Almanyaya nû.. Artêşeke mezin ji bo rûbirûbûna Rûsyayê û bergiriyên ji bo dersînorkirina koçberan
Dr. Tariq Hemo
Partiya Yekitiya Demokratîk a Xiristiyan (CDU) û Partiya Sosyal a Demokrat (SPD), gihaştin lihevkirinekê der barê avakirina hikûmeteke hevbeş, piştî derbasbûna çend hefteyan li ser hilbijartinên parlmentoyê yê ku di 23yê sibata 2025an de pêk hatin, ku di encamê de analîzkaran encamên van hilbijartinan wekî guhartineke bingehîn di dîmenê siyasî yê almanî de, bi nav kir. Ev yek pêk hat, piştî ku Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê ya rastgir (AFD), gelekî bi pêş ket û ji sedî 20,8 bi dest xist ango asta duyem bi dest xist. Lê CDU jî û hevalbendê wê Yekitiya Civakî ya Xiristiyanî Bavyerayê (CSU) ji sedî 28,6 bi dest xist, SPD jî ji sedî 16,4 bi dest xist û Partiya Kesk ji sedî 11,6 bi dest xist û Partiya Çep jî ji sedî 8,8 bi dest xist. Lê ne hevalbendiya Sahra Wagenknecht û ne jî Partiya Lîberal a Azad, nikarîbûn ku bendê hilbijartinan ya ji sedî 5 derbas bikin, lewra ew her du li dervayî Parlamentoya Almanyayê man.
Erêkirina destpêkê ya li ser avakirina hikûmeteke hevbeş piştî danûstandinên dirêj di navbera her du partiyên ku asta yekem bi dest xistin û asta sêyem di hilbjiaritnên Almanyayê bi dest xistin, pêk hat. Herwiha, li ser dabşekirina kursiyên wezaretê lihevkirin hate kirin, tê payîn ku ankêt di navbera endam û bingehên her du partiyan were kirin, ji bo erêkirina li ser avakirin û programê hikûmeta itîlafî were kirin. Di encamê de jî, Friedrich Merz (69 salî), ku serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan, wekî çêwirmendê Almanyayê hate hilbijartin. Çav li rê ye ku ev yek di hefteya pêşiya me ya gulana 2025an de, were kirin.
Rûbirûbûna li beramberî têkçûna aborî
Ji erkên destpêkê yên hikûmeta hevbeş a bê, başkirina rewşa aborî ya Almanyayê ye, ku aboriya Almanyayê mezintirîn aborî di parzemîna Ewropayê de ye, lê niha ev aborî di aliyê pêşketinê de kêm maye û bi awayekî eşkere xerab bûye. Mertz niyeta xwe ya kêmkirina bacên li ser kargehan ragihand û behsa kêmî ji sedî 25, li şûna rêjeya ji sedî 30 ya heyî, ev yek ji bo karegehan bibe teşwîq ku bixebitin û projeyên pêşxistinê û afirandinê pêk bînin û di encamê de, kalîteya hilberînê baştir bike ji bo di bazarên cîhanî de rikberiyê bikin. Li gorî saziya bacên Ewropayê, ku tedbîrên hikşmeta bê ya kêmkirina bacan li ser şerîketên li Almanyayê wekî ku Mertz niyet kiriye, wê ev yek bihêle ku veberhênana li welat ji sedî 1,4 zêdetir bibe û hilberîna xwecihî ji sedî 1 û mûçeyên navîn ji sedî 0,8, zêdetir bibe.
Herwiha, Mertz behsa kêmkirina nirxê enerjiyê kir, ji bo teşwîqkirina sektora pîşesaziyê li welat. Nirxê enerjiyê li Almanyayê bi awayekî mezin bilind bû, ji ber ku Berlînê dev ji xeta gazê ya erzan ya Rûsyayê berda, di çarçoveya cezayên ku Yekitiya Ewropayê li ser Moskoyê feriz kir, ji ber êrîşa Rûsyayê li dij Ukranyayê di sibata 2022yan de. Ev yek jî, barê şerîketên pîşesaziyê û sektroa hilberînê li welat zêdetir kir, ji ber bilindbûna duqat a nirxê gaz û kehrebeyê, lewra hikûmet berê neçar ma ku beşek ji lêçûna nirxê eneriyê ya hemû kargehan û malan heta salekê bigire ser xwe, di çarçoveya tedbîrên ku girtine ji bo parastina sektora pîşesaizyê li welat, ji bandora aloziya rawestandina gaza Rûsyayê. Herwiha, hikûmet neçar ma ku gazê ji Amerîka, dewletên Ewropa û hin dewletên Rojhilata Navîn bi nirxekî zêdetir li gorî gaza Rûsyayê, bikire.
