“Girtina rê li ber bihaneyan” û hilbijartinên şaredariyê yên Rêveberiya Xweser
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Desteya Bilind a Hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dema hilbijartinên şaredariyê bi paş xist ku gerek bû di 11ê vê hezîranê de pêk bihata. Gelek sedemên vê derengxistinê hene, a herî girîng ji wan ew e ku Rêveberiya Xweser dixwaze rê li ber bihaneyên hikûmeta Tirkiyayê bigire ya ku gef xwarin û got ku heger hilbijartin pêk werin ew dê êrîşî deverên Rêveberiya Xweser bike. Ev yek jî bihaneyên pêkanîna şerekî nû bi dawî nake.
Di nav de, partî û girseyên siyasî gotin ku seba derengxistinê ew e ku wan xwe amade nekirine û dema wan teng e. Ev jî sedemeke girîng e ne kêmî gefên derveyî ye. Di dawiya meha borî de, serokê MHPyê ya hevalbendê serokê Tirkiyayê Receb Teyyip Erdogan, Dewlet Bahçelî banga hevalbendiya bi hikûmeta Şamê re kir da ku Rêveberiya Xweser têk bibin. Mebesta wî jê ew bû ku artêşa xwe û komikên girêdayî wê li tenişta hêzên rêjîmê bixe şerekî li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, lê rêjîma Sûriyayê li beramberî xwîngermiya Bahçelî yê ku wê bi “berjewendiyê hevbeş” dixwest bikişîne aliyê xwe ve, aramî nîşan da. Mîna wî jî, serokê Tirkiyayê careke din sozên şer dan û bi heman şêwazî wezîrê wî yê parastinê Yeşar Guler jî bi tundî hizira pêkanîna hilbijartinan red kir, tevî ku Enqera dizane ku ew bêyî erêkirina Rûsya û Amerîkayê nikarî tu şerî çêke.
Tevî ku rewşa niha ya Washingtonê rê nadê ku danûstandineke bi ked bi tirkan re bike, lê helwesta Wezareta Derve ya Amerîkayê li bara hilbijartinên şaredariyê, wekî pînekirinekê bû, ku tenê bi “rewşa niha” ve girê da di çarçoveya biryara 2254an de li bara “veguhastina demokratîk”. Ji vê yekê hat têgihaştin ku Amerîka dixwaze şerê Tirkiyayê dûrî deverên Rêveberiya Xweser bibe. Daxuyaniya Amerîkayê bêhtirî xwe şîret bû ne redkirin bû, ev şîret jî ji hêla Rêveberiya Xweser ve hat têgihaştin û bi lez hilbijartin dereng xistin, ku ew jî dişibiya şîreta Amerîkayê ya sala 2019an ku xwest HSDyê dûrî sînorê Tirkiyayê bixe, da ku şerekî vekirî bi Tirkiyayê re rû nede li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Nexwe beşek ji têkiliyên “HSD” û Amerîkayê ew e ku çi êrîşên Tirkiyayê hebûn, pûç bikin, di çi demê de be û bihaneyên wê çibin.
Alavên ragihandinê yên girêdayî hikûmeta Tirkiyayê dubare dikin ku fişarên Tirkiyayê (gef) hişt ku hilbijartin bi paş bikevin. Ev xwedîtin, pêkan e ku zirarê bigihîne dever û niştecihên Rêveberiya Xweser û bikaranîna vê bûyerê bû berjewendiyên hikûmeta Tirkiyayê tiştekî normal e. Lê belê ev yekî tê wê wateyê jî ku Tirkiyayê rê li ber welatekî ku tu teşeyê hilbijartinên lê tuneye girt ku hilbijartinan pêk neyên û veguhastina demokratîk lê neyê pêkanîn. Ev yek me ber bi nêrîneke xeyalî ve dibe ku heger Tirkiya cîraneke xwemxwe ba li bara tiştê ku li başûrê sînorê wê çêdibe û destwerdan di guhartina demografî li deverên sînorî û siberoja Sûriyayê de nekiriba, dê wê bi xwe serperiştiya pêkanîna hilbijartinan li deverên di bin dagîrkeriya xwe de kiriba. Lê belê Tirkiyaya ku dijî hilbijartinan e pişta xwe bi alîgirên xwe yên sûriyayî xurt kir ku helwestên dijî hilbijartinan destnîşan kirin ji wan daxuyaniyên rêxistina Ixwan El-Mislimîn, Encumana Îslamî ya Sûriyayî, Îtîlaf û milîsên çekdar.
Yek ji bihaneyên Tirkiya û opozîsyona sûriyayî ya girêdayî wê ew e ku hilbijartin vekirina rê ye li ber cudabûna kurdan, tevî ku rûbera ku Rêveberiya Xweser serdestiyê lê dike deverên kurdî derbas dike û gihaştiye deverin ku tu kurd lê tunene. Her wiha beşê mezin ê ku ji mafê wan e hilbijêrin ereb in. Bi her halî, tu derfet li pêş Rêveberiya Xweser an jî nûnerên wê tuneye ku di alavên ragihandinê de tawana cudabûnê ji ser xwe rakin, ew jî bi rêya mentiqekî hêsan an jî xuyakirina tiştên ku her kes dizane ku hilbijartinên şaredariyê ne li Sûriya û ne jî li tu welatekî din nayê wateya ragihandina cudabûnê, tevî ku desthilata navendî lê ne hazir be jî.
Her wiha bikaranîna biryara navneteweyî ya 2254an a li bara veguhastin demokratîk wekî bihane, ne tersî pêkanîna hilbijartinên xwecihî ye, hilbijartinn ku dê kevirê destpêkê yê çawaniya rêvebirina niştecihan ji deverên xwe re deyne, ku dê niştecih desteyên xwe hilbijêrin da ku bi vî karî rabin berdêla kesên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine erkdarkirin. Ango: Ji hilbijartinan dihat hêvîkirin ku dever bigihêje asteke bilind ji rêvebirinê û tevlîkirna niştecihan di desthilatê de, ku civaka navdewletî bo vê yekê qaseyên mezin ji pereyan lê xerc kiriye bi rê rêxistinên civaka sivîl ên xwecihî.
Dihat pêşbînîkirin ku dê hilbijartin Tirkiyayê bi sebên girêdayî ewlehiya neteweyî ya ku digihêje deverên hebûna kurdan ya çîna serdest, gur bike. Lê bigihêje asta pêkanîna êrîşekê anî şerekî li dij deverên Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna hilbijartinên xwecihî? Ev yek ne di hesaban de bû li gorî xwezaya van hilbijartinan û bandora wê ya xwecihî û mebesta wê ya xizmetguzarî. Cihê tinaziyê ye ku çewisandina kurdan ji hêla hundir û derve ve bigihêje sindoqên bijartinê. Piştî ku hilbijartinên şaredariyê yên Tirkiyayê yên vê dawîyê bêkêriya “demokrasiya” Tirkiyayê û karîna hikûmeta wê a sextekirin û jikarxistina serokên şaredariyan kifş kir, serokên şaredariyan ên ku hatine hilbijartin û erkdarkirina qeyûman li şopa wan, êdî bidûketina sindoqên hilbijartinan li dervayî Tirkiyayê bûye erkekî nû yê hikûmeta Tirkiyayê.