Sûriya di navbera du daxuyaniyên damezrîner de: Nêrîneke nû ji bo dewleteke pirreng a demokrat
Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di çarçoveya du dîrokên cuda de, ku di navbera wan de zêdetirî 100 sal hene, du daxuyanî an jî du deklarasyonên siyasî derketin, ku daxwazên gelê Sûriyayê ber bi serxwebûnê û avakirian dewleteke niştimanî di Sûriyayê de rave dikir: A yekê “Ragihandina kongreya niştimanî ya sûriyayî ya giştî” (1920) û ya duyem “Daxuyaniya konferansa yekrêziya kurdî” (2025).
Ev xwendina berawirdî cudahiyên di şert û mercên dîrokî, civakî, siyasî û temsîlî yên ku van her du daxuyanî an jî danezanan de çêkirine û herwiha cudahiyên di dîtin û nêzîkatiyên di vî warî de nas dike. Lêbelê, ew wan du hewildanên sûriyayî dihesibîne ji bo rûbirûbûna kêşeyên mezin ên hebûnê.
Herdu daxuyanî li ser navê Sûriyayê û gelê Sûriyayê diaxivin, lê daxuyaniya yekem bi awayekî beşî bal kişand ser ereban zêdetir di çarçoveya “neteweya Sûriyayê” de, lê daxuyaniya duyem bal kişand ser kurdan di çarçoveya “pirrengiya neteweyan” de. Ragihandina destpêkê sala 1920î de ji hizira “neteweya sûriyayî ya erebî” hate destpêkirin, bi piştrastkirineke li ser nasnameya erebî wekî bingeha dewleta damezirîner, tevî sîstemekî monarişiyeke ya destûrî û nenavendiyeke rêveberî ya sînordar. Lê daxuyaniya kurdî di sala 2025an de, Sûriya wekî dewleteke pirnetewe pênase dike (ereb, kurd, suriyan, aşûrî…) û pirrengiya ol û mezheban û behsa damezrandina sîstemekî federal ne navendî dike, ku yekitiya siyasî ya herêmên kurdan di çarçoveya dewleta Sûriyayê de, garantî bike. Ev nêrîn, hizira “pirbûnê û kêmneteweyan” derbas dike û dibe metodeke ku itîrafê bi pirrengiyê di bingeha destûr de, dike.
Bingeha destûrî
Danezana 1920î xwe dispart monarşiyeke parlementerî bi hikûmeteke berpirsiyar li pêşiya parlamentoyê, lê mekanîzmeyên bi date yên cudakirina desthildariyan an jî garantiya pirrengiya siyasî, dIyar nekirin. Lê danezana kurdî ya sala 2025an, xwe dispêre sîstemekî rêveberî yê parlamentoyê bi du odeyên qanûnsaz, herwiha pirrengiya siyasî û bikaranîna aşitiyane ya desthilatdarî û cudakirina desthilatdariyan û garantiya hebûna nûnertiyên adil yên pêkhateyan di saziyên qanûnsaz, dozgerî û ewlekarî de. Herwiha dewletê neçar dike ku garantiya “rêzikên di ser destûrê re” bike bo parastina mafên mirovan û hemwelatîbûna wekhev.
Mafên çandî û nenavendiyê
Lê danezana 1920î, tenê bi tekezkirina li ser “mafê kêmneteweyan” û “rêbazê nenavendiya rêveberî” sînordar man, bê ku dateyên mekanîzmeya parastinê an jî nûnertiyê, diyar bike. Lê daxuyaniya kurdan a di sala 2025an de, dateyên cara yekem pêşkêş kir wekî: Encûmenên herêman di çarçoveya sîstemekî nenavendî de, herwiha “yekbûna herêmên kurdan di çarçoveya yekitiyeke siyasî ya rêveberî ya temamkar de di çarçoveya Sûriyayeke federal de”. Di heman demê de, veqetandina rêjeyekê ji dahateyên dewlemendiyên xwecihî ji bo pêşxistina herêmên kurdan û sererastkirina dabeşiyên rêveberî yên zordar û naskirian zimanê kurdî wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê erebî. Di heman demê de, dana nasnameya bo kesên ku ji sala 1962yan de jê bêpar mane û qedexekirina siyasetên erebîkirinê û avakirina saziyên perwerdehî û çandî yên kurdî.
