Amerîka li Rojhilata Navîn… siyasetên hilbijartinê dibe ku tersî stratejiyên cihgirtî bin
By Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Gotar bi zimanê erebî jî heye
Piştgiriya serokê Amerîkayê Joe Biden a ji Îsraîlê re li pêşiya bingeha xwe ya hibijartinan di partiya Demokratîk de, dubendiyekê ava dike û dibe ku neçar bimîne fişareke zêdetir li Tilebîbê bike, da ku şerê xwe li dij tevgera Hemasê li Xezayê, sivik bike. Her wiha, tê texmînkirin ku ev hevsengiya qels a di navbera berjewendiyên hilbijartinan û berjewendiyên ewlekariya Amerîkayê de, bandorê li stratejiya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bike, nexasim Sûriya û Iraqê.
Di dîrokê de jî, siyasetên hilbijartinan yek girîngtirîn handerên biryarên ji nişka ve ye ku li ser asta rêveberiya Amerîkayê tê girtin, wekî ku diyar dibe tersî rêya giştî ya berjewendiyên amerîkayî ye “yên nehilbijartinî”.
Di 5ê sibatê de, zagonsazekî demokrat ji rojnameya “Politico”yê re behsa naveroka hevdîtina xwe bi 8 endamên partiya Demokratîk re kir û got “Bingeha gelêrî ya Demokratîk bi rastî jî ji siyasetên Biden a derbarê desekdayîna vekirî ji Îsraîlê re di şerê wê li dij tevgera Hemasê li Xezayê, bi hêrs e”. Zagonsazê demokrat şîret li serok Biden kir ku xwe dûrî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bixe, ji ber ku Netanyahu navekî jehrîn e.
Piştî çend saetan ji belavbûna encamên anketa ji aliyê toreya “NBC News”ê ve ku diyar dibe Biden rastî dengdêrên ne razî û atmosfêreke siyasî ya dijwar beriya 9 mehan ji hilbijartinên li dij Trump tê, rayedarekî partiya Demokratîk ê borî ev nirxandin kir.
Rêjeya piştgiriya Biden di pêvajoya serokatiya wî de, gihaşt asta herî jêr ango gihaşt ji sedî 37 û tenê ji 10an 3 kesan awayê danûstandina wî bi şerê Îsraîlê re erê kir.
Ji ber vê yekê Biden dest bi bergiriyan kir da ku ji beşê alîgirên Filistînê yê alîgirên wî re xuya bike ku ew li dengê wan guhdar dike, ew jî ji tirsa ku navdengiya xwe di hilbijartinan de ji dest bide. Her wiha li gorî “Politico”yê Biden wesifyeke kirêt li serokwezîrê Îsraîlê kir, ji ber ku Biden bi wî pir guman û texmîn dike ku ew dixwaze Amerîkayê bixe nava şerekî berfireh li Rojhilata Navîn û ev şer jî wê garantiya berdewamiya rêkirina çekên Amerîkayê li herêmê dike û yekser jî hêz li pey wê diçin û ev yek jî wê fişarê li Netanyahu kêm bike, da ku şer rawestîne.
Li gorî van daneyan, Amerîka di operasyonên xwe yên bersivdayînê de yên li dij êrîşên li ser hêzên wê, wê gelekî hişyar be, da ku nekeve şerekî navdewletî li herêmê ku ew bi xwe bi rê ve bibe. Mirov dikare bersiva Amerîkayê ya sînordar li ser kuştina sê leşkerên wê li Urdunê ku ji aliyê milîsên girêdayî Îranê ve ev êrîş pêk hat, di vê çarçoveyê de binirxîne. Ango komkirina keştiyên xwe yên şer li Rojhilata Navîn û xurtkirina ewlekariya hêzên xwe, heta nuha nayê wateya ku stratejiya wê ya demdirêj hat guhartin (vekişandina ji Rojhilata Navîn).
Her wiha, di gotara ku kovara “Foreign Affaris”ê de hatiye belavkirin û ji aliyê Dalia Dada Kay a ji zanîngeha Kaliforniya û berpirsê bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di “Chatham House”ê de Sanam Wakil hatiye nivîsandin, behs hatiye kirin ku heta kîjan astê Washington dikare hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bike. Lê sernavê gotarê “Tenê Rojhilata Navîn dikare Rojhilata Navîn çareser bike”.
Tê texmînkirin ku herdu nivîskarên vê gotarê ji bo naskirina Rojhilata Navîn gelek tişt jê kêm in, heta ku ev sernavê bêguneh bi kar anîne, eger ku di esas de niyetên wan baş bin. Lê tevî vê yekê jî, em nikarin li dij hizira wan derkevin a ku dibêje dê ne bêaqilî be heger em xwe bispêrin wê yekê ku wê Washington kedeke diplomasî û elwkarî ya mezin ji bo Rojhilata Navîn ji bo demeke dirêj xerc bike. Beriya demeke dirêj ji êrîşa 7ê cotmehê, hemû rêveberiyên Amerîkayê yên li pey hev, piştrast kirin ku dûrî herêmê bikin, da ku giraniya xwe ya zêde bidin Çîna ku bi awayekî mezin derdikeve holê. Ji ber vê yekê jî, rêveberiya Amerîkayê şiyanên leşkerî yên hevkarên xwe herêmî xurt dikir, da ku hinek barê ewlekarî li ser xwe sivik bike. Lewra, ji bo biserxistina peymana normalîzkirinê di navbera Îsraîl û Erebistana Siudî de, Washington amadekarî dikirin da ku handerên mezin ji herdu aliyan re pêkêş bike, tevî ku li ser hesabê doza Filistînê be ku bi awayekî temamî paşguh kir.
