Nimûneyên veguhastina siyasî yên cihêreng bi dehan salên dirêj ve di cîhanê de çêbûne, nexasim di dewletên ku di aloziyan re derbas bûne, ji wan jî:
1- Veguhastina serkeftî bi rêya peymanekê piştî şerê navxweyî: Lubnan di navbera sala 1989-1990î de, Angola di navbea 1991-2006an de, Mozambîk di 1992yan de û Kamboçya di navbera 1992-1993yan de. Di her sê rewşên dawî de, veguhastin bi rêya peymanên di navbera hikûmet û tevgerên serhildanê de pêk hatin bi serpereştiya hêzên navdewletî, lê belê li Lubnanê lihevkirin di navbera dewletên derve de hebû (Amerîka, Erebistana Suidî, Sûriya) ji bo bidawîkirina şerê navxweyî, ku ev yek di Peymana Taifê de, pêk hat. Dema serokê hikûmeta leşkerî general Mîşal Ewn li dij vê peymanê derket, ew ji aliyê hêzeke leşkerî ya Sûriyayê ji qesra li Bebedayê hate dûrxistin. Li Kamboçyayê, veguhastin bi rêya rêveberiyeke navdewletî heta 15 mehan çêbû û di encamê de hilbijartin çêbû. Li Angolayê jî, piştî peymana tevgera gelêrî ya desthilatdar û tevgera “UNITA”yê li başûr, pêvajoya veguhastinê 15 salan asteng ma û di sala 2006an de, ket meriyetê.
2- Veguhastin piştî dîktatoriya leşkerî: Yûnanistan di sala 1974an de, Spanya di 1975an de, Berazîlya di 1985an de, Koreya Başûr di 1987an de û Şîlî di 1989an de. Li Yûnanistan û Arjantînayê veguhastin piştî têkçûna leşkerî ya desthilatdariyê (Arjantîn) an jî têkçûna planên derve yên desthilatdariya (Yûnanistanê) çêbû. Li Koreya Başûr jî, piştî şoreşa gelêrî pêk hat. Li Berazîlya û Şîliyê, piştî peymana di navbera hêzên siyasî yên sivîl û desthilatdariya leşkerî ya hakim de, çêbû.
3- Dewletên ku tê de veguhastin ji bo rêveberiyeke sivîl a pirreng bi ser neket: Cezayîr 1989-1992, Myanmar 1990-2021, Misir 2011-2013, Tûnist 2011-2021.
4- Veguhastina siyasî ji rêveberiyeke takekesî ji rêveberiyeke sivîl a pirreng ku hişt hikûmetên hevseng an jî têkçûn ku yek hikûmet ji bo welat çêbibe: Lîbya di navbera 2011-2021ê, Yemen di navbera 2011-2015an de û Sûdan di navbera 2019 û 2025an de.
5- Veguhastina siyasî ya serkeftî ji hikmekî takakesî an jî yekpartî ber bi demokratiyê ve: Polonya di sala 1989an de, Almanya Rojhilat di 1989an de, Çekoslovakya di 1989an de, piştre dabeşbûneke bi dostanî çêbû bûne Çekya û Slovakya sala 1993yan, Macaristan 1989, Romanya 1989, Bulgaristan 1990 û Albanya 1992.
