Hundirê Sûriyayê piştî rûxandina El-Esed
Nivîskar: Mihemed Seyid Risas
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Prosesa avakirina dîktatoriya Hafiz El-Esed a sala 1970yî, li ser sê faktoran ava bû. Faktorê yekem ê navdewletî, erêkirina Sovyet-Amerîkayê li ser rakirina rejîma ku biryara 242an red dike, ku nîşane û rêveçûyîna aloziya ereban-Îsraîlê piştî şerê 1967an diyar kiribû. Faktorê duyem ê herêmî, serokê Misirê yê nû Enwer Sadat ku projeyeke li dij çepgiriya erebî ya nasirî ji xwe re esas girt. Faktorê sêyem ê navxweyî, çînên dewlemend û navîn li bajarên mezin ji tedbîrên rejîmê yê 23yê sibata 1966an ne razî bûn, ku ev tedbîr xwedî taybetmendiyeke çepgirî di aborî, civakî, çandî û siyasî de bû. Li ser vî esasî jî, dît ku zemîna navdewletî-herêmî-navxweyî jê re amade ye û jê razî ne, lewra ev yek hişt ku bi tena xwe hukimê Sûriyayê bi rê ve bibe, her wiha hebûna rewşeke aborî ya rehet, alîkariya avabûna dîktatoriya wî kir.
Eger ku serokê nû yê Sûriyayê Ehmed El-Şeri bixwaze dîktatoriya Sûriyaya nû çêbike, ev herçar faktor li gel wî peyda nabin, eger ku bixwaze û îhtîmal heye jî nexwaze. Hilweşîna rejîma Sûriyayê û bû sedema têkçûnê, ev yek bi biryara navdewletî pêk hat, ne bi biryara herêmî ji dewleteke herêmî wekî Tirkiya, herwiha ne jî dewamkirina rêveçûyîna navxweyî ya ku di 15 an jî di 18ê adara 2011an de dest pê kiribû û di 8ê kanûna 2024an de bi ser ket. Armanca vê biryara navdewletî jî, avakirina hevsengiyeke nû ya navdewletî li ser asta cîhanê bû, bi rêya deriyê Şamê ku Rûsyayê lawaz bike beriya danûstandinên Washington bi Rûsyayê re derbarê Ukranyayê û lawazkirina Îranê beriya danûstandinên Trump derbarê Peymana Nuklerî ya nû bi Îranê an jî felckirina Îranê ye, eger ku bersiva şerûmercên danûstandinên Amerîkayê neda û bi vê yekê re jî wê nikaribe bersiva derbeya Îsraîlê ya xurt ji bernameya wê ya nuklerî re, bide.
Tiştê ku Heyet Tehrîr El-Şam pêk anî, serhildaneke leşkerî bû li dij rejîma ku di pêvajoya 2011-2015an nêzî rûxandinê bû, lê wê demê bi lihevkirina Amerîka-Rûsya-Îranê nehate rûxandin. Lê di sala 2024an de, Rûsya ketibû çirava Ukranyayê û Îran jî rastî têkçûna şaxên xwe li Xeza û Lubnanê hatibû, ev yek jî rê da Heyet Tehrîr El-Şam di sala 2024an de bi ser bikeve, di bin sîwana Amerîkayê de. Tiştê ku Washington di sala 2015an de pêşî lê girtibû ku bi dest bixe, dema ku Moskov neçar kir ku destwerdana leşkerî li dij pêşveçûnên komên îslamî li herêma naverasta Sûriyayê bike, ji Idlibê dest pê dike û hevdemî Gûtayê ber bi qutkirina rêya Şam-Homsê. Tişta ku berî du mehan li Şamê qewimî, di nav van sînoran de bû û kes nikare bêje ku ew guhertineke sûriyayî bû, tevî ku rûxandina rêjîmê piştgirîyeke mezin ji xelkê wergirt. Tiştekî dûrî rastiyê ye ku mirov bibêje ev guhertineke ku Recep Tayip Erdogan çêkiriye. Şam mixabin pir girîng xuya dike ku çarenûsa wê ji aliyê sûriyayiyan ve yan jî ji aliyê herêmê ve bê diyarkirin. Divê em li xwe mukur werin ku îngilîz mîmarên derxistina Fransa ji Sûriyayê di sala 1946an de bûn û derbeyên Husnî El-Zaîm, Samî El-Hinawî û Edîb El-Şîşeklî ji derve hatin derxistin, bêyî ku em behsa beşên serdema 1954-1970yî jî bikin.
