Daxuyaniyên Lavrov tecrubeyeke kêrhatî ye bo gurkirina Tirkiyayê
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Bo wezîrê derve yê Rûsyayê rêyeke kêrhatî heye ku pê bi tirkan re dide û distîne derbarê dasyaya Sûriyayê de, têrê dike ku tenê metirsiyên Tirkiyayê tev bide yên li bara kurdan ku dê Rêveberiya Xweser cuda bibe û dê hebûneke kurdî peyda bibe, bi vê rêyê Tirkiya bi lez berê xwe dide Moskoyê da ku li bara çareya vê xewna nexweş giftûgo bike. Dibe ku çareya Rûsyayê ya ku li ser bingehê lihevhatina Beşar El-Esed û Receb Teyyib Erdogan tê avakirin, paşxaneya wê ev mijar e ku Rûsya jî dizane çawa vê mijarê mezin bike û wê bi kar bîne.
Gelek caran wezîrê derve gelek gotin bi kar anîne ku pê xuya dide ku xwesteka kurdan heye “ji Sûriyayê cuda bibin” û “dewletokekê” an jî “mîna dewletekê” an jî “dewletekê” ava bikin. Di daxuyaniya xwe ya dawî de ya destpêka vê mehê de, Lavrov careke din gotinên welatê xwe gotin ku Washington bi nêt e “hebûnekê mîna dewletê” ava bike. Berî niha jî di kanûna paşîn a 2023yan de got ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk “rêveberiya projeyeke cudaxwaziyê dike”.
Berî wê bi salekê jî hişyariya heman tiştî da. Ev tev de tevî ku Lavrov ji nêz ve dizane ku kurdên Sûriyayê xwesteka wan a cudaxwaziyê tuneye û Rêveberiya Xweser berî niha ji Wezareta Devre ya Rûsyayê xwestiye ku çareyeke siyasî bibîne ku ji jiûveavakirina rêveberiya dewletê li gor sîstemeke nenavendî dest pê dike. Bo gotinên din: Kurdên Sûriyayê hewl didin hukimekî rêveberî ava bikin ku dişibe sîstema kantonan a Rûsyayê. Hêviyên hin kurdan hebûn ku Mosko berî her kesî piştgiriya xwestekê kurdên Sûriyayê bike ji ber ku dîrokeke Rûsyayê ya dûvdirêj di avakirina kantonên xweseriyê de heye û xwestekên civakên etnîkî û xwestekên wan ên çandî fêm dike, çi di dema Yekîtiya Sovyetê de be, çi jî di dema Komara Rûsyayê ya Fedral ya niha de be.
Şîretên Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser re yên ku daxwaza danûstandinê bi Şamê re dikir, xuya dike dubazar e. Ku bi rastî jî Rêveberiya Xweser hewl da danûstandinê bike, lê bêfêde bû, her wiha hewl da Moskoyê bike navbeynkar. Tevî wê xuya dike ku Rûsya lihevhatina di navbera Şam û Enqerayê de bêhtir dixwaze, tevî ku lihevhatin li ser hesabê kurdên Sûriyayê jî be. Bêhtir ji wiha jî, Rûsyayê hikûmeta Tirkiyayê gur kir da ku bêhtir dijminatiya kurdên Sûriyayê bike, berdêla ku hewl bide hewesdariya Tirkiyayê ya bi navê “ewlehiya neteweyî” kêm bike.
Ev tev de bi rêya gotinên fermî yên rûsî tên ku li bara projeyên cudabûnê yên ku Washington wan li bakurrojhilatê Sûriyayê amade dike diaxivin, bêyî ku tu belgeyekê li bara hewldanên Amerîkayê yên avakirina vê “dewletokê” pêşkêş bikin, tevî ku beşê berçav di çîroka bakurrojhilatê Sûriyayê û Amerîkayê de li ser bingehê ewlehî û berjewendiyê hevbeş yên têkbirina rêxistina DAIŞê ye. Bi ser de jî xuya dike ku Washington girîngiyê nade avakirina teşeyekî ji teşeyên hebûneke siyasî an jî rêveberî bo niştecihan, di nav wan de kurd, ku li bara vê mijarê tu sozên Amerîkayê tunene.
