Sebiya Babilî û Xeyber.. Çîrokên kujer di dîroka têkiliyên cihû-îranî de

Nivîskar: Hisên Cimo

Made bi erebî jî heye العربية

Ji dema ku kûruş di sala 539 BZ de Babil fetih kir, neteweya îranî ji hêla îdeolojîk ve li hember cihûyan dijminatî nekiriye. Piştî jinûveavakirina cihûtiyê li Babilê, cihûyan, navê kuruşên nemir kirin, an jî ji ber aloziya sebiya babilî li ser destê Nebuxed Nesir heta 50î salî.

Di tewratê de wiha hate bibîrxistin: “Xwedan ji mesîhê xwe, ji Kîrûş re wiha dibêje, ku min destê wî yê rastê girtiye da ku miletan li ber wî bindest bikim…”

Têkiliya cihû-îranî di rastiyê de di serdema Axmînî de hate destpêkirin, dema ku cihû tevlî nava împeratoriya Axmîniyan bûn. Piştî ku padîşahê Babilê Nebukadnezar ê duyem, peykerê Silêman li Orşelîmê sala 586an BZ, rûxand û cihû sebî kirin û ew anîn Babilê, êdî cihû bûne wekî gelekî srgûnkirî bi navê ”Sebî Babil” hatin naskirin. Di sala 539an de jî, Kuruşê mezin kete bajarê Babilê û dewleta Babilî bi dawî kir û piştî wê bi salekê di jêderên cihû de “ragihandina Kuruş” derket.

Herwiha di Sifir Ezra di Tewratê de metna biryara Kuruş tê de ku destûr ji cihûyan re tê dayîn ku vegerin li cihûtiyê û jinûveavakirina perestgehê û wiha tê gotin: “Wiha Kuruş padîşahê Faris dibêje: Hemû padîşahiyên dunyayê xwedayê ezmanan dane min û ez wesiyet kirim ku malekê jê re li Orşelîmê ava bikim… Kî ji we nava gelê wî be, bila biçe Orşelîmê.. û mala xwedan, xwedayê Îsraîlê ava bike”. Beşek ji cihûyan bi saya vê efûyê hate Orşelîmê, lê gelek jî biryar dan ku li axa Îranê bimînin, ku tê de bi cih bûn û tevlî nava civaka xwecihî bûn.

Siyaseta Akameniyan derbarê kêmeteweyên olî bi dilnermî û rêzgirtina ji rêûresmên wan re, dihate naskirin. Padîşhanên “Îranşehrê” destûr dane cihûyan ku bi awayekî azad îbadeta xwe bikin, berovajî metorda zordariya olî ya ku hinek ji beriya wî yên aşûrî û babilî, dimeşandin. Spasiya cihûyan ji bo vê yekê di nêrîna wan a erênî ya li ser Kuruşê Mezin de diyar bû, ku di Pirtûka Pîroz de ji ber rola wî di rizgarkirina wan de wekî “Mesêhê Xudan” tê binavkirin. Herwiha padîşahên Îranê yên piştre hatine wekî Dariusê Yekem, bûne alîkar di berdewamkirina avakirina perestgehê duyem li Orşelîmê sala 515an BZ.

Îran û Babilê xwedî cihekî girîng bûn di mîrateya olî û dîrokî ya cihûyan de. Ji bilî çîrokên rasterast ên Tewratê li ser Kuruş û yên din, em rastî nîşaneyên di wêjeya cihûyan de tên ku pesna têkiliya farisan bi cihûyan re, didin. Talmuda babilî, ku di destpêkê de li axên Babilê, ku di bin kontrola Îranê de bûn, hatiye nivîsandin, gotineke sembolîk dihewîne ku divê wêneyekî Sûsayê, bajarê herî mezin ê Axameniyan, li ser deriyên Perestgehê li Orşelîmê were neqişandin.

Dema ku nivîskarê cihû yê Endulusî Benyamîn Tetîlî di sala 1167an de di rêwîtiya xwe ya erdnîgarî ya maratonî de serdana Îranê kir, neviyên van cihûyan li wan herêman bûn. Guhertoya mayî ya pirtûkê ji orjînala windabûyî hatiye kurtkirin û kopîkirin, û li gorî dîrokzanan hejmarên wê zêde ne. Lêbelê, ew ramanek li ser rewşa Cihûyan, an jî qet nebe hebûna wan li bajarên mezin ên dûrî welatê wan, dide. Piraniya van cihûyan bermahiyên sebiyên babîliyan bûn.

