Êrîşên Dêra Zorê.. Tektîkên ceribandî û nameyên lezgîn

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Piştî çend rojan ji kuştina Îsmaîl Henîya li Tehranê, gelek texmînên derbarê bersiva Îranê li dij Îsraîlê û dema wê ya çavrêkirî, derketin holê. Ji nava tiştên ku dihatin texmînkirin jî, armanckirina baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyayê bû, ev yek jî bi rastî pêk hat, ku çekdarên Îranê êrîşeke bi moşekan li dij zeviyê Konîkoyê yê gazê ku hêzên Amerîkayê tê de bi cih dibin, pêk anî. Ji aliyekî din ve jî, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku êrîşeke din bi balafirên dron li dij baregeha Xerab Cîrê a nêzî bajarê Rimêlanê pêk hatiye û di encamê de, 8 leşker bi awayekî sivikî birîndar bûn. Ev êrîşên dawî ku pêk hatin, piştî demeke dirêj ji rawestandina êrîşên çekdarên Îranê li dij baregehên Amerîkayê çêbûn, piştî ku Washingtonê bersiveke tund da êrîşa Burc 22 a li Urdunê, ku di 28ê kanûna duyem de baregeha amerîkayî rastî êrîşekê hat.

Mirov ji êrîşên Îranê yên sînordarkirî û teng fêm dike ku, ev name ne bo rêveberiya Joe Biden, ango ew dikarin êrîşan zêde bikin û vegerin siyaseta êrîşên sivik û hinekî giran li dij baregehên Amerîkayê li herêmê, her wiha jî her dem hêzên Amerîkayê di rewşeke serferberiyê de bin. Di heman demê de, Îran bi nameyên xwe dide diyarkirin ku îhtîmal heye ku gefê li 4 baregehên Amerîkayê ên girîng li Bakur Rojhilatê Sûriyayê bixwin bi rêya êrîşên bi dronên xwekuj. Lewra, ji bo nîşandana derfeta pêşxistina êrîşan, hêzên hikûmeta Sûriyayê û çekdarên “Dîfa El-Wetenî” û komên din ên çekdar ên bi rengê eşîran ku ji Pasdarên Şoreşa Îranê destekê digirin, êrîş kirin wekî beşekî ji tevlîheviya ku Îran dixwaze pêk bîne.

Derketina rejîma Sûriyayê li ser dikeyê û pêşengtiya êrîşên li dij herêmên Rêveberiya Xweser li bejahiya rojhilat a çemê Firatê ya Dêra Zorê dike, nîşan dide ku serweriya Îranê heta niha jî heye û li Şamê jî hîna giraniya wê heye. Piştî ku Şam bi baldarî nekete nava hewldanên Îranê yên derbarê êrîşa 7ê cotmehê û parastina xwe ji bertekên Îsraîlê ku bi awayekî beşî Şam dûrî “eksena berxwedanê” ket û bi awayekî aram ji hizira “yekbûna” qadan derket ku Îranê dixwest bi Tilebîb û Washingtonê re pêk bîne, ketina Şamê nava êrîşên li Dêra Zorê û rêvebirina dosyaya êrîşên li dij HSD û sivîlên girêdayî wê, dikeve çarçoveya dabeşkirina rolan di navbera wê  û Tehranê de, ku Tehranê jî erka êrîşên li dij baregehên Amerîkayê girtiye ser xwe.

Li beramberî êrîşên rejîma Sûriyayê jî, Amerîkayê bi rêya Berdevkê Wezareta Derve, piştrast kir ku HSD heta niha jî “hevkarekî leşkerî yê bi hêz û pabend in û em ê bi wan re xebatê dewam bikin, da ku DAIŞ careke din venegere”. Ev yek jî nîşan dide ku hêzên Amerîkayê wê bersivê bidin çavkaniyên metirsîdar ku li pêş karê şerê li dij “DAIŞ” dibin kelem. Ji ber vê yekê jî, Hêzên Hevpeymana Navdewletî baregehên hêzên hikûmeta Şamê yên li aliyê rojavayê çemê Firatê, bi balafiran bombebaran kirin. Wekî beşekî ji bersivdayîna binpêkirinên Îranê yên dawî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku Washington li ser hebûna xwe ya sînordarî li Bakur Rojhilatê Sûriyayê “wekî beşekî ji stratejiya giştî ya garantiya têkbirina dayîm a DAIŞê” pabend e. Dema ku mirov li rêzeêrîşên Îranê yên berê binêre, diyar dibe ku bersivdayîna Amerîkayê dereng nemayê û wekî beşekî ji “rêvebirina metirsiyan” e ya ku hêzên Amerîkayê yên li Bakurrojhilatê Sûriyayê li ser wê dimeşin.

