Komkujiyên Sûriyayê bi nêrîna “koman”.. bijartin di alîgirî û şermezarkirinê de

Nivîskar:Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Em ê di vê nivîsê de, pênaseya komkujiyê bidin ku wekî “kiryareke bi mebest ji bo kuştina sivîlên ne çekdar, an jî kuştina hejmarek ji hêzên leşkerî-ewlekarî yên girêdayî sîstemekê, an jî milîs, dema ku ne di rewşeke şer de bin.”

Dê li gor kirde (yan kirdeyan) komkujî bên dabeşkirin.

Komkujiyên ku desthilatdarî di serdema Hafiz û Beşar El-Esed de kirine wiha ne:

  • Bjarê Cisir Şixûrê, 10ê adara 1980yî: Kuştina 100 sivîlî li qada bajarok li gel pira çemê Asî ji aliyê hêzên yekîneyên taybet ve.
  • Zindana Tedmûrê, 27ê hezîrana 1980yî: Kuştina girtiyan di cihê wan de, hejmara wan di navbera 600 heta 1200 kesî bû, ji aliyê hêzên Seraya Parastinê.
  • Taxa El-Meşarqa li Helebê, 11ê tebaxa 1980yî (yekemîn roja Cejna Qurbanê): Kuştina 41 kesî piştî ku ji aliyê Yekîneyên Taybet ve li taxê ketin dorpêçê.
  • Bajarê Hemayê 2-28ê sibata 1982yan: 10-40 hezar sivîl ji aliyê Seraya Parastinê, Yekîneyên Taybet, Lîwayê 21ê û Lîwayê 47an ve hatin kuştin.
  • Bajarê Qamişloyê: 12-13ê adara 2004an: Hêzên ewlekariyê 6 kurd di stadyoma fotbolê de kuştin ji nava wan 3 zarok bûn. Di roja piştre de jî, piştî şewitandina nivîsgeha Partiya Beisê, hêzên ewlekariyê 15 kurd kuştin. Herwiha, piştî hilweşandina peykerê Hafiz El-Esed jî, hêzên ewlekariyê 30 kurd kuştin.
  • Stasyona tirênê li Laziqiyê 30ê adara 2011an: Hêzên ewlekariyê 20 kes li xwepêşandanekê kuştin, ku piştî xîtaba Beşar El-Esed ev xwepêşandan hate destpêkirin. Çaxa ku giha dergehê El-Remil El-Cinûbî û Stasyona Tirênê, hêzên ewlekariyê ji avahiya agirkujê û Pira Qadê, gule li xwepêşanderan barandin.
  • Xwepêşandana Qada El-Ulebî li taxa El-Selîba li Laziqiyê 17ê nîsana 2011an: Hêzên ewlekariyê gule li xwepêşandaran reşandin, ji bo belavkirina wan. Di encamê de li gorî kesên tevlî xwepêşandanê bûne bi dehan kes hatin kuştin, lê heta niha hejmara wan ne diyar e, gelo ka hatine kuştin an jî hatine girtin. Lê heta niha ji wan derdora 100 kesî venegeriyane malên xwe.
