Enqera û Sûriyaya nû: Çespandinên dagîrkerî, tirkkirin û koçberkirina kurdan
Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Hevdemî êrîşa berfireh a Heyet Tehrîr El-Şam ku di 27ê mijdara borî de dest pê kir û di 8ê kanûna pêşîn de bi derbasbûna hêzên Tehrîr El-Şam nava paytextê Şamê bi dawî bû, bêyî ku li dij wê berxwedan were kirin û rejîma Sûriyayê hate rûxandin û serokê Sûriyayê yê berê Beşar El-Esed reviya, komên girêdayî dewleta Tirkiyayê yên di bin navê “Artêşa Niştimanî” de operasyoneke leşkerî bi navê “Berbanga Azadiyê” li dij herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk ragihand. Di encamê de, ev komên girêdayî dewleta Tirkiyayê herêmên Şehbayê û Tilrifetê dagîr kirin. Piştre jî, ev komên girêdayî dewleta Tirkiyayê di 7ê kanûna pêşîn de derbasî bajarê Minbicê bûn. Di heman demê de, di encama êrîşên komên girêdayî dewleta Tirkiyayê de, bi dehên sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn, her wiha bi hezaran kurdên ji Şehbayê careke din koçber bûn û kiryarên dizî û talaniyê li dij sivîlan pêk hatin (taybet li Minbicê) bi bihaneya ku bi saziyên Rêveberiya Xweser re danûstandin kirine. Ji aliyekî din ve jî, ev komên girêdayî Tirkiyayê bi dagîrkirina Minbic û Tilrifetê sînodar neman, lê belê êrîşên xwe li dij Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê berdewam kir, da ku dagîr bikin. Di heman demê de jî, dewleta Tirkiyayê hêzên artêşa xwe li ser sînorê bajarê Kobanê kom kirine û gefa operasyoneke dagîrkiriyê ya mezin dixwe.
Amajekirina bi dagîrkirina Kobanê
Piştî pêşketinên dawî li Sûriyayê ku rewşeke nû afirand, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) biryar da ku bi paytexta Şamê re nerm be, di vê çarçoveyê de ji bajarên Dêra Zorê, Meyadîn û Bûkemalê vekişiya ku piştî reva hêzên rejîma Sûriyayê ya berê derbasî wir bûn da ku rêxistina DAIŞê vê rewşê keysbaz neke û belav nebe. Di heman demê de, Rêveberiya Xweser a Demokratîk însyatîfa diyaloga niştimanî pêşkêş kir û bang li hemû aliyên Sûriyayê kir ku bi hev re rûnin û hemû dozan bêyî destwerdana derve çareser bikin, li ser esasê aşitiya ax û gelê Sûriyayê. Lê dewleta Tirkiyayê guh neda van gavan û gihaştine Tehrîr El-Şam li Şamê û valahiya li gelek herêmên Sûriyayê ji ber vekişîna hêzên rejîma Sûriyayê û milîsên Îranê û wêrankirina binesaziya artêşa Sûriyayê ya berê ji aliyê Îsraîlê ve, kesyabz kir û li herêmên Rêveberiya Xweser belav bû, da ku hebûn û serweriya xwe di nava hundirê Sûriyayê de, xurt bike. Piştî ku komên girêdayî dewleta Tirkiyayê Tilrifet, Minbic û Şehba dagîr kirin, bi destekdayîna hewayî ya dewleta Tirkiyayê ev komên çekdar hewl didin niha ber bi Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê werin û serweriyê li ser rêya “M4”ê bikin, di heman demê de jî amajeyê bi dagîrkeriya Kobanê dikin.