Di heman demê de, hevalbendiya hikûmeta nû, li hev kirin ku alîkairyên civakî yên ji bo malbat û kesên ku nikarin kar bikin yên bi navê “Bürgergeld” têne naskirin ku hejmara wan zêdetirî 5,4 milyon kesî ye, veguhêrin sîstemeke nû ya alîkariyê ya bi navê dabînkirina bingehîn (Grundsicherung). Di heman demê de, ev sîstema nû ya alîkariyê penaberên şer û aloziyan nagire nava xwe, di serî de jî ukranî, ku zêdetirî 1,3 milyon ukranî derbasî Almanyayê bûn (hinek ji wan ji dewletên cîran ên bi ewle derbasî Almanyayê bûn) ji bo sûdê ji alîkariya civakî ya kevn bigirin ku hikûmetê berê derdora 50 milyar euro heta sala 2024an, ji bo vê alîkariyê veqetandibû.
Herwiha, hikûmeta nû dixwaze ku destekê bide budeceya şaredariyan, ku ew deyndar in û nikarin ku hejmareke mezin a penaberan pêşwaz bikin û destekê bidin wan, lewra wê 250 milyon euro salane bidin şaredariyan ji bo alîkariya penaberan, wekî nîvê pişkê, heger wîlayet deynên nû bidin şaredariyan da ku kêmasiyên budceyê dagirin, bernameyên pêşketinê bi cîh bînin û planên nûjenkirina binesaziyê temam bikin. Li gor banka Almanyayê, welat di sala 2026an de, pêwîstiya wê bi derdora 30 milyar euro heye, ji bo pêşxistina binesaziyê û di sala 2027an de, pêwîstiya wê bi 60 milyar euro heye û di sala 2028an pêwîstiya wê bi 40 milyarî heye, ji bo temamkirina xebatên avakirinê û çeksazkirina binesaiya xerabbûyî li welat.
Heta niha, aboriya Almanyayê bi awayekî eşkere paş ve çûye. Di vê çarçoveyê de, li gorî Peymangeha “IFO”yê ya Lêkolînên Aborî, rêjeya geşedanê ya sala 2025an, ji sedî 0,4 derbas nake, ku ev jî kêmtirî texmînên li hemû welatên pîşesaz ên din e. Der barê, salên 2026 û 2027an de, tê texmînkirin ku rêjeyên geşedanê di navbera ji sedî 1 heta ji sedî 1,3. Bi vî awayî jî, geşedan kêmtirî nîvaneya salane be di welatên pîşesaz de, yên ku bi salan hewl didan bigihêjin pîşezaziyên Almanyayê. Aboriya Almanyayê di sala 2024an de ango du salan li pey hev, ji sedî 0,2 paş de çûye, ev bû derbasgeha dirêjtirîn demeke rawestîna aborî ji beriya 20 salan ve. Sedemên paşdeçûyîna aboriya Almanyayê, ew e ku hikûmetê bacên mezin li ser sektorên pîşesazî û afirandinê feriz kirin, herwiha burokrasî zêdetir bû û pispor û karkerên çalak kêm bûn, ku dixwestin biçin dewletên din ên ku taybetiyên wan baştir bûn. Almanyayê jî ev çend sal in ku kesên jîr, behre û pispor berê xwe nadin wê, li kêleka wê jî xizmetguzariyên giştî xerab bûne û binesaziya wekî toreyên rê, pir, avahî û sazî xerab bûne û pêwîstiya wê bi çeksaziyê heye. Herwiha, hikûmetên berê jî ber xwe didin lêçûnên mezin li ser projeyên ne berhemdar, wekî tedbîrên parastina ekolojî û pêşwazîkirina bi milyonan penaberan û piştre jî veberhênan di avakirina artêşê û şiyanên parastinê yên Almanyayê de.
