Amerîkaya Trump.. Şoreşa li dij elîtan e?
Nivîskar: Hisên Cimo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di xwepêşandana xwe ya dawî di hefteya borî de, Kamala Harris tinazên xwe bi Donald Trump kir û ew wekî awarte bi nav kir ku nûnertiya Amerîkayê nake û got: “Ne li gor me ye”.
Pêla trumpî ya sor di roja sêşemê de nêrîna kujer ya ku dibêje Trump ciyawaz e û cihê wî di gelaşa dîrokê de ye, li ber xwe bir. Li gor nivîskar Peter Baker di gotareke ku di rojnameya “New Yourk Times”ê de belav kir: “Xuya kir ku Trump bixwe nûnertiya beşên mezin ji gelê Amerîkayê dike.”
Êdî saziya siyasetê nikare Trump dûr bixe, ji ber ku ew wekî bihvedaneke demkî ya rêwîtiye pêşketineke dirêj, an jî tesadufiyeke bi rêbazekî derbasî Koşka Spî bû ku bi awayekî balkêş cara yekem beriya 8 salan di kombûna hilbijartinan de bi ser ket. Lê bi serketina xwe ya duyem, Trump xwe îsbat kir ku ew niha wekî hêzeke mezin ku Amerîka li gorî nêrîna xwe ji nû ve saz bike.
Tekez bû ku bawerîşkestina gelêrî û tengezariya ji elîtan kûrtir bû ji wekî ku hinan nas dikir di herdu partiyan de, li gor Baker, hemleya Trump di tevgera xwe de qezenc ji “hirmonên nêr”kir –li gor derbirîna wî- ku li beranber bijartina serokeke jin li ber xwe da.
Lê di heman demê de, heta niha bi dehan milyon hilbijêr dengê xwe li dij Trump didin. Her wiha, Trump careke din hestên di navbera beşên berfireh de keysbaz kir, ku welatê bi navê “xewna amerîkî” nas dikirin, ber têkçûnê ve diçe.
Li gorî Baker dibêje ji bo derbaskirian vê yekê, hilbijêran dengê xwe da, da ku lehengê hişk ê bi temenê 78 sal ku dikare kevneşopiyan biguherîne û tedbîrên tund pêk bîne, heta ku rêgezan xerab dike an jî rêzikên berê binpê dike. Ji ber vê yekê jî û cara yekem di dîrokê de, amerîkayiyan sûcdarek wekî serok hilbijart. Amerîkiyan desthildarî vegerandin rêveberê ku hewl da hilbijartinên berê biguherîne û banga rûxandina destûr kir da ku erka xwe vegerîne, her wiha ji roja yekem ve xwest ku bibe dîktator û soza “tolhildanê” ji dijberê xwe da.
Dîroknasê di zanîngeha Columbia Timothy Naftali de got: “Amerîka rastîn dibe Amerîkaya Trump. Bi rastî, wê cîhan bibêje ku eger ev zilman di 6ê çileyê de dûr neyê xistin, êdî ne ew Amerîkaya ku me nas kiriye.”
Ji bo hevalbendên Trump, hilbijartin bihaneya wî piştrast dikin ku paytext Washington êdî dûrî rastiyê ye û Amerîka ji şerên derve, penaberiya bêsînor û rastîtiya siyasî, bêzar bûye.
Gerînendeya Rêveber a Peymangeha “Karch Demokratîk” Melody C. Barnes li zanîngeha Virginiayê û şêwirmenda berê ya serok Barack Obama, got: “Serokatiya Trump asta kûrahiya paşguhkirina kesên ku texmîn dikirin ku demeke dirêj hatibûne paşguhkirin, nîşan dide.”
Li şûna ku ji daxuyaniya Trump aciz bibin ên li ser hêrsa li ser bingeha nijad, zayend, ol, eslê neteweyî û nexasim nasnameya veguhartina zayendî, gelek amerîkiyan dîtin ku bi sûd e. Gelek kesan, bawerî bi axaftina wî ya ku bûye qurbaniya çewisandinê, anî.
Her wiha, şêwirmendê stratejîk ê berê yê serok George W. Bush û rexnegirekî tund ê Trump Peter H. Weiner got: “Ev hilbijartin wekî CT scanê (haleta ku pê li hinava mirov tê nêrîn) bû bo gelê Amerîkayê. Pir zehmet e em bibêjin, lê tiştê ku xuya kir, bi kêmanî, ew e ku amerîkayiyan mêrekî gendel ê bêsînor bi awayekî metirsîdar hembêz kir. Êdî Trump ne awarte ye; lê belê ew niha mînaka welatiyekî amerîkî yê normal e.”
Di rastiyê de, Trump dikarîbû ku di 4 salên borî de, xwe ji gelek têkçûnên qanûnî û siyasî xelas bike, ku yek ji wan têkçûnan dikarîbû ku rêwîtiyeke çi siyasetmedarekî wêran bike, ev yek xuya dike ku ew nerm û rikber e. Ew radestbûnê qebûl nake û herî kêm vê carê têk neçû. Lê sedema vê yekê jî bi awayekî beşî, girêdayî têkçûnên Joe Biden û Harris e. Serkeftina Trump wekî redkirina rêveberiya wan bû ku bi giştî alîkarî dan xerckirina civakî û programên guhartina avhewayê, lê ew bi paş ketin bi seba enflasynê û koçberiya neqanûnî, herdu jî ketin bin desthilata wan lê piştî ku hasil giha mûsil.
