Dema ku dagîrkeriya tirk li ser Iraqê dibe “hevkariyeke ewlekarî” di navbera herdu welatan de
Nivîskar: Tariq Hemo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Serdana serokkomarê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan li paytexta Iraqê di 22yê nîsana borî de, bû xaleke veguhastinê di têkiliyên di navbera herdu welatan de. Ji ber ku Tirkiyayê gelek şertûmerc li ser Iraqê feriz kirin, her wiha hebûna leşkerî ya Tirkiyayê li ser axa Iraqê jî, mayînde û rewa kir. Di encamê de, destên îstixbarata tirkî li bajarên Iraqê hate berdan û êdî destwerdana tirkî di karûbarê siyasî yên iraqî de, di nav de jî avakirina hevalbendiyên di navbera blok û partiyan de û belavkirina erkên rêveberî di parêzgehan de, bû mijareke asayî ku Bexdad vê yek wekî destwerdana di karûbarê navxweyî de, nabîne. Bi gotineke din, hebûna tirkî ya siyasî û leşkerî bibe rastiyeke heyî, wekî hebûna îranî, ku dibe ku ya tirkî bêhtir tê qebûlkirin û tu qelebalix li ser ragihandinê çênekir.
Beriya serdana Erdogan li Bexdadê, tîma serokkomar ya leşkerî û dîplomatîk ya nû di 14ê adara borî de serdana Bexdadê kiribû. Tîm jî ku ji Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Serokê Desteya Îstixbaratê Îbrahîm Kalin pêk dihat, serdana Bexdadê kir û ji iraqiyan re xetên mezin ên nîşaneyên têkiliyên nû di navbera herdu welatan de xêz kirin, ku divê Bexdad pabendî wê be, di demekê de ku Tirkiya bi israr e hebûna xwe di qada Iraqê de xurt bike û hebûna xwe ya leşkerî çi di aliyê baregehên leşkerî de çi jî dagîrkeriyên bejahî yên mezin, veguherîne rastiyeke heyî ku ji çarçoveya dagîrkeriya leşkerî derkeve û bi alikariya hikûmeta iraqî bikeve çarçoveya “hevkariya ewlehî ya dualî” di navbera herdu welatan de!
Di berîka hersê wezîrên tirkan de, gelek arander ji bo hempîşeyên wan yên li Bexdadê hebûn, ku ew jî hemû “proje” bûn lê tenê li ser kaxezê man. Lê wekî her car, ev yek ji sozên devkî yên ku nabin rastiyên li ser erdê dernakeve, ji ber ku wê helwesta iraqî xurt bike û kaxezên fişara tirkî lawaz bike. Soza wan a berbiçav jî, projeya “Rêya Geşepêdanê” bû ku heta niha di çarçoveya xeyalan de ye, ku divê qaşo kelûpelên Çînê û Kendavê bi rêya trênê û toreyên rêyan (rêyên nû ku divê şerîketên Tirkiyayê ava bikin) ji bendera El-Faw li Besrayê bi rêya Bexdad û Mûsilê derbasî Tirkiyayê bikin û ji wir jî derbasî dewletên Ewropayê bikin. Ji bilî wê jî, “projeyên” aborî û xizmetguzarî yên din ku Tirkiya xwe dispêre bîrdanka iraqî ya qels û pevçûnên herdem ên di navbera girseyên siyasî de, da ku proje hibira li ser kaxezê bimîne.
“Koma plnanên hevbeş ên tirkî-iraqî jî” ku di bingehê xwe de beşek ji “Peymana çarçoveya stratejîk a hevkariya hevbeş a di navbera Bexdad û Enqera de ye”, yek ji encamên serdana Erdogan li Bexdadê ye û bû wekî belgeyekê ku Enqera hikûmeta Iraqê bixe bin şûrê bend û pabendbûnên xwe. Ev hemû jî gavên piratîk li gorî stratejiya Tirkiyayê xurtkirina destkefiyên ku bi dest xistiye û xurtkirina “neberdana erdê” bi rêya itîrafa iraqî ya (a veşartî û niha aram e) bi hebûna tirkî wekî baregehên leşkerî û derbasbûna bi rêya operasyonan. Li kêleka wê jî pêkanîna hikûmeta Iraqê ya gavên piratîk ji bo şerkirina li dij PKKyê û ferizkirina qedexeya giştî li ser tiştên girêdayî wê.
