Gelo pragmatîzma “saeta 23” Şam xelas kir?

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Kolanên Şam, Laziqiya û Humisê di roja 7ê cotmehê de tu pîrozbahî û şahî tê de nebûn, ne wekî kolanên Bexdad, Tehran, Sena û Dahiya Başûrê Beyrûtê bûn. Di wê rojê de, rejîma Sûriyayê û ragihandina wê ya fermî bi hişyariyeke kûr tevdigeriyan û wiha diyar bû ku Şam  temenê mezin ê kiryara Yehya El-Sinwar û koma wî fêm kir. Vê yekê hişt ku Şam berê xwe bide pragmatîzma “saeta dawî” beriya nîvê şeva tohildana Îsraîlê ya dirêj. Lê Şamê erka destekdayînê, ji hevalbendê xwe Îran û şaxê wê di hundirê Sûriyayê de re hişt, bê ku bi xwe beşdarî vê xebata leşkerî ya zehmet û dijwar bibe.

Şamê ku 7ê cotmehê pîroz nekir, di kuştina Sekerterê Giştî yê Huzbellah Hesen Nesrallah de di 27ê îlonê de jî, bi paytexên eksena berxwedanê re, xemgînî û sersaxî  parve nekir. Tenê bi nameyeke sersaxiyê sînodar ma, ku tê de gotinên girêdayî cenazeyan hebûn û îşaret bi kesên ku Nesrallah kuştin, nekir. Dibe ku israra Şamê ya li ser çarçoveya “saet 23” heta piştî kuştina Nesrallah jî, tê wateya ku Şam hewl dide ku bi formulekê zehmet xwe dûrî şerê Îsraîlê yê vekirî bihêle ku, ku êdî çirûskên bi awayekî nedîtî ve li Şamê dikevin.

Diyar bû ku rejîma Sûriyayê ji 7ê cotmeha borî de, bikêrhatina dirûşeya “Yekbûna qadan” û xîtaba kelevajî ya bi wê ve ne qaniker bû. Tevî ku qada li Colan û Dêra Zorê jî di aliyê piratîk de ji Îranê re mabû, bi beşdarbûneke hindik ji artêşê an jî çekdarên eşîran, wekî rewşa êrîşên têkçûyî û êrîşên bi moşekan ên li dij baregehên Koalîsyona Navdewletî û HSDyê li Dêra Zorê.

Rejîma Sûriyayê bi tecrubeya xwe ya dem dirêj, wateya beşdarbûna di şerekî berfireh de ku hikûmeta Benjamin Netanyahu  bi hemû giraniya xwe dixwaze pêk bîne û bêsînor ji Washingtonê destekê digire, dizane. Her wiha rejîma Sûriyayê dizane ku şerekî bi vî rengî, tiştên ku bi dest xistine wekî aramiya şerên navxweyî û vekirina têkiliyan ereban/kendavê bi Şamê re, wê jiholê rake. Ji ber vê yekê jî, şerê “xwespartinê” dibe beşek ji vegerandina deynên neçar ên Îran û Huzbulahê û barekî giran e ku gefê li jiyana efserên sûriyayî dixwe yên ku ne pê re ne ku eniyeke şer a kêlekî vekin ku bandora wê kêm e û armanca wê tenê dagerandina Îranê ji şer e. Her wiha Şam bi hisreta wê demê ye ku êdî Sûriya û Îran destwerdanê di karûrabarên hundirîn ên hev de nekin, li gor “lihevkirina devokî” ya di navbera Hafiz El-Esed û Ruhulah El-Xumeynî ku dijberiya xewnên Sedam Hisên dikir, ê ku soz dida ku dê piştî heftiyekê ji xistina rêjîma Îranê dê hukumê beisî li Şamê bixe.

Di bingehê xwe de, siyasta El-Esed bavê Beşar, herdem berê xwe dide piştgiriya Tevgera Emel û Nebîh Berî, ku wê demê tu rola Îranê di dosyaya Lubnanê de tunebû

Di bingehê xwe de, siyasta El-Esed bavê Beşar, herdem berê xwe dide piştgiriya Tevgera Emel û Nebîh Berî, ku wê demê tu rola Îranê di dosyaya Lubnanê de tunebû, ji bilî ku sala 1982yan Îranê lîstikvanekî nû derbasî hevkêşeya siyasî ya Lubnanê kir û di encamê de, Huzbellah wekî dijberekî Tevgera Emel derket holê û bi Tevgera Emel re kete nava rûbirûneke dijwar. Li gorî tiştên Ebdulhelîm Xedam di pirtûka xwe ya bi navê “Hevalbendiya sûriyayî-îranî û dever” de anî ziman, wê demê Hafiz El-Esed piştevaniya xwe bi partiya ku nû ava bûye re (Huzbelllah) nîşan da û ferman da “fermandariya artêş û saziyên ewlekariyê ku alîkariyê bidinê, li ser esasê ku Huzbellah êdî bû hêzeke berxwedanê ya sereke piştî paşdeçûyîna Tevgera Emel û partiyên niştimanî”. Lê ev têkiliyên bi Huzbellahê re yên nû hatin avakirin, ne li gorî meyla efserên sûriyayê yên li Lubnanê bûn ku piştevaniya Tevgera Emel dikirin, ji ber ku Huzbellah partiyeke îslamî bû, lê efserên sûriyayî jî heta niha jî” di bin bandora bûyerên bi xwîn ên ku li Sûriyayê di navbera dewletê û Ixwan El-Muslimîn de çêbûbûn”. Ji wê zêdetir jî, Sûriyayê erê kir ku Îran lîwayekî ji Pasdarên Şoreşê yên Îranê di rojên destpêkê yên şer de rêke Lubnanê û wan berê xwe da herêma El-Buqa El-Hermil.

