Şoreşa Kurdistanê ya 1925an.. dema ku Fethî Okyar têkçûn li beramberî Înonu hilbijart
Nivîskar: Hisên Cimo
Navenda Kurdî ya Lêkolînan rêzenirxandin li ser bîranînên pizîşkê Osmanî Riza Nûr belav kirin, ku ji yekem wezîrên hikûmeta yekem a Mustefa Kemal a sala 1920î û piştî wê di perwerde û tenduristî de bû, beriya ku ji wî cuda bibe û yek ji belgeyên herî rexnegir li dij “dagîrker” nivîsandin, di bin sernavê “Jiyan û bîranînên min- Hayat Ve Hatıratım”. Herwiha, me şerûmercên belavkirina pirtûkê piştî mirina Riza Nûr bi çend salan bi zimanê tirkî anî ziman, piştre ev pirtûk wergerî erebî bû, di bin sernavê “Ataturk û hevalên wî û dawiya osmaniyan” ku di sala 2020î de ji aliyê weşangeriya El-Beşîr li Qahîreyê ve, hate weşandin.
Di rêzenivîsên borî de, me behsa beşê ku Riza Nûr li ser şoreşa Komeleya Azadî ya bi rêveberiya Şêx Seîdê Pîran ya sala 1925an nivîsandibû, nekir, ji ber ku ew rêzenivîsê me dixwest tenê li ser Peymana Lozanê bin. Di sedaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, em ê nirxandina Riza Nûr û çawa şoreşa Şêx Seîd dîtiye, ji we re pêşkêş bikin.
Piştî Lozana 1923yan, Riza Nûr hewl dide xwe dûrî Mustefa Kemal bixe. Mustefa Kemal jî wî naxwaze, lewra ew wekî bayloz li Berlînê erkdar kir, bê ku jê re bibêje, lê Riza Nûr yekser red kir. Nûr behsa tedbîrên Mustefa Kemal û Ismet Inanu kir ku parlamentoyê veguherîne lîstokekê, li gorî xwe bixe tevgerê.
Riza Nûr digihêje şoreşa Şêx Seîdê Pîran li Kurdistanê, ku di 24ê sibata 1925an de çêbû û dibêje:
“Eniya Cezîrê baş naçe. Di nav kurdan de tevger heye û di navbera Recep Bakir, Wezîrê Karên Hundir û Zehnî de nakokî heye. Zehnî ji Walîtiya Sînopê çûbû Bedlîsê ku kurd lê ne. Ew mirovekî bi rûmet û zana ye.” r. 421
Riza Nûr nêrîna Zehnî belge kir, ku wî ew bi xwe neda naskirin, mîna gelek kesayetiyên ku ew di bîranînên xwe de behs dike, carinan tenê navên wan ên pêşîn bi kar tîne bêyî ku wan bide nasîn. Her çi dibe bila bibe, Zehnî di bîranînek xwe de ku Riza Nûr berî şoreşê nirxandiye nivîsandiye:
“Serokên eşîrên kurdan li hev dicivin û li ser mijarên li dij hikûmetê lêkolîn dikin. Ez dixwazim wan bigirim, wekî din wê fitne çêbibe”. r.421.
Wezîrê Hundirîn Receb Bakur girîngî nedida tiştê di mêjiyê min de. Herwiha, wezîr ji ber girtina serokeşîrên kurdan hişyarî da, ji blî çete û dizan. Li beramberî vê yekê jî, Zehnî karbesiya xwe da û piştre jî şoreşa Şêx Seîd çêbû.
Belavkirina tirsê derfetek bû ji bo Mustefa Kemal. Demlidest derfet jêre çêbû -li gorî Nûr- şoreşa kurdan bi rêveberiya Şêx Seîd Pîran çêbû:
“Ev şoreş çi derfeteke gewre bû ji bo Mustefa Kemal. Şêx Seîd mirovekî gelekî olperest bû. Biryara Mustefa Kemal a îbtalkirina dibistanên olî û zawiyan û ferizkirina kum, hêrsa şêx Seîd zêdetir kir, lewra li dij wî rabû. Mustefa Kemal ev tevger wiha fêm kir wekî serhildana neteweyî ya kurdî ye”. r.329
Di dema şoreşê de, Riza Nûr ne di cihê biryardayînê de bû. Nêrîna wî ya li ser avahiya şoreşê ji heval û tiştên ku wî di rojnameyan de bihîstibû dihat, wek îdiaya wî ya ku ew ne şoreşek neteweyî ye. Wî herwiha qelsiya xwe ya analîzî jî ji vê yekê girt: Nêrîna wî ya li ser Mustafa Kemal. Wî hewl da ku her helwestek ku ji hêla Mustafa Kemal ve hatî girtin, red bike. Riza Nûr di şîrovekirina li ser şoreşa li Kurdistanê de wiha got:
“Min ji Saeb, endamekî Dadgeha Serxwebûnê û bû serokê wê pirsî û wî ji min re got: Di vê mijarê de meyleke kurdî tune. Ev tevger tenê ji ber olê bû.” R. 420
Ev nêrîn li gorî delîl û xîtaban, dibe ku rast be. Ev yek bi taybet jî ji ber tirkan nikarîbû cewherê siyasî di civaka kurdan de di wê demê fêm bikire, tevî gelek lêkolînên hatine kirin di nav de jî plana “Reforma Rojhilat” û lêkolîna Ziya Gokalp li ser eşîrên kurdan. Ev lêkolîn bi fermana Riza Nûr, pêk hat. Tevî vê yekê jî, dînamîkên civaka kurdî ji bo navendên biryarê li Istenbol û Enqerayê ne zelal bû. Herwiha, ji bo rêveberên tirkan ne eşkere bû ku neqşîbendî rûyê din ê neteweya kurd di wê demê de bû, beriya ku ji hev cuda bibin.
