Made bi zimanê erebî heye العربية
Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ya dawî de, Kamala Harris bû cîgira çaremîn a serokê ku di hilbijartinên di dawiya dema serokatiya wan de, têk diçe. Destpêkê Richard Nixon bû sala 1960î û piştre jî Hubert Humphrey sala 1968an, heta Al Gore di sala 2000î de. Lê George Boshê bav di sala 1988an de, rewşeke awarte ya tekane bû. Têkçûna van herçaran nîşan dide ku cezakirina li dij rêveberiya ku tê de namzed cîgirê serok bû, ne ji kesayeta wî re bû, ango Nixon di hilbijartinên sala 1968an de û Joe Biden sala 2020î piştî 4 salan ji rêveberiya Donald Trump, bi ser ket. Ev jî nîşaneya derbarê têkçûna Harris di kombûna hilbjiartinan û dengdayîna gel de, lewra ev yek tê wateya ku Partiya Demokrat di dengdayîna gel de bi Obama re salên 2008 û 2012an û Biden re bi ser ket, her wiha di sala 2016an de jî bi Hillary Clinton re di dengdayîna gel de bi ser ket, dema ku Trump bi rêya piraniya dengên kombûna hilbijartinan bi ser ket, ne bi rêya dengdayîna gel.
Îhtîmala herî mezin ew e ku aborî bandoreke xwe ya herî mezin li ser hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ya dawî hebe. Serdema Biden, serdema bargiraniya aborî bû, ji ber pandemiya koronayê û şerê Ukranyayê, ku ev yek bû sedem ku nirxê enerjiyê gelekî bilind bibe. Vê yekê jî hişt ku enflasyon çêbibe ku gihaşt %9,1 di havîna sala 2022yyan de, ku ev yek jî mezintirîn enflasyon e li Amerîkayê ji sala 1980yî ve, dema ku serok -namzed- Jimmy Carter li pêşiya Ronlad Reagan di hilbijartinên wê salê de têk çû, ku wê demê jî aborî mezintirîn dengdêr bû. Her wiha, li kêleka wê jî dengdêrê amerîkayî meyla wan ber bi serokê tundrawê li di Sovyetê bû piştî 5 salan ji têkçûna Vitnamê. Rast e ku enflasyon di havîna borî de daket ji %2,9, lê nirxê enerjî, xwarin û malan her bilind ma. Her wiha, di havîna 2023yan de, bergiriyên Banka Yedek a Federal bo bilindkirina buhayê faîdeyê 5.5%, bi kêr nehatin, ku ev bergirî bi Reagan re bi kêr bû bo çarekirina enflasyonê çaxa ku bilindkirina buhayê faîdeyê hişt koçberiyeke berfireh di nav kapîkatalan de çêbibe ya ji bankên amerîkayî, pê re jî asta xerckirina hikûmetê kêm kir li gor şîretên Milton Friedman, ramyarê aborî yê lîberaliya nû. Çaxa ku Biden heman rêbazê Obama bi kar anî enflasyon zêde bû, ku vegeriya rêzikên keynesî (li ser navê ramyarê aboeî John Keynes yê ku hin rêzik pêşkêş kirin bo derbaskirina krîza 1929-1932) ku dewlet bêhtir derstwerdanê di aboriyê de dike piştî krîza 2008an ya aborî ku rêbaza lîberliya nû bi seba vê krîzê hat tawanbarkirin.
Nexşeya dengdanê vê yekê piştrast dikin, ku wîlayetên ku di dîrokê de li ser aliyekî xwe nagirin di dengdayînê de, wekî Pennsylvania, North Carolina, Michigan û Georgia, Harris winda kirin. Ev wîlayetên navborî jî, di salên borî de, ji ber aloziya aborî gelek zirar dîtin. Her wiha, dengdêrên bi eslê xwe latinî jî di dawiyê de piraniya wan dengê xwe dane Partiya Komarî, ku piraniya wan hejar in an jî di nava kategoriyên herî hejar di çîna navîn de ne. Kesên ku nexşeya dengdayînê temaşe bike, wê bibîne ku rengê Partiya Komarî yê sor zêdetir di naverastê de ye û rengê Partiya Demokrat ê şîn li nîvê bakur ê perava rojhilat û li perava rojava ne, lewra wîlayetên herî hejar di naverastê de ne û wan jî dengê xwe dane rastgirên Komarî. Lê wîlayetên herî bi hêz ên aborî, dengê xwe dane lîberaliya Partiya Demokrat, ku çepgirên amerîkayî di salên dawî de, meyla wan ber bi Demokrat ve çûye, wekî cihekî ewle li beramberî pêla rastgir a ku Trump nûnertiya wê dike, ku ew li rastê rastgiriya kevneşop e ya Partiya Komarî, wekî çawa serok Eisenhower di salên 50yî de û Reagan di salên 80yî de, ku herduyan rastgiriya ku ji hêla civakî û çandî muhafiz bi meyla derve ya destwerdanê bi rikberiya Sovyetê di Şerê Sar de kom kirin.
