Gelo serdema îslamîstên tirk bi dawî dibe?

By Mihemed Seyid Risas

Bi zimanê erebî jî heye العربية

Derbeya 28ê sibata 1997an de ya ku leşkerên sekular ên tirkan li dij hikûmeta serokwezîrê îslamî Necimedîn Arbekan pêk anî, nikarîbû belavbûna îslamî di jiyana siyasî ya Tirkiyayê de rawestîne, tevî bergiriyên ku piştre hatin girtin wekî qedexekirina Partiya El-Refah û rêveberê wê Necimedîn Arbekan ku xebatên siyasî bike. Şagirtên Arbekan ên wekî Erdogan û Ebdulah Gul dema ku AKPyê di tebaxa 2001an de ava kirin û sala 2002yan de beşdarî hilbijartinên parlementoyê bûn û piraniya kursiyan bi dest xistin, di rewşa destpêkirina belavbûna siyasî ya îslamî ya tirkî de bûn û ev yek jî hîşt ku ev partî heta sala 2023yan de di piraniya hilbijartinên parlemento û xwecihî (an jî asta yekê di nava partiyên hevirk de bi dest bixe) bi ser bikeve û namzetê wê Erdogan di gelek hilbijartinên serokatiyê de bi ser bikeve.  Di heman demê de, di her referandomên ku pêşkêş kirine de, piraniya dengan bi dest dixistin.

Di 31ê adara 2024an de, ev hemû tişt bi dawî bû, dema ku CHPyê di hilbijartinên xwecihî de li 81 wîlayetan asta yekê bi dest xist, di nava wan de jî 35 şaredariyên bajarên mezin û 21 hezar encûmenên şaredariyan û 1282 encûmanên herêmî yên wîlayetan. AKPyê jî asta duyem bi destxistina 35,49 % ji dengan bi dest xist. Lê CHPyê 37,74 % ji dengan bi dest xist. Her wiha, Erdogan ji sedî 7 ji dengên xwe yên di sala 2019an de bi dest xistin, winda kirin, beramberî wê jî CHPyê ji sedî 8 ji dengên nû bi dest xistin. Di heman demê de, partiya oposîzyonê CHPyê şaredariyên Enqera, Stenbol û Îzmîrê di destê xwe de parastin û şaredariyên nû yên ku berê di destê partiya Erdogan de bû jî bi dest xistin wekî Bursa, Kutahya, Manîsa, Adiyaman, Amasya û Denizliyê, ku 30 bajarên mezin 14 şaredarî bi dest xistin û ji 81 paytextên wîlayetan 35 şaredarî bi dest xistin.

Di erdgîngariya Tirkiyayê de, partiya Erdogan êdî tu wîlayet li Deryaya Spî tune ne ku serwerî ser bike ji bilî Hatayê (Lîwa Îskenderon) û ne jî li Deryaya Ege û Marmarayê û ne jî wîlayetekê li herêma Trakyayê (beşê ewropayî yê Tirkiyayê). Lê belê partiya Erdogan piraniya wîlayetên Deryaya Reş ji bilî  Sinop, Zonguldak û Artvin, dîsa xistin bin serweriya xwe. Her wiha, partiya Erdogan serweriya xwe ya kevneşopî li herêma Anadolyayê li her çar wîlayetan Meletî – Qeyserî – Aksaray – Konyayê  û li başûrê van herçar wîlayetan li Mereş, Dîlok û Kilîsê û li bakur û bakurê rojhilatê wê jî li Sêwas û Erziromê û piraniya beşê Asya yê li Stenbolê, parast. Mirov dikare ji van nîşaneyên fêm bike ku hêza siyasî ji hev ketiye, wekî rewşa partiya CHP li beramberî Partiya Demokratîk a bi rêveberiya Ednan Mindiris ji dema hilbijartinên sala 1950î û piştre jî hilbijartinên parlamentoyê 1954 û 1957an, ku derketina Mindirs ê ku îslamîzm bi lîberalîzma aborî û yên girêdayî NATOyê hemû anîn gel hev û ev yek jî nîşaneya jihevketina hêza partiya Ataturk bû.

