Onder û Şêx Xalib.. li jêra  siya bawermendiya “sultanê pêxemberan” û xapandina çîna navîn

Nivîskar: Hisên Cimo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Di destpêka naskirina min bi navê Sirî Sureya Onder sala 2013an, min destwerdanên wî yên girîng di pêvajoya aşitiyê ya kurd-tirk de nirxand û min ew wekî siyasetmedarekî kurd dît. Min jiyana wî şopand, nirxê wî yê menewî li gel min zêdetir bû, dema ku min nas kir ku ew turkmen e û dibe ku ji Anadolyayê kesê herî esilzade be, dema ku xwe spart dîrokê û hat tevlî sererastkirina xerabbûna hovane ya têkiliyên kurdan û tirkan ji dema damezrandina komarê, bibe.

Têkiliyên hevbeş ên di navbera herdu saziyên siyasî kurdî û tirkî, ne herdem erênî bûn. Onder barê vê dîroka tevlîhev girte ser xwe û destwerdan kir, ji bo tê de beşdar be. Lê cihê xwe di dikeya komarê de nedît, ji ber vê yekê jî berê xwe da cihê ku deng dane ji bo li ser projeya xwe bixebite. Lewra gihaşte vê yekê: Jinûveavakirina komarê.

Onder beşê dawî yê jiyana xwe di dilê doza kurdî de derbas kir û baweriya lîderê PKKYê Ebdulah Ocalan wergirt, herwiha nameya Ocalan di Newroza 2013 û 2015an de li ser dikeya pîrozbahiyê li Amedê xwend, ku salane şahiyên mezin li cîhanê bi boneya Newrozê têne lidarxistin. Di nava çend rojên borî de, min hin nivîsandinên balkêş li ser jiyannameya wî xwend. Di nivîsandinê de, ez kêm caran cînavka kesê yekem bi kar tînim, heger ne vegotineke kesî be û ez nikarim nirxandina xwe ya Onderê rehmetî ji ya kesane veqetînim.

Ji ber ku ez ê xwe ji dubarekirina pêvajoyên girîng di jiyana wî de û nirxandina beşdariya wî dûr bixim, min hin alî dîtin dibe ku bibin berdewamiya tiştên li ser Onderê anadolyayî hatine nivîsandin, ku em naxwazin yê dawî be. Bê gûman, ew ne anadoyayiyê dawî ye ku di vê pêvajoyê de aloziyên komarê hatin eşkerekirin, piştî zêdetirî sed sal li ser damezrandina yekalî û ne adil ya komarê.

Ji mifteyên girîng ji bo fêmkirina kesayeta Onder û mîrasa wî ya siyasî û hebûna wî ya civakî ya xurt, divê nekevin şaştiya ku em Onder wekî siyasetmedarekî di navbera rastgir û çepgir de, pênase bikin. Sirî Onder di pêvajoyên jiyana xwe yên herî gihaştî de ne çepgir bû, wekî ku li medreseya Semsûrê bû. Onder, nûnerê dîrokî yê “xwecihî ye”. Ew Anadolyayê bi rêya xwendin û rexneyên ji dîrokê re, hate çêkirin. Hişt ku ew li gorî vê rexneyê, kesayeta wî ava bibe, bê radestbûna ji dîroka veguhastî re, ku ev yek dihêle gelek kes xwe bibînin mîrasê sûc û qirkirinên, tenê ji ber girêdana wan bi dîroka wan a civakî re heye. Lewra, bi vê yekê ew anadolyayiyekî xwecihî ye ne çepgir e. Îhtîmala herî mezin jî ku Ocalan ev nirxê sembolîk yê dîrokî di wî de dît, li kêleka wê jî xebatên wî yên herî baş ji bo jinûvevekirina rêyên diyalogê yê bi xwînê dagirtî di navbera komara Tirkiyayê û Kurdistanê de.