  • Xwepêşandana Qada Saetê li Humisê 19ê nîsana 2011an: Piştî oxirkirina 8 kesên ku li taxa Bab El-Sibai û 4 jî ji bajarokê Telbîsê hatin kuştin, xwepêşandanek di saet 2 kêm ribek li dar ket. Hêzên ewlekariyê û hêzên Firqeya Çaran, ji gelek aliyan ve, gule li wan barandin û di kolanan de li peyî wan ketin. Hejmara kuştiyan an jî girtiyan nehate naskirin. Lê heta niha ji wê xwepêşandanê ve, 300 kes venegeriyane malên xwe.
  • Suka zebzeyan li Zebiltanî li Şamê, 22ê nîsana 2011an: Piştî ku gelek kes ji Xûtaya Rojhilatî hatin, xwepêşandanek li taxa Cobir li dar xistin û armanca wan ku ji wir ber bi Qada Ebasiyan ve biçin. Lê dema ku gihaştin bazara nêzî destpêkirina kolana dirêj ya ku ber bi qadê ve diçe, hêzên ewlekariyê gule li wan barandin û di encamê de, 20 kes hatin kuştin.
  • Devera El-Mestûma (Kampa Telai) li dergehê başûrê bajarê Idlibê 20ê gulana 2011an: Xwepêşandaran piştî ku ji piraniya parêzgeha Idlibê kom bûn li bajarê Erîhayê (15 kîlometer dûrî navenda bajarê Idlibê ye) dest bi xwepêşadanê kirin û ji wir jî dixwestin ku biçin Qada Henano li navenda Idlibê. Lê dema ku gihaştin El-Mestûma (piştî 7 kîlometeran), hêzên ewlekariyê gule lê barandin û di encamê de, 50 kes hatin kuştin.
  • Xwepêşandana Qada El-Asî li bajarê Hemayê 3yê hezîrana 2011an: 70 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.
  • Taxa Kerim El-Zeytûn li Humisê, 9ê adara 2012an: Hêzên artêşê sivîlên di taxê de dorpêç kirin û piştre jî 47 kes îdam kirin.
  • Bajarokê El-Hola li ser rêya Humis-Misîyafê, 25ê gulana 2012an: Hêzên xwecihî yên ji gund û bajarokên başûrê El-Hiwla, yên ku ji hêla rejîma El-Esed ve hatin çekdarkirin, 108 sivîl kuştin ji nava wan 34 jin û 49 jin in.
  • Bajarokê Dareyayê 25ê tebaxa 2012an: Firqeya Çaran, 220 sivîl kuştin.
  • Bajarê Meret El-Nûman 8-13ê cotmeha 2012an: Hêzên artêşê, piştî ketin bajar, 65 sivîl îdam kirin.
  • Taxa El-Tedamin li Şamê 16ê nîsana 2013an: Hêzên ewlekariyê, 41 sivîl kuştin û şewitandin.
  • Bjarokê El-Beydayê li rojhilatê bajarê Banyasê 2-3yê gulana 2013an: Hêzên ewlekariyê û hêzên “Berxwedana Sûriyayê li Lîwan Iskenderon” bi rêvebeirya Elî El-Kiyalî (Merac Oral) 72 sivîl îdam kirin.
  • Taxa Ras El-Nebi li bajarê Baniyasê 2-3yê gulana 2013an: Hêzên ewlekariyê piştî ku ketin taxê, 77 sivîl îdam kirin.
  • Komkujiya Kîmyayî: Xûtaya Rojhilatî (Zemilka – Eyn Tirma), Xûtaya Rojavayî (El-Medemiyê) 21ê tebaxa 2013: Hêzên artêşê, bi mûşekên gaza Sarîn, ew herdu herêm bombebaran kirin û di encamê de, 281-1729, sivîl hatin kuştin.