6- Veguhastineke siyasî ya aşitiyane ber bi avakirina dewletên nû ku ji tek dewlet derketin (Yekitiya Sovyetê): Peyman di mehên dawî de di sala 1991ê de çêbû ku ji komarên damezrînerê ji Yekitiya Sovyetê dest pê bû: Rûsya Federal, Ukranya, Belarûs, piştre jî 8 dewlet tevlî wan bûn: Ermenistan, Azberbîcan, Qazaxistan, Ozbekistan, Tikumenistan, Tacîkistan, Qirxîzistan û Moldova. Hemû dewletan (11) li ser peymana parçebûna ji nava sînorê erdîngarî yê di navbera wan de îmze kirin, lê Gurcistanê bi awayekî tekane ji Yekitiya Sovyetê cuda bû. Herwiha, her sê komarên Baltîk: Letoanya, Lîtvanya û Estonya dîtin ku tevlêbûna wan a bi Stalîn re ne rewa bû û wan kêliya sala 1940î ya ku tê te serbixwe bûn, vegerand. Ev veguhastin bû sedem ku dewletên nû werin avakirin, lê piştre pevçûn çêbûn: Azrebîcan û Ermenistan di navbera salên 1993-1994an û 2020-2023yan de, şerê Rûsya-Gurcistanê di 2008an de, dagîrkeriya Rûsyayê ji nîvgirava Kirimê re sala 2014an, piştre jî şerê Rûsya-Ukranyayê ji sala 2022yan ve. Herwiha, komarên Sovyetê yên berê jî, tê de serhildanên leşkerî yên neteweyî çêbûn, wekî serhildana çeçenî li Rûsyaya Federal di navbera 1994-1996an û 1999-2000î de û serhildana Herêma Donbasê ku piraniya niştecihên xwe rûs in, li dij desthilatdariya paytexta Ukranyayê Kîev di navbera sala 2014-2025an de, çêbû.
7- Veguhastina siyasî ya tund ber bi avakirina dewletên nû piştî jihevketina yek dewletê (Federasyona Yugoslavyayê): Di sala 1991ê de, bi yekalî Xirvatistan û Slovenya serxwebûna xwe ji Federasyona Yugoslavyayê ragihandin ku di encamê de, şerekî sirbî-xirvatî di 1991-1995an çêbû û piştre jî komara Bosna û Herzegovîna sala 1992yan parçe bûn. Di encamê de, şerekî sêalî sirbî-xirvatî-bosnî çêbû û bi peymana Daytonê ya 1995an bi dawî bû. Di encamê de jî, Sirbiya bi serxwebûna Xirvatistan û Bosnayê itîraf kir. Di heman demê de jî, nimûneya herêma Kosovayê jî heye, ku piraniya niştecihên wê albanî ne, ku sala 2008an serxwebûna xwe ji Sirbiya ragihand, ku piştre Amerîka û piraniya dewletên Ewropayê bi dewleta nû itîraf kir, lê dema ku ev mijar derbasî Neteweyên Yekbûyî bû, rastî vîtoya Rûsyayê hat. Di sala 2008an de jî, Yekitiya Sirbistan-Montenegro (Çiyayê Reş) piştî yekbûna 5 salan, ji hev cuda bûn.
8- Veguhastina siyasî ya serkeftî piştî şerekî navxweyî ku serkeftî û binkeftî derxist holê: Ruanda di 1994an de.
9- Veguhastina siyasî ya tevlîhev piştî şerekî navxweyî ku piştî wê jî peymanek di navbera şerkeran de çêbû: Burundi 2004-2025. Veguhastin bi hebûna Hêzên Parastina Aştiyê yên navdewletî yên ji Neteweyên Yekbûyî çêbû, bi peymana di navbera aliyên şerker de ji qebîleyên Tutsi û Hutu li ser hevkariya di desthilatdariyê de, piştî referanduma li ser destûreke nû.
10- Veguhastina siyasî ya serkeftî ya di navbera rejîma kêmeteweya etnîkî ya desthilatdar û partiya opozîsyonê: Di gulana 1994an de li başûrê Afrîkayê. Veguhastin piştî peymana 1993yan di navbera serokê dewleta başûrê Afrîkayê Frederik de Klerk û serokê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Nelson Mandela li ser bidawîbûna sîstema nijadperest. Piştî wê hilbijartin çêbûn ku tê de Partiya Kongre bi ser ket û Mandela bû serok û de Klerk bû cîgirê wî heta sala 1996an.
