Sûriyaya nû û kurd.. çareyeke niştimanî yan jî dubarekirina tecrubeyên Iraq û Tirkiyayê?

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Daxuyaniya ku serokatiya Sûriyayê wekî bersiv li ser encamên kongreya “yekitiya kurdan” ku li bajarê Qamişloyê di 26ê nîsana 2025an de hatibû lidarxistin, da gelek şaştî tê de hebûn, wekî her car jî bi dirûşmeyên niştimanî û yekîtiyê hatibûn nixumandin, ji bo ku daxuyaniya ji gelê Sûriyayê û raya giştî re bidin diyarkirin ku ew parastina dewletê li beramberî komên ku daxwaza parçebûn û cudabûnê dikin. Di heman demê de, di daxuyaniyê de, nameyên gefê û nîşandana hêzê li beramberî duyemîn pêkhateya herî mezin ji pêkhateyên gelên Sûriyayê, hebûn.

Di gotinê de, serokatiya Sûriyayê, yekser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tawanbar kir ku peymana serokê demkî Ehmed El-Şeri bi fermandariya HSDyê (Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî) di 10ê adara 2025an, “binpê kir” û di daxuyaniya xwe de serokatiya Sûriyayê vê sedemê tîne ziman “Tevger û daxuyaniyên dawî yên ji fermandariya HSDyê derketin, ku banga federalî û rewşeke li ser erdê nû diafirîne, bi awayekî eşkere dijberî pyemanê ye û gefê li yekitiya welat û aşitiya axa wê çêdike”. Daxuyaniya serokatiya Sûriyayê behsa cewherê van “tevger” û “daxuyaniyan”, çawa û kengî ew çêbûne û ne jî daxuyaniyên HSDyê yên der barê “bangeke federalîzmê” de nekir. Ew tenê xwe dispêre gotinên vala yên bêdelîl û bê palpişt, ku xuya dike ku tenê armanc ew e ku bandorê li wergir bike û di wan de fikra ku dewletê gaveke erênî ber bi aramî û vebûna ji bo çareyeke neteweyî avêtiye, biçîne û serokatiya HSDyê ku bi israrkirina li ser “tevger” û “daxuyaniyên” li ser federalîzmê, ku “rastiya veqetandin û parçebûnê” didomînin, van gavan asteng kir. Li vir, daxuyanî “dewleta yekgirtî ya ku li pey çareyek neteweyî li aramî û vekirîbûnê digere” nîşan dide, li hember HSDyê, ku li dijî peymanê derketiye û tevî comerdî û sebra dewletê, dixwaze “rastiyeke cuda li ser erdê ava bike ku gefê li yekîtî û yekparçeyiya welat dixwe”. Divê dewlet (bê guman, ji aliyê Heyat Tahrîr El-Şam a nehatî hilbijartin û serokê wê El-Şeri yê ku nehatî hilbijartin), erkê xwe yê parastina “axê” û “serweriyê” li vir bi cih bîne.

Piştre daxuyanî gur dibe û dengê redkirinê bilind dike, bi bîr dixe ku ew ne tenê federalîzmê red dike, ku ew dibêje serokatiya HSDyê daxwaza wê kiriye, bi vî rengî peymana xwe ya bi El-Şeri/serokatî/dewletê re binpê dike, lê di heman demê de formula rêveberiya xweser jî red dike, ku ew jî di bin “hewldanên ferzkirina rastiyek dabeşker û veqetandina saziyan” de dabeş dike. Daxuyaniya serokatiya Sûriyayê, ku redkirineke teqez a formula rêveberiya xweser e, armanc dike ku yekîtiya Sûriyayê, hem axa wê û hem jî gelê wê  biparêze, ku daxuyanî wê wekî xeta sor dibîne. Her binpêkirina vê yekîtiyê (bê guman hemû awayên rêveberiya xweser) dîsa wekî “derketin ji refên neteweyî û êrîşek li ser nasnameya yekgirtî ya Sûriyayê” tê hesibandin.