Tiştên ku hevalê wî yê nivîskar û romannivîs Tariq Tofan li ser wî nivsandin, bala min kişand. Ew herdu hevalên hev yên nêz bûn û bi hev re di bernameyan de derdiketin û ya herî navdar bernameya “Sînorê Mexico”yê. Bi rêya vê bernameyê jî, raya giştî ew wekî kesayetekî ku nêrînên xwe yên taybet di çand, wêje û hunerê de hene, nas kir.

Dema ku Sirî Onder di nexweşxaneyê de bû, di nîvê şevê de pence vekir  û cixareyek pêxist. Tariq Tofan ku li gel wî bû, jê re got: “Tu westiyayî Sirî abê, rabe em filmekî çêbikin.”

Sirî Onder, dizanibû ku rawesteha wî ya bê li kur e. Ne li pişt kamîreyê, ji bo çêkirina filim e. Onder li ser gotinên Tofan wiha got: “Di destên xwedî de ye”. Piştre, herdu hevrêyan di wê şevê de, tiştekî ku bêjin tune bû.

Beriya wê dema ku tenduristiya Onder baş bû, ew û Tofan bi hev re çûne merasîma oxirkirinekê û Onder bi atmosfêra li wir bandor bû, ji hevalê xwe re got: “Tariq ev wesiyeta  min e, pesndayîna pêxember a Şêx Xalib di oxira cenazeyê min de bixwîne”. Bi zimanê tirkî jî ev hevok wiha ye:  “Şeyh Galip’in Naat’ını oku”.

Çi girêdanekî Sirî Onder bi Şêx Xalib re heye? Dibe ku em negihêjin girêdaneke yekser, lê ji bo min derfetek bû ku ez lêkolîn bikim cihê Şêx Xalib di dîrokê de çi ye? û çi jî jê maye di dema me ya niha de?

Şêx Xalib di sala 1757an de, li Stenbolê ji dayîk bûye. Navê wî yê rast Mihemed Mustefa Seyid e. Wî wane li ser ziman û wêje, li ser destê Şêx Hisên Dede û Şê Neşet Efendî standine, li Tekkeya Mewlewî ya Yenîkapiyê. Herwiha, di biçûkiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir û li kêleka tirkî jî, zimanê erebî û faristî baş fêr bû. Gelek helbest nivîsandin, ku heta di temenê xwe yê 24an de, ew helbestên wî bûne dîwanek. Piştre, wekî şêx di Tekkeya Galatayê hate erkdarkirin û li wir ma heta ku wefat kir sala 1798an de û li wir hate spartin.

Di wêjeya tirkî ya osmanî de, “na’at” jinûvebikaranîna peyva erebî ye bi wateyeke nû: “pesnê Pêxember”. Di bin vê sernavê de, hejmarek helbestvanan pesnê Pêxember bi tirkî nivîsandine, ya herî berbiçav ji hêla Şêx Xalib ve di destpêka metnewiya wî ya navdar, “Hüsn ü Aşk” de ye:

Tu Siltanê Pêxemberan î, padîşahê birûmet, seyidê min.

Tu Ehmed, Mehmûd, Muhemed î, seyidê min.

Ji rastîyê bo me, sultanek ku ji hêla Xwedê ve tê piştgirîkirin.

Rojekê, ez çûm Deryaya Xemgîniyê.

Min xwe di nav gunehan de winda kiribû.

Û ez ji çarenûsa xwe ditirsiyam, hingê min bihîst ku seyidek gazî dike:

Tu Ehmed, Mehmûd, Muhemed î, seyidê min.

Ji rastiyê bo me, sultanek ku ji hêla Xwedê ve tê piştgirîkirin,

seyidê min.

