Ên ku ji vegera Trump bi tirs in.. bloka cîhanî û amerîkayî

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Bi hebûna Donald Trump 4 salan di Koşka Spî de (ji sala 2017 heta 2021ê) mirov dikare bibêje ku Trump ji serokên Amerîkayê yên herî pabendî sozên xwe yên hilbijartinan bû. Trump di hemleya xwe ya hilbijartinê de ragihand ku Peymana Nuklerî bi Îranê re sala 2015an ew “xerabtirîn peymannên ku di dîrokê de hatine îmzekirin”, lewra piştî ku bû serok di sala 2018an de  ji peymanê vekişiya. Her wiha, soz da ku ew ê ji “Peymana hevbeşiya bi rêya Pasîfîkê” ya bazirganiya azad ku rêveberiya Obama sala 2015an îmze kiribû vekişe û bi rastî jî piştî du rojan ji serokatiya wî, ji peymanê vekişiya. Di pêvajoya serokatiya xwe ya destpêkê de, sozên xwe yên di hilbijartinan de dane derbarê sînordarkirina koçberiyê û ferizkirina parastineke gumrikî ya bilind li ser kelûpelên Çînê û hwd û fişara li ser endamên NATOyê ji bo zêdekirina lêçûnên xwe yên leşkerî, pêk anî. Trump li ser nêrîna xwe ma di hemleya xwe ya hilbijartinê ya sala 2016 û 2020î û nêrîna xwe jî di hemleya sala 2024an de jî dubare kir dema ku vegeriya Koşka Spî.

Zelalbûna Trump ku xwe dispêre nêrîneke îdeolojîk fikirî-siyasî ya rastgirên nû di Partiya Komarî ya amerîkayî de, blokeke cîhanî diafirîne ya ku tê de amerîkayiyên ji  serkeftina Trump di serokatiyê de careke din, bi tirs in. Ev blok ji Çînê dest pê dike, ku serokê Amerîkayê yê hilbijartî (Trump) dibîne astengiya herî mezin e li pêşiya rêveberiya Amerîkayê ya aborî di cîhanê de. Her wiha Trump ditirse ku Pekîn tecrubeya almanî ya sala 1871-1914an bi Londonê re, bi Washingtonê re dubare bike, ku di encama wê tecrubeyê de (1871-1914an) aboriya almanî bi pêş ket bi derketina meyla berfirehbûna leşkerî li Berlînê û ev yek jî bû sedema teqandina Şerê Cîhanê yê Yekem. Lewra, Trump dixwaze sînorekî ji vê xeteriya Çînê re deyîne bi rêya şerê aborî, her wiha li kêleka wê jî meşandina siyaseta razîkirina Rûsyayê û hewandina Koreya Bakur da ku wan dûrî Çînê bixe. Di heman demê de jî, Trump dixwaze hevalbendiya Amerîkayê re bi Hindistan, Japonya, Awustralya, Koreya Başûrî û Vîtnamê xurt bike, da ku Çînê dorpêç bike. Di vê çarçoveyê de, teoriya wî ya şerê bi Îranê re, ji ber ku Îran wekî deriyê têketinê ji bo Pekînê ye di Rojhilata Navîn de bi rêya projeya “Kember û rê” (bi korîdora Pakistanê dest pê dike heta Ewropayê ku bi ser Tirkiyayê re derbas dibe) ku Çînê ji sala 2013an ve pêşniyaz kiriye. Ev rê jî ji rêya Kaxiztan-Rûsyayê ya Çînê ber bi Ewropayê ve cuda ye, ku ji aloziyên 2014an ve ev rê di Ukranyayê de hate qutkirin ku bi seba vl yekê Kremlin serokekî ukranyayî yê alîgir ji dest bir. Her wiha Turmp bi rêya vehewandina Îranê bi rêya rêbazê fişara herî zor û razîkirina Erebistana Siudî û Rûsyayê, dixwaze ku Çînê ji enerjiyê bêpar bike, ku ew bi vê pêpariyê mîna Hitler û Japonyayê ye di salên 30î de, ku xala qelsiyê li gel herduyan netêrêkirina petrolê bû.

