Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Bi amadekirina serokê hilbijartî yê komarî Donald Trump ku dest bi erka xwe ya serokê Amerîkayê bike, Enqerayê îşaretên tevlîhev ên derbarê formula têkiliya bi Washingtonê re werdigire. Ji aliyekî ve, dema serokatiya Trump a yekem (2016-2020) ji bo Enqerayê erênî bû, ku di encamê de Tirkiyayê herêmeke nû li Bakurê Sûriyayê di sala 2019an de dagîr kir, tevî ku ceza li Enqera hatin birîn. Lê ji aliyekî din ve jî, kapîneya Trump gumanê bi Tirkiyayê re çêdike, ji ber ku di wê kapîneyê de kes hene bi zêdekirina fişarê li ser Enqerayê û parastina destkeftiyên HSDyê, têne naskirin.
Hewldanên sererastkirina têkiliyan
Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan bi vexwendina serokê Amerîkayê yê hilbijartî Trump ku serdana Tirkiyayê bike, hewl dide jinûve têkiliyên aloz ên bi Amerîkayê re sererast bike û got Trump bi rêya telefonê bi awayekî pir erênî li ser Tirkiyayê axiviye
Serkeftina Trump li Tirkiyayê bû cihê kêfxweşiyê, lê hin rayedaran geşbîniyên hişyar derbarê asoyên siyasetên aborî yên Amerîkayê yên nû, nîşan dan. Erdogan dema ku ji lûtkeya Ewropayê ya li Budapestê vedigeriya, di balafirê de ji rojnamevan re got ew hêvî dike Trump vexwendina wî qebûl bike.
Rayedarekî AKPyê jî got ku Enqera pêşbînî dike ku rêveberiya Trump nerm be û pêwîstiyên Enqerayê fêm bike.
Serokê Amerîkayê yê niha Joe Biden di dema pêvajoya serokatiya xwe de serdana Tirkiyayê nekir. Her wiha, serdana Erdogan a li Koşka Spî jî îsal pêk nehat bê ku sedemên wê werin vegotin, ev yek jî sarbûna têkiliyên Enqera û Washingtonê nîşan dide. Lê di dema Trump de, Erdogan û Trump derdora 7 caran hev dîtin, lê Erdogan û Biden jî tenê du carên demkurt hev dîtin.
Di dema serokatiya Biden de, peywendî heta asteke mezin li ser asta wezîrên derve bû, lê têkiliya Trump û Erdogan gelekî xurt bû.
Têkiliyeke xapînok
Têkiliya di navbera Trump û Erdogan bi başî hate binavkirin, lê di heman demê de xapînok bû. Ew têkilî baş bû, ji ber ku dîrokek ji axaftinên dubarekirî bû ku wekî rengek ji rengên lihevkirinê hate binavkirin, wekî peywendiya bi telefonê û civînan. Ev yek jî derfetek da Erdogan ku siyaseta xwe derbarê dozên ku girîng dibîne vebêje û hewldanek bû ji bo bandorê li ser Trump bike.
Li gorî daxuyaniyên Erdogan, ew hêvî dike ku bangên wî yên ji bo Trump, hevkariya di navbera Tirkiya Amerîkayê de xurt bike û ji têkiliya ji dema Trump a berê cudatir be, ji ber ku ji ber nakokiyan li ser gelek dozan, Washington bacên gumrikê wekî ceza feriz kir û di encamê de, zirar gihaşt aboriya Tirkiyayê.
Her wiha, Erdogan got hevkariya Enqerayê bi Koşka Spî re bi rêveberiya Trump, dibe ku aloziyên herêmî jî werin çareserkirin. Tevî ku Erdogan û Trump têkiliyeke wan a kesayetî ya xurt hebû di pêvajoya Trump a yekem de, lê belê gelek alozî jî di navbera Washington û Trump de hebûn, sedema van nakokiyan jî hevkariya Washingtonê bi HSDyê re li Sûriyayê û têkiliyên Enqerayê bi Moskoyê re.
Kes nikare ji bîr bike dema ku Trump gefa “wêrankirina aboriya Tirkiyayê” xwar di dema pêvajoya serokatiya xwe ya yekem de. Ev yek ji Erdogan re wekî hişyariyekê ye ku zehmet e ji Trump tiştan pêşbînî bike.
Trump di vê çarçoveyê de nivîsî û got: “Bihêlin ku em bigihêjin peymaneke baş! Tu naxwazî bibî berpirsê kuştina bi hezaran kesan û ez jî naxwazim bibin berpirsê wêrankirina aboriya Tirkiyayê û ez ê jî bikim.”
Di tîrmeha 2018an de, Trump hişt ku lîreya tirkî asteke mezin dakeve û nirxê xwe winda bike, dema ku hişyarî da Tirkiyayê ku ew ê cezayên mezin li ser Tirkiyayê feriz bike, eger ku Enqera keşeyê amerîkayî Andrew Brunson ji zindanê dernexe. Brunson jî li Tirkiyayê bi tawana terora girêdayî toreyan ku têkiliya wan bi hewldana derbeya li dij Erdogan di tîrmeha 2016an de hebû. Lê piştre, Brunson yekser hate berdan.