Rêjîma Sûriyayê, serkêşiya sorkirina çekdarên eşîran yên girêdayî hevalbendê nû yê Tehranê Îbrahîm El-Hifil dike, lewra vê yekê hişt ku parçebûneke eşîrî li Dêra Zorê çêbibe. Di encama çalakiyên wan ên dawî li rojhilatê Dêra Zorê, malên sivîlan armanc kirin û zarok û jin kuştin û çavkaniyên jiyanê yên sivîlan wêran kirin. Lê tevî vê yekê jî, bloka mezin a qebîleyan hevalbendê HSDyê ye, di demekê de ku sivîl û eşîrên li Dêra Zorê ji 3 metirsiyên sereke bi fikar in: A yekê, hewldanên Îranê û hevalbendên wê  yên “mezhebçkirina” civakê û guhartina mezhebê wê. A duyem, metirsiyên ji vegera rejîma Sûriyayê tevî kesayetên eşîran ku tenê xema wan tolhildana ji xelkê herêmên rojhilatê Firatê ye. Ji ber ku bi vegera li herêmên ku hêzên rejîma Sûriyayê û milîsên wê careke din lê vegerin û   nimûneyên lihevkirinên vala ku Şamê li gelek herêmên Sûriyayê bi rê ve birin, civakên xwecihî fêr bûn ku rejîma Sûriyayê “ji bîr nake û naborîne” bi rêya hemleyên girtinê an jî kuştinê, an jî ne pêşkêşkirina xizmeteke baş da ku xelkê ceza bike. A sêyem, vegera DAIŞê piştî şerên ku çêdibin, ji ber ku rêxistina DAIŞê ji tevliheviyên ewlekarî sûd werdigire, ku rê li ber vedibe bêhtir tev bigere û bandoreke derûnî li hin deveran bike. Berê jî rêxistina DAIŞê li ser sivîlên li gundên Dêra Zorê feriz kiribûn ku pereyan bidin, ev yek tê wê wateyê ku ev teşeyek ji teşeyên çewisandina civakan e li beramber tirsandina bi vegera nêz, çaxa ku rewşa ewlehî bê guhartin.

Di tecrubeyên berê de, diyar bû ku dema êrîşê û çarçoveya wê û zêdebûna êrîşan yên li dij herêmên Rêveberiya Xweser li bejahiya Dêra Zorê, her wiha êrîşên li dij baregehên Amerîkayê, girêdayî siyaseta nameyên lezgîn yên ku Tehran dixwaze bide Washingtonê. Her wiha, hevkariya Şamê û komên eşîran, bi fermana rêveberên Pasdarên Îranê pêk tê. Lê tiştê ku dihêle ev tektîkên îranî yên ceribandî bêbandor bin ew e ku civakên xwecihî li rojhilatê Firatê piştgiriyê nadin, ku tevlihevî çêbibe û baragehên Amerîkayê têkevin bin fişarê.

Dibe ku şiyana Washington ya bersivdayîna yekser û zirardayîna navendên rêveberiya Pasdarên Îranê li Dêra Zorê, derfetên berdewamkirina êrîşan kêm dike. Her wiha, HSD, dibe ku cara yekemîn be jî ji aliyê rêbaz û awa ve êrîşek li rojavayê Firatê pêk anî û zirarên mezin gihandin milîs û endamên ku beşdarî êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê bûne. Di heman demê de jî, Şam dizane ku eger zêdetir beşdarî şerekî ne pêwîst bibe û hêzên wê wekî ku di dorpêçê de ne li navendên Hesekê û Qamişloyê, dihêle ku bikeve şerekî ku xwîna wê bimije û muklif be bo wê, ku pê êrîşên wê yên demkî bênirix dibin û tenê wekî xizmetekê ji Îranê re dimînin.

Tiştê ku dihêle êrîşên Dêra Zorê tenê wekî nameyên din bin ku Îran dide Amerîkayê, ew e ku zehmet e Bakurrojhilatê Sûriyayê bibe cihê guncav a fişara li dij rêveberiya Biden derbarê tiştên li Xezayê çêdibin. Di mehên destpêkê yên şerê Xezayê de, Îranê hêvî dikir ku êrîşên milîsên xwe yên li Iraq û Sûriyayê, bihêle ku serokê Amerîkayê helwesteke  kutaker derbarê hikûmeta Benjamin Netanyahu li Til Ebîbê, bide. Tevî ku Tehran dizane, bikaranîna mîna vê fişarê, wê rewşa li Xezayê zû neyê çareserkirin, her wiha nahêle ku Washington biryarên vekişandinê ji Iraq û Sûriyayê bide, lê tevî wê jî ev yek dê nehêle ew ji ser vê kaxezê vegere.

Ji aliyekî din ve jî, Şam dizane ku ev hestê wê yê ”hêzê” ji vegera têkiliyên hin dewletên erebî û dibe ku rojavayî tê, nabe ku wê ber bi şerekî mezin li Dêza Zroê dehf bide û bikeve rikberiyeke neyekser bi Amerîkayê re. Her wiha xwespartina ser eşîrên ku xwediyên meylên tolhildanî û tevliheviyeke navxweyî ne, nabe hêzek jê re di şerê li dij Hêzên Sûriyaya Demokratîk û civaka xwecihî de, ya ku hevalbenda wê ye.