Dewleta tirk di şerê li dij kurdan de xwe spart çekdarên opozîsyona Sûriyayê

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan  eşkere kir ku hikûmeta Tirkiyayê bi sedan endamên komên çete yên sûriyayî derbasî herêmên li Başûrê Kurdistanê kirine, da ku beşdarî şerê li dij Partiya Karên Kurdiastanê (PKK) bike. Rawangeha Sûriyayî ku xwe spart çavkaniyên xwe yên taybet, hejmarek ji van çekdarên sûriyayî dîl ketine destê PKKyê.

Artêşa Tirkiyayê di destpêka meha tîrmeha borî de, li herêmên parêzgeha Duhokê dest bi operasyoneke dagîrkeriyê bi kûrahiya 40 kîlometer di nava axa Herêma Kurdistanê de, kir. Di encamê de heta niha bi dehan gund hatine dagîrkirin û bi sedan malbat neçarî koçberiyê bûne. Di heman demê de, wekî her car dema mijar dibe kurd û herêmên wan, leşkerên artêşa Tirkiyayê hovîtiya xwe pêk anîn û baxçe û daristanên ku dagîr kirine agir berdane wan û rê xerab kirin û baregehên leşkerî ava kirin, bi armanca ku li wir bimînin.

Li gorî rapora Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan, ev cara yekemîn e ku artêşa Tirkiyayê çekdarên sûriyayî rê dike çiyayên Kurdistanê da ku şerê PKKyê bikin. Di vê çarçoveyê de, bi dehan raporan, ragihandin ku  hikûmeta Tirkiyayê çi bi awayekî fermî bi rêya artêşa xwe û çi jî bi rêya îstixbaratan û yên bi awayekî ne fermî bi rêya şerîketên ewlekariyê yên xwediyê wan rayedarên AKP û MHPyê ne, çete amade kirine û rê kirine Lîbya, Azrebîcan û Nîjera ji bo berjewendiyên hikûmet û çekdarên ku dewleta Tirkiyayê destekê dide wan. Her wiha, rêxistinên hiqûqî jî dosyayên çeteyên sûriyayî yên ku hikûmeta Tirkiyayê wan rê dike herêmên alozî û şerê navxweyî, vekirin. Wan rêxistinan, di raporên xwe de behsa rêbazên leşkerkirina çeteyên sûriyayî kirin çi bi awayekî daxwazî û tirsê û sozên ku hikûmeta Tirkiyayê daye wan ku ew ê pereyekî mezin bide wan, lê ev pere dikeve destê rayedar û wekîlan û di dawiyê de, tiştekî piçûk dikevê destê wan çeteyan.

Dewleta Tirkiyayê dema ku çeteyên sûriyayî di sala 2017an de di bin navê “Artêşa Niştimanî” de kom kirin, ji wê demê ve wan çeteyan bi kar tîne ji bo berjwendiyên xwe yên dagîrkeriyê û berfirehkirinê li herêmên aloz û şerê navxweyî, bi rêya destekdayîna milîsên herêmî ku Enqera ji bo hebûna xwe li wir biparêze, xwe dispêre wan. Ev hemû jî di çarçoveya siyaseta belavbûnê ya Tirkiyayê bi rêveberiya AKPyê pêk tê, di demekê de ku rojane behsa projeyên “Osmaniya Nû” û “Welatê Şîn” û “Mîsaqa Milî”, tê kirin.

Destpêka bikaranîna çeteyên sûriyayî jî li Lîbyayê bû, piştî ku du peymnan ku parlamentoya Tirkiyayê di kanûna 2019 û çileya 2020î li ser erê kir, rê da ku serokatiya Tirkiyayê hêzên leşkerî rêbike Lîbyayê da ku destekê bide hikûmeta Wîfaqê. Ev gava Tirkiyayê, di çarçoveya berfirehbûna Tirkiyayê di Deryaya Spî de û zêdekirina xebatên lêgerîna li gazê û tengavkirina  Yûnanistan û Misirê, pêk hat, her wiha ji bo xurtkirina hebûna xwe ya dîrokî li Lîbayayê bi rêya destekdayîna hêzên hikûmeta Wîfaqê li beramberî hêzên general Xelîfe Hefte ku rastî têkçûnên mezin hat. Sedema têkçûna sereke ya Xelîfe Hefter jî balafirên dron ên Tirkiyayê bûn.