Deveyî mijara gurkirina Tirkiyayê, wezîrê derve yê Rûsyayê dev davêje siyaseta Amerîkayê li Sûriyayê û bandora serkeftina wê kê, dike, ya li tenişta Hêzên Sûriyaya Demokratîk “HSD” di şerê li dij DAIŞê de, ku hejmar û rastiyên li ser erdê paşguh dike, ku li gor gor wî Washington di karê xwe de bi ser neket û “amerîkayî tu encamên şerê li dij terorê bi dest nexist”. Dibe ku mîna van gotinên dubarekirî bo wan aliyên ku dibînin hebûna hêzên Amerîkayê li bakurrojhilatê Sûriyayê û li baregeha Tenefê karekî vala ye û dem jê re tuneye. Lavrov bi gotina xwe dide xuyakirin ku karê bidûketina şaneyên “DAIŞ”ê ku sebir û çavdêriyeke nêzîk jê re divê, “binketineke” Amerîkayê ye.
Bi awayekî rasteqîn, heta niha em nikarin bibêjin ku Hevpeymana Navdewletî karê xwe bi dawî kiriye, ji ber ku metirsiyên vegera rêxistina terorî heye û tevgera endamên wê li biyabanên Sûriya û Iraqê zêde dib, tevî ku “HSD” bi hevkariya Hevpeymana Navdewletî berdewam operasyonên leşkerî û biserdegirtinan pêk tînin. Her wiha bidûvketina berdewam a şaneyên rêxistinê nayê wateya binkeftineke amerîkayî, lê belê şopîner dikare gotinên Lavrov vajî bike û bibêje ku tiştê ku got tê wateya binkeftina Moskoyê di dîtina çareyên siyasî yên rasteqîn de ku bihêle sûriyayî bixwe erka şerê li dij DAIŞê bigirin ser milê xwe berdêla Hevpeymana Navdewletî, ji ber ku çareya siyasî tê wateya derketina hemû hêzên biyan û Hevpeymana Navdewletî.
Tevliheviyeke balkêş di daxuyaniyên Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê kurdên Sûriyayê heye, em nikarin bibêjin ku ew daxuyanî bixwe jî ne ji bo tirkan e, ku Tirkiyayê pê gur dike. Di salên borî de, gelek guhartin di daxuyaniyên Rûsyayê de çêbûn. Di sala 2015an de, Rûsyayê reşnivîseke destûrê amade kiribû ku tê de hizira “xweseriya çandî” di ber çavam re derbas dike û firehbûna sîstema nenavendî, paşê çaxa ku ev reşnivîs derket, ew mandele kir. Her wiha em dikarin daxuyaniya wezîrê derve yê Rûsyayê yê niha bi bîr bînin ku li bara pêkaniya kopîkirina tecrubeya Başûrê Kurdistanê axivî wekî çareyekê ji kurdên Sûriyayê re, ango avakirina sîstemeke ferderal. Paşê Rûsyayê dest bi reşkirina projeya Rêveberiya Xweser kir û xweseriya ku peyda ye kir pêşiyek ji avakirina dewletokekê!
Dihat texmînkirin ku dê Lavrov bi hevalbendiya berdewam a di navbera Washington û “HSD”yê de şik bikeve, ji ber wê çarenûsa wê şiband bi “çarenûsa serekên efgan” çaxa ku Amerîkayê dest ji wan berda û vekişandineke bilez di sala 2021ê de pêk anî bi wê bang kir ku ji tecrubeya efganî fêr bibin û xwe ji ber heman çarenûsê bidin alî. Lê bi heman awayî em dikarin di heman çaçoveyê vekişandina Rûsyayê ji Efganistanê sala 1989an bi bîr bînin ku hevalbendê xwe Necîbulah bi tena wî bi çarenûsa wî hiştin li hemberî derbeyên “mucahidînan”. Dibe ku bijartina tecrubeya efganî mînakeke xirab be ya siyasetên destjêberdana dewletên gewre ji hevalbendên xwe di hin rewşan de, ev kiras wekî çawa ku li Washingtonê tê, li Moskoyê jî tê, bi her halî jî mînaka efganî nabe pîvan.
Di encamê de, xuya dike ku daxuyaniyên Lavrov bi bingehê xwe bo Tirkiyayê ne da ku wê gur bike, ne ji bo Rêveberiya Xweser an jî Şamê ne, ji ber ku tiştê ku daxwaza wê kir ku kurdên Sûriyayê “vegerin rêya diyaloga niştimanî û lihevkirina li ser mercên jiyana wan di nava dewleta Sûriyayê ya yekbûyî bi Şamê re”, ew bi xwe beşek ji daxwazên kurdî ne ku Rûsya bi awayekî rijd piştgiriya wan nake, tevî ku kurd qesta Wezareta Derve ya Rûsyayê kirine, ku ew aliyê herî ku ha ji hûrbîniyên rewşa kurdî û xwezaya xwestekên kurdan û nêrîna wan ji çareya krîza Sûriyayê heye.