Lê tevî vê yekê jî, Biden û Harris qet nikarîbûn parçebûna di serdema Trump de ku soz dabûn çareser bikin, nikarîbûn çareser bikin, tevî ku ev yek ne pêkan bû. Li gorî Baker dibêje: “Wan nikarîbû çawa xezeba ku tevgera wî gur dike an jî bersiva nearamiyê çandî bidin. Çawa ku Biden çû û Harris derket ser dikeyê , wê di destpêkê de li ser erka erênî ya tijî hêvî bo siberojê tekez kir û demokratîstên li pişa xwe xurt kir, lê ev yek têra wê nekir ku dengê kesên nepabend bi dest bixe. Careke din demokratîstan pala xwe da dîwarê şîn yê ku hat rûxandin.”
Harris di rojên xwe yên dawî de, banga yekîtiyê kir. Lê, nameya wê “Em hemû bi hev re” ne di asta nameya Trump a tund de bû ku digot “şer bikin, şer bikin, şer bikin”. Hilbijartina dualîbûn û parçebûna welat di nîvî re xurttir kir. Ew, li gor derbirîna Baker “serdemeke qebîleyan ye”.
Her wiha, derketina Trump di aliyê siyasî de, bal kişand li ser aliyekî ku asta wê tê kêmkirin ew jî tecrubeya demokratîk a amerîkayî ku 248 salan dewam kir. Lê tevî pabendbûna bi destûrê, demokratiya Amerîkayê bû şahidê kêliyên ku gel pêwîstiya wî bi mêrekî xurt hebû û amadebûna xwe bo pêkanîna vê kesayetê bi desthilateke mezin pêk anî. Ev yek jî bi piranî di demên şer an jî metirsiyeke niştimanî de pêk dihat. Lê Trump kêferata heyî ya bo Amerîkayê xist çarçoveya rengek ji rengên şer.
Dîroknas û nivîskara pirtûka “Mêrên xurt: Ji Mussolini heta dema me ya niha” Ruth Ben-Ghiat got: “Trump di vê hemleyê de dida xuyakirin ku demokrasiya amerîkayî tecrûbeyeke têkçûyî ye.” Her wiha Ben-Ghiat bi berdewamî destnîşan kir ku bi rêya pesindayîna dîktatoran wekî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping “Trump hemleya xwe ji bo amadekariya amerîkayiyan ji stemkariyê re bi kar anî”. Gotina xwe bi axaftina wî xurt kir ku ew zimanekî ji ferhengên nazî û sovyetî bi kar tîne mîna wesifkirina opozîsyonê bi “kêzikan” an jî “dijminê hundir”, her wiha li bara koçberan got ku ew “xwîna welatê me jehrîn dikin” û di nav axaftinên xwe de da xuyakirin ku dibe ku ew artêşê li dij opozîsyonê bi kar bîne. Bin-Ggiat got: “Serkeftina Trump tê wateya serkeftina ev nêrîn ji Amerîkayê re.”
Li gorî anketan, piraniya alîgirên Harris jin bûn, lê piraniya alîgirên Trump mêr bûn. Tevî vê yekê jî, tevî piraniya referandumên li ser mafên kurtajê roja sêşemê li wîlayetên cuda çêbûn, lê ev doz di yekemîn bêşbirka serokatî de jin gur nekirin ji çaxa rakirina doza “Roe li dij Wade” heta asta ku demokratîstan pêşbîn dikir û komarîstan xema wê dixwar.
Baker got ku nakokiya girîng û diyarker di siberojê de, wê bibe şerê ku Trump dibêje ew ê niha li dij rêjîmên ku ew dibîne gendelî ne, dest pê bike. Eger ku Trump pabendî sozên xwe yên hemleya hilbijartinê bû, wê hewl bide ku desthilatdarî di serokatiyê de xurtir bike û “dewleta kûr” bixe bin serweriya xwe û li pey dijberê siyasî “ên xayîn” yên di herdu partiyan de û dezgehên ragihadinê, bikeve. Dema ku vê yekê pêk bîne, wê rewabûn û pisporiyê bi dest bixe, ku ev herdu cara dawî di destê wî de tunebûn. Trump ji wîlayeta xwe ya destpêkê de tiştek zêde ji siyasetê fêr nebû, lê belê zêdetir fêr bû ku çawa bingehê desthilatê ber bi xwe ve bîne. Vê carê, wê bêhtir azad be.
Diyar bû ku serdema Trump ne serdemeke derbasbûnê ya çar salan bû. Eger ku em wiha bifikirin wê serdema xwe ya nû berdewam bike, lê niha diyar e wê serdemeka dûvdirêj be, ku wê wî bixe qada siyasî mîna serdema Franklin D. Roosevelt an jî Ronald Reagan, ji ku “dawiya dawî ew Amerîkaya Trump e”.
Peter Baker; Mezintirîn nûçegihanê Koşka Spî di rojnameya “Times” de ye û bi herpênc serokê dawiyê re ma. Her wiha, hin caran gotarên analîz ku serok û rêveberiya wan dixe rêveçûyîneke berfirehtir û çarçoveyeke dîrokî, dinivîse. Baker tevî hevjîna xwe pirtûkek li ser serdema serokatiya Trump a destpêkê nivîsand.