Almanya.. nêzikatiyên derbarê aloziyên siyasî û aborî

Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Ji ber nakokiyên sereke yên di navbera hersê partiyên ku hikûmeta itîlaf “nîşana trafîkê” de li Almanyayê ava kirine, hikûmet hate rûxandin. Ev yek jî pêk hat, piştî ku şêwirmend Olaf Scholz bi awayekî fermî ragihand ku ew ê di 16ê kanûnê de ji parlamentoyê bixwaze da ku baweriyê bide hikûmeta demkê ji bo karûbarê welat heta 23yê sibata 2025an bi rê ve bibe, ku di wê rojê de wê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê çêbibin. Hikumeta “nîşana trafîkê” ku di 7ê kanûna 2021ê de hate avakirin, ji Partiya Sosyalîst a Demokratîk bi rêveberiya Scholz û Partiya Demokratîk a Lîberal a Azad bi rêveberiya wezîrê darayî Christian Lindner  û Partiya Kesk bi rêveberiya wezîrê aborî Robert Habeck, pêk tê. Sedemên hilweşandina itîlafa hikûmetê jî, ji ber nakokiyên dijwar û nêrînên cuda di rêveberbirina dosyaya aborî di navbera Lindner  û Shloz de bû. Lewra, Lindner û partiya wî ya Demokratîk a Lîberalî a Azad ji hevalbendiya hikûmetê derket û di encamê de jî, hikûmetê piraniya endamên xwe winda kirin, lewra neçar man ku daxwaz ji parlamentoyê bidin da ku karûbar bi rê ve bibin, heta  pêkanîna hilbijartinên pêşwext yên parlamentoyê.

Aloziya aborî û rawestîna deynan

Erêkirina li ser budceya giştî ya sala 2025an, cehwerê pirsgirêka di navbera aliyên hikûmeta itîlafê de bû.  Di vê çarçoveyê de, wezîrê darayî Lindner red kir ku ji “rêgezên lîberalî” yên partiya xwe derkeve û  radestî siyaseta hevkarê xwe yê di hikûmetê de ku dixwaze zêdetir berê xwe bide deynan û di encamê de xebatên rawestandina deynan hat rawestandin da ku kêmanuya mezin a budceyê dagirin. Ev yek jî ji ber aloziya aborî ya ku Almanya tê re derbas dibe pêk hat, nexasim di salên dawî de rastî gelek pirsgirêkên mezin hatin wekî bandorên koronayê, şerê li Ukranyayê, derbasbûna bi milyonan penaber li nava Almanyayê, paşdeketina hinardekirinê û xurtbûna rikberiya kelûpelên almanî di sûka cîhanî de. Her wiha li kêleka aloziyên borî jî, dewleta Almanyayê neçar ma ku artêşa almanî amade bike û ji bo vê yekê jî 100 milyar euro (ku dibe pêwîstiya wê bi 50 milyar euroyê din hebe) veqetandin. Di heman demê de jî, dewleta Almanyayê divê xebatên çaksazkirin û jinûveavakirinê ya lezgîn ji bo binesaziyê pêk bîne; wekî pir, rê, dibistan, nexweşxane, avahiyên ji bo xelkê, pêşxistin û nûkirina sektora pîşesazî, da ku karibe rikberiyê li ser asta cîhanî bike. Li gorî hin daneyan, pêwîstiya Almayayê heta sala 2030î, bi 780 milyar euroyî heye û gelek zehmet e ev pere werin peydakirin, eger ku aboriya Almanyayê di vê rewşa xwe de ma û hikûmet jî wê demê neçar e ku bergiriyên xwegirtinê pêk bîne û asta xerckitinê kêm bike da ku van pereyan bi dest bixe.

Lindner li ser biryara xwe ya redkirina çarekirina kêmaniyê bi qerzan û rawestandina biryara rawestandina deynan, ma . Lindner di vê biryara xwe de, xwe spartibû destûrê ku dibêje çênabe bingeha rawestandina deynan were derbaskirin, her wiha çênabe kêmaniya budceya giştî rêjeya 0,35% derbas bike. Lê şêwirmend Scholz dixwest xebata li ser esasê vê bingehê rawestîne û berê xwe bide deynên zêdetir û ragihandina rewşa awarte, di encamê de jî wê bingeha rawestandina deynan were şikandin a ku hikûmeta Angela Merkel sala 2009an danî bi hewldaneke da ku sînorekî ji qerzkirinên hikûmetê yên pir, piştî aloziya darayî ya cîhanî ya sala 2008an deyne.