Bê guman, serokê Çînê Xi Jinping û Murşidê îranî di vê tirsa ji Trump de hevbeş in. Herdu jî 4 salên giran û dijwar bi Trump re derbas kirin, ku Washigtonê şerekî bazirganî yê dijwar li dij Çînê meşand û fişareke tund jî li ser Îranê feriz kir û di navbera salên 2018-2020î de, hinardekirina petrola Îranê di rojê de du milyon û nîv bermîl, gihand 350 hezar bermîlî. Di heman demê de jî, mezintirîn cezayên aborî di dîrokê de li ser Îranê feriz kir.

Tê payîn ku serokkomarê Tirkiyayê Erdogan ew sêyem kesê ji vegera Trump bi tirs e. Ji ber ku nêzikatiyên serokê nû yê Amerîkayê bi Pitin re li Ukranyayê, wê bandorê yekser li ser Sûriyayê bike û bihêle ku Mosko li Sûriyayê pêwîstiya xwe bi hevalbendiya bi Enqerayê re tune bike. Ev hevalbendî jî  (rûsî-tirkî) ji sala 2016an ve ji ber alozî û dûrketina Amerîkayê û Tirkiyayê hate avakirin. Bê guman tê bîra tirkan jî ku nêzikbûnên Koşka Spî û Kermlin li Sûriyayê çi nêzikbûnên salên 2013-2014an an jî nêzikatiyên 2015-2016an, li ser hesabê Enqerayê bû.  Her wiha, aloziya amerîkayî-rûsî jî li Sûriyayê çêbû, piştî ku Rûsya destûr da tirkan ku ji Cerablusê heta Babê û Izazê bibin di encama serdana Erdogan li Moskoyê di 9ê tebaxa 2016an de. Ev serdan jî piştî kêmî mehekê ji hewldana derbeya leşkerî li Tirkiyayê çêbû, ku gelek aliyên nêzî Erdogan Amerîka tawanbar kirin ku beşdarî derbeyê bûye.

Ji aliyekî din ve jî, hewldanên çareseriya aloziya Sûriyayê tenê du caran çêbûye, dema ku Obama û Putin nêzî hev bûn. Cara yekem a vê nêzikbûnê, piştî peymana 7ê gulana 2013an bû, di navbera John Kerry û Sergey Lavrov û piştre jî Peymana Kîmyayî ya Sûriyayî ku di encama wê de biryara navdewletî ya 2118 derket û tê de banga lidarxistina Cinêv 2 hate kirin, da ku encama Cinêva 1ê pêk bînin. Ev yek ji pêk nehat bi seba ketina serokê ukranî yê alîgirê Kremlinê di sibata 2014an de ji ber xwepêşandanan, ku rûsan amerîkayî bi vê yekê tawanbarkirin. Piştre jî cara duyem, dema ku Obama erê kir ku Rûsya bi awayekî leşkerî destwerdana Sûriyayê di 30ê îlona 2015an de bike, da ku rê li pêşiya opozîsyona Sûriyayê ya çekdar bigire ku bi awayekî sereke ji aliyê Erdogan ve dihate destekirin. Di encamê de, biryara 2254 û kongreya Cinêvê ya 3yan derket ku Riyad Hicab bi biryara Enqerayê di nîsana 2016an de, vala derxist. Texmîn jî ew e ku nêzikbûna sêyem di dosyaya Sûriyayê de di navbera Rûsya û Amerîkayê de, dosyeya Sûriyayê de wê wekî berê li ser hesabê tirkan be. Piştî ku pişta xwe bidin tirkan, dê bihêlin ku Erdogan heman êşa ku wan kişandiye, bikşêne, ji ber dronên ku ji ukranyayiyan re şandin di şerê bi Rûsyayê re, her wiha bi azerbîcanê re berfireh bû li ser hesabê hevalbendên Kremlinê ango ermen.