Pirrengiya aktîv
Di çarçoveya analîzkirina herdu danezanên borî de, hin cudahiyên bingehîn di dîtina civakî û çawaniya danûstandina bi pirrengiyê re, xuya dibe. Danezana kurdî pêşketineke berbiçav di fêmkirina tevlîheviyên pirrenigya Sûriyayê de heye, lê danezana 1920î de, nimûneyeke klasîk a dewlet-netewe yegirtî rave dikir, di aliyê binesaziya civakî û nasnameyê de û pirrengiyê an jî pirrengiya civakî de. Li vir, danezana 1920î, li ser têgihaştina “neteweya sûriyayî ya erebî” wekî hebûneke homojen an nîv-homojen, ku pirrengiya entîkî û çandî ya navxweyî, paşguh kiribû. Tevî ku bal kişandibûn li ser “mafên kêmneteweyan”. Ev dîtin di sosyolojiyê de “modela asîmîlasyonîst” nîşan dide, ku tê xwestin ku nasnameyên şaxî di nav nasnameya erebî ya serdest de belav bibişivin. Tevî ku behsa “mafên kêmneteweyan” tê kirin jî, tu mekanîzmayên parastina çandên ne-ereb nehatin diyarkirin, ev jî metirsiya dûrxistina sembolîk a kurd, suryan, asûr, ermen û yên din, zêde dike.
Lê danezana kurdî ya 2025an modeleke înteraktîf, piralî qebûl dike ku gelek nasnameyan weke bingeha dewletê qebûl dike. Ew Sûriyayê wek “dewleteke pir-neteweyî” pênase dike, ku têgihaştina nasnameyên bi hev re di sosyolojiyê de, ku nasname bêyî nakokî bi hev re dijîn, nîşan dide. Ev nimûne nakokiya nasnameyan bi rêya naskirina destûrî ya ziman û çandan kêm dike, ku ev yek di civakeke etnîkî ya parçebûyî ya mîna Sûriyayê de girîng e.
Der barê birêvebirina pirrengiyê de, danezana 1920î pirrengiyê bi rêya “nenavendîkirina îdarî ya sînorkirî” bêyî garantîkirina mafên çandên neereb çare kir. Ev rêbaz dişibihe modela “toleransa pasîf”, ku tê de hin azadî bêyî ku hêzek rastîn bidin koman têne dayîn. Di sosyolojiyê de, ev rêbaz ji bo avakirina baweriyê di navbera koman de ne bes tê hesibandin, nemaze ji ber dîrokeke dirêj a paşguhkirinê. Daxuyaniya kurdî ya 2025an, bi rêya mekanîzmayên berbiçav ên wekî naskirina zimanê kurdî wekî zimanekî fermî, ku entegrasyonê bêyî windakirina nasnameyê pêş dixe, li şûna dûrxistinê, “hêzdarkirina sazûmanî” qebûl dike; vegerandina hemwelatîbûnê ji bo kesên ku jê hatine bêparkirin wekî gavek ber bi sererastkirina neheqiya dîrokî ve; û dabeşkirina dahatên ji dewlemendiya herêmî ji bo misogerkirina dabeşkirineke adil a çavkaniyan. Ev polîtîka modela “wekheviya erênî” dihewînin ku newekheviyên dîrokî nas dike û ji bo rastkirina wan dixebite, ku ji bo rêveberiya cihêrengiyê ya bi bandor girîng e
Neheqî û sedemên pevçûnê
Daxuyaniya 1920î gazindên dîrokî yên pêkhateyên olî yên neereb û nemisilman an nesunî paşguh kir. Her çend nivîskarên deklarasyonê ji pêkhateyên neteweyî, olî û erdnîgarî yên curbecur bûn jî, bi gelemperî, ew ketin bin bandora pêkhateya piraniyê. Ev pêşgotinek bû ji bo “cudakariya bingehîn”, wekî ku mirov dikare bibêje, ku Sûriya heta roja îro jê dikişîne.
Ji bo daxuyaniya kurdan, ew hewl dide ku kokên nakokiyên etnîkî û civakî çare bike û bi awayekî serdestûrî, li ser civakek piralî û dewletek piralî disekine. Daxuyaniya kurdan li ser daxwazên taybetî yên kurdan disekine, wek: betalkirina encamên guhertina demografîk wekî gavek ber bi vegerandina mafan ve; tezmînatkirina kesên ku ji ber polîtîkayên cudakar bandor bûne, wekî qurbaniyên “Kembera Erebî”; û qebûlkirina Newrozê wekî cejneke neteweyî wekî sembola naskirina çanda kurdî. Ev ji bo sererastkirina têkiliyên civakî yên zirardar bi naskirin û çarekirina neheqiyan pêwîst e.
Yekîtîya civakî û nasnameya neteweyî
Danezana 1920î bêyî avakirina pirên çandî di navbera pêkhateyan de, bal kişand ser yekîtiya erdnîgarî. Ev dikare di rewşa zêdebûna daxwazên etnîkî û şaxî de bibe sedema parçebûna civakî û dê nasnameya civakî ya taybetî ya dewlet û desthilatdariyê bihêle û bi pevçûna yekem an nakokiya civakî ya etnîkî re hilweşe. Danezana kurdî ya 2025an nimûneyek ji bo “hemwelatîbûna pirastî” pêşkêş dike, ku tê de kesek dikare di heman demê de aîdî nasnameyek herêmî (kurdî/erebî) û nasnameyek neteweyî (sûriyayî) be. Ev rêbaz lihevhatî ye bi teoriyên “entegrasyon bêyî asîmîlasyonê” re, ku armanc dikin ku cihêrengiyê biparêzin di heman demê de yekîtiya neteweyî misoger bikin. Daxuyanî bi banga jêrîn piştgirî dide nimûneya hevgirtina civakî:
- “Sîstemeke hikûmeta federal” ku desthilatdariya navend û herêman hevseng dike.