El-Tetîlî ragihand ku li Nehawendê 4 hezar cihû hene ku li “axa kefiran” dijîn û guh didin şêxê El-Heşaşîn. Newahend di wê demê de, cihê kurdan bû û di çarçoveya kategoriyên bildaniyên, Newahend di nava welatê kurdan de bû. Ev cihû di êrîşan de bi vê neteweyê re bûn û wekî wan li çiya dijiyan.

El-Tetîlî li welatê Farif û Medyayê (Îranê) hejmareke mezin ji cihûyan dîtin ku rewşa wan baş bû, ji nava wan cihûyên Xuzistanê nêzî gora Pêxember Daniyal, ku cihû li aliyê baş ê bajar dijiyan, lê kesên hejar jî li aliyê din dijiyan, ku çem wan dike du parçe. Li gorî baweriya hejaran-ku El-Tetîlî ragihand-sirê dewlemendiya cihûyan di gora Daniyal de ye, di encamê de bi awayekî dayîm pevçûn di navbera her du aliyan de derket û salane gor ji aliyekî dibirin aliyekî din. Dema ku “Sultanê Farisan” Sincer Ibn Malikşah dît çi dibe û çawa ku misilman û cihû li ser gorê pevdiçin, fermana avakirina pirekî da û gor bire wir, ji bo avakirina perestgeheke hevbeş ji bo herdu aliyan li derdora gora pêxember Daniyal, ku bi zincîran li ser pirê hate daliqandin. Herwiha, di dema şahidiya El-Tetîlî de, ev yek çêbû.

Bê gûman, şahidia El-Tetlî ya li ser cih û hejmara cihûyan zêde ye, wekî ku dibêje li Amediyê û derdora wê (Herêmeke li Başûrê Kurdistanê ye) 25 hezar cihû dijîn, ku li zêdetirî li 100 cihên li çiyayê Xeftîyan belav bûne (dibe ku behsa Heftanînê dike) li ser sînorê welatê Madî dike û cihûyên wê ji bermahiyên civaka yekem in ku ji hêla Şalmaneserê Babilê ve hatine girtin. Deh sal berî serdana vî rêwiyê cihû, cihûyekî navdar bi navê Dawûd Bin Ruhî rê ketibû û şahidiya Tetîlî di behskirina vê bûyerê de kêm e.

Dawud El-Ruhî li dij “Padîşahê Farisan” (Sultanê Selçûkiyan) serhildan îlan kir û cihûyên ku li çiyayan dijîn kom kir da ku li dijî Xiristiyanên ku Orşelîm kontrol kiribûn, şer bikin, wê bigirin û wan derxin. Wî dest bi belavkirina peyama xwe di nav cihûyan de kir, banga xwe bi argumanên derewîn piştgirî kir, li gorî Tetîlî, wek mînak ji wan re got: “Xwedê min tayîn kiriye ku Orşelîmê fetih bikim û we ji nîrê koletiyê rizgar bikim.” Komek cihûyên sade baweriya xwe pê anîn û wî wekî Mesîhê li bendê didîtin.

Û axaftina wî gihaşt sultanê Farisan, daxwaz kir ku wî bibîne û bê tirs û fikar hate ber destê wî. Sultan jê pirs kir:

Gelo rast e tu padîşahê cihûyan î? Got: Erê! Sultan ferman da ku yekser Dawud bigirin û bixin zindana mezin li Tibirstanê, bajarê li  ser beravên çemê Qîzil Uzunê, ji bo ku heta hetayê li wir bimîne. Piştî sê rojan, sultan bi kesên nêzî xwe re rûnişt ji bo nîqaşkirina doza cihûyên dilsozê Dawud. Lê Dawud bi awayekî balkêş li welatê sultan derket û azad e. Ev jî ji bo hemûyan şok bû. Sultan jê pirs kir, tu çawa hatî vir û kê te serbest berdayî: Dawud wiha bersiv da: Tenê zanebûn û jîrbûna min. Di rastiyê de jî ez ne ji te û ne jî ji wezîrên te ditirsim. Sultan ferman da parêzvanên xwe ku Dawud bigirin. Lê ev kesan dengê wî dibihîstin û kesayeta wî nedîtin. Ev yek sultan tirsand û dengê Dawud bihîst ku dibêje: Ez niha di rêya xwe de diçime û her kesî dît ku ji cihê xwe diçe. Sultan, leşker û wezîrên wî li peyî Dawud çûn, heta ku gihaştin beravên çem. Dîtin ku Dawud cilên xwe li ser avê rast kiriye û derbasî aliyê din ê çem bû. Sultan ferman da leşkerên xwe ku li peyî wî biçin û xwe li keştiyan kirin û derbasî berava aliyê din bûn. Leşkeran dest bi lêgerîna li Dawud kirin, lê bê encam bû. Wan nas kir ku ew kes sihrbazekî bêhempa ye.