Tundkirina siyaseta penaberî û koçbertiyê
Hevalbendiya hikûmetê ya nû li hev kir ku tedbîrên der barê siyaseta penaberiyê û pêşwaziya daxwazên penaberan de, tundtir bike. Mertz di vê çarçoveyê de, got ku hikûmeta bê wê bixebite ji bo bidawîkirina bernameya pêşwaziya penaberan a taybet bi Almanyayê û bidawîkirina bernameya jinûvebicihkirinê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî. Herwiha, li gorî Mertz wê hikûmet bixebite ji bo amadekirina dersînokirina penaberan, taybet ber bi Sûriya û Efganistanê û destpêkirina hemleya jinûvevegerandina li welat bi awayekî xwebexş. Li kêleka wê jî, wê hikûmet fişarê li welatên borî bike, ji bo pêşwazîkirina welatiyên xwe yên ku Almanya daxwaze penaberiya wan red bike. Her wiha hikûmet dê programê kombûna malbatî rawestîne bo kesên ku niştecihbûna du salan/duyane sînordarkirî bi dest xistine (ya ku şêwirdara berê Angela Merkel sala 2015an biryar da ku sînoran li pêş milyon koçberên sûriyayî veke, hikûmeta di pişt wê re jî li ser heman rêyê meşiya û tenê di 2024an de 120 hezar destûra derbasbûnê daye di çarçoveya kombûna malbatan de bo kesên ku parastina duyane bi wan re ye.)
Herwiha, hikûmeta bê wê bixebite ji bo vegerandina penaberên ku ji dewletên cîran hatine, ango wan derxin dervayî sînorê niştimanî yê Almanyayê. Herwiha dê hin dewletan wekî dewletên ewle bibînin ku kesên ji wan dewletan bên dê koçberiya wan neyê erêkirin. Analîzkar dibêjin ku Mertz û CDU, nêrînên xwe yên der barê tundkirina tedbîrên qedexekirina penaberiyê feriz kirine û şertûmercên nû feriz kirine, ku ev yek wê bihêle ku pêla penaberan a ber bi Almanyayê ve raweste, ji ber ku Almanya dewleteke di qebûlkirina penaberan de, danûstandina xwe hêsan e û taybetiyên madî û alîkariyên tenduristî û civakî û malan bê pere dide koçberan. Di heman demê de, Mertz ragihand ku wê hikûmet bixebite ji bo kêmkirina daxwazên penaberiyê, ango di salê de bixe kêmtirî 100 hezar daxwazî. Herwiha, Mertz bal kişand ser fişarên ku hejmareke mezin a daxwazên koçberan çêdikin li ser saziyên welat û binesaziyên wê. Almanya di sala 2024an de, derdora 230 hezar daxwazên penaberiyê hatin qeydkirin, ango li gorî sala 2023an, 100 hezar kêmtir bû.
Hikûmeta nû wiha difikire ku çeksazkirina bernameya alîkariya civakî, ku koçberênên nû nikaribin taybetiyên berê werbgirin û alîkariyên diravî veguhêrin heyberî, dê bibe bergiriyek ku dê bihêle koçber kêmtir bibin û bi vî awayî fişar li ser sîstema garantiya civakî kêm dibe ya ku taybet ku welatiyê alman ê ku nikare kar bike hatiye avakirin. Herwiha sîstema nû dê rêkirina pereyan bo xizimên koçberan û toreyên qaçax ên ku bi rêya wê gihan Almanyayê, qedexe bike.
Parastin
Dewleta Almanyayê, piştî rûxandina dîwarê Berlînê û pêkanîna yekitiyê di navbera her du beşên welat de, lêçûnên leşkerî kêm kir û tenê artêşeke biçûk ku derfetên wê sînodar in hişt, herwiha erkek jê re diyar kir ew jî tenê parastina sînor û welat ji êrîşên derve ye. Herwiha, qanûna almanî destûrê nade ku hêzê rê bike dervayî sînor, lê piştre ev qanûn hate guhartin piştî ku Berlînê biryar da ku hêzên xwe rê bike Afganistanê piştî sala 2002yan, di çarçoveya erkên Neteweyên Yekbûyî yên parastina ewlekariyê li wir.