Berovajî planên Scholz, Lindner armanca wî ew bû ku reformên aborî yên berfireh û lezgîn pêk bîne, da ku aboriyê çalak û nûjen bike, bêyî ku sektora pîşesazî zêdetir bidin xebandin û li şûna ku xwediyên kargeh û şerîketan bacên zêdetir  bidin, berovajî wê pêkanîna reformên “lîberalî” derbarê kêmkirina bacan li ser pîşesaziyan û xwediyên şerîket û karker û kedkarên biçûk yên di nava çîna navîn de cih digirin. Her wiha ji wan reforman, hêsankririna sîstema bacê û sînordarkirina bîrokrasî û destwerdana dewletê di aboriyê de, ev yek bi awayekî zêdetir di pêvajoya Robert Habeck ê ji Partiya Kesk ku wezareta aborî birêve dibir, pêk hat û di encamê de Robert bi biryarên ku derxistin ên ku armanca wan handankirina li ser enerjiya paqij bû û kêmkirina xwespartina ser enerjiya gazê, bloka pîşesazî û piraniya welatiyan ji hev xist. Di heman demê de, qanûn û tedbîrên ku wezîrê Partiya Kesk derxist, bandor li  navûdengiya Partiya Demokratîk a Lîberal a Azad kir, ku dengdêrên Partiya Kesk ew tawanbar kir ku dev ji rêgezên xwe yên lîberalî berdaye û ji bo di desthilatdariyê de bimîne. Vê yekê bandor lê kir ku bi awayekî zelal navûdengiya partiyê bi paş ketiye, ku ji 11,04% di hilbijartinên parlementoyê yên sala 2021ê de vegeriya li gor pêşbîniyên hilbijartibnên bê yên sibata 2025an 4%.

Pêvajoyeke nû ji alozî û tevlîheviyê

Piştî ku hate piştrastkirin ku wê hilbijartinên pêşwext di sibata 2025an de li dar bikevin, êdî li Almanyayê di qadên siyasî û ragihandinê de, bendewarî û fikar çêbûne. Lê hikûmet kî dibe bila bibe û meyla wê çi be, hema hema mirov dikare bêje ku danûstandinên di navbera partiyên cuda de, ji bo avakirina hikûmeteke hevalbend wê gelek mehan dirêj bike. Ev yek jî tê wateya, zêdebûna alozî û tevlîheviyê, nexasim li saktorên pîşesazî, darayî û veberhênanê. Li gorî ankêta herî dawî, Yekitiya Xiristiyanî ya Demokrat wê %32 bi dest bixe, Partiya Altirnatîf a Rasgtir jî wê %19, Partiya Sosyalîst a Demokratîk %16 û Partiya Kesk %10 û Hevalbendiya Sahra Wagenknecht %8 , Partiya Demokrat a Lîberal a Azad û Partiya Çep %4, bi dest bixin (ev herdu partiyên dawî wê nikaribin bikevin parlamentoyê ji ber ku sînorê %5 derbas nekirine). Her wiha li gorî ankêtê, hikûmeta bê texmîna herî mezin wê di hevalbendiyek di navbera Yekitiya Xiristiyan ya Demokrat û Partiya Sosyalîst a Demokrat û Partiya Kesk de be. Sedema vê yekê jî ji ber ku Partiya Yekitiya Xiristiyan û rêveberê wê Friedrich Merz red kir ku bi Partiya Altirnatîf û Hevalbendiya Sahra Wagenknecht hevalbendiyê çêbike, ya ku herî nêzî partiya wî di aliyê armanc û bernameyan de û nêrînên derbarê çareseriya pirsgirêkên aborî û siyasî yên heyî de.

