Sînorên bandoriyê: Îran û stratejiya Trump a zexta zêde
Dr. Taha Elî Ehmed
Made bi erebî
Êrîşên wêranker ên vê dawiyê yên Îsraîlê, bi piştevaniya Amerîkayê, li dij Îranê û alîgirên wê li Rojhilata Navîn, bandora herêmî ya Tehranê li herêmê bi awayekî berçav lawaz kiriye, bi taybetî ku van êrîşan bandor li gelek şiyanên berevaniya esmanî yên Îranê kiriye û ji bo Îranê rewşek belîbûna stratejîk çêbûye. Lê ev yek ji hewl û hewldanên Îranê yên ji bo pêşxistina bernameya xwe ya nuklerî cuda xuya dike; Tehran bizavên xwe ji bo zengînkirina uranyumê zêde kir piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump vekişîna ji rêkevtina nuklerî ya ku di sala 2015an de ji aliyê rêveberiya serokê berê Barack Obama ve hatibû gotûbêjkirin û gihaştinê, ragihand. Bêyî çespandina rastbûna van texmînan, tişta ku bi teqez dikare were gotin ew e ku îranî di hemû rewşên wê de bi piragmatîzma bilind bi peymana navborî re rûbirû bûne. Bi pabendbûna Amerîkayê bi rêkeftinê di dema rêveberiya Obama de, aboriya Îranê bi sivikkirina zextan re, bi taybetî asteke teserûfa darayî ya ku Tehran ji rakirina sînordariyên li ser samanên xwe yên cemidandibû li derve bi dest xist, an jî bi ragihandina serokkomarê niha ya di dewra xwe ya yekem de (2017-2021) der barê vekişîna ji vê peymanê de, ku bû sedema vegerandina çalakiyên nuklerî yên Îranê . Ev yek bû sedema pêşketinên girîng di bernameya nuklerî ya Îranê de, wek ku di raporteke Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Nuklerî de di mijdara 2024an de hat eşkerekirin, ku tê de gotibû ku Îran bi awayekî metirsîdar nêzîkî zengînkirina uranyumê ye, ji bo armancên çekan. Raporê herwiha eşkere kir ku Îran plan dike ku zêdetir ji 6000 santrîfujên nû ji bo zengînkirina uranyumê zêde bike.
Elîta nû ya Amerîkayê û dosyaya nuklerî ya Îranê
Pêşveçûnên vê dawiyê, hevdem bûn bi serketina Trump di heyama din a serokatiyê de û pirsên herî girîng li gel wê bûn û hîn jî hene: Dê rêveberiya Trump bi Îranê re li ser bernameya wê ya nuklerî, ku hevalbendê herî girîng ê Washingtonê li Rojhilata Navîn nîgeran e, ango Îsraîl, tevbigere, nemaze ku ev dosya ji hawîrdora avahîsaziya Îranê veqetandiye, ku bandorê li hawirdora strukturî ya Îranê dike. Ji bo ku bi awayekî objektîftir bi vê pirsgirêkê re mijûl bibe, nêzîkbûna hişê elîta ku beşdarî girtina biryarên Amerîkî yên derbarê Îranê de dibe, kêrhatî ye; mebest Trump û alîkar û şêwirmendên wî yên herî girîng di karûbarên Rojhilata Navîn de.
Di derbarê Trump de, li ser bingeha ezmûna di serdema wî ya yekem a serokatiyê de, helwesta wî ya herî zelal e. Trump bû ku stratejiya “zexta herî zêde” ya ku li gorî peymana 2015an hat cemidandin, pejirand. Ew bû ku di sala 2020î de fermana kuştina Fermandarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî da. Ew bû ku di dema kampanyaya xwe ya dawîn a hilbijartinê de li ser perçekirina Îranê axivî û got ku “Divê Îsraîl li ser deverên nuklerî yên Îranê bixe.”