Nêrîneke giştî
Mirov dikare bibêje ku jihevketina Yekitiya Sovyetê beriya sêyeka sedsalê, nîşaneyên giştî yên tabloya cîhanê xêz kir, herwiha Şoreşa Bolşevîk jî tabloya giştî ya sedsala 20î, xêz kir. Lê dikare were gotin jî ku xerabbûna hevsengiyên navdewletî di berjewendiyên Amerîkayê de piştî ku serok Ronald Reagan di sala 1983yan de, “Şerê Stêrkan” ragihand. Vê yekê jî rewşa “tunekirina dualî”ku li ser wê hevsengiya Şerê Sar ava bû, têk çû û di têkiliyên navdewletî de ne ji berjewendiyên Kremlinê hat wergerandin, bi taybet piştî ku serokê sovyetî Mîxaîl Gorbaçov di lûtkeya Washingtonê de di meha dawî a sala 1987an de dest ji mercê Moskoyê berda yê vekirina mişekên sovyetî yên ku bajar û paytextên Ewropaya rojavayî nîşan kirine, berde, li benber ku Washington dest ji “şerê stêrkan” berde.
Ev şert jî navenda siyaseta Sovyetê heta 4 salan bû. Di sala 1988an de jî,
Bandorên vê bêhevsengiya navneteweyî di peymanên têkildarî deverên germ ên Şerê Sar de dest pê kir, wek peymana vekişîna hêzên Sovyetê ji Afganîstanê, ku tê de bendên têkildarî peymana hikûmeta alîgira Moskoyê bi opozîsyona îslamîst re negirtin, hikûmeta komunîst a herêmî berî hilweşîna wê di sala 1992yan de bi tenê hişt. Sanaa di mijdara 1989an de jî yek ji van bandoran bû, piştre Şerê bakur-başûr di navbera gulan û tîrmeha 1994an de, ku bi serketina leşkerî ya bakuriyan bi dawî bû. Lê encama herî mezin ji destdana desthilatdariyê bû ji bo komunîstan bi hilweşîna rejîmên Hevpeymana Warsoyê li Ewropaya Rojhilat û Navîn di havîn û payîza 1989an de, beriya hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di 1991ê de.
Ji aliyekî din ve jî, tê dîtin ku Amerîka ku destek da rejîmên dîktator ên leşkerî di Şerê Sar de, wekî li Çîliyê bi general Augusto Pinocher re di sala 1973yan de, li dij desthilatdariya çepgir a serok Salvador Allende, piştî rabûna xeteriya çepgir, fişar kir ku ji bo veguhastineke demokratîk ber bi rêveberiyeke sivîl a pirrengî çêbibe, ev yek jî di sala 1989an de çêbû, tevî ku Pinochet fermandarê artêşê ma. Di vê çarçoveyê de, dibe ku rakirina destekkdayîna rojavayî li ser dewleta Başûrê Afrîkayê , ku hevalbenda amerîkayî-ewropayî bû li dij sîstemmên çepgir ên ku destekê ji Mosko û Havanayê digirin wekî Angola û Mozambîkê, hişt ku serokê Başûrê Afrîkayê de Klerk rewşa nû piştî bidawîbûna Şerê Sar nas bike, lewra peyman bi Mandel re sala 1993yan, îmze kir. Heman tiştî hişt ku çepgir li Angola û Mozambîkê peymanên lihevkirinê bi tevgerên opozîsyonê yên çekdar re, çêbikin. Tecrubeya Kamboçyayê tekane ye, ku Neteweyên Yekbûyî desthilatdarî li Kamboçyayê pêvajoya rêveberiya demkî heta 15 mehan bi rê ve bir, di navbera sala 1992 û 1993yan de, piştî îmzekirina peymanên Parîsê di cotmeha 1991ê de. Erka wê jî bi pêkanîna hilbijartinên komeleya damezrîner ku destûrek çêkir, bi dawî bû, ku bi serokatiya kesekî japonî, serokerkanekî awisralyayî, serokê polîsê holandî, herwiha hin rêveberên din ên biyan ji gelek dewletan.