Lewra, artêşa Almanyayê azarên kêmbûna çekkirinê û leşkeran û efserên pispor, dikişand. Herwiha, diyar bû ku welat bi awayekî sereke xwe dispêre hevalbendên di NATOyê de, di erkên dabînkirina parastina stratejîk ên Almanyayê. Lê ev rastî piştî 2014 hate guhartin, dema ku hevalbendên di NATOyê de erêkirin ku 2% ji berhemên welat salane li ser pêwîstiyên parastinê bên xerckirin. Lê ji ber rewşan, Almanya ev şert pêk neanî, lê di sala 2022yan de dema êrîşa Rûsyayê li dij Ukranyayê, parlamentoya Almanyayê neçar bû sendoqeke taybet a bi qasî 100 milyar euro çêbike, ji bo avakirin û nûjekirina artêşa Almanyayê û anîna çekên cihêreng û kesên pispor û salane budceyeke mezin bo parastinê terxan kir. Di sala 2024an de, bucdeya leçkerî ya Almanyayê 52 milyar euro bû. Herwiha, hikûmetê bi qasî 20 milyar ji sendoqa serokatî xerc kir. Hin jêderên taybet bi karûbarên parastinê dibêjin ku dê Berlîn pereyên sindoqa serokatî di sala 2027an de bi dawî bike, di demekê de ku hin lêkolînan diyan kir ku pêwîstiya dewletên NATOyê bi terxankirina 3,6% ji berhema welat a salane heye bo karûbarên parastinê, bo parastina karîna leşkerî ya NATOyê û rewşa ku pêwîst e bigihêje wê.
Li gor çavkaniyan û li gor hilbirîna xwecihî ya Almanyayê ya sala 2024an ku bi qasî 4,3 trîlyon euro ye, ji sedî 3,6 ji hemû berhem ji bo parastinê hatine veqetandin, ango dabînkirina 150 milyar euro ji bo parastin û leşkeriyê. Ev yek jî tê wateya planên nûjenkirin û berfirhekirina artêşa Almanyayê, ev yek dê pêk neyê heger hikûmet tenê xwe bispêre 2% ji berhemên welat (52 milyar tenê bo parastinê), ji ber wê hikûmet dê neçar bibe deyn bike da ku pereyên xerckirina çekkirin û nûjenkirina artêşa Almanyayê ya nû peyda bike, her wiha bo alîkariyên leşkerî yên ku Almanya dide hevalbendan bi taybet Ukranyayê.
Almanyayê ji destpêka êrîşa Rûsyayê ango beriya sê salan, heta niha 28 milyar euro alîkariyên leşkerî daye Ukranyayê ye. Bi vê yekê re jî, piştî Amerîka, Almanya duyem dewleta ku destekê dide Ukranyayê. Lê piştî ku Trump bû serokê Amerîkayê, Washington dît ku divê eworpayî fînanesekirina şer li Ukranyayê bigirin ser xwe û di warê parastinê de, xwe bispêrin hêza xwe, herwiha budceyên mezintir ji bo çekkirinê û nûjenkirina artêşên xwe veqetînin, ji bo rûbirûna gefan û metirsiyên Rûsyayê yên gengaz. Washignton ji Brukselê xwest ku êdî nema xwe bispêrin wê bo parastina parzemîna Ewropayê û li ser wê yekê kar bikin ku ew bi artêşên xwe Rûsyayê ji ser xwe vegerînin.
Herwiha, hikumeta nû plan dike metoda leşkerbûna xwebexş di nava artêşa Almanyayê de, çêbike, ku niha ev artêş ji nû ve tê avakirin. Ev yek jî tê wateya avakirina saziyên zêdetir ên têkildarî tomarkirina leşkerî, çavdêrî û amadekirina binesaziya lojîstî û sazmûniya rêveberî yên pêwîst. Herwiha, hikumet wê encûmena ewlekarî ya neteweyî çêbike, bi armanca komkirina agahiyan derbarê aloziyên ku îhtîmal heye rastî welat werin (şer an jî karasetên xwezayî) û biryaran bidin di demên aloziyên niştimanî de bi awayekî leztir û nermtir bêyî ku li psbendiyên bîrukrasî yên almanî vegerin ên ku dibin kelem li pêk kiryarên lez di rewşên ji nişkan ve de.
Deyn
Hikûmeta berê ya îtîlafî (hikûmeta ronahiya trafîkê), ku ji Partiya Sosyal a Demokrat, Partiya Kesk û Partiya Lîberalî ya Demokrat a Azad pêk dihat, hilweşiya ji ber redkirina wê ji deynan re bo kêmasiya bûdceya 2025an dagire, ku digihîje 25 mîlyar euro. Di gel ku FDP li ser helwesta xwe ya redkirina deynan dimîne û wê dixwest li şûna wê lêçûnên civakî qels bike, ev pêşnyaz her du hevkarên wê red kir û ji ber wê koalîsyona hukûmetê di mijdara 2024an de hilweşiya.
Beriya guhertina vê dawiyê, pergala rawestandina deynan (li ser bingeha madeya 115an a destûra Almanyayê) tenê destûr dida hikûmetê ku di çarçoveyek sînordar de, ku ji %0,35ê berhema welat derbas nabe, bi ji bilî di rewşên awarte, karesatên xwezayî û krîzên aborî yên giran de deyn bide. Serokwezîra berê Angela Merkel dema ku di sala 2009an de bendek destnîşan kir ku li dû qeyrana aborî ya ku ji ber hilweşîna bazarên cîhanî di sala 2008an de derketiye, deynkirina ji sedî 0,35 berhemêa welat qedexe dike, şert û mercên deynkirinê tundtir kiribû. Hikûmeta îtîlafê di çarçoveya destûrî de ma, herwiha pena hawarî pêk anî dema ku di krîza COVID-19ê de deyn kir. Herwiha piştî rawestandina herikîna gaza rûsî ya erzan bo wî welatî jî. Vê yekê nirxê enerjiyê zêdetir kir, di sektora pîşesaziyê de zirarên mezin peyda kir û rewşa xwediyên kompaniyên piçûk û navîn û hemwelatiyên kêmdahat xirabtir kir.
Aboriya almanî bi pirsgirêkên mezin re rûbirû maye ku kêmasiyek budceya daîmî çêkiriye. Yekem ji van kêşeyan di sala 2015an de bi krîza penaberan re derket holê, ji ber biryara Merkel a vekirina sînorên Almanyayê ji bo hatina zêdeyî mîlyonek sûriyayî. Biryara paşerojê ya avakirina pergaleke hevgirtina malbatê, ku tê de bi sed hezaran endamên malbatê tê de, di heman demê de bûye sedema berdewamiya hatina bi sed hezaran penaberan salane ji 2015 heta 2024 (nêzîkî 5 mîlyon penaber û koçber, bi tevahî 1,3 mîlyon ukraynî). Vê yekê ji sala 2015an û vir ve garantiya civakî, lênihêrîna tenduristî, perwerde, veguhastin û bazarên karî teng kiriye û ji sala 2015an û vir ve bi sedan milyar ji xezîneya dewletê hatiye xerckirin. Partiya Kesk, hevparê îtîlafa “hikûmeta ronahiya trafîkê” ye, ji bo ku Almanyayê veguherîne welatek dostê avhewayê bi dev ji enerjiya kevneşopî û pergalên germkirinê yên ku gaz û gaza xwezayî bi kar tînin. Li vir, dahatên bacê nikarîbûn lêçûnên hemî alî û bernameyên lêçûnên hukûmetê bigire.
Li gorî van hemû geşedanan, parlamentoya Almanyayê di 18ê adara 2025an de (di dawiyê de ji hêla Encumena Federal ve di 21ê adara 2025an de hate pejirandin) guhertinên xalên 109, 115, û 143 yên destûrê pejirand ku destûr bide pakêtek deynê mezin ji bo lêçûnên parastinê, veberhênanên binesaziyê û parastina jîngehê. Guhertinên ku hikûmetê wekî kêmasiya budçeyê bi nav kir û lêçûnên zêde yên li ser berevanî, berevaniya sivîl, karûbarên îstixbaratê û ewlehiya sîber bi nav kir, bi destûrdayîna deynkirina ji sedî 1 ji berhema welat, ji sedî 0,35ê berê ku ji sala 2009an û vir ve di meriyetê de bû zêde bû, hat pejirandin. nûjenkirin, bi 100 milyar euro ji bo projeyên parastina jîngehê û avhewayê û pêşxistina sektora enerjiya ku dikare bê nûkirin, veqetandin. Ev şert e ku Partiya Kesk di berdêla dengdana bloka wê ya parlamentoyê de ji bo erêkirina guhartinan û derbaskirina wan di parlamentoyê de daniye.