Piştî pêşgotina ku behsa wê hat kirin, ku armanc ew bû ku derûniya wergir amade bike û tawanên li dij “HSD”yê tê de derzî bike, ku HSD xist rêza binpêkerê peymanê û xwediyê hizira “hebûnê cuda”, serokatiyê bi axaftina li ser mijarên nû, çêkirî û sexte, ji ber ku ew di peymana ku behsa wê hat kirin de nehatibûn destnîşankirin û berê kesî li ser wan nîqaş nekiribû, dest bi avakirina vekişîna xwe ji peymana 10ê adarê kir. Ev dem bû ku wê “kiryarên” ku digot “HSD” pêk aniye, weşand, ku bi “guherîna demografîk” li hin deveran tê temsîlkirin, ku “gefê li tevna civakî ya Sûriyayê dixwe û şansên çareseriyeke neteweyî ya berfireh qels dike.”

Serokatî bi hişyarkirina HSDê li dij “têkbirina karê saziyên dewleta Sûriyeyê li deverên ku ew kontrol dike, sînordarkirina gihaştina welatiyan bo xizmetên wê û yekdestdarkirina çavkaniyên neteweyî û bikaranîna wan li derveyî çarçoveya dewletê, ku dibe sedema kûrtirkirina dabeşbûnê û gefê li ser serweriya neteweyî”, berdewam dike ku peymanê paşguh bike. Ev tohmeta derew û xerabkar tevî bidestxistina gelek gavan ber bi rêkeftina navborî ve tê, di nav de niştecihbûn û lihevkirin li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, rawestandina şer li Bendava Tişrînê û rêkeftinek beriya wê li ser herikîna petrolê ji bakur û rojhilatê Sûriyayê bo Sûriyeyê. Herwiha, di 12ê nîsana 2025an de, di navbera fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û serokê komîteya hikûmeta Sûriyayê ya ku bi temamkirina peymanê hatiye erkdarkirin, Hesen Selama hevdîtinek pêk anî. Endamê komîteyê Mihemed Qenatrî li bajarê Hesekê jî beşdarî civînê bû.

Di wê civînê de, navên endamên komîteyê yên ku dê nûnertiya bakur-rojhilatê Sûriyayê di şopandina peymana bi hikûmeta navendî ya li Şamê re bikin, hatin destnîşankirin. Ew jî ev in: Fewza Yûsif, Ebdulhemîd El-Mehbaş, Ehmed Yûsif, Sanharib Bersûm û Sozdar Hacî. Herwiha du berdevk ji bo komîteyê hatin destnîşankirin: Meryem Îbrahîm û Yaser Silêman. Dibe ku ev hemû tedbîr pabendbûna HSDyê bi peymana bi Şamê re û hewldanên wê yên ji bo pêkanîna hemû bendên wê bi rêya hevkariya di navbera her du komîteyên ku çavdêriya pêşveçûna peymanê dikin û bi hemû gavên normalîzekirin û çareseriyê re hevaheng in, nîşan bidin. Ev yek li Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û herêma Bendava Tişrînê qewimî. Ev hewldan, û herwiha nasname û helwestên endamên komîteya ku nûnertiya bakur û rojhilatê Sûriyayê dikin, naveroka daxuyaniya serokatiya Sûriyayê red dike, ku berdewam kir ku HSD bi “yekdestkirina biryardanê li bakur-rojhilatê Sûriyayê, ku pêkhateyên xwecihî yên wekî ereb, kurd, xiristiyan û yên din lê dijîn” tawanbar kir. Desteserkirina hêza biryardanê ya her pêkhateyekê û yekdestdarkirina temsîliyeta wê nayê qebûlkirin. Bêyî şirîkatiyeke rastîn û temsîliyeteke adil ji bo hemû aliyan, aramî û pêşerojek çênabe.

Rewş, ew e ku desthilatdariya li Şamê (heta niha: Heyet Tehrîr El-Şam) ku dixwaze biryara pêkhateyan bigire destê xwe û ew ya ku di bin navê “niştimanî” û “nasnameya Sûriyayê” xwe vedişêre, ji bo ku biryarê tenê bixe destê xwe û welat bi hişmendiya koma ku dixwaze dewletê bi navê navendî daqurtîne, bê hebûna “hevkariyeke rasteqîn û nûnertiyeke adil ji bo hemû aliyan” wekî ku di heman daxuyaniyê de hate gotin!. Herwiha, daxuyaniya serokatiya Sûriyayê navlêkirineke nû afirand, dema ku kurd ku ew beşek ji gelê Sûriyayê ne, ew wekî “birayên kurd” bi nav kirin, bi vê yekê re jî desthildariya li navendê ew xwe wekî “Em/hemwelatî” û “kurd jî wekî ew/bira” bi nav kirin. Ev yek jî, dubendiyeke sosret e, tenê desthildariyeke ku hizir û meyla wê tevlîhev be, tiştên wiha diafirîne, di navbera gelek rojevan de, ku hin ji wan veşartî ne û hin ji wan zelal in, ku siyasetek an gotarek bi zelalî diyarkirî di derbarê rêveberî û rêveberiya dewletê û çarçovekirina têkiliyên di navbera pêkhateyên wê yên cihêreng de tuneye.