Lê bi berçavgirtina daxuyaniyên vê dawiyê yên ku di çarçoveyeke hilbijartinê de hatine, mîna daxuyaniyên din ên nelirê ên ku Trump nas kiriye, em dibînin ku serokomarê Amerîkayê di vî warî de li dijî mentiqê lihevkirinê dernakeve, belku bi şert û mercên sînordartir ji bo Tehranê, piştgiriya wê dike. Di axaftineke xwe ya meha borî de got, “Divê Îran were ser maseyê, lê vê carê danûstandin dê ji bo Amerîka û hevpeymanên wê baştir be.” Rêveberiya Trump îsrar kiribû ku Îran pêşî bernameya xwe ya pêşxistina mûşekan rawestîne û çalakiyên xwe yên li herêmê bi taybetî li Sûriya û Yemenê rawestîne. Ji ber vê yekê em bi astek nermbûn û awazek dîplomatîk re têkildar in, ku dikare bi hewildana Trump ve were girêdan ku amûrên ji bo mijûlbûna bi vê dosyayê di navbera zexta aborî û ragihandina dîplomatîk de cihêreng bike.
Trump hewil da ku di avakirina rêveberiya xwe de hevsengiyekê di navbera kesên ku hinekî hov xuya dikin û yên ku bi nermbûna xwe di danûstandina bi mijarên siyaseta derve de têne zanîn de, çêbike. Wezîrê Derve Marco Rubio – çaxa ku wekî senatorê komarî bû ji Floridayê- bi helwesta xwe ya alîgir ji siyasetên ku armanc dikin ku bi tundî bernama nuklerî ya Îranê bigire, tê nasîn. Wî herwiha piştgirî dida sepandina cezayên aborî yên zêdetir li ser Tehranê ji bo sînordarkirina bandora wê li Rojhilata Navîn û rojavayê Asyayê û wî helwesta xwe ya tund li hember Îranê di dema erkdarkirina wî de wekî wezîrê derve, nîşan da, helwestek ku dirêjkirina dîtina Trump di vî warî de ye, her çendî Rubio li ser hevkariyên bi hêzên herêmî re zêde dike ku hestê Îsraîlê ya xeternak ji Îranê re parve dike.
Di heman demê de Michael Waltz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî jî heye, ku xwediyê paşerojeke leşkerî ye. Wî gelek caran Îran weke gefa li ser seqemgîriyê bi nav kir û daxwaza stratejiyeke bihêztir a Amerîkayê ya pêşîgirtina leşkerî û cezayên aborî kir. Waltz di heman demê de mîna Scott Bessent e, yê ku Trump ji bo erka wezîrê gencîneyê ew bijart. Bessent demeke dirêj piştgirîya kampanyaya “zexta herî zêde” dike û hewil dide ku sazîyên darayî yên amerîkayî bi sazîyên girêdayî hukûmeta îranî re kar nekin. Di hevpeyvîneke televizyonî ya sala 2024an de, Bessant ragihand ku “Îran metirsiyeke mezin e” û tekez kir ku baştirîn rê ji bo rûbirûbûna wê ew e ku rejîma Îranê careke din “îflas bike”. Wî her wiha carekê bi eşkere helwesta rêveberiya Obama ya li ser sivikkirina cezayan rexne kir. Weke wezîrê gencîneyê, Besant îhtîmal e ku rolekê bilîze di avakirina stratejiyeke amerîkayî de ku xwe dispêre bikaranîna hêza aborî li dij Îran û hevalbendên wê. Heman tişt ji bo Pete Hegsett, wezîrê berevaniyê û herwiha Elise Stefanik, ku Trump ji bo bibe balyoza welatê xwe li Neteweyên Yekbûyî hilbijart û Mike Huckabe, Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê, ku Trump di daxuyaniya xwe ya berbijarkirinê de derbarê wan de got ku “ew ji Îsraîlê hez dike, û gelê Îsraîlê jî ji wî hez dike tevî ku ew ne cihû ye jî.”
