Îsraîl û Erebistana Siûdî ne tenê bandorê li Rojhilata Navîn dike, lê belê bandorê li ser têkiliyên Îsraîlê bi cîhana îslamî bi tevahî re dike, divê rêveberiya Trump nas bike ku heta çi astê ew dikare vê rêyê bigihîne serî. Divê Washington bi endamên herdu partiyên di congressê de kar bike, ji bo naskirina kîjan rengên ji peymanên parastina Amerîka û Erebistana Siûdî dibe ku bi ser bikeve, ji bo bidesxistina erêkirinê.

Lê derbarê Sûriyayê de, Abrams dibêje ku hîna zû ye rengê hikûmeta piştî têkçûna rejîma El-Esed were naskirin, lê diyar e ku armanca Amerîkayê li Sûriyayê divê destekdayîna hikûmeta rewa ya li ser esasê erêkirina gel be, ku sînorekî ji destwerdana Sûriyayê di Lubnanê de çêbike û hewl bide bi cîranên xwe re, di nav de Îsraîlê, aşitî pêk bîne. Divê destekdayîna Amerîkayê ji çi hikûmeta Sûriyayê ya nû re, divê li ser piratîka wê be, ne li ser esasê xîtabên serok Ehmed El-Şeri an jî cilên wî yên modern. Gelo, wê Sûriya hebûna Rûsyayê di herdu baregehên xwe yên sereke di Sûriyayê de bi dawî bike an jî kêm bike? Wê çawa hikûmeta El-Şeri bi pêkhateyên Sûriyayê re bide û bistîne, nexasim kurd û HSD ku Amerîka heta demeke dirêj destek dida wan? Divê metoda Trump li ser esasê bersivdayîna van pirsan be.

Abrams lê zêde dike ku ji ehmeqtî ye Trump hêzên Amerîkayê ku hejmara wan derdora 2000 leşkerî ye ji Sûriyayê, vekişîne. Hebûna Amerîkayê li Sûriyayê gelekî girîng e, ji bo şerê li dij rêxistina DAIŞê û mayîna bi dehhezaran endamên DAIŞê di girtîgehan de. Abrams îşaret pê dike ku divê siyaseta Amerîkayê ya li ser esasê destekdayîna hevkariya bi HSDyê re berdewam bike, heta ku rewûa wan bê zelalkirin, çi wekî hêzeke serbixwe bin an jî hêzeke xweparastinê di nava artêşa Sûriyayê de û garantiya siberoja wî û ewlehiya wê bike.

Di dawiyê de, Abrams dibêje ku divê Amerîka ji hebûna xwe ya leşkerî li herêmê gavan bi paş de navêje, lê belê divê Trump hemû derfetên stratejî keysbaz bike yên ku tevgerên îsraîlî çêkirin. Bi vê yekê ew piştî çar salan dikare Rojhilateke Navîn li paş xwe bihêle ku tê de hevalên Washingtonê ji herdemê xurttir in û dijminên wê ji her demê qelstir in.