Tiştê di peymana li Qamişloyê de di 26ê nîsanê de hate pêkanîn, peymaneke di navbera du blokên siyasî yên ku tenê nûnertiya pêkhateya kurd ya Sûriyayê dikin. Herwiha, peymana di navbera El-Şeri û Ebdî de beriya wê bi mehekê hate îmzekirin, peymanek bû di navbera “HSD” û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji aliyekî ve û desthilatdariya Şamê ji aliyekî din ve bû. Ew jî peymaneke “erdîngarî” bû di navbera navenda dewletê û yek ji aliyê wê bû. Peyman di navbera hêzeke leşkerî ku nûnertiya rastiyeke rêveberî ya beşek ji Sûriyayê û desthilatdariya navendî li paytextê de, pêk hat. Peymaneke leşkerî û erdîngarî û rêveberî bû, ku tê de ereb û kurd (misliman û êzidî) û suryan, aşûrî û ermen bi hikûmeta navendî re tê de cih digirin. Lê kongreya “yekrêziya kurdî” tê de tenê pêkhateya kurd li Sûriyayê hebû, ku beşek mezin ji kurdan li dervayî herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dimînin wekî li Efrîn, Heleb, Şam, Hema Idlib, Laziqiyê, Humis û heta Dera û Quneytera, ji bilî herêmên dagîrkirî ji aliyê dewleta tirk ve, nexasim Girê Spî û Serê Kaniyê. Îhtîmala herî mezin jî, tevlîhevkirina her du mijaran ji aliyê desthilatdariya Şamê ve bizanebûn, nexasim ku fermandarê HSDyê di axaftina xwe ya vekirinê de got ku kongreya kurdî ne li dij yekitiya axa Sûriyayê di aliyê ax û gel de, lê belê berovajî wê, yekitiya Sûriyayê xurtir dike.

Nîşane hene ku guhartin di desthilatdariya di Şamê de çêbûye, binpêkirina peymana ku bi HSDyê re îmze kiribû. Desthildarî dixwaze ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî bireve, ango ji rewşa fişar û ne serweriya li ser komên çekdar ku binpêkirinan li beravê û li dij sivîlan û welatiyên sûriyayî yên ji pêkhateya elewî, xiristiyanî, durzî, îsmaîlî û murşidî, bi rêya afirandin rengekî ji “gefê”, bila niha kurd be û zêdekirina vê gefê ji bo rawestandina rewşa parçebûnê li eniya navxweyî û afirandina cureyek hevgirtina mezhebî/ neteweperest li dij “kurdên cudaxwaz” ên ku “hewcedariya destwerdana derve û parêzvaniya biyanî dibînin”, wekî ku di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji pirsgirêkên navxweyî, ji rewşa rageşiyê û windakirina kontrolê li ser komên çekdar ên ku binpêkirinên xwe li peravê û hundir li dij xwepêşandanên sivîl û li dij welatiyên Sûriyayê yên ji civakên elewî, xiristiyan, durzî, îsmaîlî û murşîdî didomînin, birevin. Diyar e ku desthilatdarî dixwaze gefeke nû çêbike ji bo ku tevahiya gelê Sûriyayê li piştî xwe kom bike, lewra ji bo ku ji encamên komkujiyên û binpêkirinên li dij elewiyên Sûriyayê yên li beravê birive. Herwiha, tiştê niha çêdibe ji sorkirina li dij durziyan li Şam, Humis û Idlibê , herwiha xwe dide nîşandan ku ew parastina yekitiya welat dike û li dij destwerdana derve û raspêriya biyanî ye, lê belê desthilatdariya heyî wê endam  û rêveberên biyanî yên ne sûriyayî ji derve anîn û nasname û erkên mezin dane wan. Di heman demê de, desthilatdariya Şamê destwerdana Tirkiyayê rewa kir, ên ku bi awayekî dagîrkerî û hebûna leşkerî hene. Ji aliyekî din ve jî, bi şev û roj digere ji bo raspêriya biyan di dema axaftina li ser erêkirina mercên rojava, ji bo rewabûna siyasî/dîplomasî û bidestxistina milyarên dolaran ji bo jinûveavakirinê.