Şêwirmendê berê Olaf Scholz amaje bi vê yekê kir ku hikûmeta xwe ji bo deynkirinê amaje bi wê yekê kir ku gelek welatên pêşketî yên aborî serî li deynkirinê didin û Almanya bi Amerîka û hin welatên Ewropayê re da ber hev. Scholz diyar kir ku deynê neteweyî yê Amerîkayê ji %120 ji berhema welatê wê derbas dibe, deynê neteweyî yê Îtalya, Fransa, Kanada û Japonyayê ji %100ê berhema welatê wan derbas dibe, deynê Almanyayê jî bi rastî ji% 60ê berhema welat kêmtir e. Hevdem digel berfirehkirina sîstema deynkirinê, hikûmeta almanî ya hatî plan dike ku di çar salan de bernameyeke birçîkirinê pêk bîne bi qutkirina %8ê karan di rêveberî û dezgehên federal de (bêyî cihên ewlekarî û leşkerî). Wekî din, 4 mîlyar euro ji bo bername û alîkariyên ji bo rêxistinên navneteweyî tê plankirin ku were qut kirin.
Dijberiya Partiya Alternatîf (AfD)
Li gorî anketa herî dawî ya li gelemperiya welêt di 15ê nîsanê de hat kirin, Partiya Alternatîf (AfD) bi %24,2 ê dengan di rêza duyemîn de bû, li pişt Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Bavyerayê (CDU/CSU) ku bi 25,4% bû yekemîn. Encamên vê anketê nîşan dide ku AfD du meh piştî hilbijartinên parlemanî pêşkeftina girîng nîşan dide, ku li seranserê welat bû partiya duyemîn û li eyaletên rojhilatê (berê Almanyaya Rojhilat) bû partiya yekem. Partî balê dikişîne ser mijarên wekî koçberî û lêçûnên wê yên giran, xirabûna standarda jiyanê ji bo hemwelatiyên alman ên berhemdar, zêdebûna tawanan, lêçûnên leşkerî yên berbelav ji bo şerê li Ukraynayê û piştgirîya hikûmetê ji penaber û bêkaran re, dabînkirina wan hemî hêsankariyên pêwîst, di heman demê de sînordarkirina karkeran, dahatên navîn û xwedan karsaziyên biçûk û pîşesaziyên bilind, bi rêya ferzkirina bacên mezin.
Ji bo li dij bihaneyên AfD û pêkanîna reforman li ser mijarên ku ew pêşengiyê dike, ku hikûmet an partiyên kevneşopî bi xemsariyê tawanbar dike, hikûmeta bê soz da ku “Qanûna Germkirinê” ya nakok, betal bike û li şûna wê zagonek enerjiyê ya nû, vekirîtir, maqûltir û sadetir bike. Wekî din, dê bihayên elektrîkê ji bo pîşesaziyên enerjiyê giran werin danîn da ku pêşbaziya wan zêde bikin. Rêjeya mûçeyê karbesan ji sedî 48 wê heta sala 2031ê bi qanûnê were garantîkirin. Dirav dê bi rêya bûdceya federal were peyda kirin. Dê teqawidiya zikmakî ya ku jê re tê gotin were berfireh kirin: Bêyî ku sala jidayikbûna zarokan were girtin, dê sê xalên teqawidiya zarokan lê zêde bibin. Ev made jî dê ji dahatên bacê were fînanse kirin.
Partiyên kevneşop berdewam dikin ku li dora AfD dîwarê Brandmauer ava bikin, dorpêç bikin û sînordar bikin. Ew bi berdewamî red dikin ku bi wê re koalîsyonekê ava bikin ji bo avakirina hikûmeteke navendî û hikûmetên herêmî li eyaletên rojhilat ku ew bi ser ket û bû yekem. Tevî cudahiyên îdeolojîk û cudahiya dîtin û nêrînan di navbera van partiyan de, ew bi tevahî li ser îzolekirin û dorpêçkirina partiyê, girtina wê li derveyî xeleka rêveberî û berpirsiyariyê hevfikir in. Li gorî vê yekê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan tu zirarê nabîne ku bi partiyên weke Sosyaldemokrat, Kesk û Çep re ji bo avakirina hikûmeteke koalîsyonê û dûrxistina AfD ji desthilatdariyê lihevkirinê bike. Ev nêzîkatî şûrê dualî ye, ji ber ku dengdêrên kevneperest ên Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan hêrs dike, yên ku her hevkarî û hevalbendiyek bi Kesk û Çep re red dikin û meyl dikin ku derfetê bidin partiya xwe ku hikûmetek hevbendî ava bike, jê berpirsyar bibîne û ji pozîsyona biryarder re rûbirûyî pirsgirêk û dubendiyan bibe.
