Hundirê Sûriyayê, derveyekê di ser yeke din re digire

Nivîskar:Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Dengên sûriyayî yên ku şîretên Ewropayê li ser zimanî wezîra derve ya Almanyayê Annalena Baerbock hevkarê wê yê fransî Jean Noel Barrot, şermezar kirin, ne hindik bûn. Lê belê dev avêtin reftarê wezîra alman jî û teşeyê wê yê derve, ku gotegotinên mîna: em destwerdana derve naxwazin û em dikarin pirsgirêkên xwe dûrî destwerdana derve çare bikin, derketin.

Rêveberiya Ehmed El-Şeri bi awayekî fermî li bersiva nêrîna ewropayî neda, bi taybet plana herheşt xalan a ku Berlînê ew raxist, neda, lê dibe ku ev yek ji tîma xwe ya ragihandinê ya alîgira wan re hişt. Bersiva wan giha asta gotina: Em ne hewcedarî alîkariya Ewropayê ne, ku mîna van helwestan neberpirsyariyê dide xuyakirina beranberî welatekî birçî û xizan ku pêwîstiyeke wê ya mezin bi alîkariya dewletan heye, bi ser de jî dosyaya cezayan hê pêwîstiya wê bi çavdêriya Amerîka û welatên rojavayî heye.

Em dikarin şîretên Almanya û Fransayê wiha wesf bikin ku ew di berjewendiya pêvajoya veguhastinê de bû û xwesteka bidestxistina garantiyan bû ku pê pêvajoyeke siyasî ava bibe bêyî ku komikên olî û neteweyî paşguh bike her wiha piştgiriya beşdariya jinê bike, di demekê de ku rêveberiya demkî hewl dide diyalogeke niştimanî li ser bingehê civaka gelêrî çêke, berdêla civaka sivîl, partî û çalakvanên karûbarên giştî.

Berî serdana herdu wezîrên derve yên ewropayî bi hinekî, wezîrê dadweriyê di hikûmeta rêveberiyê de derket û got ku 90% ji Sûriyayê misliman in, ev yek dide xuyakirin ku nêrîneke wî ya jênegir heye li bara piranî û kêmaniya olî. Tu dijberiyê zelal li dij gotina wezîr derneketin çaxa ku bi navê tevahiya mislimanan axivî û parçekirina wî ji sûriyayiyan re li ser bingehê piranî û kêmaniyê û gotina wî ya ji mafê piraniyê ye doza desthilata şerî bikin. Tersî wê, girîngîdayîna Ewropayî li ser pêwîstiya rêzgiritina kêmneteweyan û kurdan û tevlîkirina wan di pêvajoya siyasî de, hişt ku kesê ji xîtaba desthilata nû hez dikin, tengezar bibin.

Di rastiyê de, axaftina li bara piraniya misliman vê carê têgiha piraniya erebî di dema desthilata Beisê de tîne bîra mirov, ku tê de kurd ji amadebûna siyasî û hevbeşiya çandî dûr xisitin. Dibe ku axaftina û hukumê bi navê piraniya nesiyasî herdem tê wateya tunekirina têgiha hemwelatîbûna wekhev. Ji ber ku tevlîkirina kêmneteweyan di pêvajoya siyasî û destûrî de bingeh e bo avakirna nasnameya niştimanê, desteserkirina vê nasnameyê bo piraniya nesiyasî dê rê li ber du tiştan veke: Komika serkeftî ya ku bi hêzê gihaşt ser desthilatê xwe bibîne ku ew nûnera tekane ye bo piraniyê û çaxa ku kesên serkeftî yên nû hemû mafên wan ên siyasî ji dest wan dibin, wan dixin cihê kêmneteweyê.

Balkêş e ku em bibêjin mercîn ewropayî dişibin tiştê ku di daxuyaniya dawî ya kombûna wezaretên erebî de li Eqebayê, hat gotin, ku komikê bang li diyalogeke sûriyayî ya giştî kir û pêkanîna pêvajoya veguhastina aştî bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî û Komcivîna Erebî. Wateya diyaloga giştî ew e ku tu alî yan komikeke sûriyayî ji diyalogê neyê dûrxistin, ev heman helwest e ya ku Siûdiyê û Îmaratê ew anîn ziman.

Lê xuya dibe ku axaftina rojavayî, tevî ku di encamê de dişibe ya erebî, dihêle ku beşekî mezin ji sûriyayiyan gotina “mêrê spî” bibêjin di bin banê “raspêr” de, lê tiştê ku dewletên erebî dibêjin, bi awayekî baştir tê fêmkirin. Bi her halî, hêlên rojavayî bi dewletên erebî re kar dikin û heman metirsî li gel wan heye û armancên wan yek in.