Şêx Xalib demek kurt li Dîwana Sultanetê (nivîsgeha Dîwana Humayûn) xebitî û dû re berê xwe da sofîzmê. Di sala 1784an de, tevî dijberiya malbata xwe, wî karê xwe hişt û çû Konyayê da ku bikeve nav stargeha sofîtiyê (çele) ya wan a li wir di bin serokatiya Şêxê terîqeta sofîtiyê de. Lêbelê, bavê wî bi rêya Şêx navbeynkarî kir ku ew vegere. Ew vegeriya Stenbolê û rêya xwe ya sofîtiyê li Tekkeya Mewlewî ya Yenîkapiyê domand, li wir di sala 1787an de stargeha xwe temam kir û sernavê “Dedde” wergirt. Di vê heyamê de, wî li cem şêxên navdar ên wekî Şêx Elî Tanqî Efendî û Şerîf Ehmed Dedde xwend û di terîqetê de îcaza (xîlafetê) wergirt. Di vê heyamê de, Şêx Xalib zewicî û keçek (Zubeyde) û du kur (Ehmed û Mihemed) çêbûn. Piştî ku ji terîqetê derçû, Xalib berê xwe da nivîsandina hin zanayên sofîtiyê. Di sala 1789an de, wî şîroveyek bi zimanê erebî bi navê “El-Suhbe El-Sefiye” (Hevaltiya Paqij) li ser gotarek li ser etîketa Mewlewiyê ya ji aliyê pêşiyê xwe Ehmed Deddeh ve hatiye nivîsandin. Ew her wiha çû nêzîkî goristana helbestvanê Mewlewî Yûsif Sinicak li navçeya Satlucayê bijî. Li wir, di sala 1790î de, wî dest bi nivîsandina Şerh Cezîret El-Mesnewî kir, şîroveyek pexşanî bi zimanê tirkî li ser hilbijartinên ji Metnewiya Rûmî (366 ayetên ku ji hêla Yûsif Sinicak ve hatine hilbijartin) ku armanc ew e ku têgihaştina ji bo destpêkan hêsan bike. Di vê berhemê de, Şêx Xalib serweriya xwe ya kûr a ramana tesewufî ya Mewlewî û jêhatîbûna xwe ya şêwazî di pexşanê de nîşan da.

Şêx Xalid di dmeke kurt de,  di rêbazê mewlewî de, asta wî mezin bû. Piştî mirina şêxê berê yê tekkeya Galatayê di sala 1791an de, şêxê terîqeta(Çelebî) li Konyayê fermanek derxist û têde Xalib wekî şêxê Tekkeya Galatayê, li Istenbolê erkdar kir. Bi vê piştgiriyê re, Sultanê Osmanî Selîmê sêyem teqdîr  û hevaltî di navbera wan de çêbû.  Sultan Selîm bi xwe helbestvan û huner diparast, lewra daxwaza Xalib bersivand û tekkeya Galatayê jinûve çaksaz kir û ferman di vê çarçoveyê de da. Şêx Xalib ev berhem di helbestên ku li ser deriyên tekeyê hatine nivîsandin de tomar kir. Sultan herwiha ew erkdar kir ku Metnewiya Mewlana Celaleddîn El-Rûsî di meclîsa xwe ya taybet de bixwîne û ew beşdarî rûniştinên zikirê yên ku Şêx Xalib li tekeyê didan dibû.

Di salên dawî yê jiyana wî de, bi serê şêx Xalib de, xemginî û tengavî hatin; dayîka wî Emîne Xatûn di sala 1794an de jiyana xwe ji dest da û piştre yek ji beriztirîn mirîdên xwe helbestvan Esrar Dedeh sala 1796an de jiyana xwe ji dest da û helbestek avêt ser. Helbestvan bi nexweşiyeke giran sala 1798an de ket û di 4ê çileya 1799an de, di buhara berhemdayîna xwe de ango di temenê 42î salî de, jiyana xwe ji dest da.

Ji taybetiyên balkêş di dîwana wî de “Dîwana Xalib”, gelek helbestên dîrokî ku bûyerên nûjen vedibêjin hene, nexasim reformên sîstema nû ku Sultan Selîmê Sêyem di nûjenkirina sîstema leşkerî de pêk anî. Ev reform jî bû sedema kuştina sultan.

Berhema herî navdar a Şêx Xalib metnewiya “Hüsn ü Aşk”  e, ku wekî gewhera edebiyata sofîtî ya sedsala 18an a osmanî tê hesibandin. Helbest çîrokeke sembolîk a mijarên sofîtiyê ye, ku rêwîtiya giyanî ya şagirtekî ber bi yekîtî û ronakbîriyê ve nîşan dide. Çîrok karakter û lehengên xeyalî bi kar tîne; leheng, Aşk, ji bo gihaştina evîndarê xwe, Hüsn, li ser astengî û ceribandinan bi ser dikeve. Her rawestgehek di rêwîtiya wî de û her tevger di helbestê de mijarên sofîtî yên li ser dîsîplîna xwe û zanîna rastiyê sembolîze dike. Rexnegir vê helbestê wekî nîşaneyek û yek ji şaheserên edebiyata osmanî ya wê serdemê dibînin. Ew îro jî wekî klasîkek edebiyata sofîtiyê tê xwendin.

Wekî ku li ser xwe gotiye, Sirî Sureya Onder di sala 1962yan de li bajarê Semsûrê di yek ji wan malbatên çepgir yên li herêma ku piraniya nifûsê wê kurd e, ji dayîk bûye. Di temenê 8 salî de, bavê xwe winda kir û bavê wî ji damezrînerên şaxê Partiya Karkerên Tirkiyayê (TIP) li Semsûrê bû. Ev  yek di demeke pêşwext de, paşxaneyeke siyasî li gel Onder çêkir.

Apê wî xwendekarê ramanwerê îslamî yê kurd Seîd Nursî, damezrînerê tevgera Nurgülük bû. Onder ji malbateke tirkmen tê, lê ew di hawîrdoreke civakî de mezin bûye ku tê de zimanê rojane yê kurdî bû. Vê yekê du hestên nasnameya çandî û siyasî da wî, ku paşê di nêzîkbûna wî ya rewşenbîrî û nav-etnîkî de rolek lîst. Dibe ku Semsûr, wekî bajarekî li qeraxa rastê ya Firatê, ji ber ku ew bajarekî bi piraniya xwe kurd e li Anadoliysyê, ne li Kurdistanê, cihêwaz e.

Di şahiya pêşwaziyê ya li Çavkayayê di sala 2014an de, dema ku Emîne Erdogan (hevjîna Erdogan) ji Onder pirs kir: “Tu ji kur hatiye?” bi henekî Onder bersiv da: “Ji Semsûrê, gelekî bibore, ez tirk im û ez têm dermankirin.” Nûçeyên mîna vê -derbarê pêkenokên wî yên ku Erdogan û hevjîna wî kenandin- bi berdewamî di alavên ragihandinê de hatin belvkirin.

Ez bi tiştê ku hevalê wî yê din, Suleyman Seyfî Ogun, nivîsandiye re dipejirînim, ku astengiyên Sirî Suraya Onder di nav çîna navîn a nû ya tirk de bûn. Ogun gotarek li ser Sirî Suraya yê rehmetî nivîsand û ew qas cesaret nekir ku tiştê ku ew dixwaze bibêje. Ji bo wî, Sirî fikira “herêmîbûn” temsîl dikir, tiştek ku Sirî bi xwezayî bêyî ku xwe nîşan bide, bi dest xistibû. Herêmîbûn di heman demê de tê wateya li derveyî çanda çîna navîn, tijî dûrketin û kombûna li pişt “neteweperestiyê”. Di vê wateyê de, ku Ogun negot, neteweperestiya serdest a ku ji hêla çanda çîna navîn ve tê hilgirtin tiştek li dijî herêmîbûnê, girêdanên wê û hestên wê ye. Ev herêmîbûn ew e ku Kurdistan û Anadolyayê bi hev ve girê dide. Ez piştrast im ku projeya aştiyê ya heyî di navbera kurdan û “Komarê” de dê bi ser bikeve heya ku ew li ser çandên herêmî were avakirin ku bi hev re sentezek neteweyî ava dikin ku heya niha ji hêla siyasî ve winda bûye.

Tiştek wekî vê yekê ye ku Sirî Suraya Onder û Şêx Xalibê anadolî bi hev ve girê dide.