A girîng ew e ku desthilatdariya li Şamê rastiya doza kurdan di Rojhilata Navîn de nas bike û ji alîgir û rojnamevanên xwe re rastiya gelê kurd û welatê wan ê dîrokî Kurdistan, bêje. Divê ew baş nas bike û tecrubeyan ji dewletên cîranên Sûriyayê bi kurdan re derxe, ku di encamê de karasetên mezin çêbûn ji ber ku rejîmên wan dewletn şerê kurdan kirin û bi daxwazên neteweyî/nasname yên kurdan, xwe spartin çek  û zordariyê. Mirov dikare tiştên li Iraqê çêbûne bi bîr bixe, dema ku cîgirê serokê Iraqê Sedam Hisên dev ji Şet El-Ereb ji bo  Îran di peymana Cezayîr sala 1975an de berda, li beramberî ku Îran desteka xwe ji bo şoreşa kurdan berde. Lê piştre, Iraqê dev ji vê peymanê berda û bi  hikûmeta Şoreşa Îslamê li Îranê re kete nava şerekî wêrankirî ku 8 salan berdewam kir. Di encamê de rejîma Iraqê têk çû û bi deyndarî ji Îranê derket. Lê Iraq ji bo ji aloziya xwe birive careke din, dewleta Kuwiyetê dagîr kir, lê cîhanê artêşek amade kir û ew ji Kuwiyetê derxist, piştî ku Iraq wêran kir û hêza wê ya leşkerî rûxandin. Ji ber  bêserûberiyên Sedam Hisên yên bi israr daxwazên neteweyê yên kurdan bi şer bersiv dida, hişt ku Iraq bikeve nava şeran û bi milyonan gelê Iraqê wefat kir û bi sedan milyar dolar ji dewlemendiyên  Iraqê xesar bû. Herwiha, wekî rewşa li Tirkiyayê, derdora tirliyon dolar di şerê li dij PKKyê de ji sala 1984an ve winda kir, ev yek jî bi ji aliyê serokê parlamentoya Tirkiyayê û rêveberekî AKPyê Numan Kortolomuş hate aşkerekirin. Ev pereyên zêde, têrê dikir ku Iraq û Tirkiyayê bibin dewletên pêşketî, wekî dewletên rojava (an jî Singapûrê, ji bo ku em ji çarçoveya rojhilat û çand û nasnameya me ya îslamî dernekevin!) heger ku her du rêjîmêm Iraq û Tirkiyayê bi mejiyekî vekirî û demokrasiyê bi kurdan re bidana û bistandana berdêla ku xwe spartin şer û dûxistina leşkerî.

Sûriya ku şerekî navxweyî yê wêrankirî derket û rejîma Sûriyayê ya berê hemû tiştên ku xerab nabin, xerab kir, ne bi hişmendiyeke koman û ne jî bi hişmendiyeke navendî ya giştî ya totalîter, nayê birêvebirin. Tiştên ku çêbûne, kongreya diyalogê ya niştimanî û ne jî ragihandina destûrê û ne jî ragihandina hikûmeta demkî, wekî pêşketine demokratîk bi beşdariya hemû pêkhateyan, were dîtin. Tiştên ku çêbûne, ew tiştê ku qewimî pêvajoyek parkirina sexte bû bi rêya tayînkirina kesên ku nûnertiya pêkhateyên wan an jî ti hêzên siyasî nakin. Operasyoneke sextekariya şîfrekirinê ya zelal û eşkere. Divê Sûriya bi awayekî nenavendî û bi rêya rêveberiyên erdîngarî ku tê de hemû pêkhate beşdar bin, were rêvebirin. Çi girêdaneke bi darê zorê û hewldanên şikandina vê îradeyê bi hêzê û ragihandina serferberiya giştî û komkirina eşîran,  ev yek tê wateya parçebûn û ketina xendeqan û vegera li şerê navxweyî yê Sûriyayê. Desthilat/komika ku ji hêla kadroyên xwe yên biyanî ve tê piştgirîkirin û xwe dispêre hevalbendên xwe yên li derveyî welat, dê bi tena serê xwe berpirsiyara vê yekê be.