Komkujiyên ku bermahiyên rejîma Beşar El-Esed kirin:

  • Di 6ê adara 2025an de, li herêma li ser rêya beravê di navbera têketina başûrê bajarê Banyas û heta têketina bakurê bajarê Ceblayê û li bajarên Cebla û El-Qirdahe, çekdarên bi rêveberiya efserekî berê di Firqeya 4an de Xiyas Dela, li dij desthilatdariya Sûriyayê ya nû, êrîşeke leşkerî pêk anî. Di encamê de, 150-200 ji hêzên ewlekariya giştî hatin kuştin.
  • Li ser rêya beravê, di êvara 6ê adara 2025an de, sekvanên hêzên Xiyas Dela 50-70 di erebeyên wan de (taybet ên ku hejmara erebeyên wan ên Idlibê bûn) kuştin.

Komkujiyên ku komên îslamîst ên çekdar pêk anîne:

  • Dibistana Topavêjan li herêma Ramûsa li Helebê 16ê hezîrana 1979an: 80 xwendekar ji efseran, ji hêla Rêxistina El-Telîa El-Muqatîla ve hatin kuştin, piştî ku ji ber mezheba wan a elewî hatin dabeşkirin.
  • Herêma bejahiya Laziqiyê ya bakurrojhilat 4-19ê tebaxa 2013an: 100 sivîlên elewî û 200 jî hatin revandin, ji aliyê komên îslamî.
  • Li herêma Edra El-Umaliyê şeva 11ê kanûnê û berbanga 12ê kanûna 2013an: Piştî ku koma bi navê “Ceyş El-Îslam” li bajarê Doma bi rêveberiya Zehran Elûş serwerî li ser herêmê kir, 32 sivîlên elewî, îsmaîlî, durzî û xiristiyanî kuştin. Di heman demê de, Ceyş El-Îslam, bi hezaran sivîl revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
  • Herêma bejahiya Ceblayê û herêma bejahiya Banyasê û herêma bejahiya Misîyafê û li taxa El-Qisûr li bajarê Banyasê 7-8-9ê adara 2025an: Komên îslamî yên ku derbasî Beravê bûn ji bo bersivdayîna êrîşa efserê Firqeya Çaran, Xiyas Dela, 500-700 sivîlên elewî kuştin.

Komkujiyên ku komên çekdar ên ne birêxistinkirî pêk anîne:

  • Mefrezeya Ewlekariya Leşkerî li bajarê Cisir El-Şixûrê, 6ê hezîrana 2011an: 60-100 endamên mefrezeyê hatin kuştin, piştî ku ji roja 3yê hezîranê ve ketibûn dorpêçê. Li gorî gelek çîrokan, yên ku mefreze dorpêç kirine, bi motorsiklêtan ji herêma El-Xab û ji bejahiya Hemayê ya bakur hatine, ji bo tolhildana xizmên xwe yên ku di xwepêşandana y3ê hezîranê li bajarê Hemayê de ji aliyê endamên şaxê Ewlekariya Leşkerî li Hemayê, hatin kuştin.

Encam:

Sûriyayî li ser dirêjahiya 46 salan kêm 3 mehan, helwesta wan bijartî bû derbarê komkujiyan de, ew jî li gor kujer û kuştiyan dima, tenê kurdên sûriyayî dûrî van bijartinan bû, tê tercîhkirin ku sedema wê ew e ku ew ji dersên stemkariyê fêr bûbûn û ew bûn yên ku li ser dirêjahiya dîroka nûjen rastî komkujiyan hatine, li Tirkiyayê di 1925-1930-1938an de, piştî Şoreşa 15ê tebaxa 1984an a berdewam û li Îranê di 1979an de û li Iraqê di 1988an de.

Vê bijartinê dihişt ku kesê bi dest, ziman û dilê xwe li dij komkujiya Dibitana Topavêjê bû ya ku îslamîstan pêk anî, heman kes li beranber komkujiya girtiyên îslamî di zindana Tedurê de yan jî li Hemayê bêdeng be, ew bêdengiya erêniyê ye, hema bi kêmanî bi dilê wî ye. Di şerê 2011-2024an de, ev bijartin li gel sûriyayiyan beloq bû, alîgirên rêjîmê (heta bi wan kesên ku digotin ku rêjîn başê bîsan e li beranber îslamîstan, hin ji wan jî girtiyên Hafiz El-Esed bûn jî) li beranber komkujiyên ku rêjîmê yan jî hêzên alîgir pêk anîn, devê xwe girtin, hinan ji wan jî hewl dan ku wan komkujiyan bizin stûyê opozîsyona leşkerî, mîna komkujiya kîmyayî (gotina Buseyna Şeban bi bîra xwe bînin), heman tişt ji bo herdu aliyan derbasdar e, carinan jî bi awayekî eşkere yan bêdeng piştgiriya bombebarana balafiran dikirin, an jî bombebarana sivîlan bi moşekan li ser mal, dibistan û bazarên wan. Kesên opozîsyon jî yên îslamî, ji hêla din ve, li beranber tiştên ku li Edra El-Umaliye pêk hat bêdeng man. Her wiha li benaber titşê ku li Cisir El-Şixûr di 2011an de û li bakurê Laziqiyê di 2013an de.

Li vir, em dikarin bibêjin ku kesê ku komkujî pêk anîn, hevkarên wî yên neyekser hene, ew jî ew kes in ên ku bi dest, ziman, pênûs û dilê xwe pê re bûn, herwiha yên ku pê re derew jî dikirin. Ev ji bo tevahî 46 sal kêm 3 mehên ji dîroka Sûriyayê, derbasdar e.