Her çiqas Dawud bi dengekî nizm got jî, wî çend efsûnan got û Navê Xwedê yê Herî Mezin got û di rojekê de rêwîtiya xwe ya deh rojî temam kir. Ew gihaşt Amêdiyê û ji şagirtên xwe re got ku çi bi serê wî hatiye, yên ku ji rewşa wî matmayî û heyran man. Piştî vê yekê, Siltanê Farisan ji Emîr El-Muminîn, Xelîfeyê Bexdayê re nivîsand û jê re got ku çi bi serê Dawud hatiye û jê xwest ku bi serokên cihû yên Bexdayê re navbeynkariyê bike da ku ew karibin bandorê li Dawud Ibn El-Ruhî bikin da ku ew dev ji kirin û serhildana xwe berde. Wekî din, ew ê fermana tolhildanê li dij hemî cihûyên li padîşahiya xwe bide û wan heta yê dawî tune bike.

Ji ber vê yekê, cihûyên li Welatê Farisan rastî zehmetiyên mezin hatin, ji ber vê yekê wan ji serokên xwe yên li Bexdayê re name nivîsandin da ku wan ji hilweşînê rizgar bikin bi rêberiya Dawud ber bi rêya rast û parastina xwîna bêguneh.

Di cih de, rêberên cihûyan nameyek ji Dawud re nivîsandin, şaşiya wî eşkere kirin û derewên wî eşkere kirin. Wan nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bila ji we re were zanîn ku dema xuyabûna Mesîh hîn nehatiye û me tu delîlek ji bo xuyabûna wî ya nêzîk tune. Ev tiştek e ku bi tundûtûjiyê an jî bi neguhdariyê nayê bidestxistin. Em daxwaz dikin ku hûn dev ji tiştê ku hûn dikin berdin, an na em ê we ji civaka Benî Îsraîl derxînin.”

Kopiyek ji vê nameyê ji Serok Zekay û Yusuf El-Felekî ku bi nasnavê Burhan El-Felek dihat nasîn re li Musilê hat şandin, da ku ew jî peyamek wiha ji Dawud Ibn El-Ruhî re bişînin. Serokê Musilê û Burhan El-Felek guh dan vê nameyê û nameyek tijî îqna û gefan ji Dawud re şandin, lê wî red kir ku dev ji derewên xwe berde. Dema ku emîrê Selçûkî, peyrewê padîşahê Faris, desthilatdarî girt ser xwe, wî komployek çêkir ku Dawud Ibn El-Ruhî ji holê rake. Wî gazî xezûrê wî kir û deh hezar dînar pêşkêşî wî kir ger ew zavayê xwe Dawud bikuje. Dema ku ew di xew de bû, ew zilam ket nav nivînên xwe û ew kuşt. Bi vî awayî, çarenûsa wî bi dawî bû û cihû ji xerabiya wî rizgar bûn.

Lê padîşahê Faris ji cihûyên ku li padîşahiya wî dijiyan aciz ma. Wan ji serokê civaka cihûyan re name şandin û ji bo wan bi padîşahê Faris re navbeynkariyê xwestin, ji ber prestîj û meqamê wî. Rêberê cihûyan daxwazek ji padîşahê Faris re şand û mîqdarek mezin a sed hezar dînarên zêr pêşkêşî wî kir. Padîşah efûyek da û welat aram bû. El-Tetîlî piştî çîroka Dawudê Ruhî berdewam dike: Ji Çiyayê Amediyê, rêwî deh rojan ber bi rojhilat ve diçe Hemedanê, ku Medya ye, bajarê mezin ê ku di Tewratê de behsa wî tê kirin û tê de nêzîkî pêncî hezar cihû hene. Û di dêra wê de gorên Mordexay û Ester hene. Ew kî ne?