Rastgiriya Trump tê wateya vegera rastgiriya kevneşopî ya Amerîkayê, ku ji dema rêgeza Monroe di 1823yan de meyla wê ber bi îzolasyonîzmê ve bû. Ku ew rêgezek e koçber bi wê pişta xwe da cîhana xwe ya kevn û berê xwe da cîhana nû. Di heman demê de, ne tesadufî ye ku avakirina Amerîkayê bi rêya şoreşa li dij Londonê bû, ku London di şerê navxweyî yê Amerîkayê 1861-1865an de, piştgirî da wîlayetên başûr li dij paytextê Washington. Lê dema ku Amerîkayê ji îzolasyonîzma xwe sala 1917an de derket, bi rêya beşdariya wê di şerê Cîhanê yê Yekem de li dij almanan, Serok Woodrow Wilson sala 1920î têk çû, dema ku îzolasyonparêzên li senatoyê li dij erêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî derketin, ku Willson jê re dê û bav piştî ku di berî salekê de di kongerya Versasê de ji dayîk bû. Lewra, li ser vî esasî mirov dikare bibêje ku Trump ew mîratgirê senatorê komarî Robert Taft e, ku li dij meylên serok Franklin Roosevelt ên beşdarbûna di nava Şerê Cîhanê yê Duyem de, derket. Lê piştî du sal û sê mehan, rewşa şepêla wî hate guhartin, ji ber êrîşa Japonyayê li dij bendera Harborê di 7ê kanûna 1941ê de, ku wê demê şepêleke xurt bû û di encûmenên kongreyê de endamên komarî û demokratî di nava xwe de dihewandin. Her wiha,Taft li dij projeya Marshall û damezrandina NATOyê û li dij rûbirûna Mosko û Pekin di şerê Korayê de, derket. Lê “taftîzm” heta di Partiya Komarî de jî mir, çaxa ku Taft di hilbijartinên pêşekî yên bo bijartina nemazetê hilbijartinên serokatî yên sala 1952yan li pêşberî Eisenhower têk çû.
Di sala 2016am de, “taftîzm” vegeriya û bi rengê “trumpîzmê” jinûve vejîn bûn, lê belê armanca îzolasyonîzmê ya Trump ne wekî ya ku Taft dixwast ku ji şer û pirsgirêkên cîhanê yên kevn xelas dûr bikeve. Trump ne bi çavê şer li cîhanê temaşe dike, lê belê bi çavê aborî lê temaşe dike. Ew yekem rastgirê li dij globalîzma aborî di pêvajoya piştî Şerê Sar de disekine, lê muhaf ezekarên nû di serdema Bush ê kur de, bi wan re meyla ku ji troçkîzma xwe ya çepgir a berê wergirtibûn heye, ew jî belavkirina rêgez û nêrînên xwe yên cîhanî, bi rêya destwerdan û dagîrkirina cîhanê, da ku nirxên demokratîk û aboriya sukê, biçînin.