Herwiha, faktorên din ên veguhastina siyasî hebûn, wekî têkçûna sîstemên leşkerî, wekî li Arjantînayê piştî têkçûna di şerê girava Falklands bi Birîtanyayê re di sala 1982yan de, ku ev yek hişt desthilaydariya leşkerî di sala piştre were rûxandin. Herwiha, piştî têkçûna derbeya leşkerî ya qurisiyên yûnanî di havîna 1974an de, ku xwestin Qubirsê tev li Yûnanistanê bikin, hişt ku Tirkiya bi awayekî leşkerî destwerdanê bike û giravê parçe bike, ku ji ber wê desthilata leşkerî li Etînayê xwe da alî ji ber têkçûna serpêhatiya wan li Qubrisê ya ku wan plan kir û hêzên Pasvanênê Niştimanî li dij serok Mkaryos pêk anî.
Em dibînin ku hêza opozîsyona siyasî ya sivîl hişt ku di rewşên din de, leşker dev ji desthilaydariyê berdin, wekî li Berazîlyayê sala 1985an û Koreya Başûr sala 1987an. Di heman demê de, tecrubeya Ruandayê balkêş e, piştî serkeftina Tutsi li dij Hutu di şerê navxweyî de ku bi sedhezaran kes hatin kuştin. Pê re jî serok Paul Kagame siyasetek lihevhatinê şopînand da ku aramiya siyasî, mezinbûna aborî, û bandora herêmî ya bi piştgirîya Amerîkayê saz bike, nemaze li rojhilatê Kongoyê, ku bi kanzayên kêmpeyda ên wekî kobalt, ji bo bataryayên otomobîlên elektrîkê girîng e, dewlemend e, Ruanda li dijî hikûmetê li paytextê Kinşasayê piştgiriyê dide Tutsi. Ev ceribandina li Burundi ya di navbera Tutsi û Hutu de bi ser neket. Belê, alozî rû da, li dûv wê peymanek di navbera aliyên şerker de li ser prensîba ne serkeftî û ne binketî bû, mîna Peymana Taifê ya li Lubnanê di sala 1989an de.
Li Sûriyayê, nêzîkatiya Desteya Hevrêziya Niştimanî di konferansa Halbûnê ya 17ê îlona 2011an de, ew bû ku veguheztineke siyasî ya berfireh di navbera hikûmet û opozîsyonê de hebe. Ev yek ji aliyê Beşar El-Esed û Encumena Niştîmanî ya Sûriyayê ve ya ku piştî wê bi nêzîkî du hefteyan li Stenbolê hat ragihandin, hat redkirin. Komikên îslamîst ên çekdar jî di redkirina vê nêzîkatiyê de bûn. Komkara Erebî di destpêşxeriya 2ê mijdara 2011an de çareya veguhêz a beşdariyê di navbera hikûmet û opozîsyonê de pejirand û piştre ji aliyê hêzên mezin ên navdewletî ve bi rêya Daxuyaniya Cinêvê di 30ê hezîrana 2012an de û biryara 2254ê ya Neteweyên Yekbûyî di Kanûna 2015an de hat qebûlkirin.
Şerê çekdarî yê Sûriyayê piştî ketina taxên rojhilatê Helebê di kanûna 2016an de û piştre destpêkirina pêvajoya Astanayê li çar herêmên kêmkirina rageşiyê, ku di adara 2020î de di rêkeftina Mosko û Enqerayê de hatibû destnîşankirin, hat rawestandin. Rûxandina rêjîma Sûriyayê di dawiya sala borî de encama faktorên navdewletî û herêmî bû, ji wan lawazbûna hevalbenda wê ya rûsî piştî şerê Ukraynayê û têkçûna hevalbenda wê ya îranî di şerê Xeza û Lubnanê de.