Lê bi rêya telefonê sala 2019a, Trump destûr da Erdogan ku êrîşeke leşkerî li dij Bakurê Sûriyayê pêk bîne û vê yekê jî hişt ku Enqera Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr bike, her wiha hewldanek bû ji bo bandorê li ser hevalbendiya di navbera HSD û Amerîkayê de, bike.
Dema ku Washington ceza li ser Tirkiyayê feriz kirin, ji ber kirîna moşekên S-400 ên rûsî, Trump cezayên sivik li dij Tirkiyayê feriz kir û ev yek jî wekî nêzikbûnek di navbera Erdogan û Trump de, hate şirovekirin. Lê di heman demê de, Trump ceza li ser wezîrên tirkan feriz kir, ji ber girtina keşeyê amerîkayî di sala 2018an de.
Zehmet bû ku têkiliya di navbera Trump û Erdogan de were binavkirin. Lewra, vê yekê hişt ku gelek siyasetmedarên AKPyê û hînek burokratên payebilind ên wezaretên Tirkiyayê bêjin ku herdem xapînokek derbarê têkiliya Tirkiyayê bi Washingtonê re hebû di dema pêvajoya rêveberiya Trump de.
Meriv dikare vê yekê bi awayekî şirove bike ku xwezaya kesayeta Trump nearam e çaxa ku sozan li bara lihevkirinan dide. Her wiha di dema pêvajoya Trump a yekem de, wezaretên Tirkiyayê nikaribûn bi awayekî rast bi hempîşeyên xwe yên amerîkî re kar bikin, ji be guhartina domdar ên rayedarên amerîkî. Lê nayê teqezkirin ku ev rewş niha hatiye guhartin, lê belê berovajî wê dibe ku guhartinên di Koşka Spî de çêbibin, piştî serkeftina Trump.
Lê di heman çarçoveyê de, di navbera berjewendiyên Trump û Erdogan de, nakokî hebûn. Di dawiya sala 2015an de, Trump lixwe mukir hat ku “berjewendiyê wan li hev dikevin” di danûstandina bi Tirkiyayê re, ji ber lihevkirina qoçana ku bo wî hat dayîn li bernber derketina navê wî li ser du avahiyên camî li Stnbolê. Her wiha li gor hin agahiyên sala 2020î yên li bara hin biryarên Trump yên bacê, ku wî di rastiyê de bi kêmanî 13 milyon dolar bi dest xistiye, ji nav wan bi kêmanî milyonek dolar çaxa ku serokatî bi dest xist, bi rêya lihevkirinan. Di pişt re, kesekî ku alîkarî di lihevkirina qoçanê de ya Trump de kir, fişar li ser rêveberiya wî kir bo berjewendiyên Tirkiyayê.
Tê texmînkirin ku piştî serkeftina Trump careke din berjewendî nêzî hev bibin, dibe ku ev yek jî ji aliyê gelekan ve were rexnekirin. Lê gelo ev yek wê bibe asteng ku Trump gavên erênî derbarê Tirkiyayê de biavêje? Kes nikare vê yekê zanibe.
Dosyayên ku di navbera Trump û Tirkiyayê de asê mane
Nayê tercîhkirin ku guhartineke ji binî ve di Têkiliyên tirkî-amerîkî de çêbibe. Pirsgirêkên di navbera Enqera û Washingtonê de ji dehsala çûyî ve ye. Ew di bingehê xwe de vedigere berjewendiyên ewlehiya neteweyî, her wiha hin dosyayên ku di navbera herdu aliyan de asê mane û krîzekê di navbera rêveberiya Amerîka û ya Tirkiyayê de çêdike, mîna çarenûsa sîstema parastinê ya mûşekan a rûsî “S400” li Tirkiyayê û piştgiriya Amerîkayê ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk re, her wiha têkiliyên Tirkiyayê bi Yûnanistan, Rûsya û Îranê re. Doza moşekan pirsgirêke herî mezin e di têkiliyên Tirkiya û Amerîkayê de. Hê jî ne zelal e ka helo dê Trump di dema serokatiya xwe de çi bike, ku wî Tirkiya ji programê “F35”ê derxisit ku Tirkiya tê de beşdar bû, ew jî ji ber ku Tirkiyayê sîstema “S400” ji Rûsyayê kirî. Tu nîşane tunene ku ew vê siyasetê biguhêre. Bi her halî, tê tercîhkirin ku fişar û cezayên li dij Tirkiyayê berdewam bikin heta ku Tirkiya ji vê sîstema moşekan xelas bibe.
