“Astana 22”.. xaleka vala!

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Li paytexta Kazaxistanê gera 22yan a civînên Astanayê di navbera dewletên garantorên agirbestê li Sûriyayê (Rûsya, Îran, Tirkiyayê) bi amadebûna şandên “hikûmeta Sûriyayê” û “opozîsyonê” û bi beşdarbûna çavdêrên ji Urdun, Iraq, Lubnan  û Neteweyên Yekbûyî, bi dawî bû. Wezareta Derve ya Kazaxistanê jî di 21ê hezîrana 2023yan de ragihandibû ku ev civîn gera dawî ya formata Astanyayê bû, lê piştre amadebûna xwe ya jinûvedestpêkirina danûstandinan derbarê Sûriyayê de eşkere kir, wekî însyatîfeke baş.

Herçiqas ku civînên Astanayê ku ji sala 2017an ve dest pê kir, derbarê rewşa li Sûriyayê û kêmkirina şer û mayînekirina agirbestê bû, lê daxuyaniya civîna dawî ku Wezareta Derve ya Kazaxistanê di 22yê mijdarê de dabû, vê carê êrîşên Îsraîlê yên domdar li dij Sûriyayê şermezar kir. Ango, daxuyaniya wan vê carê berfireh bû û êrîşên Îsraîlê yên li dij Xeza, Lubnan  Dufa Xerbiyê jî girte nava xwe.

Di encama civîna Astanayê ya dawî de ku wekî daxuyaniyekê hate weşandin, ji mijarên herî zêdetir ku bal kişandibûn li ser, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bû. Ev yek jî nîşan dide ku, gotegotên Tirkiyayê yên derbarê Rêveberiya Xweser de, êdî ji aliyên beşdarî civînê ve tê destekirin û girîngiya wê çêdibe, nexasim bi serkeftina Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê. Lewra, mirov dikare ev gurbûna li dij Rêveberiya Xweser bi daxwaza Rûsya, Îran û rejîma Sûriyayê ve girê bide, ku piştgirî didin gotegotên Tirkiyayê, da ku bibe rêbazekî fişarê li ser Washingtonê ku hevalbendiya xwe bi HSDyê re, xerab bike.

Tirkiyayê berjewendiyên xwe bi armanckirina Rêveberiya Xweser pêk tîne

Her wiha, di daxuyaniya dawî de gelek gotin û xalên ku berê di civînên berê de hatibû gotin, hebûn, di vê çarçoveyê de dewletên garantor gotinên wekî “pabenbûna domdar a bo serwerî û serxwebûn, yekitî û aştiya Sûriyayê” û “zêdekirina xebatê ji bo garantiya aramiyê”, dubare kirin. Di heman demê de, di daxuyaniyê de mijara pevguhartina girtiyan jî ku êdî bûye mjareke teknîkî ya girêayî dewletên garantor nexasim mijara “vegera bi ewle û rûmet û dildarî ji bo hemû penaber û koçberan li cihên mayîna wan a li Sûriyayê” hatin dubarekirin. Lê ev mijar bi taybeta gi vegera koçber û penaberan ku beşek ji nîqaşên aliyên Astanayê ye, dewletên garantor û rejîma Sûriyayê bi xwe hişt in ku penaberî û koçberî çêbibe, lewra ew berpirsên li ser vegera bi ewle ya koçber û penaberan e. Ji ber vê yekê jî, nîqaşkirina vê daxwazê û yên din, matmayînbûnê derbarê cewherê van civînan û cîdiyetbûna wê û bandora naveroka wê li ser erdê, zêde dike.

Herçendî ku hemû dewletên garantor li ser diyarkirina “terorê” bi nakok in û di daxuyaniyên Astanayê yên berê de ev yek dubare dibû, di daxuyaniya dawî de jî heman tişt dubare bû û banga “berdewamkirina xebata bi hev re li têkoşîna li dij terorê kirin”. Di heman demê de jî, aliyên beşdar banga beşdarbûna li “dij daxwazên cudekariyê ku armac dike serwerî û aşitiya Sûriyayê xerab bike û gefê li ewlekariya neteweyî ya dewletên cîran dixwe” kirin. Di vê xalê de, mirov dikare tiliyên Tirkiyayê bibîne, ku ev mijar xist rojevê û dibe ku Enqera vê xalê wekî baştirîn tiştên ku di Astanayê de qezenc bike, dinirxîne.

