Çeteyên sûriyayî yên girêdayî Erdogan

By Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Di 27ê mijdara 2019an de, serokkomarê Tirkiyayê Receb Erdogan û serokê encûmena serokatiyê ya hikûmeta Wîfaq a Wetenî ya Lîbyayê Fayiz El-Sîrac li Enqerayê derbarê diyarkirina sînorê deryayî di navbera herdu welatan de û hevkariya leşkerî-ewlekarî, peymanek îmze kirin. Di nava wê peymanê de, baregehên leşkerî yên Tirkiyayê li Lîbyayê û dayîna çekan ji bo hikûmeta El-Sîrac, cih digirin.

Ji dema hevdîtina sêalî di meha dawî de ya sala 2018an li Bir El-Sebi ya di navbera serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, serokê Qibrisê û serokwezîrê Yûnanistanê de ku di wê hevdîtinê de projeya dirêjkirina toreya gazê di bin deryayê de ji Îsraîlê ber bi Qibirsê û ji wir jî heta girava Kirît û ji wir jî heta deryaya Yûnanistanê û ji wir jî  bi rêya deryaya Adriyatîk heta Îtalyayê da ku bi toreya gaza Yekitiya Ewropayê ve were girêdan û wekî gava destpêkê di salê de 10 milyar meter çargoşe gaz bigihêje Ewropayê, nêzikî salekê bûbû ku Erdogan di fikarê de bû. Her wiha, Erdogan dizanîbû ku dema hevdîtina wî bi El-Sîrac re, îmezkirina li ser projeya “EastMed” wê di çend hefteyan de pêk were. Lewra, Erdogan dît ku peymana deryayî ya bi El-Sîrac re wê projeya sêalî beriya ku bikeve meriyetê têk bibe, ji ber ku wê sînorê deryayî yê tirkî-lîbyayî were xêzkirin, ku bi vê yekê re jî Kirît ji Qibirisê were qutkirin, her wiha giravên yûnanî jî yên li deryaya Egeyê ji girava Qibirisî werin qutkirin û di heman demê de, hevkarê çaremîn ê gengaz ji projeyê re ku ew jî Misir e, wê di aliyê deryayî de ji Yûnanistanê were qutkirin.

Li beramberî tiştên ku El-Sîrac dan, Erdogan hêzên Tirkiyayê û çek, di nav de jî balafirên bêmirov  “Bayrakdar” dane El-Sîrac, di demekê de ku hêzên Lîwa Xelîfe Hefter 7 meh derbas bûbûn ku li ber deriyên paytextê Terablus a rojavayî bûn ku cihê hikûmeta El-Sîrac bûn. Di aliyê piratîk de û di pêvajoya 6 mehan de, alîkariya Tirkiyayê hişt ku hêzên Hefter li rojhilatê Lîbyayê têk biçin û rêyên ji bo hêzên El-Sîrac bi destekdayîna Tirkiyayê vekirî bûn. Lê serokê Misirê di 20ê hezîrana 2020î de li ser sînorê Misir-Lîbyayê rawestiya û ragihand ku xeta Sirit-baregeha El-Cefera ji bo Qahîreyê “xeta sor e”, vê yekê hişt ku heta niha xetên Astatîko li Lîbyayê peyda bin.

Lê di 4 salên piştre diyar bû ku Erdogan ne tenê çek û leşkerên tirkan rêkirin Lîbyayê, lê belê bi wan re jî ji payîza 2019an ve çeteyên sûriyayî bi rêya kompaniyên ewlekariyê yên tirkî yên wekî “Kompaniya Sadat a Şêwirmendiyên Parastinê” di bin serpereştiya îstixbaratên Tirkiyayê de, hebûn. Ev çeteyên sûriyayî ji komên çekdar ên îslamî yên sûriyayî yên girêdayî Enqereyê pêk dihatin, wekî “Sutlan Murad”, “Silêman Şah” û “El-Hemzat”. Di vê çarçoveyê de, li gorî malpera kenala “El-Hura”yê di 28ê çileya 2024an de, hejmara çeteyên sûriyayî yên ku Tirkiyayê anîne Lîbyayê, 7 hezar bûn. Her wiha, dema derketina şerê Azerbîcan-Ermenistanê di payîza 2020î de, rojnameya Şerq El-Ewsetê di mijdara 2020î de, eşkere kir ku tirkan çeteyên sûriyayî ji bo şerê li dij Ermenistanê rêkirine Azerbîcanê ku hejmara wan zêdetirî 2500 çeteyan e. Her wiha, malpera “El-Hura”yê jî di heman demê de ragihand ku ji wan çeteyan, 231 hatine kuştine. Di pêvajoyê sêyem de, ku meha borî hate eşkerekirin ku bi hezaran çeteyên sûriyayî tirkan ew rêkirine Nîjer û di vê çarçoveyê de jî, li gorî rojnameya Şerq El-Ewestê di hejmara 16an a meha gulanê de, hezar çeteyên sûriyayî di meha piştî derbeya leşkerî di tîrmeha 2023yan de, ji balafirgeha Dîlokê çûne Nîjerê da ku “parastina proje û berjewendiyên Tirkiyayê bikin di nav de jî kangeh” bikin. Her wiha, hinek ji wan çeteyan jî di şerê li dij rêxistinên îslamî yên desthildariya leşkerî ya nû bi dest xistin, hatin kuştin. Lê tiştê balkêş ew e ku çeteyên sûriyayî yên ku çûne Lîbyayê li dij hêzên Hefter ku ji Rûsyayê piştgiriyê digire şer dikin, lê heman çeteyên sûriyayî yê li Nîjerê li kêleka hêza leşkerî ku Mosko destekê dide wan şer dikin, lê li Ermenistanê li dij hevalbendên Moskoyê şer kirin.