Dibe ku ev hevalbendiya ecêb a di navbera du rejîmên ku ne girêdayî heman kokeke îdeolojî ne, yekemîn şok bo efserên sûriyayî bû ku texmîn nedkirin bi komar û partiyeke îslamî re hevalbendiyekê çêkin. Tevî ku meyla el-Esed ya ne bi tirs ji pêşketina serwerî û hebûna Îranê li Lubnanê, lê di destpêka têkiliyan de alozî derket, dema ku hêzên Sûriyayê planeke ewlekarî ya dispilînkirina tevlîheviyê li Beyrûtê pêk anîn. Ji encama vê planê jî, hêzên girêdayî Îranê berê xwe dane baregehên Huzbellahê li herêma Fetilalah û hêzên Sûriyayê jî ji wan xwestin ku çekên xwe radest bikin, lê di encamê de şer derket û hin leşker û 22 kesên din jî hatin kuştin û hêzên Sûriyayê jî dest danîn ser baregehê. Ev bîranîna bixwîn careke din dubare nebû piştre, piştî ku Şamê kaxezên lîstokê yên Îranê li Lubnanê, kontrol kir. Huzbellah jî di destpêka derketina xwe de rojeva wî ya tekane: Berxwedana li dij Îsraîlê bû, vê yekê jî ew dûrî kêferatên siyasî û komikbûnên hundirîn li Lubnanê bir. Bi vî awayî Hubzellah di nava Lubnanê de hate hezkirin ku tê de tecrubeyên leşkerî û rêbazeke cebhewî yê nû zêde bûn, di encamê de di sala 2000î de şerek pêk anîn û serkeftinek bi rizgarkirina axa Lubnanê ku ji sala 1976an de dagîrkirîbû, bi dest xist. Li vir jî navê Sûriyayê di serkeftinê de wekî hevkarekî beşdar derket holê û piştre jî Huzbellah piştî derketina artêşa Sûriyayê ji Lubnanê sala 2005an, kete baregehên artêşa Sûriyayê di nexşeya belavbûna hêz û serweriya Lubnanê de.

Her wiha hezkiriyên partiya “Rizgarker” di nava hundirê Sûriyayê de çêbûn, di vê çarçoveyê de wêneyê Hesen Nesrallah bû yek ji wêneyên belavkirî li bajar û bajarokên Sûriyayê ku nabe kes ji bilî wî serek be bi her halî.  Ev pêşketina rêveçûyîna têkiliya di navbera piraniya civaka sûriyayaî û Huzbellahê de, şerê navxweyî yê Sûriyayê ew qut kir. Ji ber ku Huzbellah bi hemû hêz û giraniya xwe, derbasî şer bû û hêz da rêjîmê. Lê, tevî vê rêveçûyîna çewt jî, bûyeran rastiya nêrîna Hafiz El-Esed ya li beranber efserên wî “yên tengezar” xuya kir, çaxa avakirina têkiliyê di navbera rêjîm û partiya nû de.

Ji ber ku serkeftina partiyê sala 2000 Lubnan tev de neçar kir ku nirxê wê bide do tîrmeha 2006an û gulana 2008an de, ji ber wl “serkedtinên” wê li Sûriyayê Şam neçar kir nirxê hevbeşiya wê ya biencam bide. Dana nirx jî tê wateya ku Şam bibe navenda girêdanê di navbera efserên îranî û lubnanî yên ku di bin armanca Îsraîlê de ne, wekî kuştina vê dawiyê ya Hesen Cefer Qesîr, zavayê Nesrullah, ku Îsraîlê derbeyên esmanî pir kir li ser Şamê û bi taybet devera Mezê ku pirbûna derbeyan lê ew kir nimûneyeke piçûk ji Dahiye El-Cinûbiye ya Lubanê. Gelo ev tê wateya ku pêkan e dest ji têkiliyên dîrokî û dirêj bê berdan û gelo “tengezarên” nû hene di nav saziyên leşkerî û ewlehî de?

Di çend salên borî de û nexasim sala borî, operasyonên armanckirina rêveberên Pasdarên Şoreşê û Huzbellahê li Sûriyayê, gihaşt lûtkeya xwe. Lê zêdebûna van operasyonan piştî kuştina Hesen Nesrallah nîşan dide ku derfet heye Şam jî bikeve çarçoveya metirsiya rasteqîn, ku dibe ev metirsî derbasî nava stûnên leşkerî û ewlekarî yên rejîma Sûriyayê bibe. Bi gotineke din, pêkaniya jihevketina hevgirtina qels ya rêjîmê, lê dibe ku derfetek be da ku meşîna di rêya şerê Îsraîl û Îranê de Şamê ber bi avakirna têkiliyên nû ve bibe ku rêyekê bibîne xwe ji projeyên îranî yên nearam qut bike.

Zehmet e em piştrast bikin ku eger Şam dikare bi awayekî ewle ji eksena berxwedanê derkeve, di demekê de ku diyar dibe şer li gorî berjwendiyên Îsraîlê dimeşe û Pasdarên Şoreşê yên Îranê jî serweriya xwe di nava saziya leşkerî ya rejîma Sûriyayê de parastiye. Lê di nava vê rewşê de, diyar e ku Şam  meyla wê ew e di sînorê saet 23 de, raweste.