Rêveberiya niha ya Amerîkayê herwiha tîmeke ku xuya dike ku li ser Îranê kêmtir nerazî ye, bi serokatiya cîgirê serok J.D. Vance, ligel Tucker Carlson û Thomas Massie, ji bilî General Mike DiMino, ku wek alîkarê wezîrê berevaniyê ji bo Rojhilata Navîn kar dike û bi meylên xwe yên realîst û bangên xweragiriyê di danûstandina li gel Îranê de tê naskirin. Di heman demê de di tîmê de Bainbridge Colby, şêwirdarê berevaniyê ji bo siyasetê, ku wekî avakerê siyaseta derve ya rêveberiya berê ya Trump tê nasîn, ku nêzîkatiyek hovane li hember Çînê heye lê ne li hember Îranê, ku berê gumana xwe derbarê kiryara leşkerî diyar kiribû. Ev kom kêşeyên navxweyî û hevrikiya stratejîk bi hêzên navneteweyî re ku hevrikiyê bi pêgeha cîhanî ya Amerîkayê re dikin, wek Çîn, dide pêş û daxwaza siyaseteke kêmkirina destwerdana leşkerî ya Amerîkayê li derve, bi taybetî li Rojhilata Navîn û rojavayê Asyayê dike. Ev tîm di heman demê de balê dikişîne ser xurtkirina sînorên Dewletên Yekbûyî, aborî û bandora herêmî ya li herdu Amerîkayan.
Wateya vê yekê ew e ku rêveberiya Trump hewl dide amûrên xwe yên ji bo danûstandina bi Îranê re cihêreng bike, di heman demê de ku vedigere siyaseta “zexta herî zêde”, tevî ku ev yek veguherînek ber bi nêzîkatiyek dîplomatîk an bi kêmanî kêmtir rûbirûyî ve girêdayî be. Dibe ku ev yek jî bi dûrxistina kesayetiyên pir hov ên mîna Mike Pompeo, John Bolton û Brian Hook, nûnerê berê yê Trump li Rojhilata Navîn were bihêzkirin. Ev yek dihêle ku pêkhateya heyî ya tîmz heyî ya Trump bêtir meyla xwe bide ku vebijarkên xwe di navbera tundrewî û nermbûnê de vekirî bihêle. Ev yek di daxuyaniyên vê dawiyê yên Trump de li ser îhtîmala danûstandina lihevkirinekê bi Îranê re xuya bû, di heman demê de ku wî gotûbêjên rasterast piştrast nekir, ku rola Steve Witkoff ku wekî nûnerê Rojhilata Navîn hatibû destnîşankirin, piştrast dike. Witkoff rolek lîstiye ku hişt Îsraîl di dawiyê de agirbestekê li Xezayê qebûl bike.
Îran û stratejiya “zexta herî zêde”
Lê ev pirsek din jî derdixe holê: Di tecrubeya yekem a rêveberiya Trump de heta çi radeyê ev siyaset bi ser ket? Di vî warî de, dikare were gotin ku her çendî stratejiya “zexta herî zêde” bandorek tund li aboriya Îranê kiriye, lê bandorên wê ne li gorî armancên ku rêveberiya Trump destnîşan kiriye, dema ku îdia kir ku “JCPOA” (lihevkirina nuklerî) ya sala 2015an li ser astengkirina bernameya nuklerî ya Îranê têk çûye. Lê kaosa ku li gel helwêstên Trump bû, alîkariya Îranê kir ku di vê çarçoveyê de destkeftekê bi dest bixe, ku ji aliyê raporên navborî yên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Nuklerî ve hat piştrastkirin, her wiha hikûmeta îranî di 18ê çileya borî de, hevdemî erkdarkirina Trump, baregeheke leşkerî ya di bin erdê de kifş kir, ku tê de keştiyên êrîşkar hene, bi kûrahiya 500 metreyî li nêzî kevdavî û tevgava Hirmizê ya xwedî girîngiyeke stratejî, ku derdora 20% ji petrola cîhanê tê re derbas dibe. Herwiha hevdemî wê yekê bû ku hêzên Îranê rahênanên leşkerî yên berfereh li seranserî welat bi navê “Eqtedar” bi wateya “hêz” li seranserê welat li dar xistin, di merasima 46emîn salvegera damezrandina komarê de li Îranê di 10ê sibata 1979an de, ku dê heta nîvê meha bê berdewam be. Raporên vê dawiyê diyar kirin ku Tehran kariye avahiyên xwe yên zengînkirinê li reaktora Natanzê berfireh bike û berdewam e li ser vegerandina qaseyeke mezin ji madeyên dewlemendkirî di astên cur bi cur de.