Her wiha, derbarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de jî, di daxuyaniya dawî ya Astanayê de, heman tişt di civînên berê de hate dubarekirin. Di vê çarçoveyê de, di kopiya 20î a Astanayê de, behsa “redkirina hemû hewldanên avakirina rewşeke nû li ser erdê kirin, di nav de jî însyatîfên girêdayî xwerêveberiyên ne rewa di bin bihaneya têkoşîna li dij terorê” kirin, di kopiya 21î de jî heman tişt dubare kirin. Lê di kopiya dawî ya Astanyê de gurbûneke gelekî mezin li dij Rêveberiya Xweser hebû ku behsa dateyên mijarên wekî “petrol, metordên perewrdeyê û rûbirûyên eşîran” kirin. Di demekê de ku gotinên di dxyaniya dawî de xwest tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, wekî tecrubeyeke taybet bi sûriyayiyan, bixe bin mîkroskoba dewletên garantor. Lê beşdaran, çavên xwe li ser binpêkirinên li herêmên ku Tirkiyayê dagîr kirine, girtin. Her wiha, îşaret bi rewşên çewisandin û binpêkirinên li herêmên serweriya hikûmeta Sûriyayê, nekirin.

Mirov dikare navnîşana civîna dawî ya Astanayê bi daxwaza beşdaran a vekişandina hêzên Amerîkayê û hewldanên têkbirina desthilatdariya Rêveberiya Xweser, bi nav bike. Dibe ku serkeftina Trump hêzek da Tirkiya û Rûsyayê da ku helwestên xwe li dij Rêveberiya Xweser zêde bikin. Divê vê çarçoveyê de, nûnerê serokê Rûsyayê li Sûriyayê  Alexander Lavrentiev ku rêveberiya şanda Rûsyayê li Astanayê kir, bal kişand li ser pêkanîna civîna Astanyayê û got: “Di demekê de ku îhtîmal heye siyaseta Amerîkayê derbarê Sûriyayê de were guhartin di serdema serokê hatiye hilbijartin Trump” û destnîşan kir ku ev yek “faktoreke girîng a nîqaşa di navbera dewletên garantorên agirbestê li Sûriyayê çêdike.”

Dewletên garantor, her wiha rejîma Sûriyayê û opozîsyona hevalbenda Tirkiyayê, dibînin ku hatine Trump li ser desthildariyê wekî boneyeke baş dibînin da ku şer zêde bike, ev yek jî dibe ku mijara vekişandinê vejîne. Ji ber vê yekê jî, di daxuyaniyê de îşaret bi rola Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hate kirin, her çiqas ku bi nav nekirin jî lê di daxuyaniyê de “çi xebatên ji çi dewletê ku destekê didin terorê û cudekariyê yê komên etnîkî an jî olî (…) û çekan dide wan” şermezar kirin. Her wiha, tê zanîn ku aliyên Astanayê (Rûsya û Îran) bi awayekî eşkere li hundir û dervayî Sûriyayê dijminatiya Washingtonê dike, lê Tirkiyayê tenê di hundirê Sûriyayê de dijminatiya Amerîkayê dike. Ji ber vê yekê jî, Tirkiyayê beşdarî lîstoka berdewamkirina fişara li ser Amerîkayê bû, da ku ji Sûriyayê vekişe û hevalbendaniya xwe bi HSDyê re qut bike, tevî ku hate xwestin Tirkiyayê hevalbendiyê bi dijminên Amerîkayê re bike, wekî ku çawa di sala 2015an de çêbû, dema nêzikbûna Rûsya û Tirkiyayê çêbû, ku ev yek dijberî daxwazên Washington bûn.

Ji ber ku pêwîstiya rastîn a civînên dewletên garantor di bin navê Astanayê de bo meseleya kêmkirina şer bû, bi taybet li deverên eniyê yên rûsî-tirî û li paş wan hêzên rêjîma Sûriyayê û milîsên îranî û çekdarên opozîsyonê, aliyên kombûyî “bi tundî dan nîşandan ku ew xema tevgera komikên terorîst ên ku gefê li sivîlan dixwein di hundir û derveyî devera kêmkirina şer de li Idlibê dixwin”. Para deverên kêmkirina şer a rastî di daxuyaniya dawî de tenê ev çend gotinên ne zelal bûn, ku bi awayekî yekser amajeyê bi rêxistinên îslamîst yên tund li Idlibê nake. Dibe ku mebest jê ew be ku têkilî di navbera van rêxistin û Tirkiyayê de hebe, ev yekî dihêle ku wan bi nav neke.

Neaxaftina dewletên garantor li ser herêmên Sûriyayê yên herî zêde ku pirsgirêk û binpêkirin lê hene li bakur rojavayê Sûriyayê (herêmên ku ji aliyê Tirkiyayê ve hatine dagîrkirin û Idlibê) û bal kişandina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û hebûna Amerîkayê, nîşan dide ku bû mijarek bo têkiliyeke nû di navbera van dewletan de.

