Pêşgotinên qirkirina elewiyan.. tîmên mirinê kiryarên xwe di nefretê de nîşan didin
Nivîskar:Ferhad Hemî-Nûrhat Heftaro
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di hevdîtineke bi televizonê re, Berpirsê Rawangeha Sûriyayî ya Mafê Mirovan, Ramî Ebdulrehman, helwesteke bi şok ji desthilatdariya li Şamê eşkere kir ku got: “Bihêlin bila bihna xwe fireh bikin”, da ku komkujiyên hovane yên “qirkirina mezhebî” rewa bikin, ji ber ku rêbazek e ji bo valakirina nefretên li peyî hev. Dîmenên bi xwîn zêdetir dibûn, bê sînor bûn, wekî kabûsa sînemayî bû, ku celad tenê ji rijandina xwîna zêde, têr dibe. Ev komkujî wekî şanoyî pêk hatin û bi beşdarbûna hejmareke mezin ji temaşevanan ên ku bûn beşek ji rêveçûyîna wêrankirî ya kûr di dîroka şerê Sûriyayê de.
Li gorî amarên herî dawî yên komkujiyên belgekirî, li herêma berava Sûriyayê û herêmên çiyayî, 56 komkujî çêbûn. Di heman demê de, ji 6ê adarê ve ji ber êrîşên hêzên ewlekarî û komên girêdayî Wezareta Parastinê ya girêdayî desthilatdariya demkî li dij wekî tê gotin “bermahiyên rejîmê” heta van kêliyan 1500 sivîl hatine kuştin û hejmara kuştiyan jî zêdetir dibin. Ji ber tirsa komkujiyan, hinek şaş mabûn û pirs dikirin: “Gelo em li beramberî rastiyekê ne, an jî em dîmenên ji cîhana xeyalî dibînin, ji ber tundiya zêde û xwedîtina bi kuştina bi zanebûn?”
Itîrafa bi rêya xwînê
Di rastiyê de, em di cîhaneke xeyalî de dijîn, ku bûye rastiyek, ku êdî sûc ne bi awayekî veşartî têne kirin, lê belê êdî têne belgekirin û bi awayekî berfireh têne belavkirin. Herwiha, heta ew dengên ku banga komkujiyan li dûrî kamîreyan dikirin, êdî bi rêya platformên medyaya civakî bang dikirin. Di encamê de jî, tiştê bi navê cîhana xeyalî êdî bi xwe bûye rastî, ku dîmenên kuştina hovane bi awayekî berfireh li ser malperên tevna civakî belav bûn, di dîmenekî bi xwîn de ku kujer tê de dixwaze itîrafa cemaweran bigire bi rêya zîrekbûna pêkanîna komkujiyan.
Daxwaza van çînên kujer ku êşa civakî dikişînin, ku “itîrafkirinê ji yên din” werbigirin û sembola wê jî çek di destan de bûn û pêşkêşkirina sadîzma xwe bi rêya telefonan. Ev komkujiyî yên serdema civaka pêşkêşkirinê ne ku kiryarên hovane têne kirin, ne tenê wekî rêbazekî êşandinê, lê belê wekî nîşandan ji bo lêgerîna li itîrafkirin û nirx ji temaşevanan.
Cîhadîst û tundrawan, tundî veguherandin pêşkêşkirineke dîtbarî bi awayekî zanebûn û sîstematîk, êdî kuştin ji bo wan ne tenê rêbazek e ji bo xelasbûna ji qurbaniyan, lê belê bûne rêbazek ji bo tirsandina sivîlan û nîşandana hêzê. Wekî ku çawa Michel Foucault nîşan dide dema ku behsa wêjeyên tundiyê di serdemên klasîk de, dike. Êdî dîmenên îdamkirinê ne wiha xweber bûn, lê belê ev dîmen bi awayekî plankirî di ragihandinê de dihatin weşandin, ku armanc jê çesipandina serweriyê di hişmendiya komî de bû û gihandina nameyeke eşkere:“Bila ji xeynî xwe re bibin ibret” ku ev wekî gefeke ji her sûriyayiyekî ku serweriya wan red dike.