Di havîna 2020î de jî, piştî ku şer careke din li herêma Nagorno Karabaxê dest pê kir, hikûmeta Tirkiyayê  çeteyên sûriyayî agahdar kir ku xwe amade bikin, da ku wan rê bike dewleta hevalbendê wê Azrebîcanê, da ku bi artêşa Azrebîcanê re li dij hêzên Ermenîstanê şer bikin. Di vê çarçoveyê de, dezgehên çapemeniyê û rêxistinên hiqûqî behsa veguhestina bi hezaran çeteyên sûriyayî ji aliyê Enqerayê ve kirin, ku rêkirin eniya azerî-ermenî. Li gorî agahiyên Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan jî zêdetirî 500 çete li wir hatine kuştin. Herî dawî jî, dewleta Tirkiyayê çeteyên sûriyayî di şerê li Nîjera Afrîkayê de bi kar anî, ku li wir sala borî derbeyeke leşkerî çêbû û derbekaran biryar da ku baregehên leşkerî yê Fransayê û Ameîrkayê bigirin û derî li pêşiya hevkariya bi Rûsya, Tirkiya, Çîn û Îranê re vekin. Lewra, şerîketên Tirkiyayê yên ewlekarî bi sedan çekdarên sûriyayî bi hevkariya şerîketa “Wagner”ê a rûsî derbasî Nîjera kirin, da ku li dij dijberê derbekarên leşkerî, şer bikin. Tirkiyayê jî, piştî ku serokwezîrê Nîjera Elî Lamîn Zîn di sibata 2024an de serdana Enqerayê kir û bi serokkomarê Tirkiyayê re Erdogan, rûniştin û li karegehên çêkirina dron û panzêran li Tirkiyayê geriya, Tirkiyayê çeteyên sûriyayaî rêkirin Nîjerê.

Tirkiyayê, tevî guhartinên li ser asta hundirîn, siyasî, aborî û herêmî ku qaşo bi derdorên xwe re êdî dest bi diyalogê bikin û careke din behsa siyaseta “tunekirina pirsgirêkan” dikin, lê heta niha bernameya xwe ya kevn a destekdayîna leşkerî û mayîndekirina serweriya xwe bi rêya çeteyên sûriyayî, dewam dike. Dewleta Tirkiyayê, bi rêya xwespartina van çeteyan, zemîna hebûna xwe ya leşkerî û siyasî li herêmeke ku dixwaze destwerdan bike û hebûna xwe têde xurt bike. Her wiha, xwe ji ber berpirsyariya xwe li ser asta qanûna navdewletî dide alî. Ji ber ku ev ne beşek ji artêşa Tirkiyayê ne. Di encamê de jî, hebûna van çeteyan ne tê wateya operasyoneke dagîrkiriyê an jî destwerdaneke leşkerî ya yekser ji aliyê dewleta Tirkiyayê ve. Eger ku hatin tasfiyekirin jî, ev mijar tê veşartin û saziyên wan ên taybet jî ji malbatên wan re dibêje ku tu nûçeyan derbarê vê yekê de belav nekin û ne jî behsa eniya ku tê de hatin kuştin jî bikin. Ji ber ku ev çete wekî hejmar hatine qeydkirin, ne wekî nav hatine tomarkirin. Car caran giliyên malbatên wan kuştiyan dibim mijarên nûçe û raporan, ku hikûmeta Tirkiyayê û serekên komikên bi ser Tirkiyayê ve pereyên leşkerên kuştî nadin, ew leşkerên ku li eniyên Lîbya, Azerbîcan û Nîjerê hatin kuştin.

Hêzên Parastina Gel “HPG” (baskê leşkerî yê PKKyê) beriya çend salan ragihand ku agahî di destê wan de hene ku artêşa Tirkiyayê yekîneyên leşkerî ji çeteyên kirêkirî yên nasnameyên tirkî bi wan re ava kiriye û bi wan re peyman çêkiriye, lê bi şertê ku eger di şerê bi PKKyê re hatin kuştin, merasîmên sersaxiyên ji bo wan neyê çêkirin. Ji ber ku hebûneke wan a fermî tuneye û ne girêdayî artêşa Tirkiyayê ne. Ji ber vê yekê jî, eger werin kuştin ev çete, ne wekî windahî di nava hêzên leşkerî yên Tirkiyayê de têne binavkirin. Dibe ku dîmenên ku ANFyê belav kirin, ku çawa leşkerên tirk cenazeyên hevalên xwe dişewitîne ku di şerê bi hêzên PKKyê re li bilindahiyên Cûdî ya rojavayê herêma Zapê di 11ê îlona 2022yan de hatine kuştin, piştrast dike ku çete hene ku artêşa Tirkiyayê di eniyên pêş ên çiyayên Kurdistanê de bi kar tîne û dema werin kuştin jî ji cenazeyên wan xelas dibin. Di vê demê de jî, hikûmeta Tirkiyayê xwe dispêre çeteyan di hemleya xwe ya dagîrkeriyê li Herêma Kurdistanê, da ku PKKyê têk bibin û herêmeke bi kûrahiya 40 kîlometer dagîr bikin û bi sedan gund ji xelkê wê yê resen vala bikin û bi dehan baregehên leşkerî ava bikin.