Kesê çarem ê ku ji hatina Trump bi tirs e, serokê Ukranyayê Volodymyr Zelensky ye. Sedema vê yekê jî ew e ku hin alîkarên serokê Amerîkayê yê hilbjijartî bi awayekî eşkere ragihand ku tiştê li Ukranyayê pêwîst “aşitî ye ne ax e”. Bi vê yekê jî re, nîşan dan ku Washington-Trump amade ye axa Ukranyayê ya niha di bin serweriya Rûsyasyê de qebûl bike ku ew ax di bin serweriya Rûsyayê de bimîne ya rûbera wê 20% ji rûbera Ukranyayê ye çaxa ku sala 1991ê ava bû.

Aliyê pêcemîn ê ku ji vegeriya Trump bi tirs e dewletên Yekitiya Ewropayê ne, ku ditirsin tedbîrên Trump ên aborî yên parastina gumrikî li dij kelûpelên ku bo Amerîkayê tên hinardekirin ne tenê Çînê bide ber xwe, lê belê dê dewletên hevalbend jî bide ber xwe. Her wiha dewletên Ewropayê naxwazin ku xerckirina leşkerî di NATOyê de zêde bikin, ji ber ku aboriya wan ji ber şerê Ukranyayê zirar dîtiye.

Dimîne aliyê şeşemîn ê ji vegeriya Trump bi tirs e ku ew jî yê herî xurt e, saziya leşkerî-îstixbaratî ya Amerîkayê ye, ku li ser siyaseta razîkirina Rûsyayê ne razî ye. Ev sazî jî ji destpêka şerê Ukranyayê ve, bi siyaseta serok Biden re bû, a ku bikaranîna şerê Ukranyayê ji bo jihevxistina Rûsyayê û binketina Putin, wekî ku serokwezîrê Birîtaniyayê Boris Johnson piştî çend rojan ji destpêkirina wî şerî li pêşiya encûmena giştî gotî.  Her wiha leşker û kombûna îstixbaratan li Washingtonê di siyaseta nêzikbûna bi Îranê re hemfikarê Obama û Biden bû, lewra ew li ser nêrîna Trump ya sînodarkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê li derve erê nakin, taybet jî li Rojhilata Navîn. Tê tercîhkirin ew dê erê bike, ji ber ku ji Çînê bi tirs e, an jî ew dê neçar be erê bike. Li gor nêrîna General Michael Kurilla, fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya Navîn, ku li pêş Kongresê di adara 2023yan de da wiha bû: “72% ji petrola Çînê, ji derve ye û 98% ji wê bi rêya keştiyan ji wan re diçe, ev yek dihêle ku ew neparastî be.” Nîvê petrola ji derve ji Rojhilata Navîn tê, ji wan, di îlona 2024an de, milyon û nîvek bermîl petrola îranî rojane bo Çînê tê hinardekirin, piştî ku berhemînana îranî di serdema Biden de vegeriya asta miyon û heştsed û pêcî bermîlî rojane, li gor “Iran International” di mijdara niha de. ev yek dihêle ku Tengava Hirmizê û Tengava Malaqa bo Washingtonê sereke bin li dij Çînê û dihêle ku devera Rojhilata Navîn alaveke mezin be bo leşkerên amerîkayî bû fişara li Çînê. Di wê gotinê de General Kurilla got: “Devera Fermandariya Giştî xwedî girîngiyeke navendî ye bo rikberiya bi Çîn û Rûsyayê re. Em li wir bûn, em îroj li wir in û em dê siberojê de jî li wir bin.

Wekî encam ji bo pêşkêşkirina nêrîneke berfireh û temamker, mirov dikare kesên ku ji vegera Trump kêfxweş in, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştre jî mîrê Siûdî Emîr Mihemed Bin Selman û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û heta bigihêje Putin.