Li ser vî esasî jî, Bexdadê hema yekser dest bi pêkanîna tiştên ku jê têne xwestin kir. Di vê çarçoveyê de, di 23yê tîrmehê de biryar derxist û PKK wekî “rêxistineke qedexekirî” ragihand, her wiha soz da ku “çi kesên ku girêdayî PKKyê bin wê ji daîreyên hikûmetê li welat, qut bike”. Beriya vê biryarê jî, Bexdadê zemîna vê biryarê bi rêya operasyoneke ragindinê ya reşkirina navê PKKyê amade kir û zemîna ewlekarî li dij PKKyê amade kir û îdîa kir ku saziyên peywendîdar kesên ku girêdayî PKKyê bûn girtine, ku dixwestin kiryarên tevlîheviyê pêk bînin. Di 1ê tîrmeha borî de, hêzên ewlekariya iraqî 3 kesên ku ragihand wan plan dikirin êrîşan li tevahiya welat pêk bînin girtine, di nav de jî teqandina xeta petrolê ya hinarderkirina petrolê û pêkanîna şewatê.
Alavên ragihandinê yên Iraqê yên fermî li xweşiya dezgehên ragihandinê yên li Başûrê Kurdistanê hat û bi hev re dest bi belavkirina nûçeyên qaşo “plnanên” PKKyê yên teqandinê, şewat û xerabkirinê kirin. Her wiha, behsa senaryoyên derxistina aloziyê kirin û ji nişkan ve jî piştî serdana Erdogan û pêkanîna “Peymanên stratejîk ên iraqî-tirkî”, ev nûçe û senayo hatin belavkirin. Di heman demê de jî, hikûmeta Iraqê biryar da Desteya Dozgerî ya Hilbijartinan bi rêya giliyekê ji Saziya Ewlekarî ya Niştimanî ku 3 partiyan qedexe bike û ew jî ev in: Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî, Eniya Têkoşîna Demokratîk a Êzidî û Civaka Kurdistan, bi bihaneya ku girêdayî PKKyê ne.
Bi xwespartina gavên iraqî yê qedexekirina PKKyê û nehiştina ku partiyên iraqî yên ruxsetkirî ku xebatên siyasî bikin bi bihaneya ku girêdayî PKKyê ne, her wiha bi dayîna nûçe û senaryoyên derew li ser planên qaşo yên PKK ji bo derbekirina aboriya iraqî û pêkanîna kiryarên xerabiyê, dewleta Tirkiyayê êrîşên xwe yên hedefgirtina kadroyên siyasî û ragihandinê yên kurdan zêde kir. Her wiha topbaran û bombebarana li dij rêxistin û komeleyên siyasî li gelek bajarok û gundên hundir û dervayî Herêma Kurdistanê zêde kirin. Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirkiyayê bo domdarî kampa Mexmûrê ya penaberên kurd bombebaran dike, her wiha sûcê kuştina du rojnamevanên jin ên kurd Hîro Behadîn û Gulîstan Tara, ku bi balafireke dron di 23yê tebaxa borî de erebeya wan li herêma Seyid Sadiq a parêzgeha Silêmaniyê, bombebaran kir.
Bexdad tenê bi dayîna tawîzan ji Tirkiyayê re û binpêkirina serweriya bi rêya çavrêgirtina li ser dagîrkeriya leşkerî ji herêmeke berfireh ji parêzgeha Duhokê û destwerdana siyasî ya Enqerayê di hikûmet û opozîsyonê de û erkdarkirina berpirsên girêdayî xwe wekî “maf” jî dibîne, sînodar nema. Lê belê berê xwe da bicihkirina hemû gav û tedbîrên ku ji dema serdana Erdogan di nîsana borî de pêk anîne, bi rêya şandina şandeke fermî ya iraqî li Enqerayê di 15ê nîsana borî de ku ji Wezîrê Karê Derve Fûad Hisên (rêveberekî PDKyê ye û şêwirmendê referanduma têkçûyî ya Herêma Kurdistanê sala 2017an ku di encamê de Herêma Kurdistanê ji sedî 40 ji rûbera xwe winda kir û kete destê hikûmeta navendî û berbijarê serokatiya Iraqê ya têkçûyî Îmam Berhem) û Wezîrê Parastinê Sabit El-Ebasî û Serokê Desteya Heşd Şebî Falih El-Feyad, pêk dihat. Şanda iraqî bi Tirkiyayê re “Pemana hevkariya ewlekarî di navbera Iraq û Tirkiyayê de” îmeze kir, ku wekî temamkera “Peymana Çarçoveya Stratejîk a Hevkariya Hevbeş a di navbera Bexdad û Enqere de” ku Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şêîa Sûdanî re dema serdana xwe di nîsana borî de, îmze kiribû.