Tehran jî ji piştevaniya ku ji aliyê hêzên mezin ên wek Çîn û Rûsyayê ve tê dayîn, ku ji cezayên Amerîka û welatên rojavayî yên li ser Îranê dûr dikevin yan jî paşguh dikin, sûdê werdigire, ku tê çaverêkirin bêyî ku her yek ji wan di berdêla rêveberiya Trump de tiştekî werbigire, biguhere, di heman demê de nayê pêşbînîkirin ku serokê Amerîkayê bi vî awayî serî li vê mentiqê bide. Herwiha di van salên dawî de, Îranê kariye peywendiyên xwe li gel welatên başûrê cîhanê bihêztir bike. Endamtiya wê ya di BRICS de jî îmkana sivikkirina bandora cezayên DYAyê jê re peyda kir.
Li gorî vê yekê û ji bilî veguhartinên stratejîk ên ku di hawîrdora herêmî ya Rojhilata Navîn de rû didin, ku nîşaneyên herî dawî yên ku di piştgirîya mutleq a serokê Amerîkayê ji serokwezîrê îsraîlî Benjamin Netanyahu re eşkere bûn, xuya ye ku îranî ji pêleke hêrsa potansiyel a welatên rojavayî ditirsin ku dikare di tiştê ku jê re “vegera bilez” tê binavkirinû nehêle ku lihevhatinek navneteweyî were vegerandin. Li gorî vê yekê, di dawiyê de gotûbêj di navbera hikûmeta serokê niha yê reformxwaz yê Îranê Mesûd Bazeşkiyan û Supaya Pasdarên Şoreşê de li ser girîngiya vegerê bo rêyên danûstandinan çêdibin, da ku ew derfeta dawî be ji bo nehiştina qeyranê û Îran vê carê ji bêhêvîbûnê wek danûstandinan neyê dîtin. Di hefteyên dawî de, hikûmetê ji civaka navneteweyî re îşaretên amadebûna xwe ji bo razîbûna bi şert û mercên vegera danûstandinan nîşan da.
Di vê çarçoveyê de, serdana vê dawiyê ya Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Nuklerî, Rafael Gross bo Tehranê, ku vebûneke berçav ji ajansê re nîşan da, her çendî ev yek bi xwesteka îraniyan bo dûrxistina her cure kiryara tund li dij wan ji aliyê Civata Rêveberên Ajansê ve tê şirovekirin. Civîna dawî ya encumanê bû şahidê tundkirina daxûyaniyên sê welatên sereke yên ewropayî -Brîtanya, Fransa û Almanya- û Amerîka li ser pêşketina bernameya nuklerî ya Îranê. Lê di heman demê de, encumanê gavek cidî li hember Tehranê neavêt, ku ev yek nîşan dide ku heta radeyekê nermbûna hêzên rojavayî li hember Îranê heya, da ku gefên xwe yên vê dawiyê di vî warî de bi cih neîne, ev tê wê wateyê ku rojava jî pabendî hevsengiyê ye bi meyla sepandina cezayan.
Vebijêrkên pêşerojê
Di encama van tiştên li jor de û tevî tundiya ku Trump di helwêstên xwe yên li ser mijarên siyaseta derve de nîşan da, di nav de mijûlbûna bi dosyaya nuklerî ya Îranê û tevî zêdebûna rola hevalbendê wî Netanyahu, bijardeyên ji bo pêşerojê dibe ku di navbera dilxwaziya Amerîka ya ji bo gihaştina lihevkirinekê ku bibe sedema aramkirina ewlehiya herêmî li Rojhilata Navîn û rakirina her cure gefên ewlehiyê yên li ser Îsraîlê ji bo pêkanîna hejmareke zêde ya nuklerî ji aliyekê ve, berdewamiya siyaseta “zexta herî zêde” ji bo gihandina ziyanên zêdetir li ser aboriya Îranê û têkbirina rewatiya rejîma desthilatdar ji bo amadekariyên rûxandina wê ji aliyekî din ve û bi awayekî ku tu bandorên radîkal li ser dîmenê stratîjîk li Rojhilata Navîn nebe. Lê dibe ku ev hişyariyek mezin ferz bike da ku ev zêdebûn, bi piştgirîkirina hişkbûna îdeolojîk a tundan di rêveberiya Trump de, hewlên ji bo gihaştina lihevkirinê bi Tehranê re têk nebe, ku dibe ku ew jî neçar bibe ku bikeve rêyeke danûstandinê ji bo bidestxistina demê di vê qonaxê de, ji ber ku rewşa wê ya giştî di rewşa herî baş de xuya nake.