Bobeleta elewiyan.. bobeleta sûriyayiyan a dawî

Şoreş Derwîş

Made bi erebî العربية

 

Tu gotineke din li ser tiştên ku herêmên peravê yên Sûriyayê çêdibin nayê gotin, ji bilî ku hemleya qirkirina elewiyan e, herçiqas bihaneyên operasyona leşkerî li wan herêman hebe, lê ev yek di wateya xwe ya qanûnî, mirovahî û siyasî de; qirkirinên komî yên li peyî hev û berdewam e.

Operasyona êrîşa li dij bermahiyên rejîma berê, piştî  êrîşa endamên rejîmê yên berê li dij hêzên hikûmeta Ehmed El-Şeri, hate destpêkirin. Di encamê de, rêzekomkujî û qetilkirin û topbarana bi rêya helîkopteran bêserûber û hemleyên serdegirtin, tirsandin, dizî û talanî ji aliyê hêzên cur bi cur ên girêdayî Şamê, hatin destpêkirin.

Mirov dikare nexşeya komkujiyên peravê wekî ku ragihandina desthildarî û alîgirên wê ku bi “şaştiyên takekesî” nav dikirin hate destpêkirin, ku di nava xwe de kuştinên ji dervayî qanûnê, rewşên tolhildanê dihewandin û îhtîmala kuştin û paqijkirina mezhebî nîşan didin, rê li ber dîmenên tundûtûjî û heqaretkirina elewiyan, bi taybetî niştecihên gundên elewî li Hums û Hemayê û belavbûna gotarên mezhebî yên serweriyê ku elewî berpirsê hovîtiya rejîmê bûn. Herwiha polîtîkaya paqijkirina xizmeta sivîl a bi hezaran karmendan ji elewiyan, pêşgotinek bû ji bo lêpirsînkirina niyeta hikûmeta El-Şeri, ji ber ku ew di bin sernavê “karmendên xeyalî” de ji kar hatin dûrxistin, ev hemû jî ji ber xirabbûna rewşa jiyana çînên belengaz li peravê, rê li ber komkujiyên di navbera bajaran de girtin projeya veguheztina siyasî, bi daxwaza zelal a El-Şeri û koma wî ya desthilatdar ku siyasetê li derveyî civakê bihêle, aliyekî nerasterast nîşan da ku dikare li komek faktorên din were zêdekirin, ev yek ji bilî serweriya zimanê dûrxistinê li ser mantiqa diyalogê û naskirina hebûna pirsgirêkeke kronîk a mezhebî, etnîkî û yasayî ya Sûriyayê ye.

Herwiha, mirov dikare bibêje ku meyla desthilatdariya Şamê ber bi awayekî lezgîn ber bi çareseriyên tundiyê, li şûna rêbazên siyasî yên çareserkirina koka pirsgirêka Sûriyayê, di çarçoveya parastina “heybeta dewletê” ye. Heybeta dewletê di vir de jî, beşeke kujerv e di hizira çi rêjîmê de, ku dixwaze xwe ji alîgir û dijminên xwe yên gengaz re îsbat bike û ew dikare tundiyê bi kar bîne, ku di encama wê de dema ku bixwaze, komkujiyê çêbike. Mezinkirina pêşkêşkirina heybetê, pêwîstî bi kaos û cîhadîstên biyan û kujeran hebû, da ku sivîlan bitirsîne, beriya ku bermahiyên rejîmê bitirsîne. Gelo ev rêbaz tiştên ku hêzên dewleta El-Esed û çeteyên wî pêk anîn, tîne bîra me? Di rastiyê de, erê û ji bilî wê jî tu bersivên din tuneye.