Ji aliyê xwe ve Partiya Alternatîf (AfD) kampanyaya xwe ya medyayî tundtir dike û medyaya civakî ji bo eşkerekirina siyasetên partiyên kevneşop, ku bi îdiaya wan guh nadin berjewendiyên hilbijêran û rêzê li biryarên hilbijêran ên ji bo dengdana AfD nagirin, bi kar tîne. Berevajî vê, ew bi tenê ji bo derxistina AfD û mayîna li ser desthilatdariyê bi partiyên ku bi wan re cudahiyên îdeolojîk ên radîkal hene re lihevkirinan çêdikin, ew bi mayîna li ser desthilatdariyê re mijûl in. Di vê perspektîfê de, AfD dibêje ku partiyên kevneşop nasnameya xwe winda kirine û êdî bi platform û nêrînên xwe ve girêdayî ne. Berovajiyê vê, ew zuwa bûne û tenê xema wan ew e ku bi lihevkirinên bi dijberên xwe re desthilatdariyê bidomînin. AfD îşaret bi Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) dike, ku dibêje êdî ne partiyeke muhafezekar e lê bûye çepgir. Niha ew hevalbendiyek bi Kesk û Çep re li ser AfD muhafezekar tercîh dike, ku ew texmîn dike ku divê pêşî li vê yekê bigire ji ber wekheviyên di navbera bingehên populer ên her du partiyan de, hem jî ji ber ku di hilbijartinên dawî de cîhên wan ên yekem û duyemîn bi dest xistine, bi dengek hevbeş ku ji %51ê pêwîst e ji bo avakirina hikûmetek herêmî.
AfD bi awayekî serkeftî dengên kevneşopî yên Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ber xwe ve anî û bal kişand ser berpirsiyariya partiyê ya di dema serokatiya Merkel de ji bo pirsgirêkên heyî, bi taybetî jî zêdebûna hejmara koçberan. Her wiha ji nûçe û amarên ku nîşan didin duqatbûna tawan û êrîşên li ser welatiyên alman û zêdebûna hejmara tundrewên îslamî, bi kar aniye. Makîneya medyayê ya AfD herwiha bal kişand ser kêmbûna aborî ya girîng, kêmbûna standarda jiyanê, krîza xaniyan û mexdûriyeta kesên teqawîtbûyî yên ji ber teqawîtên hindik in. Di vê navberê de, dezgehên ragihandinê yên AfD îdia dikin ku hikûmet bi berdewamî koçberan di otêl û avahiyên nûjen de bi cih dike, wan bi alîkariyan serûbin dike, heta ku bi dizî ji wan re apartmanên nûjen çêdike, dûrî çavê medyayê, hemwelatiyên alman ji mafê kirêkirin û kirîna wan bêpar dihêle.
AfD îdîa dike ku partiyên kevneşopî nikanin û naxwazin jî, nêzî 300,000 penaxwazên ku serlêdanên wan ên penaberiyê hatine red kirin û niha di lîsteyên dersînorkirinê de ne, vegerînin welatê wan. Partiyê karîbû di hişê hilbijêran de îmaja “mexdûrbûnê” çêke, hevalbendiya partiyên kevneşopî yên li dijî wê wekî “pêkhatina dîktatoriyê û yekdestdariya desthilatdariyê ji hêla olîgarşiyek” ve nîşan da û îdia kir ku ew bûye “mexdûrê komployekê” ku van partiyan pêşengiya wê kir da ku planên xwe yên pevguhertina nifûsê bi cih bîne. Ji bilî mijarên koçberiyê, tundrewiya îslamî, xwenîşandanên selefî yên daxwaza pêkanîna qanûnên şerîatê, êrişên vê dawiyê li Mannheim û Solingen ku ji aliyê tundrewên îslamî ve têne kirin û hema hema rojane tawanên destavêtin û bi kêran, israra partiyên kevneşop li ser piştgirîkirina Ukraynayê di şerê wê yê li dijî Rûsyayê de yek ji sedemên zêdebûna populerbûna AfD ye. AfD xwe wek “partiyeke aştiyê” bi nav dike, danûstandin û çareseriyeke siyasî qebûl dike û şer û rêkirina çekan red dike.