Xweşbûna pir û xwedîtina bi kuştinê
Ev tundiya hovane girêdaneke xwe ya xurt û kûr bi psîkolojîk ve heye, ku ev yek bi awayekî eşkere di têgiha “xweşbûna pir” de wekî ku psîkolog Jacques Lacan pêşkêş kiriye; Herçiqas ku kiryar qedexe be-wekî kuştinê ku şeri û qanûn qedexe dike-daxwaza pêkanîna vê kiryarê zêdetir dibe. Dema ku çêdibe jî, hêzeke xurt tê wan û dibe xweşiyeke kujer. Selafoyî Çîçek jî eşkere dike ku ev diyarde ne tenê aliyê xwe yê psîkolojî heye, lê belê digihêje îdeolojî û çandê jî, ku rûxandin û wêrankirin dibe çavkaniya xweşbûn û têrkirinê û ji nû ve dixin çarçoveya “xweşiya tolhildana şoreşî”, bi taybet di çarçoveya bidûketin kesên ku navê “bermahiyên rêjîmê” li wan dikin, ji ber ku ew berdewamiya têkbirina rêjîma kev e.
Piraniya gelê Sûriyayê bi rêya telefon an jî bi rêya laptop û televizyonan ev komkujî dişopandin, çi yên nêzî bûyeran an jî dûrê wan. Di dema temaşekirina ev tundiya hovane jî, di serê wan de ev pirs derdiket holê: Çawa ev dikarin careke din ev hovtî derheqê zarok, jin û kesên temen mezin de bikin?
Em di serdema ku tê binavkirin “Piştî îdeolojiyan” de ne, ku êdî ne hêsan e kesan amade bike û bixî serferî ji bo dozên mezin şer bikin, wekî di serdemên borî de. Îdeolojiya îro li dar e, nirxê kêfxweşiya takekesî û pêkanîna kesayetê xurtir dike, ev yek jî dihêle ku piraniya mirovan ji kuştinê zêdetir nefretê bikin, ji ber ku bandorên psîkolojî yên kûr li peyî xwe dihêle. Lê gelo ev tundiya pir di serdema me de, rewabûna xwe ji ku digire?
Bi dîtina nirxandina psîkolojî derbarê kiryarên tundiya pir de, ev kesên ku van kiryaran dikin hewl didin ku rewabûneke pîroz ji kiryarên xwe re bibînin, da ku bandora metirsiyên xwe yên exlaqî kêm bikin, ku ev pîrozî jî fikara takekesî ya derbarê kuştinê de, vediguherîne mijareke erêkirinê. Di vir jî de, girîngiya ol an jî nasnameya etnîkî derdikevin holê, ku bi awayekî xurt dibin alîkar ji bo bendên xwe yên psîkolojî derbarê kuştin û tundiyê de, derbas bikin. Tevî ku pîrozî di rewşa xwe ya normal de kuştinê qedexe dike, lê di serdema me de veguheriye rewabûnekê ji bo rijandina xwînê û bi rola xwe radibe ji bo van kujeran, ku wekî rengekî ji rengên pûçkirina psîkolojî ya ku dihêle êdî li beranberî êdî kesê din ne hestyar be.
Pîroza “piştî îdeolojiyayê”
Di vê çarçoveyê de, xwespartina pîrozî û vegerandina demên wê , mînak anîna serdema dewleta Imewî, veguherî rêbazeke rewa ji bo rewabûna kuştina bi komî. Bê ev bihaneyê, ev kesên ku van kiryarên hovane dikin wê xwe rûbirûyê yekser bi giraniya kiryarên xwe bibin, bê ku rêyeke revê hebê ji bo kêmkirina berpirsyartiyê. Êdî baweriya bi pîrozî nabe bendekî exlaqî, lê belê êdî bûye rêbazekî ji bo rewakirina kiryarên hovane.
Di encamê de jî, ev taybetmendiya pîrozî, bû girêdayî meyla tolhidanê ya zikmakî û êdî ji nû ve di çarçoveya xîtaba gelêrî de hate sazkirin, ku ji mentiq û bihaneyên aqilmendiyê qut in. bi awayekî ku wekî alavekê bi arancina elîta zordest û komkirina çînên civakî yên paşguhkirî tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, ev tê wateya tawanbarkirina kesên din, nîşankirina wan wekî zindîkirina gendelî, zordestî û hemî cureyên belengaziya civakî. Li gorî vê, gotina “bermahiyên rejîmê” bûye bihane û hemû mezheba elewî ji xwe re dike armanc û di rêveberî, ravekirin û pratîkê de meyleke giştî dike.
Bê gûman, “elîta şoreşger” nikarîbû ku avabûna bi girêk a rejîma El-Esed fêm bike, nexasim di diyarkirina navendên hêzê û mekanîzmeyên bikaranîna mijara mezhebî, ji bo veşartina kiryarên xwe yên keysbazî û zordariyê. Li şûna ev dînamîk bi awayekî kûr ji hev werin cudakirin, berê xwe da normalkirineke qels, ku rêjîm xist çarçoveya mezheba elewî ew bi awayekî tam bi rejîmê ve girê dan. Di encamê de jî xîtabekî nefretê derket, ku bi demê re hemû ketin ser hev.
Bikaranîna “neheqiya ku li suniyan hat kirin”
Ev xîtab ne di nava şev û rojekê de çêbû, lê belê kokeke xwe ya dirêj heye a tengezariya mezhebî ya ku di vegotina “neheqiya dîrikî ya sunî” de tê vegoti, ku bi komkujiyên Hemayê ve dest pê kir û bi sûcên rejîma Sûriyayê di dirêjiya 15 salan de, gihaşt lûtkeya xwe. Di heman demê de, hin elîtên ku di çarçoveya îdeolojiya îslama siyasî de ne bi şaxên xwe yên selefî û ixwanî, hiştin ku ev çîroka mezhebî, ku nîşan da ku bloka sunî ji aliyê Hafiz El-Esed ve ji desthilatdariyê hatiye dûrxistin, wekî ku hedefgirtia mafê wî yê dîrokî di serweriya li ser Sûriyayê de ye. Di encamê de jî, hate paşguhkirin ku rejîma El-Esed ne wekî tam mezhebî bû, lê belê blokek ji olîgarşiya ewlekarî û aborî ya yekdest bû , lewra ev yek ne tenê wekî pevçûneke mezhebî ya hêsan bû, lê belê zêdetirû bi girêk bû. Li ser vî esasî jî, ev neheqî hate keysbazkirin bê tu girêdaneke mentiqî û bû rêbazek ji bo rewakirina biryarên siyasî yên dawî û piştre jî komkujî hatin rewakirin, bi rêya nîşandana bertekên wekî: “Ma ne elewî li peyî komkujiyên Hemayê û bombebarkirina bermîlan li ser sivîlên sunî, bûn?.”
Ji kêliya rûxandina rejîma El-Esed, şahiyên serkeftinê tev li meylên tolhildanê û gefxwarinê bûn û xerîze ji kontrolê derketin. Dema ku herêmên beravê red kirin ku tundraw derbasî jîngeheke civakî û çandî ku tam li dij metoda wan e, êdî aşitî tune bû û lihevkirin jî dûr bû. Di çarçoveya vê valahiyê de, desthilatdariya demkî li Şamê dirûşmeyeke eşkere rakir: “Şopandina bermahiyên rejîmê”. Wê demê, jî êdî kêliya dîrokî hat a ku tolhildan tu nirx ji mirovahiyê re nehişt.
Dema tolhildan ket çarçoveya komkujiyan, pêvajoya “bêmirovbûnê” bi hevokên biçûkxistinê yên weke “bike ewt ewt” ku li girtiyên sivîl dihatin kirin, ku biçûkxistin tev li tinaziyeke hovane kirin ya ku derheqê dijminekî têkçûyî tê kirin û tinazê xwe bi tirsa wan dike ku hesê tinazkar xwedî hêz û çek e. Vê nêzîkatiyê dirêjbûna xwe di kesayetên otorîter ên mîna Stalîn de dît, ku di dema darizandinê de dudilî nebûn ku tinazên xwe bi dijberên xwe yên “xayin” ên tirsnak bike, ji rûreşkirina wan a giştî kêfxweş bû. Bi rastî jî koka vê diyardeyê vedigere Sparta li Yûnanistanê, ku tinazên bi dijmin re bûye îdeolojîyek leşkerî, ku armanc dike ramana rûmeta dewletê xurt bike û prestîja wê bi rêya rûreşkirina dijminan û nîşankirina wan wekî heyînên piçûktir, xurttir bike.
Van diyardeyên hestiyar ên şermokî, hovane û nenas di bêmirovbûna mirov de pîvanek din a nû derxist holê. Li vir, mirov mîna ku ew tenê hilberên ku ji hêla makîneyan ve hatine çêkirin, xuya dibin, bi veqetandinek bi tevahî di navbera kirde (kujer) û bireser (qurbanî) de xuya dikin. Weke mînak, cîhadîstên ozbek ên tîmên mirinê, ku tu têkiliya wan a mirovî bi malbatên Baniyas an gundewarên Laziqiyê re tuneye, bi mirovan re mîna girseyek tenê û tiştên bê nasname û rûmet, mîna keriyên heywanên bê ruh tevdigerin.
Bi vî awayî mirov ji nirxê xwe yê mirovî têne şûştin, ku bi şahiyên wan ên li ser laşên qurbaniyên wan diyar dibe. Di vê navberê de, girseyên mezin ji alîgirên tundrew ên Ehmed El-Şeri li ser medyaya civakî belavok belav dikirin, heta ku banga “birîna laşên qurbaniyan û avêtina wan nav deryayê kirin da ku masî bixwin” kirin.
Komkujiyên beravê û dewleta neteweyî
Ji destpêka aloziya Sûriyayê ve, komkujiyên ku hem ji aliyê rejîmê hem jî ji aliyê komên çekdar ên ser bi opozîsyonê ve tên kirin, ranawestin. Lê belê ev komkujî birînek kûr bû, di demekê de ku diviyabû welat ji destê dîktatoriya leşkerî rizgar bibûya. Komkujiyên beravê, li şûna sivikkirina êşan û vekirina pencereya hêviyê ji bo rizgariyê, piştrast kir ku xembarî û rêgirtin ne tenê diyardeyên demkî ne, lê çarenûsek neçar in ji bo vî welatî.
Di çarçoveya giştî de, du faktorên sereke rasterast beşdarî komkujiyên dawî yên beravê bûn.
Yekem, nebûna qanûnên navneteweyî û nebûna referansên mafên mirovan ên cîhanî ji dîmena Sûriyayê û bi giştî li Rojhilata Navîn. Ev pêvajo bi şerê Xezayê dest pê kir, ku tê de kuştina kes û civakan bêyî berpirsyarî bûye pratîkek normal û ji her cure parastina rewa û exlaqî bêpar in. Bi vî rengî, herêm bi giranî veguherî hebûnek “homo sacer”, afirindeyek berdes ku dikare bê encam were binpê kirin.
Duyem, hêzên herêmî û navneteweyî hewil didin ku “seqemgîriyê bi her bedllê” di nava nakokiya berjewendiyan de li ser şetrancê ya jeopolîtîk a Sûriyayê ferz bikin. Lê belê, ev “seqemgîrî” ji nû ve hilberandina rejîmê bi desthilanîneke keyfî ku bê meşrûiyeta gelêrî û yasayî bû, ji bo cara yekem derfetek ji cîhadîzma tekfîrî re peyda kir ku di nav pêkhateya dewleta neteweyî de tevbigere, di veguhertineke ku nexşeyên hêz û tundiyê li welat ji nû ve xêz dike.
Li ser bingeha van her du faktoran, “cîhadîzma neteweyî” gur bû, xwest ku xwe ji her kontroleke civakî rizgar bike û yekdestdariya xwe ya li ser tundiyê xurt bike, ji valahiya desthilatdariyê ya ku derket holê sûdê wergire. Lê belê, rewabûna dewletê ya di ferzkirina sîstema de bi şertê dabînkirina aştiya civakî ve girêdayî ye û ev hevsengiya eşkere dibe sedema wêrankirina civakê. Ji qirkirina ermenan û vir ve lîstik bi giranî bi vî rengî derketiye holê: Saziyên dewletê yên li Rojhilata Navîn gav bi gav jiholêrakirina çavkaniyên hêza sivîl û saziyên xwerêveberiya civakê lez dikin. Eger ji ber berxwedana sivîl nikarîbe vê yekdestdariyê tam bi dest bixe, an bi piştgirîkirina cîhadîstan û tekfîrîyan an jî bi gurkirina nakokiyên mezhebî û etnîkî di bin dirûşma “pîroz li hember heram” de serî li xurtkirina komên mirinê dide.
Di piştrastkirina vê yekê de, gelek mizgeftan li qadên seferberiya cîhadê “ala cîhadê” li dijî kesên bêparastin li peravê dan destpêkirin, di heman demê de xerîzeya hişmendiya tolhildanê hate çalakkirin da ku kiryarên hovane yên tolhildanê li dij endamên mezheba elewî rewa bike. Ji aliyê xwe ve, tîmên mirinê yên cîhadî, ji destpêka damezrandina xwe ve, amûrek bingehîn e ji bo pêkanîna van karan.
Lêbelê, em nikarin tenê li ser vê xalê rawestin, ji ber ku mijar şiroveyek kûrtir hewce dike; Tu dewlet, an jî “desthilatdariyeke demkî”, wek rewşa Sûriyayê, nikare komkujiyan pêk bîne, heya ku xwe nespêre efsaneyek îdeolojîk, ku ji bo bidestxistina armancên xwe yên stratejîk ên tundrew tê bi kar tîne. Weke mînak, ev yek di hewildanên kujeran de ji bo jinavbirina mezheba elewî û bi navkirina wan bi wesfên nemirovane, wek “beraz û kûçikan” hat cîbicîkirin. Weke ku civaknas Zygmunt Bauman jî amaje bi wê yekê dike, dema ku netewe-dewlet bawer dike ku ew ji hesabpirsînê bêpar e û bi xerakirina wêneyekî din dest bi formûlekirina nasnameya xwe ya îdeolojîk dike.
Bayê derve
Bi awayekî objektîf, çarçoweya komkujiyên beravê nikare bi çarçoveyek tenê herêmî ve were sînordar kirin. Li Rojhilata Navîn ku ji hilweşîna Împaratoriya Osmanî ve li ser bingeha siyaset0a “perçe bike û hukum bike” û li ser dubendiyên etnîkî, mezhebî û olî, hem di nav dewletan bi xwe de, hem jî di navbera pêkhateyên cîran de, tenê ji dema nû ya tundûtûjiyê derbas dibe.
Di rastiyê de komkujiyên beravê ji polîtîkayên eşkere û veşartî yên hêzên herêmî û navneteweyî ku bênavber dewam dikin, veqetiyane. Ev sîyaset bi bijartî û dubendîyê têne binavkirin, ji ber ku her aliyek hewl dide nakokiyên di navbera aliyên nakok de, rasterast an nerasterast, gur bike, di hewlekê de ku serdestiya xwe ferz bike. Ev siyaset seqemgîriyê naafirîne, lê belê berevajî, zêdekirina dubendî û tundiyê çêdike, ku jîngeheke guncaw ji bo pêkanîna komkujiyan ava dike.
Komkujî di valahiyê de pêk nayên; belê, ew encama pêşbaziya hêzên navneteweyî li ser qada Sûriyayê ye. Dema Xamineyî daxûyaniyekê dide, dijber diteqe, banga komployekê dike ku divê rûbirûyê wê were kirin. Di vê navberê de, dema ku Netanyahu piştgiriya xwe ji durziyên Sûriyayê re radigihîne, ev yek di nava desthilatdariya demkî de tevliheviyê çêdike. Herwiha, her ku Erdogan gotinekê dide an jî desthilatdarî dest pê dike, aliyên din dest bi fikarên mafên xwe dikin, ji tirsa ku hikûmeta demkî desthilatdariyê yekdestdar bike û hegemonyaya xwe ya îslamî ya totalîter li ser hesabê civak û dewletê xurt bike.
Ji bilî vê, hesabên aborî yên navneteweyî her tim bûne faktora derketina komkujiyan li dijî kesên bêparastin. Bûrjûwaziya tirkî berê hewesdara hizira jenosîda ermenan bû. Hin kes îdia dikin ku dewlemendiya ku piştî wê jenosîdê hatiye berhevkirin ew e ku bûrjûwaziya tirk di şeklê ku em îro pê nas dikin de ye. Tiştê îronîk ew e ku dîrok xwe dubare dike, lê her carê bi rengekî paşverûtir xuya dike ku komkujiyên li beravê, dibe qurbaniya lîstikeke navneteweyî ya ku tê de hêz li ser gaza Sûriyayê li Deryaya Spî hevrikiyê dikin. Derdora ku destekê dide vê projeyê, dibe ku bi berjewendiyên hêzên navneteweyî û herêmî yên ku alîyekî li dijî aliyekî din piştgirî dikin, bikeve pevçûnê. Ji ber vê yekê qurbanî her tim di cihê qelsiyê de dimîne û berdêla wê komkujiyên bi xwîn ên ku di cîhana me de rengekî nû girtiye bi sernavê: “Komkujiyên qazanca herî zêde” dide.
Komkujiyên beravê kêmasiyeke kûr a pêkhatî di civaka Sûriyayê de eşkere kir û nekarîniya wê ji fêrbûna dersên dîktatoriya El-Esed û şerê navxweyî yê wêranker eşkere kir. Li şûna ku van tecrubeyên dijwar veguherîne saziyek perwerdehiyê ku nirxên bingehîn ên wekî hevjiyan, dilrehmî û cihêrengiyê pêş dixe, civak nekariye wan ji bo avakirina bingehên mirovahîtir veberhênan bike.
Li ber van rastiyan, xuya dike ku dem hatiye ku em dev ji têgihaştina serdest berdin ku ezmûnên tund xwedan pîvanek azadker in, an ku ew rê didin me ku em “rastiya dawî” ya rewşa mirovî kifş bikin. Dibe ku ev dersa herî tal e ku ji serpêhatiyên tîmên mirinê li beravên Sûriyayê tê derxistin, ji ber ku diyar e ku êş û azar nebûye sedema pêşketineke rast, lê belê alozî û wêranî zêde kiriye.
Heger wiha be, belkî îfadeyên nasnameya hestyarî yan jî hevgirtineke xwebexş, wek “em hemû elewî ne” yan jî “feşertû” jî alîkarîya me nekin, ji ber ku ev slogan di xaleke diyarkirî de tê rûxandin û bêwate dibe. Di dawiyê de, qurbanî bi tena serê xwe giraniya zirara pêkhatî ya Sûriyayê hildigirin.