Peymana di navbera herdu aliyan de, ji 10 madeyan pêk tê ku tenê axaftinên giştî bûn li ser pevguhartina pisporên ewlekarî û leşkerî û perwerdekirin û şêwirmendî û kordîneya îstixbaratî û vekirina baregehên leşkerî yên hevbeş. Lê ya herî girîng, kordîneya rûbirûbûna PKKyê ye ku Enqera ji vê yekê fêm dike mayîndekirina hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê ye, bi rêya rewabûna bi dehan baregehên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê û herêmên ji parêzgeha Mûsilê û serbestbûna topbaran û kuştinê û xerabkirinê. Li kêleka wê jî, Tirkiya derbarê operasyonên dagîrkeriyê bi dehan kilometer di nava axa Iraqê de, garantiya bêdengiya Iraqê standiye. Tevî ku yek ji bendan, divê Tirkiya rêveberiya baregeha Zilîkanê ya tirkî li Beşîqa ya rojhilatê parêzgeha Nîneweyê û serweriya wê radestî Iraqê bike jî, lê ev mijar heta niha nayê pêkanîn, di demekê de ku Tirkiya vê bargehê wekî “destkeftî” û “kaxezên fişarê” dibîne, ku herdem Iraqê lawaz dike û Enqera dikare îradeya xwe li ser Bexdadê feriz bike. Zilîkan, baregeheke mezin e, bi sedan efser û leşker tê de hene, her wiha cihê daketina helîkopteran tê de hene û li kêleka wê jî erebeyên zirxî û çekên giran tê de hene ku sala 2014an piştî êrîşa rêxistina DAIŞê û serweriya wê li ser bajarê Mûsilê piştî têkçûna artêşa Iraqê, Tirkiya rewşa tevlîhev keysbaz kir û ev baregeh ava kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkiya hewl dide û dixebite da ku Desteya Heşd Şebî wekî aliyekî serbixwe ku beşdarî hemû peymanên di navbera hikûmetên Enqera û Bexdadê de bibe. Li ser vî esasî jî, şandên tirkî yên ku serdana Bexdadê dikirin, wekî mercekî datînin ku Falih El-Feyad beşdarî civînên bi nûnerên hikûmetên ên ji Wezaretên Parastin, Derve û Navxweyî, bibe. Di vê çarçioveyê de jî, El-Feyad bi şanda iraqî re ya ku çû Enqerayê, beşdarî civînê bû û bû şahidê îmzekirina peymana hevkariya ewlekarî. Ji ber ku Tirkiya wisa dinirxîne ku divê Heşd Şebî bi rêya beşdarbûna di hemû peymanan de û vekirina peywendiyan bi wê re, bê hundirandin. Di encamê de jî, erêkirina wê li ser gav û tedbîrên siberojê de bistîne û ji bo ku Heşd Şebî gavên Tirkiyayê asteng neke. Bi vê yekê re jî, Enqera hewl dide ku encameke baştir bi dest bixe ku pê Heşd Şebî hin komikên xwe yên li dij hebûna Tirkiyayê ne, rêxistin bike, bi taybet Tirkiya hinan ji wan tawanbar dike ku ew berpirsyarên êrîşên moşekî ne yên ku li dij “Zilîkanê” pêk hatin li Başîkayê.
Her wiha ji nava peymanên di navbera Enqera û Bexdadê de jî, ên girêdayî çavkaniyên avê jî hebûn. Ew jî peymanên ne eşkere bûn û ne jî bi hejmar û dîrokê jî diyar bûn ku divê Enqera para Iraqê ji avên Dicle û Firatê bide û êdî di dayîna avê de kontrol neke, her wiha Tirkiya herdu çeman wekî çemên navdewletî bibîne. Di peymanan de, behsa “hevkariya di rêvebirina avê de” û beşdarbûna şerîketên Tirkiyayê di binsaziya projeyên avdanê û başkirina rêvebirina avê û belavkirina wê li ser çandiniyê û avdanê û dirêjkirina toreyên ava vexwarinê. Ji ber sînordarkirian ava çemên Dicle û Firatê li ser Iraq û Sûriyayê ji aliyê Tirkiyayê ve di salên borî de, hişt ku Iraq rastî rewşeke zuhabûn û çolistaniyeke mezin were, di heman demê de jî Iraq ji sedî 60 ji axên xwe yên li bi avên çeman av dida, winda kir. Di vê çarçoveyê de, Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku welat her sal 100 kîlometer çargoşe ji axa xwe ya çandiniyê winda dike ji ber çolistaniyê û pêlên dijwarbûna zuhabûnê yên texmînkirî heta sala 2025an jî, wê bihêlin ku çemê Firatê li aliyê başûrî bi tememî xuha bibe. Her wiha wezaretê eşkere kir ku wê çemê Dicleyê jî veguhere avrêjeke xwedî berhemeke sînordarkirî, ev yek jî tê wateya gefa li ser jiyana bi milyonên iraqiyan. Her wiha ji ber neberdana Tirkiyayê, para Iraqê ji ava çemên Dicle û Firatê û israra wê ya tîkirina Mezopotamya û zuhkirina baxçeyên wê, bû sedem ku “Encûmena Bilind a Kordîneya di navbera Iraq û Bexdadê de” îbtal bibe, ku Serowezîrê Iraqê yê wê demê Nûrî Malikî bi Erdogan re ev encûmen di serdana li Enqerayê de di îlona 2007an de, îmze kiribû. Tevî hebûna protokolên ewlekarî, aborî, bazirganî, siyasî, çandî û leşkerî, lê Tirkiyayê bi kûrahiya 30 kîlometer derbasî axa Iraqê bû, lê ji ber ku Tirkiyayê protokola taybet bi avê pêk neanî, peymana derbarê avê de têk çû û “Encûmena Stratejîk” ji hev belav bû.