Di çarçoveya diserregitina di navbera derveyekê û yeke din de, şîret û mercên tirkî jî derdikevin. Cîrana dijmina kurdên Sûriyayê hê jî gotinên wê bi qaşo ewlehiya neteweyî ve girêdayî ye û dixwaze di bin perdeya vê ewlehiyê de Sûriyayê bixe bin raspêriya Tirkiyayê bi rêya pêkanîna peymanên ewlehî û leşkerî yên lezgîn û xêzkirinên sînorê bejayî û deryayî, her wiha nêrînên wê yên rûxîner li bara teşeyê dewletê û danûstandina bi kurdan re û rêvebirina dosyaya kêmneteweyan.

Di rojên borî de, wezîrê derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan berêla Ehmed El-Şeri axivî li bara kêmneteweyên Sûriyayê û got: “Niha tu pirsgirêk li bara vê yekê tuneye, ji ber ku rêveberiya nû garantiya mafê kêmneteweyan dike.” Lê çawa û ev garantî çi ne, ew di destê wezîrê tirk de dimîne yê ku nêrînên welatê xwe yên ewlehî da xuyakirina li bara danûstandina bi doza kurdên Sûriyayê re, bêyî ku maf bide sûriyayiyan da ku vê meselyê çare bikin, ev yek jî me vedigerîne rêbaza destwerdanê ku Tirkiya wê dixwaze, bêyî ku aliyên Sûriyayê bigihêjin hev û çareyekê bixwe ji xwe re bibînin, tevî ku çare bihane û metirsiyên Tirkiyayê kêm bikin jî.

Xuya dike ku tiştê ku Enqera dibêje li bara siberoja Sûriyayê komika sûriyayiyên ku destwerdana derve red dikin, tengezar nake, ev yek tê wateya ku ev bihane qels e ji ber ku derveyekê di ser yeka din re digire.

Her wiha hestekî xwejîdîtinê çêdibe ku rojava bikin wekî polîsekî yê ku erkda wî ye xizmeteke giştî pêk bîne dema ku pêwîst be. Di demekê de ku sûriyayî “destwerdana rojava” red dikin di karûbarê hundirîn de, hin ji van kesên ku red dikin, di îlona 2011an de bi rêya “Îna parastina navdewletî” bang li destwerdana navdewletî kirin bo parastina sûriyayiyan ji xezeba rêjîmê. Ev durûtî tê wateya ku qutbûna ji rojava, an jî qutbûna ji cîhanê, dê bihêle ku sûriyayî xwe bixin zindanê di hundirê welatê xwe de û dê careke din ne ji mafê wan be daxwaza rizgarkirinê bikin heger ku stemkarekî nû derket, bi taybet heger desthilata niha yan jî ya bê zaniba li ser dosyaya berjewendiyên derve bilîze, ev yek dê bihêle hundir bikeve gereke stemkariyê ya dûdirêj, ku dewreya herdu El-Esedan li ber ne tiştek be.

Girtina derî li xwe ji hêla sûriyayiyan ve bi mebesta karîna rêvebirina pêvajoyê bi tena xwe, gotineke xwemezindîtinê ye. Ji ber ku xwezaya desthilata demkî, tevî ku ew rojava jê bi tirs e û hê jî rêveberên wê di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de ye, metirsîdar xuya dike, bi taybet ew daxuyaniyên li bara pêvajoya veguhastinê û xwezaya dewlet, civak û destûrê.

Dibe ku ji hêla aqiliya siyasî, an jî niştimanî, pêwîst be balê bikşînin ser bidawîkirina dosyaya cezayan bi rêya erêkirina mercên rojavayî ya ku ji berjewendiyên pêvajoya veguhastina siyasî ya aştî ye, her wiha erêkirina nedestwerdana desthilatê di karûbarê belavkirina alîkariyên mirovî de û avakirina toreyên heval bo desthilata demkî. Dosyaya jinûveavakirinê jî girêdayî erêkirina rojava ye, tevî ku dewletên erebî jî xwesteka xwe ya destwerdanê nîşan dan jî. Ji şîretên baş ew e dîtina rêyekê bo garantiya kêmneteweyên olî û kurdna bi hev re, ji ber ku ev garantî û tevlîbûn nûnertiya berjewendiyên niştimanî dike, çi dewletên ewropayî yan ji Amerîka xwestin an jî nexwestin.

Dem ne dema pêkanîna helwestên demkurt e ku her dem şikê di rastiya dewletên rojavayî de çêdike û derfeta jinûveavakirinê û veguhastina demokrat a aştyane li ser sûriyayiyan winda dike. Di van deman de, tiştek bi navê 90% ji flan komê tuneye, lê belê 90% ya rastî sûriyayiyên di bin xeta xizaniyê de nûnertiya wê dikin, li gorî dawîtirîn raporên Neteweyên Yekbûyî.