Dîmenê tundiyê û qetilkirina ku bi deng û vîdo dihatin belgekirin, ne tenê wekî mijareke xweber bû ji bo hêzeke dispilînkirî û navendî wekî Heyet Tehrîr El-Şam ku jê “Artêşa Erebî ya Sûriyayî” ya nû hate çêkirin. Lê belê, qeydkirina propogandeyê ya operasyonên kuştinê û gefxwarin beşek alava ragihandina şer e, ji bo bikaranîna civakên mezhebî û etnîkî, herwiha dikare were dîtin wekî nameyekê ji elewiyan û mezheb, etnîk û hêzên ku projeya yekdesthilatê red dikin. Di heman demê de, tevlîkirina komên “Emşat û Hemzat” ên girêdayî artêşê di nava vê operasyona li peravê de, ku ev herdu kom jî bi kuştin, dizî û talanê têne naskirin ne wiha xweber bû, ji ber kêmbûna derfetên madî û mirovî yên Heyet Tehrîr El-Şam, lewra alîkarî ji Hemzat û Emşat xwest, da ku herêmeke berfireh a leşkerî kontrol bike. Her wiha karê herî qirêj spart van koman; ji ber ku evherdu kom naskirî ne ku tecrubeyeke wan a “serkeftî” heye di paqijkirina devera Efrînê de, ku başek ji xelkê wê derbider kir û sîsteme berberî li ser wan ferz kir ku li ser bingehê kuştin, taalankirin û diziyê tê avakirin.

Li kêleka tiştên ku çêdibin, mirov dikare bîne ziman ku rêveberiya demkî di rewşeke xerab de ye, tevî ku xîtabên wê tundiyê nîşan didin. Îhtîmala mezin jî ew e ku Şam nikare bêserûberiya komên çekdar ên li peravê kontrol bike, herçiqas ku erka kontrolkirina peravê piştre radestî hêzên ewlekariya giştî bike. Li ser vî esasî jî, desthildariya Şamê li pêşiya du bijardeyan e ku mirov dikare texmîn bike yek jê pêk were: An bi komên beradayî re bikeve şer de û peymana bi hev re ji hev bixe ya ku di bin siya Wezareta Parastinê de ye, yan jî rewşa heyî erê bike û bertekên wê ji helwestên navdewletî yên ku komkujiyan red dikin, li tenişta ku rûbera cudabûnê berfirehtir bibe û derfeta diyaloga bi Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re ji dest bide.

Di rastiyê de, di vê demê de li pêşiya me du wêneyên Ehmed El-Şeri hene: A yekê, hukim dike û nikare çekdarên ku bi navê Wezarata Parastinê ew veşartine, kontrol bike, ku her komek dilsoza aliyekî ye û zehmet e ku biryarên “serokê komarê” û wezîrê wî yê parastinê erê bikin. Wêneyê duyem, ê hakimekî ku dizane çi çêdibe û dixwaze ku bi vî awayî çêbibe. Di herdu rewşan de jî, ev jî têkçûna yekem a daxwazên erebî û rojavayî ye ku gelek caran piştrast kir ku divê parastina kêmneteweyan were kirin û divê beşdarî xebatên siyasî werin kirin.

Di çarçoveya tiştên ku çêdibin, a girîng em di wê de bihizirin ku komkujî hişmendiya komê ava dike û di heman demê de, komkujiya ku li beravê çêbû dê di wijdanê vê etnîkê de bikole û dê metirsiyê li ser sûriyayiyên din çêke yên ku ne alîgirên projeyên tolhiladê ne. Ji ber wê dê tiştekî aqilane be ku ji cezakirina tawanbaran dest pê bibe û xwediyên qurbaniyên sivîl bên qerebûkirin û komîteyeke bêalî ya parastî bo vê yekê ava bibe, ne wekî komeîteya “Konfransa diyaloga niştimanî” be, yan jî komîteya amadekirina ragihandina destûrî, ji ber ku ne baweriya bi “komîteyan” ji avabûna ya yekî dest pê kir û bi ya duyan re berdewam kir. Li tenişta vê yekê, xuya dike ku şkandina hizira artêşa yekalî bû rêya xelasiyê ji El-Şeri bixwe re, pêwîst e niha beşekî ji erka parastina beravê bide xelkê beravê, yên elewî, smaîlî, sunî û xiristiyan, ango tevahiya sûriyayiyên xelkê beravê bûyî cudakirin. Heger ne wiha be dê hebûna endamên ji yekrengî û yekhizirê, komkujiyan bi bîr bîne û civaka xwecihî dê bikeve bin “dagîrkeriyeke hundirîn” wekî Tecrubeya El-Esed, wiha dê erka bermahiyên rêjîmê hêsantir bibe ku fitneyeke nû çêkin.