Diyar e ku dewleta Tirkiyayê bi xwespartina çeteyan li herêmên aloz û şerê navxweyî, da ku berjewendiyên siyasî û aborî pêk bîne, bi paş de venegeriyaye, ango hîna dewam dike. Hikûmeta Tirkiyayê di vê çarçoveyê de, heta niha xwe dispêre çeteyên sûriyayî û wan derbasî herêmên aloz û şeran dike. Dewleta Tirkiyayê, van çeteyan wekî “kaxez” di destê xwe de dibîne, da ku bi rêya wan helwesta hevalbendên xwe yên rejîmên leşkerî yên derbekar û milîsên cudaxwaz ên dervayî qanûnê, xurt bike. Di demên dawî de û piştî daxuyaniyên Erdogan ên daxwaza hevdîtina bi serokê Sûriyayê Beşar El-Esed û vegerandina têkiliyan di navbera herdu welatan de û çareserkirina dosyayên mayî, di nava çekdarên girêdayî Enqereyê de alozî derket. Ji ber ku metirsî hene Erdogan wan çeteyan bike qurbanî, ji bo berjewendiyên lihevirina bi El-Esed re da ku bi rêya wê, bi milyonan penaberên sûriyayî vegerin welatê xwe û Tirkiya dosyaya jinûveavakirinê bi rê ve bibe.

Her wiha bikaranîna Sûriyayê wekî korîdoreke aborî bo “Rêya Geşepêdanê” ya ku ji Kendava Erebî tê û di Iraqê re derbas dibe ku wekî korîdorekê ye bo hinardekirina kelûpelên tirkî bo bazarên Urdin û Erebistana Siûdî. Ji vir, serekên komikên sûriyayî yên bi ser Tirkiyayê ve, hewl didin bêhtir xwe ji tirkan re biçimînin û li aliyekî din digerin ku dide ku wan ji vê gera Erdogan a ber bi El-Esed ve xelas bikin, an jî ji xîyaneteke pêkan ku pê bibin qurbaniyên “lihevhatinê”. Li vir, em dikarin amajeyê bi serdana vê dawiyê ya Mihemed El-Casim (Ebû Emşa) serokê qaşo “Lîwayê Sultan Silêman Şah” û Sêf Pûlat serekê qaşo “Fiqeya El-Hemze” bo ofîsa Dewlet Bahçelî serokê MHPyê û hevparê Erdogan di hikûmetê de, bikin. Diyar ku ev kes li “desthilata bilind” digerin ku karibe wan ji lihevkirina Erdogan û El-Esed biparêze, ku pêkan ew qurbaniyên wl bin, an jî bibin temenê ku pêwîst e Enqera bide Şamê.

Di vê rewşa nearam ya li cîhan û deverê: Şerê Ukranyayê, zêdebûna xerckirina leşkerî ya Ewropayê, berfirehbûna rûsî li Afrîkaya ku derbeyên leşkerî lê li dar dikevin, pêkaniya vegera Donald Trump ser desthilata Washingtonê, Tirkiyaya Erdogan xwe bi dosyayê di dest xwe de digire, piştî ku li ser demeke dirêj û srtatejî berfirehbûn hilbijart bi armanca pêkanîna destkeftiyan li eniyên cografî yên dûr. Bo wê ya girîng ew e ku dosyayê hundirîn çare bike û aloziyan derbas bike da ku baweriya hilbijêrê tirk bi dest bixe ku di hilbijartinên borî de yên adara 2024an hilbijêrê tirk geşkirina aborî û bilindkirina asta jiyanî di ser projeyên împeratorî yên xeyalkirî û siloganên olî re girt. Erdogan bawer dike ku çareya vê dosyayê li Şamê ye, ku bi rêya vegerandina bi milyonan koçber û vekirina bazaran li Sûriyayê dê baweriya hilbijêrê tirk bi wî vegere û dê hukum berdewam bike, paşê careke din dê karê avakirna “Tirkiyaya Mezin” berdewam bike û wekî dewleteke gewre tev bigere û gotina xwe li ser derdora xwe ferz bike. Lê belê, a ku di siyaseta partiya desthilatdar û hevalbenda wê de sabit ew e ku şer li dij gelê kurd li Tirkiya, Sûriya û Iraqê berfireh bikin û vî şer wekî “parastina hebûna Tirkiyayê” bidin naskirin. Her wiha rikberên xwe yên di partiyên din de tawanbar dike, di serî de CHP, ku axaftina wan a li bara paşveçûna boriyê û rewşa hemwelatiyan a têkçûyî û belavbûna gendeliyê û destekdayîna hikûmetê ji teror û milîsên çekdar ên gerok, beşek ji operasyona “qelskirina Tirkiyayê ye û “hebûna wê rastî metirsiyê tîne”, her wiha “destwerdana parçekirina wê ye”.