Hewldanên jiholêrakirina girêka nêzîkbûna Sûriya û Tirkiyayê

Bi bangên Tirkiyayê yên dubarekirî yên derbarê jinûvevegerandina têkiliyan bi Sûriyayê re, di daxuyaniya Astanayê de li ser “jinûvedestpêkirina peywendiyan di navbera Tirkiya û Sûriyayê de li ser esasê pabendbûna tund a rêzgirtin û yekitî û aşitiya ax û serweriya herdu welatan” hate piştrastkirin. Lê beriya destpêkirina Astanayê bi çend rojan, wezîrê karê derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan ragihand ku mijara nêzibûna bi Şamê re rawestiyaye, ku beriya wê bi rojekê jî wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku hin leşkerên Rûsyayê li Ukranyayê bi çekên Tirkiyayê hatine kuştin. Ev yek jî tê wateya nêzikbûna Enqera û Şamê li ser esasê cewherê têkiliya Rûsya û Tirkiyayê ye, ne li ser esasê berjewendiyên Şamê ye. Lê ev yek jî ji aliyê Şamê ve tê zanîn, ji ber vê yekê jî Şam şertên eşkere datîne, da ku nêzîkbûna bi Enqera û normalîzekirin, were destpêkirin.

Lê di aliyê pratîkê de, Tirkiyayê dikarîbû ku hin biryaran ji dewletên garantor bi dest bixe, nexasim rejîma Sûriyayê. Di vê çarçoveyê de, berê daxuyaniya Astanyayê ya dawî da şerê li dij Rêveberiya Xweser û tekezkirin gotegotên wê yên derbarê hin mijaran ku dibîne bingeha hevkariya siberojê bi Şamê re ye. Lê Şamê nikarîbû ku daxwazên xwe yên taybet yên pêwîstiya vekişandina hêzên Tirkiyayê ji ber ku hêzeke dagîrker e li bakurê Sûriyayê, biçesipîne.

Lê diyar e ku rêveçûyîna nêzikbûna Şam û Enqerayê, girêdayî siyaseta Trump li Rojhilata Navîn e. Tirkiya û Rûsyayê texmîn dikin ku dikarin bihêlin serokê nû yê Amerîkayê dev ji Sûriyayê berde û Sûriyayê ji wan re bihêle, ev yek wê hêsan bike ku pêşniyazên nû ji Şamê re pêşkêş bikin. Lê ji ber bûyerên ku li herêmê piştî 7ê cotmeha 2023yan çêbûn, dibe ku siyasetên Amerîkayê ne li gorî daxwazên Enqera, Mosko û Şamê, feriz bike.

Bi vegera li ser helwestên alîgirên normalîzekirinê, Îranê piştgirî da rêveçûyîna nêzîkbûnê ku Enqera hewldanên wê dike, dibe ku vê carê cidîtir be. Di vê çarçoveyê de, mezintirîn şêwirmendê wezîrê karê derve yê Îranê yê karûbarê siyasî yê taybet Elî Esxer Xaçî ji Astanyayê li ser “bandorên erênî yên vê doza girîng (normalîzekirina tirkî-sûrî) di di vê rewşa hestyar a heyî li herêmê de” piştrast kir. Ev yek jî tê wateya ku daxwazên dewletên garantor ku nêzîkbûn veguhere têkiliyên nû di navbera koma Astanayê da ku rûbirûyê Tilebîb û Washingtonê bikin. Lê ev mijar, dibe ku bihêle rêveberiya Trump ji nû ve derbarê tiştên ku Enqera û Mosko derbarê Sûriyayê de pêşkêş dikin nexasim mijara vekişandinê, bifikire.

Di encamê de, kopiya dawî ya Astanyayê tu nêrînên pratîkî yên çareserkirina aloziya Sûriyayê pêşkêşû nekir, nexasim ên girêdayî rawestandina şer bi awayekî domdar û çareserkirina pirsgirêkên penaberan û kesên winda bûne û lezkirina plana çareseriya siyasî. Li ser vî esasî jî, mirov dikare bibêje ku gerên Astanyayê veguherîn boneyekê ku her dewletek daxwazên xwe yên taybet di daxuyaniyên dawî de, bîne ziman. Dibe ku kopiya 23yan a ku dewletên garantor li hev kirin di nîvê sala 2025an de were lidarxistin, wê wekî hemû kopiyên berê be, lê dibe ku zêdetir balê bikişînin ser mijara vekişandina Amerîkayê û dubarekirina gotegot û tawanên li dij Rêveberiya Xweser.