Di serdanên Amerîka, Birîtanya, Almanya û Fransayê ji Şamê re û tiştên ku Erebistana Siûdî li ser diaxive û Urdun bêdeng e û misirî hêrsa xwe li hember wî ditepisînin , diyar û eşkere ye nayê xwestin ku hukimekî îslamî li Şamê were avakirin û hemû aliyên navborî jî li ser vê yekê hemfikir in. Di vê çarçoveyê de, tiştek di kongreya Eqebayê de hate gotin û di kongreyên Riyad û Parîsê de jî hate dubarekirin ku tiştê pêwîst “veguhastineke sûriyayî ya giştî û berfireh e.”
Piştî çend rojan ji rûxandina desthilatdariya Beşar El-Esed, rojnameya “Haaretz”ê ya îsraîlî got: “Hukimekî îslamî li Şamê bi serpereştiya Erdogan, ji hukimê îslamî yê li Xezayê bi serpereştiya Xamineyî, li ser Îsraîlê xetertir e”. Herwiha, diyar e ku naskirina hakimên nû û rakirina cezayan û jinûveavakirinê, ev şertûmercên ji bo“veguhastina sûriyayî ya giştî û berfireh e”, ev yek jî tê wateya hêzên navdewletî-herêmî naxwazin dîktatoriyeke ku wekî Hafiz El-Esed dixwast û ne jî hukimekî îslamî di cîhanê de dixwazin piştî êrîşên îlona 2001 û cotmeha 2023an, tevî ku yê operasyona 27ê mijdarê – 8ê kanûnê pêk anî îslamî bû jî, lê civaka navdewletî ji bo pêkanîna wê operasyonê alternatîvek jê re nedidît, an jî tu sûriyayiyên din jê re ne amade bûn bûn.
Îhtîmala mezin ew e ku aliyên herêmî wekî Tirkiyayê dixwaze hukimekî îslamî çêbibe an jî Şam bibe girêdayî Enqerayê, wekî ku Bexdad girêdayî Tehranê ye di demekê de ku Iraq di bin rêveberiya partiyên şîî yên Iraqê de ye. Lê Tirkiya di hewldanên xwe de bi ser nakeve, ji ber helwestên navdewletî wekî Washington û Riyad, Qahîrayê û Tilebîb jî destûra vê yekê nadin. Di heman demê de, rewşa Sûriyayê jî destûr nade hakimên Şamê yên nû ku siberojê li gorî nêrînên xwe yên îdolojîk ên îslamî xêz bikin, tê texmînkirin ku ew dê li gorî mercên nesûriyayî bimeşin. Di heman demê de, wan piştrast kir ku ji dema desthilatdariya xwe li Idlbê ew pragmatîk in û rastî û hevsengiyan baş dixwînin. Heger ne wiha ba, me dê ev yek dîtiba ku, lêkolîneke ku di sala 2021ê de li Enstîtuya Zanîngeha Ewropayî li Romayê hate pêşkêş kirin de, ev daxuyanî dabû: “Heyet Tehrîr El-Şam xuya dike ku tekane hêz e ku dikare stratejiyek operasyonê li dij hêzên cîhadîsta cîhanî, di nav de bermahiyên El-Qaîdayê û li dij torên rojavayî yên ku di berjewendiya wê de ye, bi pêş bixe û bi cîh bîne.” (r. 31, ji lêkolîna Jérôme Drevon û Patrick Haenni: “Çawa cîhadîzma gerdûnî tê herêmîkirin û ber bi ku ve diçe: Doza Heyet Tehrîr El-Şam, Şaxa Berê ya El-Qaîdayê li Sûriyayê,” Pirtûka Lêkolînê, PDF, rûpel 36, Enstîtuya Zanîngeha Ewropayî – Navenda Robert Schuman a Lêkolînên Pêşketî a Rojhilata Navîn, nivîsa bi îngilîzî).
Wekî encam, tabloya Sûriyayê wê ne bi kûrahiya xwe ya hundirîn xêz bibe, wê bi kûrahiya xwe ya derve xêz bibe. Îhtîmala mezin jî ku faktorên dîktatoriya Hafiz El-Esed wê ji nû ve peyda nebin. Herwiha hebûna projeyên aborî yên navdewletî jî, herwiha hebûna pirojeyên aborî yên navdewletî ku erdnîgariya Sûriyayê yek ji wan e, pêwîstiya wê bi aramiya navxweyî heye ku dê yekdesthilata îstamîstan di desthilatdariyê de yan jî deseserkirina wê ji hêla kesekî ve, wê peyda neke.