Çîroka Mordexay û Ester di nav vegotinên bingehîn ên herî girîng ên vegotina hestyarî ya cihûyan de ye. Cihê bûyerê dadgeha Axameniyan bû, ku cihû ji dîlgirtinê rizgar bûn. Beşek ji yên saxmayî koçî bajarên mezin ên Îranşarê kirin. Hin ji wan gihîatin pileya wezîran, wek Mordexay, ku bi redkirina serê xwe ji wezîrê padîşahê Axameniyan, Haman, hema hema gelê xwe di qirkirinê de tawanbar kir. Haman li hemû cihûyan hêrs bû û Xoşyar razî kir ku fermanek bide ku wan bi girseyî ji ber heqaretkirina padîşahiyê bikuje. Mordexay, cihûyekî dilsoz, îdia kir ku ew tenê ji Xwedê re ditewîne. Hemû cihûyên ku wezîr dest bi kuştina wan kir, ji ber dilsoziya xwe ya bi baweriya wî re berpirsiyar hatin dîtin. Di vê navberê de, Mordexay du vebijark hebûn: An bi paş ve gavê bavêje, bi eşkereyî lêborînê bixwaze û li ber wezîrê Axameniyan serê xwe bitewîne, an jî hewl bide ku gelê xwe bi awayekî din rizgar bike. Pismamê wî hebû ku wî ew mezin kiribû. Dema Xoşyar şahbanûya xwe kuşt, wî ji Mordexay xwest ku keçikên qîz ji bo wî bîne ku ew bikaribe ji wan jineke nû hilbijêre. Di nav wan de pismama wî Ester jî hebû, navek ku di zimanên îranî de tê wateya “stêrk”. Xoşyar, ku navê wî di edebiyata cihûyan de wekî “Xeşayar” tê bilêvkirin, Ester bi rêzdariyeke mezin wek jina xwe hilbijart, bêyî ku zanibe ku ew cihû ye.

Mordexay ji bo rizgarkirina gelê xwe ji tunebûnê serî li Ester da û ji wê xwest ku nasnameya xwe eşkere bike. Ester neçar ma ku jiyana xwe bixe xetereyê û ji padîşah û mêrê xwe lava bike ku gelê xwe rizgar bikin; wekî din, fermana qirkirinê wê ji kuştinê azad nekir. Ji ber ku padîşah nekarî fermanek ku dabû betal bike, wî çareyek dît ku li hember wê bisekine. Wî ferman da ku qanûnek were derxistin, yekem di dîroka Împeratoriya Axameniyan de, ku parastina xwe rewa dike, heta li dij desthilatdaran jî. Cihûyan çek hildan û xwe parastin da ku ji tunekirina ku hema hema wan ji holê rakiribû birevin. Roja ku ev fermana padîşahî hate derxistin ji bo cihûyan xwedî girîngiyek mezin e û wekî Purim tê zanîn, ku her sal di 13ê adarê de tê pîrozkirin. Di vê cejnê de, cihû rêûresmên curbicur pêk tînin, di nav de dua, dua û rojîgirtina taybetî. Çîroka vê cejnê sedema sereke û herî girîng a navdariya perestgeha Mordexay û Ester li Hemedanê, paytexta kevnar a Împeratoriya Medyayê ye.

Jiyana cihûyan li Îranê ne ewqas îdeal û rehet bû wekî serdema Sasaniyan, dema ku ji ber Zerdeştiyê demên zordariyê dîtin. Lêbelê, nifûsa cihûyan li bajarên mezin, wekî Esfehan, ku wekî bajarekî cihûyan dihat binavkirin, berbiçav bû û yek ji serokên wê serhildanek cidî li dij dewleta Emewiyan bi rê ve bir. Tevî vê yekê, bêaramî navber bû û cihûyan demên dirêj ji aştiyê kêfxweş bûn. A herî girîng, pirsgirêkên wan bi rayedaran re bûn û tu bûyerên girîng ên kuştinên girseyî ji hêla xelkê herêmî ve li dij wan tune bûn. Ev ji ber têgiha desthilatdariyê ya wê demê ye, ku bi bandor ji gel cuda bû û wan temsîl nedikir. Berevajî vê, desthilatdarî tevlîheviyek ji desthilatdariyê bi navê Xwedê û olan bû. Di her rewşê de, dîrokek taybetî ji bo hilweşîna kevneşopiya cihûyan heye, ku ji Kuruşê Mezin di sedsala şeşem a BZ de dirêj dibe, dema ku Şah Îsmaîl şîîtiya duwazdeh wekî ola dewletê ragihand.