Washingtonê, bi alîkariya Enqera û erêkirina Riyadê, rewş keysbaz kir ku hevsengiyek nû ya Rojhilata Navîn bi rêya guhertina Şamê li dijî Îranê, ku Sûriya wek pir û dilê eksena xwe dihesibîne, berî danûstandinên dahatî di navbera wê û Washingtonê de li ser bernama navokî ya Îranê. Washington herwiha hewil da ku hevsengiyeke cîhanî ya nû çêbike ku dê Rûsya li tenê bingeha wê ya ava germ, baregehên Hmêmîm û Tartusê, lawaz bike, berî danûstandinên Amerîka-Rûsyayê yên li ser pirsa Ukraynayê.
Herwiha ev guhartina Şamê jî rê li ber hevalbendiyeke NATO ya Rojhilata Navîn vedike, ku bingehên wê bêyî paytexta Sûriya ne temam in. Herwiha rê li ber projeyên boriyên petrol û gazê yên li bejahiyê vedike, li şûna yên li ser deryayê mîna projeya Korîdora Hindistanê, ku tê de Rojhilata Navîn dibe alternatîfek ji Rûsyayê re, an jî dabînkerê sereke yê enerjiyê ji parzemîna Ewropayê re. Ev projeyên enerjiyê, ligel hevpeymaniya NATOya Rojhilata Navîn, bi peymanên aştiyê yên di navbera Îsraîl, Sûriya, Lubnan û Erebistana Siûdî de ne. Bi gotineke din, rûxandina El-Esed ne encama tevgereke tenê ya navxweyî ya Sûriyayê bû, belkî encama guhertina helwesta Amerîkayê li hember Îranê bû ji hevjiyana lihevhatî ya di serdema Barak Obama de ber bi dorpêçkirina herêmî di heyama piştî operasyona 7ê cotmeha 2023yan de li dij Îsraîlê, ya ku bi çar hefteyan piştî îmzekirina peymana Korîdora Hindistanê hat, ku tê de destnîşan dike ku ew di El-Neqebê re derbasî Esqelan-Hayfayê dibe, ku ji ber şerê Xezayê ne ewle bû, ku tê vê wateyê ku Tehran dikare projeya ku ew jê derdixe têk bibe, tevî ku serokê Amerîkayê kesê yekem bû yê ku îmze kiribû.
Ji bilî vê, nêzîkatiya nû ya Washingtonê di mijara Ukraynayê de, ku ber bi çareya bi danûstandionan ve yên bi Moskoyê re dimeşe, ku pêwîst dike amerîkayî beriya rûnên li ser maseya gotûbêjan, rûsan qels bikin. Sûriya xaleke lawaziyê ya Rûsyayê ye, dibe ku Mosko neçar ma ku bazirganiyê bike bo Ukraynayê bi alîkariya hêsankirina rûxandina rêjîma El-Esed, piştî ku Putin zehmetiya berdewamiya desthilatdariya xwe piştî windakirina Heleb û Hemayê fêm kir. Li vir, divê ku mirov werîne ser ziman ku perçebûna erdnîgariya Sûriyayê ya ku berî rûxandina rejimê hebû, bi rengê xwe yê berê, bi guherandinên piçûk, di cihê xwe de ma. Daxuyaniya Encumena Ewlekariyê ya 14ê adarê tekezî li ser “pêvajoyeke veguhastina siyasî ya berfereh… li ser bingehê prensîbên ku di biryara 2254an de hatine destnîşankirin” kir û diyar dike ku çareyeke veguhêz ber bi Sûriyayeke seqemgîr û yekgirtî ve -ya ku ji aliyê navdewletî ve pêwîst e- dê bi lihevhatineke navxweyî di navbera pêkhateyên siyasî, leşkerî û civakî yên Sûriyayê de bê birêvebirin, weke ku li gorî hevsengiya navdewletî ne. Ji ber ku hevsengiyên hundirîn yên herî di piştî serdema El-Esed de, rê nade serweriya yekalî.