HSDyê jî êrîşên mezin ên komên girêdayî dewleta Tirkiyayê têk birin û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha HSDyê ragihand ku şerê giran û berxwedana mezin wê berdewam bike û wê bersiva hewldanên pêşveçûyîna ber bi herêmên rojhilatê Firatê, bidin. Tevî ku du hefte li ser operasyona leşkerî ku dewleta Tirkiyayê û komên girêdayî derbas bûn, lê heta niha tu pêşketin li ser erdê bi dest nexistine. Di hemna demê de jî, berxwedan li hni taxên bajarê Minbicê berdewam dike, ku yekîneyên HSDyê li dij çekdarên “Artêşa Niştimanî” ku bajar dagîr kirin, çalakiyan li dar dixe. Her wiha, HSD dronan jî êdî li dij komên êrîşkar bi kar tîne. Li gorî dîmenên ku Navenda Ragihandinê ya HSDyê weşandine, di encama êrîşên bi balafirên HSDyê li dij “Artêşa Niştimanî”, erebeyên leşkerî û betariyên moşekan hatin rûxandin û çekdarên ku xwe amade dikirin êrîşî Bendava Tirşînê û Pira Qereqozakê bikin, hatin kuştin.
Fermandarê HSDyê general Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê “X”ê însyatîfa avakirina herêmeke bêçek li Kobanê ragihand, da ku rê li pêşiya dewleta Tirkiyayê bigire ya ku xwe amade dike êrîşî Kobanê bike. Ebdî di însyatîfa xwe de got: “Wekî tekezkirinê li ser pabendiya me bi pêkanîna agirbestê li tevahiya Sûriyayê, am radigihînin ku em amade ne pêşinyarekê pêşkêş bikin bo avakirina devereke bêçek li bajarê Kobanê, bi belavkirina hêzên ewlekarî di bin serpereştî û hebûna Amerîkayê. Armanc ji vê însyatîfê metirsiyên Tirkiyayê werin çareserkirin û garantiya aramiya herêmê bi awayekî dayîm, were dayîn.” Ev însyatîf vegotina Tirkiyayê li derewê diqelibîne ku vegotina wê li ser bingehê derew û çewtkirina rastiyan hatiye avakirin, da ku bike bihane li pêşiya planên berfirehbûn û dagîrkeriyê, ku hikûmeta AKP û MHP pê radibe û armanca wê têkbirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokratîk e û koçberkirina gelê kurd û serweriya li ser herêmên Bakurrojhilatê Sûriyayê (di nav de jî Heleb wekî ku Bahçelî bi awayekî eşkere ragihand), da ku zemîna wê çêke ku di çarçoveya xeyalên kevn de ya “Mîsaqa Milî” de, tev li nava Tirkiyayê bike.
Bi hevdemî însyatîfa aşitiyê û amadebûna ji dîyalogê re bi hemû aliyan re, HSDê di daxuyaniya xwe de ya 19ê kanûnê de ragihand ku ew ê parastina Kobanê li hemberî çi êrîşeke leşkerî ya Tirkiyayê bike bi hevkariya gelê Kobanê yên ku li hemberî rêxistina DAIŞê beriya 10 salan sekinîn û ew rêxistin têk birin. Her wiha HSDê destnîşan kir ku ew ê şerekî gelêrî bimeşînin ji bo parastina bajarê Kobanê, da ku nehêle artêşa Tirkiyayê ya dagîrker û komên girêdayî wê pêşde werin”.
Helwestên navdewletî
Gelek dewletan nerazîbûna xwe li dij çi operasyoneke leşkerî ya Tirkiyayê li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê ragihandin. Di vê çarçoveyê de, Amerîkayê ragihand ku ew bi domdarî bi Tirkiyayê re di nava peywendiyê de ne da ku bigihêjin lihevkirinekê ji bo rê li pêşiya êrîşa Enqerayê ya bi israr bigirin. Her wiha, berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku ew bi Tirkiyayê re derbarê Minbicê heta dawiya vê hefteyê gihaştin agirbestê. Ji aliyekî din ve jî, senatorê demokrat Chris Van Hollen û senatorê komarî Lindsey Graham gef li serokkomarê Tirkiyayê Erdogan xwarin ku wê cezayan feriz bikin, eger ku Erdogan israr bike êrîşî HSDyê bike û agirbestê qebûl neke. Di heman demê de, senatorê komarî John Kennedy jî tev li wan bû û helwesta hikûmeta Tirkiyayê û israra wê ya êrîşa li dij hevalbendên Amerîkayê yên di şerê li dij rêxistina DAIŞê de, şermezar kir.