Enqera di dema niha de qanîna diberiya dijminên Amerîkayê (CAATSA) li ser wê tê meşandin. Her wiha pêşinyareke amerîkayî hebû bo veguhastina “S400” ber bi deverên di bin destê Amerîkayê de li baregeha Encirlîkê li nêzî Edenayê. Ne zelal e ku dê Enqera vê yekê erê bike, di demekê de ku Moskoyê bi bîra Enqerayê xist ku kirîna sîstema parastina ya moşekî ya rûsî li ser esasê ku Tirkiya ya dawî ye ku vê sîstemê bi kar tîne û destwerdana aliyekî sêyem bêyî destûra Rûsyayê qedexe ye.
Berî pênc salan, Trump rê da Erdogan ku bakurê Sûriyayê dagîr bike, vê yekê pirsgirêk li Washingtonê çêkir û herdu partiya biryara serokê Amerîkayê şermezar kir.
Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî hêzên Tirkiyayê yên ku dever dagîr kirin tawanbar kir “ku ew jiyana sivîlan bênirx dibînin û êrîşên neqanûnî pêk tînin bi seba wê sivîl tên kuştin û birîndar dibin.” Erêkirina dagîrkirinê yek ji rêyan bû ku pê Trump pê alîkariya serokê Tirkiyayê kir çaxa ku li ser kursiyê bû. Her wiha Trump destwerdan di Wezareta Dadweriyê de kir bo alîkariya Banka Tirkiyayê bike. Piştî wê bi alîkariya Îranê hat tawanbarkirin ku dihêle xwe ji ber cezayan bide alî. Bi fişareke kesayetî ji Erdogna, Trump jî fişar li şêwirdarên xwe kir, di nav wan de jî berpirsyarên Wezareta Dadweiyê, da ku doza ku dozkarên li devera başûrî ji New Yorkê ku giliyê wan li ser bankê hebû, doza xwe bixînin, li gor gotinên hin pisporên berê di rêveberiya Trump de.
Erêkirina Trump ji dagîrkirina Sûriyayê re û berteka wî ji rexneyan re, pûtepêdaneke hindik pê hat dayî di hemleya 2024an de. Lê ew gelek xalên qelsiyê di rêveberiya Trump a siyaseta derve de dide xuyakirin. Tevî fişaran nayê tekezkirin ku dê Trump bi awayekî cuda li bara Sûriyayê tev bigere. Lê hevdemî daxuyaniyên wî yên li bara vekişandina artêşa Amerîkayê ji cîhanê, dibe ku ji hêla cewher de ne cuda be ji wîlayeta wî ya yekem.
Pirsgirêka rastî ji Tirkiyayê re ew e ku ew neçar e parastina têkiliya xweş ya bi Rûsyayê re bike, tevî ku endameke NATOyê be jî. Heman tişt bi têkilya wê ya bi Îranê re jî, ku di rastiyê de hersê dewlet (Tirkiya- Îran-Rûsya) rikberiyê dikin di vê cografiyê de. her wiha Tirkiya dixwaze parastina têkiliya xwe bi Ukranyayê re jî bike ku NATO alîkariyê ji Ukranyayê re pêşkêş dike.
Di van mehên dawî yên borî de, Tirkiyayê xwe roleke herêmî ya mezintir di şerên heyî de bilîze. Herdem Erdogan dixwest rolekê bilîze di bidawîkirina şer de di navbera Rûsya û Ukranyayê de, ji ber têkiliya wî ya xurt bi serokê Ukranyayê Vlodomir Zelensky û Serokê Rûsyayê Vlademir Putin re, ku ev têkilî rastî gelek guman û rexneyan hat ji hêla hevkarên Tirkiyayê di NATOyê de, lê xuya dike ku Amerîka pêwîstiya wê bi navbeynekê heye bi Rûsyayê re li bara pevguhartina girtiyan li Enqerayê ku bi garantiya istixbaratên Tirkiyayê pêk hat.
Heman tişt li ser tevgera Hemasê derbasdar e. Wekî mînak, serokê istixbaratên Tirkiyayê Brahîm Kalin û endamên ofîsa siyasî ya Hemasê li Enqerayê li bara pevguhartina giriyan bi Îsraîlê re guftûgo kir.
Lê li bara nearamiya bi Yûnanistanê re, xuya dike ku têkiliyên Tirkiyayê bi Yûnanistan û Misirê re li bara seqemgîriyê li rojhilata Deryaya Spî, dê di dema bê de neyê guhartin.
Di rêveberiya Trump ji Koşka Spî re, tê tercîhkirin ku careke din têkiliya Tirkiya-Amerîkayê nearam be û dê xurt bibe û qels bibe di dema serokatiya Trump de. Dibe ku Erdogan dibîne ku Trump dê li telefona wî vegerîne û dê li nêrînên wî guhdar bike, wekî çawa ku di wîlayeta xwe ya borî de kir, lê tekez e ku dê tiştê ku Erdogan jê bixwaze, pêk bîne.
Sara Şerîf: Lêkolînereke siyasî ya misirî