Ji ber redkirina partiya herî binavûdeng, ango Yekîtiya Xiristiyanî ya Demokrat, ji hevalbendiya bi Partiya Berdêl û Hevalbendiya Sahra Wagenknecht re, rewşeke rehetiyê di nav Partiya Komunîst ya Demokrat (partiya şêwirdar Scholz) û Partiya Kesk (partiya wezîrê aboriyê Habeck) de peyda bûye, ji ber ku ew nas dikin ku ew dê beşek bin ji hikûmeta bê, tevî ku navûdengiya wan qels bûye ji ber têkçûna wan di rêveberiya hikûmeta “nîşana trafîkê” ya niha de (navûdengiya Partiya Komunîst a Demikrat ji %25.7 di hilbijartinên 2021ê de vegeriya %16 li gor ankêtên hilbijartinên 2025an, her wiha Partiya Kesk dihilbijartinên 2021ê de 14.7% bi dest xist û li gor ankêtan dê di hilbijartinên 2025an de dê %10 derbas neke).

Partiya Berdêl û Hevalbendiya Sahra Wagenknecht li ser malperên tevna civakî çalak in, ku li wir encam û bandorên hevalbendiya “partiyên kevn” û “olîgarşiya hakim” şirove dikin, ku cudahiyên siyasî di navbera wan de tunene û heta niha nelihevkirina wan li bara baweriyê ye, hevgirtina wan li ser bingehê berjewendiyan bi awayekî zelal e, ku armanca wan çarçovekirina Partiya Berdêl û Hevalbendiya Sahra Wagenknecht û rê nedin wan ku tev li hikûmetê bibin û garantiyê wê yekê bikin ku siyasetên heyî bimînin yên li gor alava ragihandinê ya Partiya Berdêl û Hevalbendiya Sahra Wagenknecht ew sedema paşketina aborî û paşketina asta jiyanê û zêdebûna xizaniyê, her wiha hişt ku koçber pir bibin û îslamperestî û redkirina nirxên almanî peyda bibe. Lê diyar e ku man van tawanan bi awayekî mezin bandorê li raya giştî dikin, ku ev yek dibe sedema herî girîng ku alîgiriya partiyên kevneşop kêm bibe.

Ev rewşa siyasî ya tevlîhev bandorê li ser saktora abortî û pîşesazî dike. Ji ber serkeftina Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de metirsî zêde bûn, ku Almanya ditirse aborî hîna zêdetir xerab bibe, eger ku Trump soza xwe ya ferizkirina gumrikê ku digihêje %20 li ser kelûpelên ji Ewropayê tên pêk bîne. Li gorî daneyan, wê hinardekirinên almanyayî yên ber bi Amerîkayê ku salane bi qasî 170 milyar dolarî ye wê gelekî zirarê bibîne, eger ku Trump ew sozê xwe pêk anî. Ev yek jî tê wateya ku gelek xwediyên kargeh û  sermayedar bifikirin ku ji Almanyayê derkevin û kargehên xwe bidin dewletên din, di serî de jî Amerîkayê da ku ji bend û pabendiyên hundirîn û derve xelas bibin, ku ew êşandin û asta qezenciya wan kêm kir.

Piraniya dosyayên li Almyayê sekinîne, zehmet in û çareseriya wan dijwar e. Sedema vê yekê jî, hikûmetên itîlafê lawaz in û planên hemû partiyên hikûmetê nêzî hev in û naxwazin ku bi awayekî ji kok ve rûbirûyê doz û astengiyên siyasî û aborî li welat werin. Salên borî ji me re didin xuyakirin ku hikûmetên îtilafî her dem xwe ji ber çareyên temam didin aliyekî û berê xwe didin rengekî ji rengên rêvebirina krîzê û dosyayên mezin ji hikûmetên tê re dihêlin. Bê çareserkirina pirsgirêkên aborî û nûjekirina binesazî û başkirina rewşa jiyanî ya welatiyan û çareserkirina dosyaya penaberiyê, her wiha têkoşîna li din gendeliyê û vekirina dosyaya çareserkirina koronayê û diyarkirina stratejiyeke nîştimanî ya eşkere ji şerê Ukranyayê,  wê alozî her bimînin û zêdetir bibin. Her wiha, wê bi domdarî partiyên kevneşop alîgirên xwe winda bike û dê ber xwe bidin Partiya Berdêl a rastgir a ku bi pêş dikeve û dengên nû yên ku tengezar bûne piştî her hilbijartinekê, bi dest bixe.