Serokê Fransayê yê berê jî François Hollande da zanîn ku êrîşên li dij Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê nayên qebûlkirin û piştrast kir ku “Ez nikarim kurdan tenê bihêlim. Fransa û Koalîsyona Navdewletî pabend in ji bo parastina kurdan li Sûriyayê”. Her wiha, wezîra karê derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bang li Tirkiyayê kir ku êrîşên xwe li dij herêmên Bakurrojhilatê Sûriyayê bisekine û Kobanê dagîr neke û got “Kurdan li Kobanê bi lehengî li hemberî rêxistina DAIŞê” di sala 2014an de li ber xwe da, ji bo nekeve bin serweriya DAIŞê. Di heman demê de jî, Seroka Komîseriya Ewropayê Ursula von Leyen gefên Tirkiyayê yên êrîşkirina li dij Kobanê şermezar kir û got ku Ewropa naxwaze ku Sûriya di bin serweriya Tirkiyayê de be, ji ber ku ev yek zirarê dide berjewendiyên Ewropayê yên stratejîk.
Amerîka gerên xwe yên dîplomatîk berdewam dike, da ku Tirkiyayê razî bike ku dev ji planên xwe yên berfirehkirinê li herêmên rojhilatê Firatê berde û dest ji hemleya li dij Kobanê ku niha amadekariya wê dike, berde. Hevdemî vê yekê jî, rayedarekî di Wezareta Parastinê ya Tirkiyayê de ragihand ku Enqera bi israr e operasyona leşkerî pêk bîne. Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê General Michael Eric Kurilla serdana Bakurrojhilatê Sûriyayê kiribû û bi general Mezlûm Ebdî re rûnişt di çarçoveya hevkarî û kordîneya li di rêxistina DAIŞê de ku di vê dema dawî de zindî bûye û êrîşên xwe ji biyabana Sûriyayê zêde kirine.
HSD jî zêdebûna êrîşên DAIŞ û vejîna hêviyên wê, bi operasyonên şer û berfirehkirinê yên dewleta Tirkiyayê û komên girêdayî wê li dij herêmên Rêveberiya Xweser û HSDyê girê dide. General Mezlûm Ebdî jî ragihand ku agahî gel wan heye ku rêxistina DAIŞê plan dike êrîşî zindana rêxistina DAIŞê li Bakurrojhilatê Sûriyayê bike. Her wiha, Ebdî bi hevdîtina bi rojnameya “The World”ê ya birêtanî re got: “Agahiyên îstixbaratî li gel me hene ku DAIŞ dê êrîşî zindana DAIŞê an jî cihên malbatên wan bike.” Ebdî zanîn ku êrîşên Tirkiyayê tevî komên çekdar yên girêdayî wê bandorê li belavbûna hêzên wê dike û ev yek jî bandorê li belavbûna hêzên wan dike û di encamê de bandorê li “parastina cihên DAIŞê yan jî yên malbatê wan” dike û got: “Em bi cidî dixebitin da ku rewş di bin kontrolê de be û rewş ewle be.”
Encam
Hikumeta Tirkiyayê ya ku ji AKP û MHPyê ya tundraw pêk tê, dibîne ku derfet li pêşiya wê heye ku berfirehbûna xwe ya leşkerî zêde bike û serweriyê li herêmên Sûriyayê bike. Di encamê de jî, rol û desthilata Tirkiyayê li Sûriyaya nû mezin dibe, bêhtir ji desthilata Rûsya û Îranê, her wiha têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokratîk û koçberkirina kurdan û pêkanîna guhartina demografîk ya herheyî li deverên wan. Ji ber wê, em dikarin van xalan bi cih bikin:
Yekem: Tirkiya plan dike ku hîna herêmên zêdetir ên piraniya niştecihên wê kurd in dagîr bike û xelkê wê koçber bike û kesên din li cihê wan bi cih bike, wekî ku çawa li herêma Efrînê ya sala 2018an û herêma Serê Kaniyê ya sala 2019an pêk anî. Lewra, di encamê de garantiya guhartina demografîk a kûr pêk bîne, ku kembereke ne kurdî li ser sînrê xwe çêke, ku li aliyê Tirkiyayê kurd piranî ne li ser sînor. Li ser vî esasî jî, dewleta Tirkiyayê hemû însyatîfên diyalogê û agirbestê red dike û herêmeke bêçek qebûl nake. Plana Tirkiyayê ya kevn/nû ew e ku kurdên di hundirê Tirkiyayê de bike tirk û wan ji deverên nêzî sînorê xwe yên navdewletî koçber bike, ango li Sûriya û Iraqê.