Ji salên 90î ve, çepgir li tevahiya cîhanê wekî Trump bûn li dij globalîzmê. Trump bi rêya rêgeza “neteweya aborî” ku di hemleya xwe ya hilbijartinan a sala 2016an de pêşkêş kir, piştre jî dema bû serok pêk anî, dibîne ku bazirganiya cîhanî ya azad zirarê dide bejewendiyên Amerîkayê û dewletên wekî Çînê û heta dewletên hevalbendên Amerîkayê sûdê jê werdigirin, li ser hesabê diziya fikirê çêkirina berhemên amerîkayî û veguhastina teknolojiya amerîkayî ji aliyên din re, da ku wekî wê çêkin, an jî berhemên amerîkayî li derve çêkin ji aliyê şerîketên amerîkî ku Çîn û Hindistan wan ber bi xwe ve tînin ji ber ku bac hidik e, heqdest hindik e û ti girêdan ji hêla parastina jîngehê tunene. Her wiha, berhemên aliyên din ên ku derbasî sûka Amerîkayê dibin, bi berhemên amerîkayî re hevrikiyê dike, ji ber nirxê wê yê kêm, lewra kargehên pîşesaziyê têne girtin û bêkarî zêde dibe, ku bi seba krîza bazirganî ya Amerîkayê ya bi Çînê re di navbera salên 2001 û 2018an de bêhtirî 3 milyon peywirên amerîkayî ji dest çûne. Li ser vî esasî jî, Trump ji peymana baziganî ya Pasîfîk piştî ku derbasî Koşka Spî bû vekişiya û parastina gumrikî bi rêya biryaran li ser derçûyînên çînî û dercûyînên cîhanî ferz kir. Di heman demê de, nêrîna wî ya aborî jî wiha bû “Yekitiya Ewropayê kopiyeke xerab a sivik ji Çînê ye”.
Ji aliyekî din ve jî, Trump endamên NATOyê rexne kirin, li ser esasê ku beşdarî lêçûnên leşkerî yên NATOyê nabin û bargiranî li ser Washigton hiştine. Her wiha, nêrîna Trump li ser hevalbendên ewropayî, japonî û Koreya Başûr li ser vê cudabûnê derdikeve: “Çawa hevalbendekî di aliyê leşkerî de biparêze ku di aliyê lêçûnan de beşdar nabe, di heman demê de jî krîzeke wê ya bazirganî pê re heye?”.
Trump dixwest û dixwaze vegerîne nava Amerîkayê. Her wiha, Turmp ji meylên wan ên kozmopolîtî cîhanî dûr bikeve û ji elîta rêveberî û çandî li Washington û New Yorkê dûr dikeve, di demekê de ku di dirêjahiya 4 salan di Koşka Spî de, xwe li xerîbiyê hîs dikir. Îhtîmal jî wê bi biyanî dîsa vegere Koşka Spî. Di heman demê de, Trump nikarîbû ku John Bolton wekî şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê ji zêdetirî salek û 5 mehan di navbera salên 2018-2019 tehemûl bike, tevî ku di dosyayên Çîn û Îranê de nêzîkbûnên wan ên siyasî hebûn. Bolton di bîranên xwe de tinazên xwe bi Trump dike, çaxa ku bi bîr dixe ku çawa Trump pirsî, piştî ku hevdîtina xwe bi serokê Rûsyayê re destnîşan kir li Hilsenkiyê, got “Fînlanda beşek ji Rûsyayê ye?” (Bolton: “tiştê ku di wê odeyê de çêbû” weşanên Simon û Schuster, New Yourk 2020, r118). Lê tekez e ku karkerê xizan ê ku Trump di salên 2016,2020 û 2024an de hilbijart ne mîna Bolton lê dinêre, lê belê ew bawer dike ku rêbazekî wî yê aborî heye dê wî ji xizaniyê rizgar bike.