Her wiha, hê jî Enqera vekirna boriya hinardekirina petrolê ji Kerkûkê bi rêya Bendera Cîhanê ya tirkî, red dike, ku ji 25ê adara 2023yan ve girtiye û Tirkiyayê ew rawestandiye, ku di rojê de 450 hezar bermîl derdixist (ev girtin ji wê çaxê ve ji iraqê re bû sedema xisareta 12 milyar dolar), ew jî sdba biryara Odeya Bazirganiyê ya Navdewletî ku ji Tirkiyayê xwest 1.5 milyar dolarî bide hikûmeta Iraqê ji ber hinardekirinên Herêma Kurdistanê, Enqera jî vê yekê red dike û panbendî wê nabe.
Bi vî awayî, terazûya serketin û binketinê ya têkiliyên nû yên di navbera Tirkiya û Iraqê de meyla wê bi temamî ber bi berjewendiyên Tirkiyayê ve ye. Enqera bi ser dikeve û dest datîne ser axê û tu destberdanan nake ku pê hewlesta wê qels bibe û ya Iraqî xurt bibe. Her wiha, zelal e ku dosyaya iraqî ya li ser maseya Tirkiyayê tijî rêyên jêrevînê ye ku Tirkiya dikare jê bireve û pê destkeftî û hebûna xwe li tevahiya Iraqê xurt bike. Tevî ku berê xwe dide hikûmeta navendî û lihevkirin û peymana pê re îmze dike, lê Enqera aliyên din ên xwedî bandor li Iraqê ji bîr nake. Ew dixwze hevalbendiya xwe bi hevalbendan re xurt dike, yên mîna PDK, Eniya Tirkumenî û hin komikên sinî, lê ji hleke din ve hewl dide hêza şîî ya bibandor bêalî bike, bi taybet yên biçek û xwedî desthilat mîna Heşd Şebî, ji hêla din ve jî hêza ku xwe li ber siyasetên wê yên destwerdanê naçimîne wan dorpêç dike, mîna YNKyê.
Enqera hewl dide rastiyeke nû ferz bike ku bi rêya wê bihêle hikûmeta iraqî rastiya destwedana di serokatiyê û dagîrkeriyê erê bike û wawn bike lihevkirinên fermî bi mora iraqî û baregehên leşkerî yên tirkî û derbasbûna leşkerî bike “hevkariya ewlehî di navbera herdu welatan de”. Ku ev “hevkariya ewlehî” bibe bihane bihêle ku artêşa Tirkiyayê bimîne û hebûna xwe xurt bike û rê li ber istixbaratên tirkî veke ku operasyonên reşkujiyê û tesfiyeyê derheqê rojnamevan, siyasetmedar û çalakvanên kurd de bi bihaneya hevkariya bi PKKyê re, pêk bîne.
Lê dosyayên ku ji Iraqê re girîng in, wekî gel û welat, mîna parastina yekîtiya niştimanî ji destwerdana derve, garantiya ewlehiya avî û çarekirina wê bêyî pêvekiya aborî ji cîranan re, çav li ser wê tên girtin, an jî ji hêla iraqî ve bêdeng dimîne, di demekê de ku Bexdad hewl dide cîrana xwe bi hişmet bike, lê bi ser nakeve. Enqera jî dosyayê girîng di destê xwe de dihêle û wan wekî kaxezên fişarê dibîne ku bi wan tevliheviyan li hundirê Iraqê peyda dike û pê dorpêçkirina avî, aborî û leşkerî xurttir dike. Ev tev ji bo ku Iraq jê re bibe wekî baxçeyekî paş malê û ji bo wê bibe cihekî vekirî, di çarçoveya projeyên mezin de yên mîna. Mîsaqa Milî ku nîvê nexşeya Iraqa niha tev li xwe dike, ku Neynewa, Kerkûk, Hewlêr, Silêmaniyê, Dihok parçe dike û tev li Tirkiyaya Mezin dike. Heta wê çaxê, ermanca Enqerayê ya ku ji ser wê danakeve armanckirina Partiya Karkerên Kurdistanê ye û hewldana rêlibergiritna belavbûna hizira wê di nav dever kurdî û gelê kurd de li Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê.