Danezana destûrî: Jinûvehilberîna sitemkarîyê

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Zehmet e ku alîgirên Ehmed El-Şeri yên bilez yên ku beriya 8ê kanûna 2024an, ne di koma wî de bûn, ne jî alîgirên wî bûn, sedemên derxistina danezana destûrekî bi vî rengî rewa bikin, ku desthilatdariya takekesî û nîşaneyên hikmekî faşîst bi hûrbînî dubare û ji nû ve çêdike. Eger ku alîgir û nivîskarên danezanê  pêwîst dibînin ku ev danezan were qebûlkirin ji ber ku li gorî ew bi nav dikin demkî ye (demkî di vir de heta 5 salan e an jî zêdetir li gorî madeya 52 ji danezana destûr), di heman demê de, ew dihêlin ku erêkirina kukimê takekesî û nasmaneya dewletî ya yekreng pêk were, di lîstikeke jehrî de li ser rêbaza El-Esed: Erêkirina sitemkariyê, beramberî aramiyê ye. Ev yek ji bo domandina hikimê ku bi 5 salan dest pê dike û nizane ku kengî bi dawî bibe. Ji bilî wê jî ku dema 5 salan a dirêj, têrê dike ku ji bo xurtkirina nasnameya dewletê ye û jiholêrakirina nirxên hemwelatîbûna wekhev.

Hikimê takekesî dest bi komkirina desthilatdariyan dike

Di aliyê piratîkê de, danezana destûrî ji destûra Beşar El-Esed ne cuda ye, lê tenê rolên serokkomar zêdetir kirin. Ango eger rejîma Beis desthilatdariyên rêveberî, dozgerî û qanûnî xistibûn destê El-Esed, lê danezana dawî heman şaştî dubare kir, ji ber ku danezana destûr derfetên zêdetir dan ji bo bikaranîna desthilatdariyê, herwiha danezana nû rêgeza hilbijartina endamên Encûmena Parlamenteran bê bandor dike, an jî bijartina nûnerên sûriyayî yên ku ji aliyê konferanseke niştimanî ve hatine hilbijartin, ji bo ku bibin endamên parlemaneke demkî ya xwedî desthilatên berfereh, cuda ji desthilata cîbicîkar, bi awayekî ku wê bikaribe rola qanûnî û çavdêriyê li ser karê hikûmetê pêk bîne, bêbandor dike.

Tevî ku Encumana Parlementeran a Beisê bi erkdarkirin, sextekariya hilbijartinan û serdestiya endamên ku ji Partiya Beis, Eniya Pêşverû ya Niştimanî û torên girêdayî rejîmê tên, herwiha tevî karê lawaz ê Encumanê û desthilatên wê yên kêm, hişt ku hûrgelên piçûk ji bo kesên li derveyî xeleka rejîma El-Esed di hin rewşan de, di heman demê de ku di hemû awayên diyarkirina endamên Encumenê de cih digire. Di demekê de ku danezana destşrî erka bijartina meclisê tev de dixe destê serok bi awayekî ku kenê mirov pê tê, ku El-Şeri li gorî madeya (24) komîteyek bilind destnîşan dike ji bo hilbijartina endamên Encumena Parlementeran, û Desteya Bilind çavdêriya avakirina komîteyên jêrîn dike ku du ji sê parên endamên encumanê hildibijêrin (di metna danezanê de têne hilbijartin) û serokkomar jî yê sêyeka mayî hildibijêre. Lê di pratîkê de, serok e yê ku endamên hildibijêre, ango her endamek tenê bi dengekî tê bijartin, ew jî dengê serok e!

Ji bilî van hemûyan jî, li şûna ku “Pispor” li ser bixebitin ji bo şikandina xapandinên rejîmê yên nûnertiya gel bi anîna navê gel li ser parlementeran, danezana destûrî piştrast kir ku navê parlamentoyê ne Encumena Parlamenteran e, lê belê Encumena Gel e, ev yek jî derewên rejîmên totalîter û dîktatorî bi bîr tîne, dema ku navê gel bi her tiştên desthilatdariyê ve girê didin, bêyî ku di piratîkê de gel tê de amade be.

Li kêleka serweriya li ser desthilatdariya qanûnê, desthilatdariya dadweriyê jî jê nefiltî. Di vê çarçoveyê de, metna ku rejîma Beisê bi cih kiribû, di danezana destûrê de careke din derket holê, ku li gorî madeya 47an serok endamên dadgeha destûrê diyar dike. Ev yek jî tê wateya bilindtirîn desthilatdariya dadweriyê li welat di destê serok de ye. Lê beşê duyem ji madeya yekem, li ser “cudakirina desthilatdariyan” israr dike!

Ji bilî ev destwerdana berfireh a di xebatên herdu desthilatdariyên borî de, êdî desthilatdariya rêveber jî bi tevahî kete bin serweriya serokkomar bêyî ku aliyekî çavdêr an jî cezakirinê hebê. Di vê çarçoveyê de, yek endamên komîteya danezana destûr tu bersivên wê tune bû li ser pirsa kî dikare serok lêpirsîn bike, ji ber ku ew û hevalên we dizanin ku danezanek çêkirine ku bi awayekî zanebûn cezakirin jiholê rakirine û sînorên di navbera desthilatan de radike.

Danezana destûr ne datayeke duyemîn e ku mirov dikare bêyî wê jiyan bike, lê belê ew sernavê nûkirin û qutkirina bi El-Esed re ye. Tevî ku êdî rola destûr di jiyana gelê Sûriyayê de paşde çûye, ji dema ku rejîma Beis dest danî ser dewlet û civakê. Lê  di demeke borî ya nêz de, dema danûstandinên li Cinêvê di navbera El-Esed û dijberê xwe de, nûnerê navdewletî yê ji bo Sûriyayê  Staffan de Mistura 4 xal ji bo aloziya Sûriyayê pêkêş kirin, yek jê çeksazkirina destûr bû. Li ser vî esasî jî, 3 ode hatin avakirin, yek ji opozîsyonê re, yek ji rejîma El-Esed re û yek jî ji civaka sivîl re. Daxwazên sereke yên opozîsyonê û blokeke berfireh ji civaka sivîl derbarê guhartina bendên ku hikimê takekesî mayînde dike û kêmkirina rolên serokkomar bûn. Lê piştî rûxandina El-Esed bangên opozîsyonê yên derbarê desthilatê, nasnameya niştimanî û demokratiyê, ji holê rabûn.

Ji aliyekî din ve jî, desthilata bêsînor ji bo ragihandina rewşa awarte bi awayekî giştî an jî beşî, ragihandina seferberî û şer û ji wan desthilatan e ku ev yek tê wateya ku “dewlet” û îradeya civakê û rola saziyan tenê di destê serokkomar de ma. Di heman demê de, wê bi sûd be, helwestên dijberên El-Esed di destpêka sala 2000î de bi bîr bixin, dema gotin ku ji rejîmê re gotin ew hemû hikim xistin bin destê xwe û mayîna li ser madeya 8an ji destûr, tê wateya ku ew berpirsê yekem û dawî li ser tiştên wê ku li Sûriyayê çêbibin. Bi heman wateyê, redkirina dabeşkirina berpirsyariyan û desthilatê, tê wateya ku El-Şeri bi xwe, xwe kir xefika hikimê takekesî, ku ev yek jî tê wateya ew berpirsê hemû tiştê wê bi ser welat de were di pêvajoya demkî ya dirêj de, wekî gendelî, feqîrbûn, komkujî û xerabûna rêvebirinê.

Komareke erebî ye û tiştek ji bo kurdan tuneye

Di yek ji bihaneyên hilbijartina navê “Komara Erebî ya Sûriyayê” yek ji endamên komîteya dozger Ebdulhemîd El-Ewak, got ku navê komarê sala 1920î bû, ku behsa destûra şah Feysel Bin Hisên kir, dema ku Sûriya padîşahî bû û hîna nebûbû komar. Di heman demê de jî, herêmên kurdan li Cizîra jorîn hîna nebûbûn girêdayî beşek ji wî welatî. Bi her halî, komîteyê nav ji xwe re esas girt û madeyên destûrê yên Feysel paşguh kirin, ku li gorî destûra Feysel Sûriya dewleteke nenavendî ye û “ilmanî” ye, li gorî tiştên ku di maddeyên damezrandina vê saziyê de hatine gotin, di heman demê de, dadwer tercîh kir ku rave bike ku navê “Komara Erebî ya Sûriyayê” berhema siyaseta netewperestiya 1961-1963yan e, ji bo îsbatkirina ku hestên dijminatiyê yên cudaxwazan li hember ramana erebîzmê tuneye.

Lewra, zêdekirina peyva “erebî” di dema komarê ya duyem de, ku heta roja rûxandina Beşar El-Esed dewam kir, ew encama du mijaran e: A yekê, komîte li gorî daxwaza Tirkiyayê xebitî, ku wezîrê karê derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan beriya niha bi mehekê got navê cîranê xwe “Komara Erebî ya Sûriyayê ye” û gelek caran ev yek dubare kir, ev yek jî tê wateya naxwaze tu guhartin di Sûriyayê de çêbibe ku bandorê li rewşa navxweyî ya welatê wî bike û divê piranî navê welat û nasnameya wê 0ji xwe re bibe, ji ber wê, wezîrê tirk endamê heştan bû yê komîteya amadekirina danezana destûrî. Gotinên wî di madeya duyem a deroyê yekem de tekez bû. Lê belê ya duyem ew e ku mesele bi desthilata dijminên pirrengiyê girêdayî ye, yên ku di nistaljiyayeke beisî ya şovenî de ne, ku meseleyên pirrengiyê bi mandelekirin û tunekirinê çare dikir. Di heman demê de jî, ku hibira pênûsa lihevkirina Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokê Demkî Ehmed El-Şeri zuha nebûbû, hakimên Şamê,girîngtirîn xal di lihevkirina wan de binpê kir, ew jî garantiya mafên kurdan û mafên destûrî bû. Dibe ku ev dûrketin û binpêkirina lihevkirinê, bêbaweriyekî di têkiliya kurdên Sûriyayê ya bi Şamê re çêdike. Herwiha dê daxwaza mafên destûrî bê kirin heta ku “serok” hin madeyên destûra xwe serrast bike ya ku reng, ziman û nasnameya erebî li dewletê ferz dike, ku madeya (50) rê dide ku danezan bê serrastkirin bi erêkirina du sêyekan ji endamêm Encumena Gel li ser pêçniyaza serok.

Di rastiyê de, El-Şeri û yên ku destûr nivîsandine, derfetek winda kirin ku Sûriya bibe dewleteke bêalî derbarê hemwelatiyên xwe heta 5 salên bê. Lewra, pirsgirêka bikaranîna  feqha îslamî wekî çavkaniya sereke ya qanûnê nîşan dan û înkarkirina hebûna kurdan û etnîkên din ên sûriyayî, girîngtirîn rêgezên edaletê û wekheviyê ku bi navê “bêalîbûna dewletê” tê naskirin, rûxandin. Jê zêdetir, “Sûriyaya El-Şeri” bêhtir pêkhateyê welat paşguh kir û rêgeza hemwelatîbûba wekhev bi rêya dayî mafan j ihinekan re û bêparkirina hinekên din jê, hilweşand. Ev tê wateya jihevxistina teşiya civakî û siyasî ji welat re. xwepêşandanên kurdan û redkirina durziyan ji madeyên danezanê re, hevdemî komkujiyên derheqê elewiyan li beravê, mînakên zindê ne ji Sûriyaya qels û parçebûyî re, ya ku hakimên wê bi rêya nezanî û mezinkirina krîzan derfeta jinûveavakirina welat a piştî deshên salan ji stemkariyê ji destê xwe birin. Mirovê ku danezana destûrî bixwîne, dê asta nakokî û yekdestiyê tê de bibîne, bi gotineke tarîtir: Danezana destûrî welat xist ser rêya stemkarî û faşîzmê.