Ji feqeyên Cebel Emel û alimên ereb ên ku hatibûn da ku “dewleta mezhebê” li welatê Şah ava bikin, dihat xwestin ku hedîs û kevneşopiyên şîî yên li ser bingeha Mehdî yê li bendê bûn, pêşkêş bikin, ku dê li Orşelîmê bicive, li gorî kevneşopiyê, Îsa, kurê Meryemê, dê li pişt wî nimêj bike. Dema ku mezheba şîî ji hêla alimên wekî Şêx Elî El-Kerakî û Mihemed Baqir El-Meclisî ve ji nû ve hate çêkirin, gelek hedîs di derbarê “nepakiya cihûyan” de hatin zêdekirin û nifirkirina cihûyan ji minberan hate ragihandin û ew wekî mînakên taybetmendiyên neyînî hatin bikaranîn. Serdestiya şîiyên Duwanzdeh nîşana destpêka hilweşîna têkiliyên Îran-cihûyan heta dawiya serdema Qacaran di sala 1925an de bû. Piştre têkiliyên “cihû-îranî” di seranserê serdema Şah de heta sala hilweşandina wan ji hêla Xumeynî ve di sala 1979an de baş bûn.

Bi gelemperî, serdema sefewiyan ji bo cihûyên îranî serdemeke tarîtî û zordariya dijwar temsîl dikir. Hejmara wan ji ber kuştin, koçberî û veguherîna bi zorê bo îslamê di bin Şah Ebasê Mezin de kêm bû. Rewşa jiyana wan xirabtir bû, piraniya wan di nav bajarên mezin de di nav deverên dûr (getto) de dijiyan. Ev rewş tenê bi hilweşîna Sefewiyan di sala 1736an de ji aliyê Nadir Şah Efşarî ve bi dawî bû. Cihûyan rêyên ji bo jiyanê dîtin; wan çîrokên teşwîqker xeyal dikirin (dibe ku efsaneya Ester û Mordexay wekî modelek rizgariya pêşerojê alîkariya wan kiribe) û bi sebir li benda rehetiyê bûn. Bandorên vê serdemê di bîra cihûyên îranî de bi rêya metelok û çîrokên ku ew vegotine dimînin, ku Şahê Sefewiyan wekî fîrawûnek din nîşan didin ku baweriya wan diceribîne.

Dema ku îslamîstan Îran hukum dikir, wan pirsa cihûyan bi medeniyeteke mezintir ji serdemên Sefewiyan û Qacaran re çareser kirin, ne ji ber guhertinek têgihî di şîîtiyê de, lê ji ber ku ev cudahî kêrhatî bû heya ku dewletek bi navê Îsraîl hebû. Ji ber vê yekê, cihûyên mayî yên li Îranê di serdema Şoreşa Îslamî de pir caran muameleya ciyawaz wergirtin.

Lê pêla dijminatiya radîkal a li dij Îsraîlê ji aliyê doktrîna Komara Îslamî ve bûye dîlemayek demdirêj. Doktrîna Mehdî êdî ne tenê îdia dike ku Mehdî dê li Orşelîmê nimêj bike, li dû wê Îsa, kurê Meryemê, lê belê tevahiya cih aîdî cihûyan e, rewşek nû ji bo hiqûqa şîî li gorî ya ku di dema xanedanên Sefewî û Qacar ​​de serdest bû. Wekî din, beşek bingehîn a wêneya qehreman di mîrata şîî de ku ji Îmam Elî Ibn Ebî Talib re tê veqetandin bi êrîşkirina keleha cihûyan a Xeyberê ve girêdayî ye û xuya ye ku tu amadebûn tunebû ku li ser kirinên qehreman ên Îmam li derveyî “çanda Xeyberê” bisekine, tevî pirbûna wan di vegotinên vebêjerên fundamentalîst ên herî bibandor ên di çanda giştî de. Her çend Îran, hem dewlet û hem jî civak, niha di bin gefa hebûnê de ji ber şerê Îsraîlê ye, xuya ye ku ji bo guhertina navxweyî ku divê berî an jî yekser piştî 7ê cotmeha 2023yan dest pê bikira pir dereng e. Berî her tiştî, li Îsraîlê ne Mordexayê Îranî û ne jî Esterê îranî tune ku Tehranê rizgar bike. Bi îhtimaleke mezin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryar daye ku ev welat tenê dirêjkirina çanda dîlgirtina Babilî ye. Di navbera van her du vegotinên kujer de, bê guman “Kuruş”  li asoyên herêmê xuya nake.