Ev nîşana wê yekê ye ku ew çekeke bo kirêgirtinê ne û tu helwesta wan a yekgirtî tuneye. Lê çaxa ku em bi hûrbînî lê binêrin, dê mijar me bi ber wê yekê ve bibe ku ew tenê ji hêla Erdogan ve tên ajotin ji hêla ajokarekî ve navê wî Erdogan e, berê wan dide cihê ku ew dixwaze û wan li dij kesê ku bixwaze bi kar tîne, ew li beramber wî wekî çaxa ku sofîtî dibêje: “divê mirîd di nav lepên şêxê xwe de bin, mîna mirîyekî di nav lepê kesê ku wî dişo”. Lê tiştê ku di hin analîzan de tê gotin ne rast e, ku dibêjin diyardeya nandozên sûriyayî ji ber feqîrtî û xizaniyê ye, lê belê sedemên wê yên din hene.

Lê li vir divê em vegerin sala 2011an dema ku aloziya Sûriyayê dest pê kir. Dema ku îslamîstên sûriyayî dema ku xwe bi Erdogan girê dan, ne tenê ji ber berjewendiyên siyasî bû, lê belê bi rêya gelek nîşaneyan hate diyarkirin ku girêdana bi Erdogan, di encama baweriya îdeolojîk e ku wekî girêdayî “birayê mezin” bin. Ev rewş jî wekî rewşa Xalid Begdaş e, dema ku li ser komunîstên Sovyetê digotin ew “hevalên mezin” in. Her wiha, me ev yek di kiryarên koma Ixwan El-Musilmîn li Sûriyayê di nava “Encûmena Niştimanî” û “Itîlafa Niştimanî” de dîtin, dema ku ev herdu girêdayî Enqerayê kirin. Di heman demê de, me ev yek di rêxistinên îslamî yên çekdar de  dîtin tevî ku di aliyê îdeolojî de dijberî Ixwan El-Muslimîn bûn, wekî mînak “Tevgera Ehrar El-Şam” a xwedî meylê selefî-cîhadîstî ku dûrî meyla îxwanî ye. Ehrar El-Şam jî girêdayî Erdogan bûn, ew bi awayekî nêzî pencê tirkî bûn li dij komikên din yên ne dilsozê tirkan bûn.

Her wiha, di pêvajoya ji buhara 2018an heta peymana Moskoyê ya di navbera Enqera û Moskoyê de di adara 2020î de, pêvajoya derxistina çekdarên îslamî ji Xûta, Horan û bakurê Humisê û derbasbûna wan li parêzgeha Idlibê û herêmên bakurê Helebê, temam bû. Ji wê pêvajoyê de, Erdogan serweriya xwe ya yekser bi razîbûna Rûsyayê li ser çekdaran, di nav de jî Colanî feriz kir. Lewra tirkan êdî desthilatdariya leşkerî-ewlekarî ya wan herêman bi rê ve bir, lê rêveberiyên wekî “Hikûmet El-Inqaz” li Idlibê û “El-Hikûme El-Mueqete (demkî)” li herêma bakurê Helebê, wekî şekil hiştin. Ev yek nêzî tiştên ku Îsraîlê di salên 70î de li Dufa Xerbiyê û Xezayê pêk anîn, ku dagîrkeriya leşkerî-ewlekarî re , bi rêveberiya sivîl ji serokên şaredariyan re. Bê gûman, di nava wan de, alîgir hene û alîgirên dilsoz hene. Alîgirên dilsoz jî, mirov dikare di nava îslamperest û çeteyên sûriyayî yên eslê wan tirkumen de bibîne, ku niha di nava komên çekdar de ên wekî “Sultan Murad” û “Silêman Şah” cih digirin.

Lewra, diyardeya bikaranîna Erdogan a çeteyên sûriyayî ji wê pêvajoyê de  dest pê kir, dema ku komên çekdar ên îslamî yên sûriyayî ketin bin serweriya wî li herêma bakurrojavayê Sûriyayê. Piştî ku Erdogan ew xistin bin serweriya xwe, êdî wekî çete li dervayî axa Sûriyayê bi kar tîne, li welatên ku Enqera kete nava aloziyên li dij hêzên navdewletî an jî herêmî. Ew çete nikarin nerazîbûna xwe nîşan bidin an jî ne bi destê xwe ne, ji bilî ku gelek ji wan nexasim rêveberên wan, xwedî baweriyên îdeolojîk in ku girêdayî fermanên “birayê mezin” in ê ku li qesra serokatiya Tirkiyayê, rûniştiye.