- “Encûmenên herêmî” taybetiyên çandî nîşan didin.
- “Nasnameyeke neteweyî ya berfireh” ku li ser bingeha pirrengiyê hatiye avakirin.
Faktorên derveyî
Lê rola derve di reklam û daxuyaniyê de xurt e. Danezan xwe dispêre sozên hevalbendan ji bo avakirina dewletek mezin, lê di rastiyê de ew dewleteke pir piçûktir bû. Belê, cîhana derve bi mandata Fransayê li ser dewleta nû (dewleta Sykes-Picot an dewleta kolonyal) razî bû. Paşê hin deverên wê bi Tirkiya û Lubnanê ve hatin girêdan. Derve di daxuyaniya kurdan de heye û daxuyanî wê wekî hêzek dibîne ku divê mirov pê bawer be da ku alî pabendî avakirina dewletek bin ku bikaribe bijî û geş bibe.
Daxuyaniya kurdan daxwaza “meclîseke damezrîner a bi sponsoriya navneteweyî” dike da ku rewatiya navneteweyî bide pêvajoya siyasî û xetera destwerdana astengker a biyanî, nemaze ji Tirkiyayê, kêm bike, ku dibêje ew ê destûrê nede dewletek nenavendî an federal. Ev rêbaz, ku di daxuyaniya kurdan de xuya dike, têgihaştineke tevlihev a rewşa li Sûriyeyê û pêwîstiya serxwebûn û girêdayîbûna bi hêzên derve di heman demê de nîşan dide. Derveyî li vir ne wekî ku xuya dike yek e.
Rêveberiya curbecuriyê
Daxuyaniya kurdî, li gorî daxuyaniya 1920î, di çarekirina pirrengiya etnîkî li Sûriyayê de pêşketineke girîng nîşan dide. Daxuyanî hewl dide ku ji vîzyoneke neteweperest a yekalî ku pirrengiyê paşguh dike, ber bi vîzyonek û çarçoveyeke sazûmanî ve bi rêya mekanîzmayên hêzdarkirina çandî, aborî û yasayî ve biçe. Lêbelê, serkeftina vê modelê girêdayî sepandina wê di çarçoveyek civakî û siyasî ya tevlihev de ye, ku tê de daxwazên koman divê bêyî ku pevçûnên nû werin teşwîqkirin – ango, bêyî ku ew daxwazên rewa bibin sedemek ji bo tawanbarkirina koman, an jî tepeserkirina wan, an jî gefxwarina tunekirinê li wan were xwarin – werin hevseng kirin. Li vir, girîngiya diyaloga civakî û nermbûna siyasî, digel piştgiriya navneteweyî, derdikeve holê da ku Sûriya nekeve nav otorîterîzm an kaosê. Îro, Sûriya hem otorîterîzm û hem jî kaosê nîşan dide!
Belgeya damezrandinê
Danezana 1920î gaveke pêşeng ber bi serxwebûna siyasî ve nîşan da, lê ew dîlê vîzyoneke yekane ya nasnameya ereb ma. Her çiqas li gorî pîvanên wê demê pêşketî bû jî, ew li dora erebîzm û îslamê bû û ev yek dê siyaseta Sûriyayê ji bo dehsalên pêş de şekil bide. Daxuyaniya kurdî wekî belgeyeke damezrîner ji bo Sûriyaya sedsala 21ê xizmet kir, civak û dewletê li ser bingeha pirrengiya etnîkî û çandî ji nû ve pênase kir, daxwazên neteweyî yên kurdan bi mafên pêkhateyên din re yek kir û garantiyên destûrî û pratîkî ji bo edalet û nenavendîbûnê peyda kir. Ev guhertin ji modela “dewleta neteweyî” ber bi “dewleta pirneteweyî” ve kûrahî û berfirehbûnek bêhempa dide danezana kurdî ku ji bo rûbirûbûna bi tevliheviyên rastiya hemdem a Sûriyayê re pêwîst e.
Di dawiyê de, belgeya kurdî vîzyonek “Sûriyayeke piştî modernetiyê” pêşkêş dike, ku tê de cihêrengî ne barek e lê çavkaniya hêzê ye û dewlet ne yekparebûnek e lê mozaîkek ji nasnameyên hevdem e. Ev veguherîn ji “dewleteke netewekê” bo “dewleteke gelek neteweyan” û ji otorîterîzm û serdestiya etnîkî an mezhebî bo “neteweyeke demokratîk”, dibe ku tekane rêya misogerkirina ewlehî û aramiya Sûriyayê di sedsala bîst û yekê de be.