Mustefa Kemal bûyerên şoreşê bi kar anî, ji bo tunekirina partiya nû ya opozîsyon, ango Partiya Komarî ya Pêşverû. Okyar di wê demê de, serokê hikûmetê û serokê partiyê bû. Mustefa Kemal jê xwest ku qanûnekê derxê bi navê “Qanûna diyarkirina aramiyê” . Mustefa Kemal dixwest ku qanûn ne tenê ji bo herêmeka şoreşa kurdan bê, lê belê dixwest ji bo tevahiya welat be Istenbolê jî di nav de be, ji ber li gorî Riza Nûr, Mustefa Kemal dîdit ku ragihandina Istenbolê sedema vê serhildanê bû û ev ragihandin destek dida Şêx Seîd. Ev gotin jî divê were nirxandin bi awayekî berfireh, bi rêya vegera li ragihandina li Istenbolê di wê demê, ji ber ku bi rastî dengvedaneke erênî ya vê lawaz a vê şoreşê li Istenbola paşguhkirî ya ji aliyê desthilatdariya nû ya kemalîst, hebû.
Fetihî Okyar di 3yê adara 1925an de, ango piştî 3 hefteyan ji destpêka şoreşê li Kurdistanê û beriya ku tu tedbîrên dijber bigire, karbesiya xwe pêşkêş kir. Riza Nûr behsa rastiyên nerazîbûna Okyar li ser rêbazê Kemal a rûbirûyê şoreşê, ne aniye ziman. Qanûna aramiyê bi rastî rojek piştî karbesiya Okyar, ku ji hêla Îsmet Înonu ve hatibû îmzekirin, ku wekî serokwezîr vegeriyabû ser dikê, hate pejirandin. Riza Nûr dinivîse:
“Mustefa Kemal ji Fetihî xwest ku karbesiyê bike, Mustefa Kemal ji hevjîna Fetihî re got: Min baylozxaneya Parîsê da we, biçin wir. Di şoreşa Şêx Seîd de, Mustefa Kemal artêşek rêkir Kurdistanê, cihek nema û vê artêşê gule lê nebarandin. Gund şewitandin û xelk kuştin. Piştê artêşê, dadgeha serxwebûnê çêbû û di encamê de Şêx Seîd û gelek rêveberên din bi dar ve kirin û hemû kesên tevlî partiya nû (Komarî ya Pêşverû) bûbûn, qir kirin û navê vê yekê kirin şoreşa kurdî. Herwiha partiya nû bi awayekî fermî hate îbtalkirin û hemû belgeyên wê hatin desteserkirin” .r.431
Herwiha, Riza Nûr bal kişand li ser berdewamiya şoreşa 1925an, ew jî Agirî û di heman demê de bi navê “Ararat” tê naskirin, bi rêveberiya Ihsan Nûrî Paşa û birêxistinkirina Komeleya Xoybûnê li Beyrtû û Şamê:
“Kurd bi tundî serî hildidin. Serhildana wan encama tepeserkirina dijwar a ku berê ji hêla hêzên Mistefa Kemal ve li dijî Şêx Seîdê kurd hatibû kirin e. Hejmarek ji efserên me tevlî serhildêran bûne, di nav wan de hin ji wan bi rutbeya leşkerî ya Paşa ne.”
Riza Nûr tu bingehên wî yên zanînê der barê karûbarê kurdan de tune bûn, herwiha tu bingehên wî yên nûçeyan jî tune bûn. Bernameya şoreşa Agirî ya herî eşkere di damezrandina dewleta kurdî de bû, herwiha şoreşgeran wekî komar di sê salan de ragihandin, ji sala 1927 heta dawiya 1930î. Ji ber vê yekê jî, tu nirxekî mezin ê bîranînên Riza Nûr ya derbarê rewşa meydanî li Kurdistanê tune ne. Dibe ku faktorek din ku wî ber bi kêmkirina karakterê neteweyî yê serhildanên kurdan ve bir, ew jî mijûlbûna wî ya tund a bi zivirandina her tiştî li dijî Mustafa Kemal bû, heta bi serhildanên kurdan ên li dijî komarê.
Paşê, Mustafa Kemal dê bandor û kontrola zêde ya Ismet Inonu li ser biryardanê hîs bike. Kemal hevalê xwe yê qewirandî yê li Parîsê Fethi Okyar gazî kir û ji wî û Rauf Orbay xwest ku di tebaxa 1930î de Partiya Komarî ya Azad ava bikin. Lêbelê, kîna raya giştî ya li hember Mustafa Kemal, Gazi tirsand dema ku wî di kombûneke partiyê de li dijî wî bi xwe dirûşm bihîst. Wî di mijdara 1930î de ji Okyar xwest ku partiyê bigire. Divê were zanîn ku bi hilweşîna şoreşa kurdî a 1925an re, tiştê ku dikare wekî tevgera demokratîk a Anadoliyayê were binavkirin jî hilweşiya, rastiyek ku dê di bûyerên çend sal piştî hilweşandina Okyar û hevalên wî de eşkere bibe. Riza Nûr bi awayekî nepenî hesreta xwe ya ji bo serdema osmanî tîne ziman, beşa siyasî ya bîranînên xwe bi pirsek ku wî ji rayedarek iraqî bihîstiye bi dawî dike: “Serdema Osmanî li ku ye? Em bêriya wê dikin.”