Trump nakokiya sereke bi Çînê re dibîne, bi çavê aborî ku wiha difikire gefeke li ser hêzbûna Amerîkayê ya cîhanî. Her wiha, karûbarên navdewletî yên leşkerî û siyasî jî bi çavê aborî dibîne, ku Pekin wekî hevrikê sereke yê Washingtonê dibîne, wekî ku çawa rêveberên Koşka Spî nakokiya sereke bi Moskoyê ve dîtin di Şerê Sar de 1947-1989, lê bi çavê leşkerî-siyasî. Bi vî awayî jî, karûbarên din û dewletan û hemû têkiliyên navdewletî, dinirxandin. Trump ku Çînê wekî xeterî dibîne, dixwaze ku Rûsya û Koreya Bakurî dûrî Çînê bike û Îranê lawaz bike, ji ber ku rêya Çînê bi ber bi Rojhilata Navîn ve ye. Balkêş e ku Trump hemfikirê Obama ye derbarê metirsiya Çînê û razîkirina Rûsyayê da ku dûrî Çînê bixin, lê Trump dijberî fikirê Biden-Harris e ku Çîn û Rûsyayê wekî du xeteriyên sereke wekî hev bi nav dikin û dixwazin ku Îranê razî bikin, bi vê yekê re jî siyaseta Obama ya bi Tehranê re dewam bikin. Di heman demê de, Trump di nêzikbûna bi nêrîna Pentagon û îstixbaratan ên Amerîkayê li dij nêzikbûna Biden-Harris e, ku diyar e li ser wî hatiye ferizkirin bi rêya metna “stratejiya ewlekarîya neteweyî ya Amerîkayê” ku di sala 2017an de derket û Rûsya û Çînê xistin kategoriya gefxwarinê sereke yên ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê (r.46 û 47 ji heman metnê). Piştre jî behsa gefa Koreya Bakurî tê kirin, bêyî ku Îranê bi bîr bixin, ji bilî ku belavbûna wê yek ji 5 faktorên ku aramiya li Rojhilata Navîn xerab dike (r.48). Her wiha, ne tesadufî ye ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê wê demê James Mattis li dij biryara Trump a vekişandina ji peymana nuklerî ya Îranê sala 2018an derket (Bolton: r.68) û red kir ku Tehran gefeke sereke ya li dij ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê ye (Bolton: r.71).
Niha û bi vegera Trump li Koşka Spî, li gorî nîşaneyên hemleya hilbijartinê ya Trump, diyar e ku Trumpê duyem wekî Trumpê yekem di hilbijartinên 2016 û 2020î de, bi zêdebûna îdeolojîk a mezintir ku tekez e rêjeya dengan a bilind piştgiriya wê bike. Lê niha jîngeheke navdewletî ya bi girêk heye, ku ne wekî serdema xwe ya yekem di Koşka Spî de ye, ji ber di şerê Ukranyayê de hevalbendiyeke çînî-rûsî-îranî derket holê û ev yek jî dihêle mîsyona wî ya îzolekirina Moskoyê zehmetir dike, tevî ku bi rêya xelatên amerîkayî yên razîkirina Rûsyayê di Ukranya û Sûriyayê de. Her wiha, ne diyar e ku çawa wê Enqerayê re bide û bistîne, ku têkiliyên Enqerayê bi Mosko û Tehranê re di 4 salên borî de kûrtir bûn, li kêleka wê jî Koreya Bakur hêzên piştgiriya Rûsyayê şandin Ukranyayê, bi razîbûna Çînê ku ev yek nîşan dide mîsyona wî zehmetir bû di dubarekirina hewldanên biberxweveanîna serokê Koreya Bakurî.
Lê diyar e ku mîsyona hewandina Tehranê hinekî hêsantir e, di demekê de ku piştî 7ê cotmeha 2023yan Îran li cîhanê lawaz bû, çi bi rêya veberhênana vê qelsbûnê be bi “Gorbaçovê îranî” re, wekî çawa ku Reagan bi Gorbaçovê Sovyetê re çêkir, an jî rê bide Îsraîlê ku li Îranê bide di beşê sêyem ê şerê 7ê cotmehê de piştî Xeza û Lubnanê, di demekê de ku hevsengiyeke herêmî ya nû çêbûye ku tê de Tehranê gelek karîgerên hêza xwe ji dest daye, piştî ku alîgirênên wê hatin rûxandin. Îhtîmal ew e ku hevalbendên NATOyê wê rê li pêşiyê negirin ku şerê Ukranyayê bi Putin re çareser bike, di demekê de ku aloziya aborî ji şerê Ukranyayê heye, dibe ku li gorî ku Bolton li bara serokê Rûsyayê got, di hevdîtineke pêşekî ya lûtkeya Helsenkiyê di havîna 2018an de, ku Obama jê re gotiye ku “rojberiya bi Ukranyayê re pêkan e ku çare bibe heger Rûsya di sala 2014an de Kirim tev li xwe nekiriba”. (Bolton: r121) tevî xweseriya rûs li herdu parêzgehên Logansk û Donîstk. Lê kelema li pêş Trump dê li Washingtonê be, ku Wezareta Parastinê û istixbarat ne bi nêrîna wî re ne ya li bara Rûsya, Îran û hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn.