Faşîzma tirkî di pêvajoya xwe ya nû de
Nivîskar: Şoreş Derwîş
“Gurên Boz” di dilê Ewropayê de ne
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Nîşaneya ku lîstikvanê tîma Tirkiyayê Merih Demiral dema golek li hemberî tîma Awusturyayê kir, rakir ne tenê wekî îşaretekê bû, lê belê “kêliyek” bû ku dîrokek bi xwîn a tundî, komkujî û kuştinan, bi bîr xist.
Lezbûna ber bi faşîzmê ve
Di dawiya sedsala 19an de, şoreşên Îtalyayê, têgeha “fascio” bi kar anîn, ku li vir tê wateya “baq an jî qevd”, beriya 40 salî ku Benito Mussolini tevgera xwe ya faşîzmê bi awayekî fermî di 23yê adara 1919an de ragihîne, cotkarên Sicily navê “fascio” li xwe kiribûn, wekî şêwazekî girêdan û hevgirtinê di navbera xwe de. Lê Mussolini tevgera xwe zêdetir birêxistin kir û veguhast mezhebekî siyasî yê nû ku dikare ji welatekî derbasî welatekî din bibe, lê her faşîzma nû parastina “navlêkirina xwe ya taybet” bike. Bi vî awayî jî, faşîzma Tirkiyayê navlêkirineke xwe ya taybet heye û şiyana wê ya têrker heye ji bo li pêşiya pêşketin û demokrasiyê, parastina xwe bike.
Di destpêka serdema Tirkiyaya kemalîst de û piştî ku tecrubeya sîstema pirrengiya partiyan têk çû, êdî hewldanên îlhamê yên tecrubeya faşîzimê ketin dewrê piştî ku tirkan nîqaş kirin kîjan nimûne ya herî baş e ji bo Tirkiyayê. Di vê çarçoveyê de, tirkan Falih Rifqî (Atay) rêkirin Mosko û Romayê da ku li herdu tecrubeyan binêre: Holîzma Partiya Komunîst û tecrubeya faşîzma Îtalyayê. Ji ber vê yekê jî, kovara Kadro(Kadr) di sala 1932yan de derket û erka xwe ya sereke jî derbarê vê “projeya îdeolojîk” bû, li gorî ku Hemîd Boz Arslan di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Tirkiyayê ya Nûjen dibêje, ango projeya “Damezrandina Partiyeke Şoreşgerî bi îlhama komunîstî û faşîzm”… û amadekirina “metiryalên şoreşgerî û veguhestina yekser bo perwerdekirina cemawerê mezin”. Bi her halî dema ku kemalîstê sîstema xwe ya taybet ava dikir, itîraf nekir ku îlham ji vê faşîzmê girtiye, lê belê berbelav bû ku Ataturk ji kesayeta Mosilini hez nake, lê Mosilini pir kêfa wî ji Ataturk dihat di dema destpêka jiyana wî ya siyasî de.
Tirkiyaya kemalîst xwe wekî sîstemekî şoreşgerî ku wekî “rêya sêyem” da nas kir ku ji komunîzm û faşîzmê cuda ye û nimûneya wê ya taybet heye, bê ku li xwe mukir were ku îlham ji cehwerê van herdu sîstemên nû wergirtiye, nexasim piştî gel perwerde kir û çîroka fermî ya dîrokî çêkir. Her wiha, dibe ku têkçûna faşîzmê di Şerê Cîhanê yê Duyem de, hişt ku tirk dûrî gotina ku bi rejîma faşîst bandor bûne, bikevin. Lê derketina MHPyê di salên 70yî yên sedsala borî de, nîşaneya wê giyanê û nêrîna li ser cewherê dewleta Tirkiyayê ye.
Piştî salên 70yî: Serdema zêrîn a sûcan e
Di salên 70î de, faşîzma tirk bi awayekî rêxistinî yê nû derket holê, piştî ku ritmeke giştî bû ku desthilat li mentiq û xeyalê netewperestên tirk û saziyên tundî yên fermî (artêş, polîs û îstixbarat) dikir. Ji ber vê yekê jî, MHP ku Alp Arslan Turkîş ava kir, bû nimûneyê tevgera faşîst ya nû ya ku di nava xwe de nîjadperestiya etnîkî û îslamperestî û nefreta li dij rojava dihewîne li welatekî ku ji komunîstan û çepgiran û piştre jî ji çalakvanên netewperestên kurd bifikar in. Turkîş di sala 1987an de vegeriya ser dikeya siyasetê û piştre jî erka xwe ya pêxembertiyê ya parastina netewe û dewletên ji “hevxistinê” radestî mamosteyê zanîngehê Devlet Bahçelî kir. Bahçelî ku cihê xwe yê rêxistinî bilind bû, hewl hate dayîn ku di salên 70î de wî bikujin, wekî rewşa xwepêdîtinê ya Mosilini bi “çil birînên xwe” û şopa parçeyan di laşê wî de, ku bûyerên mîna van bixwîn, serekên faşîzmê ber bi wê yekê ve dibirin ku qurbaniyên xwe û êşa xwe û ya gelê xwe dikirin yek.
Di salên dawî yên 70yî de û heta dema me ya niha jî, rêxistina “Gurên Boz” şaxê leşkerî yê tevgerê, êrîşên cuda bi rêya bombe û guleyan hemû kesên nêrîna wan ne wekî ya dewletê bû armanc kirin: Rojnamevan, xwendekarên zanîngehan, parêzer, çalakvanên çepgir ên kurd û ermen. Di encama wan çalakiyên bi sûc de, bi sedan kes li ser destê wan hatine kuştin û ev yek jî bi destekdayîna saziya “şerê taybet” yê di artêşa Tirkiyayê de, pêk hat. Bi her halî, vê rêxistinê dikarîbû li gel xwe neteweperestên tund, serekên mafyayê û zilamên mixaberatan kom bike.
Herçiqas ku dosyaya karê rêxistinên bi guman ên girêdayî çeteyên sûcên birêxistinkirî û destekdayîna wan veşartî bû, lê armanca rêxistina nimûne her çiqas ku sûcan bike, lê mentiqê wê yê taybet yê qaşo “paqijkirina dewletê ji diyardeyên jihevxistina exlaqî û xelasbûna ji kesên ku fikara cudabûnê çêdikin” wan sûcan rewa dike û bêdengkirina bangên ji bo itîrafkirina bi qirkirinên dewleta tirk ên dîrokî (qirkirina ermen, elewî û Dêrsimê).
Di kanûna 1978an de û di dirêjahiya hefteyekê de, Gurên Boz komkujiyek derheqê elewiyên Mereşê pêk anîn û di encamê de, zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm jî 2000 kes birîndar bûn. Her wiha, Gurên Boz bi sedan malûmilkên elewiyan wêran kirin. Di heman salê de, rêxistina Gurên Boz bi serkêşiya girîngtirîn rêveberên wê Ebdulah Çatalî, 7 xwendekarên zanîngehê yên çepgir kuştin. Dîroka terorê li vê asta tund sînordar nebû, lê belê rojnamevan jî bûne armancên Gurên Boz û di encamê de, bi dehan rojnamevan hatin kuştin. Wekî mînak jî, rojnamevanê navdar Ebdî Îpekçî ku di rojnameya Milleyet de kar dikir hate kuştin û hemû rojnamevanên ku nivîsandin an jî niyet dikirin li ser hovîtiya rêxistina Gurên Boz binivsînin û eşkere bikin, hatin şopandin.
Wekî her rêxistineke faşîst ku li qurbaniyên nimûne digere, ango li kesên ku dibîne “tevlîheviyê” çêdikin û divê werin dispilînkirin û wekî biyan an jî girêdayî aliyên biyan bi nav dikin ku gefê li welat û yekîtiya axê wê dixwe, rêxistina Gurên Boz jî li pey çalakvanên kurd û ermenan ket û erka hewldana bêdengkirina wan heta hetayê girte ser xwe. Di vê çarçoveyê de, hewldanên kuştinê û şopandina çalakvanên kurd û ermenan zêde bû, heta ku li dervayî Tirkiyayê bin jî, wekî kuştina welatiyên ermen li herêma Qerebaxê di dema şerê di navbera Ermenîstan û Azrebîcanê de di destpêka salên 90î de. Her wiha bangên wan ên kuştina ermenan li Fransayê û bangên lêgerînê li kolanan û kuştina wan, çêbûn. Heman tişt jî ji bo kurdan li Fransa û Awusturyayê dubare bû û beriya niha bi çend mehan li Balçîka jî heman tişt dubare bû. Ev yek ji bilî kuştina malbatên kurdan bi tevahî li Tirkiyayê û kuştina xwendekarên kurd ên zanîngehan û siyasetmedarên girêdayî HDP û êrîşên li dij navendên kombûna kurdan.
Tiştê eşkere di her sûcên ku rêxistina faşîst pêk anîye, ku di bin çavê dewleta Tirkiyayê de çêbûne, an jî wê parastina kesên vê rêxistinê yên ku bo dadgehê tên xwestin li hundir û derveyî Tirkiyayê, kir. Di vê çarçoveyê de, bûyera Susurlak ya di mijdara 1996an de, asta hevkariya dewletê bi rêxistinê re eşkere bû, ku di wê bûyerê de Ebdulah Çatlî hate kuştin. Ebdulah Çatlî jî yek ji wan kesên ku hewl dan Baba Yûhena Pawlos ê Duyem sala 1982yan bikujin. Lewra, Çatlî ku ji aliyê ewlekariyê ve dihate xwestin û du caran ji edaleta Ewropayê reviyabû, bi efserekî polîsên Stenbolê Hisên Koçdax di erebeyê de bû. Di wê bûyerê de, Sadat Bocag serokê eşîra Bocag a kurd sax derket, ku yek ji hevkarên dewletê bû bi rêya rêxistina “Qurçiyan” û cîgirê partiya “Rêya Xurt” a bi serokatiya Tanso Çîler.
Tilî, simbêl û efsane
Tecrubeya şaxê leşkerî yê rêxistina neteweperest tecrubeya faşîst a pêşwext tîne bîra me wekî, tecrubeya “Qemîsên Reş” ên faşîsta îtalî û Qemîsên Qehweyî ya nazî û tevgera “Qemîsên Reş” a Oswald Mosely li Birîtanyayê û ji bilî wê ji tevgerên nazî û faşîzmê ku her yek ji wan cilên wan ên taybet û silavên wan hebûn. Berovajî şepêlên çepgir, faşîzma Îtalîyayê bala xwe zêdetir dabû cîhana efsaneyan, ku baqa tîran, balte û teyrên romanî pir di sembil, notên leşkerî û tevgera mêrên Qemîsên Reş de peyda bû, her wiha şanokirina dîmenê rêxistinî yê faşîstan û bikaranîna efsaneyên kevn, li bemberî wê naziyan çîrokên pîrebokên daristana germanî “Valkyrie” û semmbolên germanî yên kevin ku li ser cilên leşkerî yên almanî hatin dayîn. Wekî wê jî, tevgera neteweperest a tirkî jî îlham ji efsaneya “Argenkon”ê girt û serê gurê boz kir sembola komê. Ev tevlîkirina efsaneyê herdem karê faşîzmê ye, ji ber wê teşekirina serê gur bi tiliyên destan yek ji markeyên faşîzma tirkî ye.
Li kêleka tevgerên tilîyan, simbêl jî dibe ku bibe nîşaneyeke kesayetî ku dibe li kolanên Tirkiyayê an jî li di televizyon an jî di parlamentoyên wê de werin dîtin. Simbêlên stûr û boş wekî nîşaneyekê ye ku kurd û çepgiran cuda dike, lê simbêlên rastkirî yek ji taybetmendiyên Erdoganî ne. Her wiha, simbêlên daketî bi awayê kevanê sembola çeteyên rastgir ên tundraw in nexasim MHP. Tevî ku wêneyê rastgirê tirkî hate guhartin û hewl hate dayîn ku “tevgerê nûjen” bikin bi rêya girîngdayîna bi mûzîka rockê û lixwekirina cilên rojavayî, da ku wêneyê kevneşop ê kujerên xwedî simbêlên daketî û çakêtên çermî ji holê rakin, lê cewherê rêxistinê nehate guhartin, bi qasî ku ku hewl hate dayîn çermê xwe biguhere.
Li Tirkikyayê gelek tevgerên tilîyan hene û her yek xwediya cîrokekê ye ku nîşaneya her komeke siyasî ye. Di vê çarçoveyê de, kurd û çepgir bi tilîyên xwe nîşaneya serkeftinê “Zeferê” çêdikin, lê AKP ji sala 2013an ve sembola “çar tiliyan” hildeide, ku ew jî sembola tevgera Ixwan El-Musilmîn bo li Misirê.0 Her wiha endamên rastgir ên tundraw bi tilîyên xwe nîşaneya “Gur” çêdikin, wekî nîşaneya ku lîstikvanê tirkî Merih Demîral bi tilîyên xwe çêkir. Ji ber vê rêbaza lîstikvan jî ceza lê hate birîn û bi biryara Yekitiya Ewropayê ya Futbolê (UEFA) ew lîstikvan ji du maçan hate dûrxistin. Tirkiyayê ku bi pirsgirêkên dîplomasî yên bi vî rengî kêfxweş e, bû sedem ku aloziyek bi Almanya û UEFA re çêbike, ji ber ku Gurên Boz li Fransayê ji sala 2020î ve hate qedexekirin û li Awusturyayê ji sala 2019an ve hate qedexekirin û li Almanyayê ji sala 2018an ve, ev rêxistin di nava siyaseta Almanyayê de bûye cihê nîqaşê. Kesê ku ferman dabe kî be bila bibe, lê paşguhkirina ewropayiyan ji amadebûna faşîstan di yarîgehên wan de tê wateya ku rêkirina nameyên siyasî yên bi vî rengî li pêş bi dehên hezaran kes dibe ku bihêle sembolên din ên faşîst ên dewletên ewropayî derkevin ber çavan. Lê cemawerên tirk berdêla ku wateya qedexekirina qanûnî fêm bikin a li ser rêxistina Gurên Boz, di tîma bi Holandayê re sembola gur nîgar kirin, wekî rikberiyê ji hizira qedexekirina vê rêxistinê.
Pêvajoya nû ya dewletê
Robert Owenpaxton di pirtûka ya bi navê “raxistina Faşîzmê” de ya derbarê cewherê tevgerên faşîst dibêje ku “bêyî alîkariya kesên normal” ev tevgerên faşîst mezin nabin, her wiha “bêyî piştgirî û erêkirina ji çîna kevneşop-serokên dewletê û rêveberên partiyê û rayedarên payebilind ên hikûmetê “nikare bibe xwedî desthiltdarî û hêzê. Bi vê yekê re, mirov beşek ji parastina Tirkiyayê ji şepêla faşîst a bi delalî ku ji dewletê û saziyên wê yên ewlekarî û rêveberî û dozgerî destekê digire, fêm dike ku nahêlin şepêlên têkoşêr derkevin holê: Ewladên nasnameyên çandî û komên neteweyî yên ne tirk û tevgerên aşitiyê, tevgerên jinan, têkoşerên mafên mirovan, rojnamevan û akademîsyenê xwedî nêrînên cuda.
Beriya ku em lîstikvanê tirk lome bikin ku yek ji tirkên normal e an jî temeşvanê tirk lome bikin, divê em li cehwerê hevalbendiya hikûmeta Tirkiyayê binêrin, ku MHP bi şaxê xwe yê leşkerî (Gurên Boz) beşek sereke di hikûmeta Tirkiyayê û tekane hevalbendê AKPyê ye, an jî tekane hevalbendê Erdogan e, ku berê jî Erdogan û endamên hikûmeta wî wekî Mevlut Çavuşoglu, bi tilîyên destê xwe nîşaneya guran li pêşiya her kesî çêkirin, wekî pesindayînekê ji vê rêxistinê re an jî ji bo ku qurbaniyên kêm bikin. Di herdu rewşan de, êdî faşîzm ne tenê wekî rengekî siyasî yê tirkî ye, lê belê ew di vê demê de piştî ku derbasî pêvajoya xwe ya nû bû bûye; tevahiya dewletê.