Ji aliyê xwe ve, partiyên kevneşopî li ser biryara xwe ya îzolekirina AfDê û dûrxistina wê ji tu hevbendiyek hikûmetê disekinin, ji ber ku ew meylên rastgir ên tund di nav pêkhateya wê de dihesibînin û gelek daxuyaniyên berpirsên wê yên ku rejîma berê ya nazî beraet dikin û tawanên wê kêm dikin. Wekî din, Ofîsa Federal a Parastina Destûra Bingehîn (Dezgeha Îstîxbarata Navxweyî) bi fermî ragihand ku ew çavdêriya partiyê dike û ew bi “gumanbar” bi nav dike, di nav sûcên ku hejmarek ji karbidest û karmendên wê ji Rûsyayê re sîxuriyê dikin, ji bilî lêkolîna berdewam li ser çavkaniyên darayî û bexşînên partiyê.
Wekî puxte, diyar e ku Almanyaya siberojê dê stratejiyeke nû bipejirîne ku qonaxa berê ya ku ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ve hatiye yekkirin, ku tê de pişta xwe bi aborî, dîplomasî, hêza nerm û piştgirî û sponseriya aşitiyê ji bo bihêzkirina rola xwe li Ewropa û cîhanê bi dawî tîne. Îro, Almanya foneke serwerî ya serwet vedike û serî li deynên giran dide da ku artêşek mezin û bi hêz ava bike, ku bi rêya wê ew soz dide ku hemî Ewropa ji gefên Rûsyayê biparêze û girêdayîbûna xwe bi hevalbendê amerîkayî bi dawî bîne. Girîng e ku em encamên çûna Almanyayê ber bi milîtarîzekirin û berfirehkirina artêşê ve li ser aborî, şert û mercên navxweyî, rêgez û bernameyên partiyên siyasî û têkiliyên bi cîranan re û herwiha li ser rêgezên giştî yên paşeroja welêt û doktrîna wê ya herêmî were lêkolîn kirin. Wekî din, ragihandina hikûmetê ya ji bo kêmkirina hejmara penaberan û guhartina gelek qanûnan ji bo sînordarkirina koçberan tê wateya siyaseteke nû di danûstandina bi koçberan de û ji nûvepênasekirina Almanyayê wekî welatê koçberiyê, bi vî rengî dirûşmên “vebûn”, “pirdengî” û “civaka cihêreng” dixe cihê pirsê.
Meylek heye ku Partiya Alternatîf a rastgir (AfD) dropêç bikin bi rêya “rêlibergiritina bihaneyên wê”. Ev tê vê wateyê ku bi guheztina yasayan li hember penaberan tundî tê kirin da ku Almanya ji bo penaber û koçberan ne welatekî balkêş be. Hikûmet herwiha armanc dike ku standarda jiyanê ya hemwelatiyên alman ên kedkar baştir bike da ku wan ji AfDê dûr bixe û lêçûnên ku ji bo wergirtin û nûvekirina penaber û koçberan di civaka alman de têne xerckirin, kêm bike. Di heyama bê de, dewlet herwiha ber bi berferehkirina pêşkeftina ewlekarî, polîs û ajansên istixbaratê ve diçe ji bo şopandina çalakiyên rêxistinên bingehîn û şopandina tawanên rêxistinkirî û zêdebûna bûyerên tundiyê di nav beşên taybetî de, ku piraniya wan koçber in.
Pirs dimîne: Gelo Almanyaya nû, ku serî li milîtarîzekirinê dide, xizmetên ewlekarîyê ava dike û li hember rastgiranbi rêya tundiya li hember penaber û koçberan radiweste, dê bikare civakeke vekirî û dilovan bimîne ku veberhênan, jêhatî û rewşenbîran ber bi xwe ve bikşîne?