Bi vegera li ser tiştên ku rojnameya “Politico”yê bi bîr xistin, ku Biden li ser hewldanên Netanyahu yên vegerandina Amerîkayê li Rojhilata Navîn haya wî jê çêbû, heta niha di piratîkê de tiştek nîşan nade ku vegera Amerîkayê ya xurtkirina hebûn û ewlekariya hêzên xwe li Rojhilata Navîn, di çarçoveya guhatina planên xwe yên berê de yên derketina ji herêmê piştî garantiya ewlekariya Îsraîlê. Dibe ku ser seferberiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn du sal heta sê salan be, eger ku Biden careke din bû serok û herî zêde jî wê salekê hêzên Amerîkayê li herêmê be eger ku Trump bi ser ket, beriya vekirina dosya vekişandinê. Heta wê demê jî, wê Biden hewl bide ku şerê Îsraîlê yê leşkerî li dij tevgera Hemasê li Xezayê sivik bike, da ku bingeha xwe ya hilbijartinan a çepgir û misliman, razî bike. Her wiha, dibe ku ev yek pêwîst bike ji Îsraîlê re were piştrastkirin ku wê Amerîkayê stratejiya xwe berdewam bike ya ku Rojhilata Navîn veguhêre û klîda deverê radestî bandorkerên herêmî bike. Dibe ku rewş awayekî ji lihevkirineka navxweyî bi Îranê re bixwaze da ku Îran êrîşên xwe yên kujer li dij hêzên Amerîkayê sivik bike û tenê ji dûr ve wan armanc bike bêyî ku baregehên amerîkayî û berjewendiyên wê biêşîne, da ku careke din Washington neçar nebe ku bi hemû hêza xwe vegere Rojhilata Navîn.
Ev ihtîmalên borî jî wê vekirî bin. Lê tiştê piştrast ew e ku vegera Amerîkayê ya niha li herêmê heta niha di çarçoveya “rewşa awarte” de ye, ku girêdayî êrîşa “Hemasê” ya li ser Îsraîlê ye û hewldanên Îranê û hevalbendên wê yên têkbirina Îsraîlê ye. Eger ku ev rewşa awarte çû, tu garantî tune ye ku wê nîqaşeke cidî li Washington derbarê çarenûsa hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, neyê kirin.
Di rewşa niha de, Îran û Îsraîl Amerîkayê bi awayekî kûr dixin Rojhilata Navîn. Tê texmînkirin ku Îran wê lêvegerekê ji çalakiyên xwe li dij hêzên Amerîkayê re çêbike, eger ku piştrast kir êrîşên xwe -bi rêya milîsên xwe- wê encamên berovajî bi xwe re bîne û nakeve xizmeta armanca wê ya neçarkirina Amerîkayê ku ji herêmê birive. Heta niha Tehran dixebite da ku rêveberiya Biden bi rêya hewldanên wê yên berfirehkirina şer bixe bin fediyê, ku texmîn dike Washington mîna van senaryoyan tehemûl nake û di encamê de wê Îsraîlê neçar bike êrîşên xwe li dij Xezayê rawestîne. Ji bilî vê yekê jî, kirina Iraq û Sûriyayê qada rûbirbûnê di navbera Washington û Tehranê de, metirsiya jinûjeavakirna nexşeyeke hêzê ya nû çêdike.
Di destpêka sibatê de, nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert li pêşiya Encûmena Elwlekarî ya Navdewletî gotinek pêşkêş kir û tê de hişyar kir ku hikumeta Iraqê hewl dide ku şerê di navbera Îraîl û Xezayê de li ser asta herêmî û xwecihî berfireh nebe, lê êrîşên berdewam ên li dij Iraqê gefê li aramiya wê dixwe ku bi awayekê zorê hate pêkanîn. Plasschaert got divê parastina Iraqê ji tevlêbûna şerekî berfireh, were kirin.
Diyar e ku heta niha, Amerîka naxwaze ji Îranê re bide nîşandan ku berfirehbûna şer wê tawîzan bide û fişarê li Îsraîlê bike. Berovajî vê yekê, Washington dixebite da ku ji Tehranê re piştrast bike ku zêdebûna êrîşan li ser dij hêzên wê, wê Amerîkayê hîna zêdetir hêzên xwe rêbike herêmê, ne ku jê vekişe.
Lê tevî vê yekê jî, xwespartina vê rêya ters nepêkan e, heta ku siyastên hilbijartinî li Washingtonê gavên ji nişkan ve bixwaze, tevî hemû pêwîstiyên stratejî.