Duyem: Hikûmeta Tirkiyayê texmîn dike ku guhartina mezin ya ku li Sûriyayê çêbûye, divê ji Tirkiyayê re bibe derfetek da ku herêmên serweriya xwe berfireh bike û bi awayekî zêdetir serweriyê li ser axa Sûriyayê bike, bi awayekî ku destekî wê yê dirêj hebe di avakirina siberoja Sûriyayê de, ji hêla nasnameya rêjîma bê û belavkirina desthilatê. Dewleta Tirkiyayê hikûmeteke nenavendî naxwaze, ne jî rewabûna destûrî ji nasnameya kurdî re, ne jî desthilateke dûrî îradeya wê ya siyasî.
Sêyem: Hikûmeta Tirkiyayê dibîne ku Rêveberiya Xweser (a ku li ser esasê hevalbendiya kurd û ereban rabûye) li ser wê xeter e, ji ber ku nimûneyeke li ser esasê naskirina nasnameyên etnîkî û olî, parastina çand û taybetiya wan, garantiya mafê jinê û redkirina îslama siyasî ye. Ew projeyeke nakokî projeya dewleta Tirkiyayê ye ya ku li bingehê dewleta yek reng, yek al û yek zimanî ye. Ji ber wê, armanca Tirkiyayê têkbirina vê projeyê ye û r li ber bigire da ku deverên din ên Sûriyayê neyê pêkanîn.
Çarem: Tirkiya dixwaze HSDya ku rêxistina DAIŞê tune kir û piştgiriyeke navdewletî wergirt, birûxîne. Di encamê de jî, hevkariya di navbera HSD û Koalîsyona Navdweletî ya li dij DAIŞê û di serî de jî Amerîkayê, bi dawî bike.
Pêncem: Enqera li bara tevlîkirina Heleb û deverên ji sala 2016an de di bin dagîrkriya wê de ne, dike, ku siyaseta tirkkirinê ya eşkere li wan deveran pêk tîne. Ew deverê ji hêla rêveberî ve bi hundirê Tirkiyayê ve girê da û perwerde lê bi zimanê tirkî ye. Tirkiya dixwaze kesê ku Şamê hukum dike bixe bin gotina xwe heger xwestekên gelê Sûriyayê yên nenavendiyê pêk anîn û itiraf bi pêkhate, maf û azadiyên giştî kir. Tirkiya Sûriyaya nû li gor xwe dixwaze: ku çi tiştê ku rêjîma berê red kiribe, erê bike.
Şeşem: Piştî berxwedana mezin li Minbic, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê, Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi israr ku bi hemû hêza xwe parastina Kobanê bikin. Wê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku bi hevkariya gelê Kobanê dê bi hemû hêza xwe berxwedanê bike û dê Kobanê bike “çiravek tê de dagîrker binav bibin”. Rojên borî xuya da ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk di vegerandina êrîşên leşkerî yên mezin ji hêla komikên bi ser Tirkiyayê ve yên li ser Bendava Tişrînê, Pira Qereqozakê û hin gunên gundewarê Kobanê, bi ser ket. Her wiha dron û tûnel bi kar anîn, vê yekê hişt ku li deverên xwe sabit bin û derbeyên bibandor li hêzên êrîşkar bide.
Heftem: avakirina helwesteke navdewletî ya zelal ku berfirehbûna leşkerî ya Tirkiyayê red bike û guhartina li Şamê wekî pêvajoyeke nû bibîne ba aramî û seqemgîriyê, bi rêya pêkanîna diyaloga hundirîn di navbera sûriyayiyan de û dûrketina ji zimanê tundî û pevçûnê. Ji ber wê, gelek dewletan daxuyanî dan ku tundiya Tirkiyayê red dikin û banga parastina kurdan û Rêveberiya Xweser kir, her wiha bang kirin ku pêwîst e Tirkiya dest ji zimanê hêzê û bikaranîna tundiyê berde û bibe navbeynkar di çareya siyasî û komkirina sûriyayiyan de.