Her wiha, derbeya 1960î ku efserên piçûk ên sekular ên ataturkî pêk anîn ku di encamê de Mindirês hate bidarvekirin, di belavbûna meyla sekularî ya ataturkî ya nû wekî rewşa di navbera salên 1923-1950î nebû alîkar. Tevî ku CHPyê her dem di asta yekem di hilbijartinên bi partiya Edaletê bi serokatiya Silêman Demirel di salên 60 û 70yî, bi dest xist. Hilbijartinên herî dawî ku CHPyê asta yekem bi dest xist hilbijartinên parlementoyê ya sala 1977an bû. Ji ber ku desthilatdariya leşkerî ya ataturkîyan ji pişt perdeya partiya sivîl ji sala 1963yan ve bi rê ve dibir, wê berfirehbûneke siyasî ya nû ji sekulariya ataturkî re nîşan nedida, lê belê hêza tanka ji hêla Amerîkayê piştgirîkirî nîşan dide, di rewşekê de ku Tirkiya tê de beşekî sereke bû ji stratejiya NATOyê bo di rûyê Sovyetê de raweste di dema Şerê Sar de. Vê yek jî hişt ku Washington çavên xwe ji derbekarên leşkerî yên ku li Enqerayê di sala 1971ê û 1980yî ji bo rûbirûna belavbûna çepgirî derbe pêk anîn, bigire. Ev yek jî dide diyarkirin ku êdî Washington xwe nasipêre bloka leşkerî ya tirkî bi pêvajoya piştî hilweşandina Sovyetê û Tirkiyayê erka xwe ya NATOyê ya li dij Moskoyê, winda kir. Di heman demê de, derketina Erdogan bi hevdemî hizira amerîkayî ku piştî êrîşên 11ê îlonê dest pê kir, ew jî bikaranîna şagirtên Hesen El-Bina li dij Usama Bin Ladin. Her wiha, rûbirûbûna Washington li dij Erdogan dema ku Washingtonê dev ji îslamîstên binyadgir ji sala 2013an ve berda, pêk hat, di encamê de jî desthilatdariya wan li Qahîrayê têk çû. Lewra ji bilî aboriyeke xurt û piştre hevalbendiya bi Pûtin re ji sala 2016an ve, tiştekî Erdogan neparast.

Lê ji sala 2019an ve jî, aloziya aborî ya Tirkiyayê dest pê kir, ku bi xwe re texmîn anîn ku wê bandora xwe li ser hilbijartinên serokatî û parlamentoyê sala borî li dij Erdogan û partiya wî, bike. Lê ev yek wê demê pêk nehat, ji ber ku texmîn ew e ku rêveberiya serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu lawaz bû. Her wiha, windakirina Stenbol û Enqerayê di hilbijartinên xwecihî ya sala 2019an, nîşana destpêkirina têkçûna hêza Erdogan bû. Lê Kiliçdaroglu  ne amade bû ku derbeya li dij Erdogan ku beriya 4 salan pêk hat, temam bike, ev yek jî ji bilî parçebûna opozîsyonê di wê demê de. Lê hilbijartina serokekî nû ji partiyê re Ozkar Ozil nîşan dide ku tiştên di sala 2024an de hate bidestxistin, dikarîbû di hilbijartinên serokatî û parlementoyê ya sala 2023yan jî were bidestxistin.

Lê tevî hemû tiştên borî jî, divê em bi awayekî lezgîn negihêjin encamekê ku ataturkiya sekular bi rêya derketina partiya Atatruk di hilbijartinên yekşema borî de, wekî pêleke siyasî ya nû derdikeve holê. Ji ber ku îslamîst heta niha xurt in ku ji sedî 42 dengan bi dest xistine; ku di vê çarçoveyê de Partiya El-Rîfaha Nû ku ew jî partiya kurê Arbekan e ji sedî 6,19 ji dengan bi dest xist. Her wiha, heta niha hevalbendê îslamîstan ango MHP ya xwedî meyla toranî beşek ji hêza xwe parastî ye. Di heman demê de, DEM Partî ku mîrasê HDPyê ye, negihaştiye wê baweriyê ku ataturkiyan dev ji sovenîstiya xwe ya netewperestî ya li dij kurdan, berda ye. Her wiha DEM Partî ku di hilbijartinên dawî de ji sedî 5,68an ji dengan bi dest xist, hêza wê nîşan nade. Lê hilbijartinên bajarên wekî Amed, Wan, Batman, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Agirî, Colemêrg û Îdirê dide nîşandan ku di çi hilbijartinên parlamentoyê yên pêş de wê bikeve asta sêyemîn di nava partiyên Tirkiyayê û di hilbijartinên serokatî yên pêş de, çêkera şahan be.

Lê wekî encam, kurê Arbekan wê ne di cihê bavê xwe de di hilbijartinên parlementoyê yên sala 1995an û ne jî di cihê Erdogan û partiya wî di sala 2002yan de be. Lê tiştê piştrastkirî ew e ku li Tirkiyayê wê hêza îslamîstan kêm bibe. Aborî jî wê ne tenê sedema vê yekê be jî, lê belê dîmenê civakî ku bi rêya wî nikare Tirkiyayê ji bingeheke civakî ya di bingehê xwe de anadolî ye, hukum bike. Her wiha kêmaniya ataturkiyan ya bingehîn ew bû ku xwe dispartin çîneke civakî ya bijare ku mîna etnîkekê ye tê de leşker, kesên bîrokrat, akadîmîsyan, rewşenbîr û zilamên kar hene û tenê li taxên gewî yên beşê ewropayî yê Stenbol, Enqera û Ezmîrê hebûn. Wekî çawa ku dema 1950-2002yan dema qelsbûna hêza ataturkiyê bû, wekî wê sala 2024an nîşan da ku êdî roja îslamîstên tirk diçe ava. Biserketina ataturkiyan di asta yekem de tê wateya vê roavabûnê, lê belê nayê wateya hilatina rojeke nû ya ataturkiyan.